Pîr
RUSTEM, Pirustem@scs-netêorg
Eger ku em bala xwe bidin navnîþana gotarê
emê bibînin, ku “me” ziman xiste pêþiya netewê û helbet ev yeka ne
ji dilxwezî yan jî ji valahiyekê hatiye û ne jî ewê bi evê gotara me
re, weke rasteqîneke dîrokê ya nuh bête bi lêvkirin û nasîn. Qet na
û eger ku em li dîroka milet û netewan vegerin, emê evê rastiyê bi
rengekî aþkere û beloq bibînin, ku di pêþiyê de û ji her civakekê
re zimanekî cuda û taybet hate damezrandin û di dû re ew civak û li gor
ewî zimanê taybet hate bi navkirin.
Bi gotineke din, em dikarin bibêjin, ku
ziman weke heyîn û zaraw di pêþiya netew de ye û wilo yek têdighe, ku
ziman weke regeze ji yên komele û netewan, ne tenê ji yên sereke ye, lê
em dikarin bibêjin, ku herdu zaraw dikarin þûna hevdu bigrin; ango yek diþêne
bibêje: Ziman netewe û netew jî zimane.
Lê em naxwezin ev dîtin û baweriyên me
weke nijadperestî yan jî bi merema hiþkbûn û nepejirandina “Yê
din” bête fêmkirin. Em ti carî naxwezin wê rolê bileyzin û weke
hinek rewþnbîrên evan miletên derdora me, ku dixwezin “bi bêjingê
rokê veþêrin” û “bi þûrin textî þerê firfirokên aþên bê
bikin”.
Têlên istirî yên evên sînorên, ku em
di hundir evan cigrafiyan de bend û dorpêç kirine, dê nikaribin li
hember bayê guhartin û gulobalîzmê rawestin; ne tenê ji ber ku ew
yasayeke sirûþtê ye û eger em bixwezin an na, dê bimeþe û tenê alîkirin
an jî rawestandina me di pêþiyê de, dê di nêzîkbûn û derengiya ewê
guhartinê de akamiya xwe bike. Lê ji ber ku alikirina me digel evê
guhartinê de karekî pêþverû ye û wilo, helbet li gor dîtinên me, em
bi evê alîkirina xwe zûtir ber bi gorepana þaristaniyê diçin û gaveke
din ber bi komeleya mirovantiyê davêjin.
Çima
ev bawerî û çi dihêle, ku em ji gulobalîzmê û guhartinên ku di
civaka îro de çê dibin netirsin, tevî ku em weke civak, çand û netew
ji yên bindest û lawezin, li gor evên derdora xwe û yên cîhanê. Ev
netirsiya me tenê ji sedemekê tê; ew jî ku hertim jiyan ji yê dikare li
gor rewþ û heyama nuh bijî re ye. Ango, eger ku tu nikaribî li gor þert
û mercên nuh bijî, dê çarenûsa te weke ya DÎNESOR be û tu yê di
hundirê rûpelên dîrokê de winda û ji bîr bibe û nimûne pirin; bi
sedan milet û imperetoriyên ku rok ji ser wan winda nedibûn, windabûn û
îro ji bilî hin kavilan li þûn xwe nehîþtine û pirekan ew kavil jî
nehîþtine. Lew re emê bixwezin, ku em hevpiþkê evê guhartinê bin û
miletê xwe nexin bin dolabê destarê wê, ku ew careke din bête
herifandin.
Tiþtê din, ku dihêle em bi evê guhertinê
re bin û alîkariya wê bikin weke rewþebîr, milet û civak, ew baweriya
ku me di pêþî de gotibû û naskirina me ji dîroka demizrandina ziman û
netewan re ye, ku ew golên komele û cigrafiya dûrî hev û tinebûna alavên
ragihandinê, yên ku îro di dest me de, ne dihêþt ew civak û kesên wan
komeleyan bigihên hev û digel hev têkiliyan biafirînin û wilo têbighên,
ka civaka din çi nîþan, nav û gotin li tiþtên derdora xwe dike û wilo
digel hev yek ziman û netewê bidin damezrandin.
Ango em çi dikarin bibêjin: Ji ber ku
civakên kevin, ên ji berî hezarên salan û piþtî ew weke civakên
mirovantiyê ên pêþîn, ku ji jiyana hovîtiyê û sewalan hatibûn birîn
û diviyabû ji xwe re nîþadeyina bidin afirandin, ev ziman û netewên me
yên cuda-cuda hatin holê û eger ku ev têkiliya me ya îro di dest wan de
heba, dê evqas ziman û netew derneketana meydanê.
Lê îro û bi xêra evan alavên
ragihandinê û têkiliyên digel hev, ku hêþtiye gerdûn bibe malek û ne
tenê gundek, dê bihêle careke din em li dor yek ziman û netew bicivin.
Bi gotineke din em dikarin bibêjin: Di paþerojê de, dê di evê goga ku
bi navê gerdûn û zemînê tête naskirin, tenê yek netew û yek ziman
bimîne û bijî û dilxweziya Resûl HEMZETOF, ku naxweze hemû zimanên
dinyayê di yek zimanî de kom bibin, weke çawa stêr tev di hundirê
heyvekê de bicivin û nîvê ezmên bigirin, dê di nav rûpelên dîrokê
de winda bibe; Ji ber ku ronahiya heyveke wilo ji ya wan stêrên bela-wela
bêtire û dema me, ya ronahî û zanyariyê ye.
Wilo em dikarin bibêjin: Netew ji berî
zimane û li dijî navnîþan û bervedaniya xwe ya pêþîn derkevin; ji
ber ku dema me ya îro dive ne tenê ya zanyariyê be, lê gereke digel wê
em mirovantiya xwe fireh û kûrtir bikin. Em her tiþtî ji mirovantiya
mirov re bikin qurban, ne ku mirov bikin qurban ji ol û bawerî, netew û
cigrafiya yan ji al û sirûdekê re. Eger
ku em nebêjin: Ji xêzek erd an ji mirîþkekê re.
Û li dawiyê emê bersiva arêþeyên
zimanê kurdî û pêþxistina wî ji zimanzanan re bihêlin, ku ew evan
pirsgirêkan çareser bikin. Lê tenê em dikarin hin têbîniyên xwe bînin
zimên; ji berî her tiþtî û di pêþî de û da ku em karibin zimanê
xwe bi pêþ bixin dive em hin gerekiyan bi dest xwe ve bînin.
Li gor dîtina me û da ku civak an jî
dozek bi ser keve, hinek merc jê re divên û yên sereke, weke em têdighên
evin: Aboriyeke xurt û zanyariyeke pisporî, digel wan jî dezgeheke durust
û rewþ û heyameke demokrsiyê, da ku ew kar û xebat ne kût û kulek be
û ew bi gavin li cih ber bi pêþ ve biçe.
Mixabin, dema em li rewþa civak û tevgera
xwe; çi
ya konevanî yan jî ya rewþenbîrî demeyzînin, em digihên ewê baweriyê,
ku em dûrî wan þert û mercane. Lê ev nayê wê wateyê, ku miletê me dê
her tim di rewþeke wilo kambax û wêran de bête kuþtin; ji ber û weke
me ji berî nuha jî gotiye: Gerdûn bûye malek û ev bûyerên ku li
derdora me çêdibin dê akamiya xwe li me jî bikin, lê dive ne her tim em
li benda “Yê din” bimînin, da ku ew her tiþtî ji me re pêk bînin.
Tevî ku em civak rojhilat û weke ew kesê nesax û ketiya nivîna
bercandanê, eger ku ne bi xêra derzî û dermanên ji derve be, dê
nikaribe li hember nesaxî û belavbûna veyrûs, di hundir laþê têkçûye
de, raweste û careke din rabe ser piyan .. . Û ba û “Bahoza Beyarê”
dê bigihe hemû quncikan û yek ji van quncikan jî, milet û zimanê me
ye; lew re bi xêr bête ew guhertin û gulobalîzim.
Cindirês-2003