MIZGÎNÎ

 

Merwan Osman (Royarê Amedî) û Hesen Salih hatin serbestkirin

 
 
Li gor agahdariyên ku me ji parêzerê Merwan Osman û Hesen Salih, birêz Sebrî Mîrza girtin, di rûniþtina 22.02.2004an ya Dadegeha Ewlekariya Sûriyayê de herdu têkoþerên Kurd serbest hatin berdan. Li ser pirsa me, çawa ev biryar hate standin, birêz Mîrza got, zor û pestana ku ji derve de hate ser rayedarên Sûriyayê roleke mezin lîst.
 
Birêz Sebrî Mîrza li ser navê xwe û navê Partiya Yekîtî spasiyên xwe ji Navenda PENa Kurd re pêþkêþ kirin û xwest, ku em spasiyên wan bigihînin Navenda PENa Înglîzî jî. Me jî ji aliyê xwe de pîrozbahiyên xwe pêþkêþ kirin û ji parêzer tika kir, ji dêla me ve çavên kekê Merwan û Hesen ramûse. Me di cih de Navenda PENa Îngilîzî agahdar kir û spasiyên xwe, yên birêz Mîrza û Partiya Yekîtî ji wan re derbirîn.
 
Em bi navê Navenda PENa Kurd vê nûçeya mizgîniyê li hemû endam, heval û hemû kurdistaniyan pîroz dikin.
 
 
NAVENDA PENA KURD