Pîroznameyek bo kongirê

Navenda PENa Kurdî

 

Birêz Terry Carlbom, sekretêrê giþtî yê PENa navnetewî

Birêz Lucina Kathmann, yek ji cîgerên serokê giþtî yê PENa navnetewî

Hêjano ! Mêvanên Kongireya navenda PENa Kurdî

Birêz Dr.Zerdeþtê Haco, serokê navenda PENa Kurdî

 

Em nivîskar û helbestvanên Kurdên Binxetê, yên ku bi Kurdî berhemên xwe diweþînin, kongirê we yê salane pîroz dikin, piþtgiriya xwe ji we re diyar dikin û hêviya pêþketin û serketinê bo we dikin.

Ji bilî nivîsandinên nivîskî, yên ku we piþgiriya me di wan de kiriye û gelek ahengên me Kurdên Binxetê pîroz kirine, me giftûgoyên berfireh bi nûnerê we mamoste Mistefa Reþîd re li welat (Suriyê), derbarî van têkiliyan, buhartine. Di encamên wan têkiliyan de em gîhane vê baweriyê ku navenda PENa Kurdî ne tenha  we himbêz dike, lê wilo jî armanc û daxwazên me jî pêk tîne.

Lewra, em xwe wek þaxekî ji PENê re li welat dibînin...

Em bi navê xwe û navê van  nivîskar û helbestvanên Kurd, wek: Deham Abdulfetah, Derwêþê Derwêþ, Dildarê Mîdî, Bêwar Îbrahîm, Ferhadê Îçmo, Îbrahîm Yûsif, Hefîz Abdulrehman, Fethella Huseynî, Pîr Rustem, Awaz Kalo û Can Bapîr ji Helebê, yên ku me têkilî bi wan re girêdane, kongirê salane, yê navenda PENa Kurdî pîroz dikin û bi çakbînî û payebilindî di nerixînin,û hêviya hevgirtina we li dor zîlana bercewendiyên tevayî dikin.

Di gel rêz û silavan ji we tevan re .

 

Konê Reþ û Rezoyê Osê

Qamiþlo 27/02/2003