|
Polat CAN
“Ez
wekî we zindî me û niha li rex we me. Çavên
xwe bigrin, li
dora xwe binêrin, hûn
ê min bibînin” Ji
nava hemû wêjevan, helbestvan û hunermendên Ereb, belkî jî herî bêhtir
bandora wêjevanê mezin Jubran Xelîl li ser gelek nifþên di dirêjahiya
sedsalekê de kiriye heye. Bandor ne tenê di hezkirin û xwendina berhemên
wî yên efsûnî de ye, belam di diyarkirina þêwe û þêwaza bi sedan
helbestvan û wêjevana de heye. Di cîhana kesên bi wêjeya Erebî re
mujul dibin, ango dixwînin an jî dinivsînin bê guman di astek ji astan
de bandora Jubran Xelîl li ser wan heye. Ev dêwê mezin ê wêjeya ruhanî
ya nûjen, ji aliyê gelek çand û gelan ve tê naskirin, gelek kesan
berhemên wî yên cuda cuda bi zimanên xwe xwendine, jê hezkirine, pê
bandor bûne û li ser wî nivîsandine. Lê naskirina wî, ji nêz ve, li
axa ku lê çavên xwe li cîhanê vekiriye ger û dîtina wan dîmenên çiyayî
yên kevala Bûka Deryaya spî ango Lubnan, helbet çêj û wateyek xwe ya
cuda heye. Jixwe mirov bi Jubran Xelîl re kevala bûka deryayê nas dikê
û bi nasîna vê kevalê re jî, bêhtir nêzî hinase û naziktiya giyanê
ew kesê ku zêdetirî sed sal e her diherikê û kevinbûn an jî jêvegerê
nasnakê. Bûka
deryaya spî, keça Seydûn, memle-keta
Fînîq û Elîsar Dîdo, sehneya Feyrûz û qada hemû þoreþên mafdar,
yanî Lubnan, bi hemû aliyên xwe efsûnî ye û dema mirov vê yekê dibîne,
pir baþ teniktiya giyanê Jubran fêm dike, evînên wî watedar dibînê,
giriyên wî yên bê dawî hîs dike, xendeyên wî yên mijdûmanî dibîne
û bi Baskên wî yên þikestî re hêviya Selma bi cîh tînê, bi Qasida
wî re dikevê ser rêkên bêdawî ji nava dil û çavan de ramanên xwe
vedibêje, bi Firmêsk û Xendeya wî re car dikenê û car digirî, bi Îsayê
kurê Însan a wî re, her kes li memleketa asîman di nava dilê xwe de
digerê, bi nameyên wî yên evînî re mirov dibe derwîþek xwe feda kirî
boy olgeha xwedawenda eþqê. Mirov bi her berhe-mek wî re dibe ew, ew jî
dibe mirov, mirov weke wî dikeve nava lehiya eþqa Selma ya Bask Þikestî
û firmêskên ji xwînê bi mirina wê re dibarînê. Jubran
bûye rastiyek ku tu car di ser çavan re nayê avêtin, nayê jibîrkirin
û mirov jê aciz nabe. Ji ber ku efsûna wî, her tim veþartî dimînê,
ew ne tenê bi nivîsandê xwe diaxivînê, belam ew di nava rêzikan de, rêzikên
nexûyayî ji kela dil û firmêzkên çavên xwe dihûnê. Ew li pey xweþikbûn
û nexweþikbûna peyvê û gotinê narivê, berku ew dizanê çawa xemlên
herî bedew ji peyvên pir asayî biafirînê, ew peyvê bi çavek xweser
dixwînê û didê me. Ew nanivîsî-nê, ew bi awaz û meqam distirê û
wek keval dikþînê. Ev wêjevanê mezin, ê xeyalperest û nazik, çêja
xwe ya herî mezin ji kar werdigrt. Ew her serbixwe û di xwezaya xwe de îsyankar
bû û hîç zulm û lome nedipejrand. Jubran
Xelîl yek ji wan stûnên stûr ên wêjeya erebî ya bi navê “Wêjeya
Miþxetê” ye. Di nûjenkirina þêwazê wêjeya erebî û
rizgarkirina wê ji cil û ebeyên fereh û dirêj ên kevnar rizgar kirinê
de rolek sereke lîstiye. Êdî bi wî û kesên wek wî re, wêje ji qesrên
bilind daketê nava kolana, nava gel, nava evîndara, nava hemû beþên
civakê. Ji ber ku li gorî baweriya wî, ziman bi bilindbûn û mezinbûna
netewan re bilind û mezin dibe û bi ketina wan re jî dikeve. Demê ku gel
zana, mezin û azad be, wê demê ziman bi pêþ dikeve, wêje belav dibe,
berhemên binirx derdikevin holê, çimkî gel ango netew vê yekê dixwazê;
lê demê ku gel dikeve, nezan û paþtamayî dimînê, wê demê ziman
teng, lewaz û bi paþ dikeve, wêje melul dibe û kaniya berhemên nû diçikê.
Ji vê baweriyê ew ket rê û wêje daxist nava her kesî, di dilê mirovan
de, keç, xûrt, jin û mêr û evîndaran de tûva hezkirina wêjeyê çand.
Ji ber ku hebûna netewekî wêjehez, domandina navê Jubran garantî dikir.
Mirov dikare hin hizir û felsefeya wî ya jiyanê di nava çend rêzikên jêrîn
ku min ji berhemên wî yên cuda cuda berhevkirine nas bike: -
“Belkî ji bir bikî ew kesê tu pê re keniya yî, lê tu ti car ew kesê
pê re giriya yî ji bîr nakî” -
“Her hizreke ku min bi axavtinê nehîþtiye derkevê, divê ez bi kar wê
derxînim ronahiyê” -
“ Çendî cahilin ew kesên bawer dikin ku hezkirin ji bi hev re jiyîn û
hev re gerîna dirêj tê.
Hezkirina rasteqîn zaroka jihev-têgihîna giyanî ye. Ku ev têgîhîn di
heyameke kurt de çê nebê, wê salek û dewranekê de jî çê nebê
ye.” -
“Ku zordestek hebe û tu bixwazibî erþa wî bixînî, divê xwe misoger
bikî ku di dilê xwe de erþa wî ya te çê kiribû te rûxandiye.” -
“ Ew rastiya ku pêdevî bi çespandinê dibînê, di rastiya xwe de ew
rastiyeke nîvçû ye.” -
“ Ez ji bo hemû tiþtên niha tê de deyndarê jinê me. Ji dema ku zarok
bûm û heta vê kêliyê, jinê pencereya bênahiya min û deriyên giyanê
min vekirê ye. Ku ne jin -a dayîk û ya xwîþk- bû ya” wê ez jî niha
xilmaþ bama bi van kesên razayî yên aramiya cîhanê bi xûr xûra xwe
xera dikin” Di
paþîla Lubnanê de Li
newalek ji newalên Lubnanê, li gundê Beþry ê di navbera erd û ezman
de, di 6-ê Kanûna duyem sala 1883- an de Jubran xelîl çavên xwe li
jiyanê vekir. Bavê wî(Sead Jubran) kesekî hiþk û bêxem bûye, dayîka
wî (Kamîle Rehma) jinek nazik, dengxweþ bûye. Bi saya ayîka xwe fêrî
ziman û xwendin - nivîsandin û kiþandina wêneyan û mûzîkê bûye.
Bandor û karegeriya dayîkê li ser wî pir mezin û kûr bûye. Piþtî
gelek salan wî di berhemeke xwe de “ tiþtê herî narîn ku zimanê
mirov vedibêje ew peyva “Dayîk” e. Bangkirina herî xweþ jî
ew “Ey dayê” ye. Dayîk di jiyanê de her tiþt e...”
gotiye. Jubranê
biçûk li dibistana gund, li ber destên keþeyan xwendiye, wî bi kûmira
þewitî li ser dîwara yekemîn wêneyên xwe saz dikirin, rûpel di bin axê
de diçandin ta ku þîn bibin û bibin dar. Ev zarokê xeyalperest û þareza
bal kiþandin ser xwe. Di sala 1891-an de bûyerek qewimî, vê bûyerê
jiyana Jubran ser bin hev kir û riya jiyanek nû û cuda, li zemîn û di
bin ezmanek cuda de vekir. Bavî wî hat girtin û ji hemû mal û mulkê
xwe hat mehrum kirin, êdî kesî debora çar zaroka bikiriba nemabû, ji
lew ra dayîka wî hemû tiþtên mayî firot û di sala 1895-an de koçî cîhana
nû, ango Emerîka Eyaleta Bostun kirin. Li wir di xaniyekî kevin ê bêhna
pîs û genî jê tê de bi cih dibin. Ji bo debora xwe zarok û dayîk dest
bi karên firotina caw û destmala dikin. Li
dibistana bajarokekî, di nava xwendevanên ereb û çînî de fêrî zimanê
Îngilîzî dibe, her wiha jî hûnera wî ya wênesaziyê bêhtir pêþ
dikeve. Ew li saziyeke arîkariya civakî waneyên wênesaziyê dibîne, bi
riya vê saziyê ew bi wêkêþê navdar (Fer Holand Day) nasînê çê
dike. Tevger û bizavên Jubran dayîka wî dixê nava fikar û gumanan,
lewra jî bîryar tê girtin ku Jubran vegerînin Lubnanê. Di 30-î yê
tebaxa sala 1898-an de ew vedigerê Lubnanê. Êdî Jubran Destana Prematûs,
Efsaneya Orfîyos, felsefeya Zerdûþt, ya Pîsagus û ya Hindiyan nas dike.
Çawa digihê welatê xwe, yekser berê xwe didê gund û ji wir jî derbasî
(Kolêjeya Dola Sajîs) dibe. Li vê derê êdî ew fêrî ziman û wêjeya
erebî dibe, di heman dem de jî fêrî zimanê Firensî dibe. Ew di vê
dibistanê de bi hemû tiþtên xwe cuda û balkêþ bû, pûrê xwe dirêj
berda bû, her di nava xeyalan de bû, li ser pirtûk û lênûsên xwe tijî
wêneyên cuda cuda kiribûn. Di
sala 1900 ew li gel hevalekî xwe kovareke taybet bi navê “Menare,
Rsatî û Rabûn” derdixe. Tê de berhemên xwe yên wêjeyî û wêneyê
xwe yên kiþandî belav dikir. Bavî wî jê dixwest ku bibe parêzvan(Avukat),
lê xeyalên Jubran pir cudabûn. Ji bo vê yekê bi bavê xwe re li hev nekê
û di dawiyê de di þikefteke kevn a gund de dijî. Di sala 1901-an de
helbesteke wî xelata þana-ziyê werdigrê. piþtî ku xwendina xwe xelas
dike, di nîsana sala 1902-an de ji Lubnanê derdikeve û berê xwe didê
Emerîka. Li wir agahiya mirina xwîþka xwe digrê, ev yek wî pir xemgîn
dike. Wê demê wî ji dayîka xwe re behsa amadekariyên pirtûkekê dike,
lê dayîka wî jê dixwazê ku bêhna xwe veke û ji bo pirtûkê lez nekê
ta ku ramanên wî tam rûnin. Ev yek 20 salan dirêj dikê û piþtî zêdetirî
20 salan pirtûka wî ya herî navdar “Qasid” roniyê dibînê. Di
buhara 1903- an de Birayê wî yê mezin “Butrus” wefat dikê piþtî du
mehan jî dayîka wî wefat dikê, ev bûyer Jubran dixê bin barekî pir
mezin û ji xemgîniyê ji dev û difna wî xwîn tê. Dema bavê wî van bûyerên
xembar dibîzê, malê didê deyndarên xwe û diçê di þikeftekê de
jiyana xwe didomînê. Jubran jî dukana birayê xwe difroþê û deynên
xwe hemû didê. Wisa li rex xemgîniya bêdawî, ew dîsa vedigerê ba dostê
xwe yê kevin “Fer Holand Day” yê wênekêþ. Di sala 1904- an de ew
yekemîn pêþangeha wêneyên xwe vedikê. Di heman dem de, dest bi nivîsandina
di kovareke erebên li meþxetê bi navê “kovara Koçber” de dikê.
Wî her heftê du dolar ji kovarê distandin. Di payîza heman salê de,
agir bi pêþangehê dikevê û hemû wêneyên Jubran jî dibin pariyek di
devê agir de. Vê bûyerê berê Jubran bêhtir berve nivîsandinên wêjeyî
ve dikê. Êdî bêhtir di kovara “Koçber” di qûncika “Xende
û Firmêsk” de li ser evînê, giyan, bedewtî, ciwaniyê û mijarên
din de dinivîsînê. Heman kovarê pirtûkek Jubran bi navê “Musîqa”
çap dikê. Di sala 1906-an de pirtûkek din a bi navê “Bûkên Çîmenan”
belav dikê. Ev pirtûka wî di cîhana Ereban de talîzoka tirs û fikar
radikê. Piþt re pirtûkek din bi navê “Giyanên Îsyankar” çap
dikê, Ev pirtûkê jî, tofanek din li Suriyê û Misrê radikê, heta tê
gotin ku destlat-dariya Osmaniyan gelek nusxe-yên pirtûkên wî li
meydaneke Beyrûtê diþewtînê. Li
Parîs ê Di
tîrmeha sala 1908-an de bi arîkariya dostekê, berê xwe didê Parîsê.
Li vir tevlî (Akademiya Juliyan) ya hûnerê dibe. Ew dibê þagirtê
gelek wênekêþên mezin ên Firansîs. Her wiha jî, dema xwe di serlêdan
û gera di nava mûzexane û pêþangehan de derbas dikê. Di wê demê de,
agahiya mirina bavê wî jê re tê. Ev agahî wî pir xembar dikê û barê
wî yê xemgîniyê girantir dikê. Di payîza sala 1910-an de ew vedigerê
Emerîka. Li Bustun ê fêm dikê ku êdî ev bajar ji xeyalên wî re teng
tê, lewma bîryar didê ku berê xwe bidê New Yurk ê. Li wir pirtûka
wî ya nû “Baskên Þikestî” çap dibe. Dema
þerê cîhanê yê yekem destpêdikê û þoreþa Ereban gurr dibe, Jubran
jî li gel miþxetên ereb ên din saziyên arî-kariya erebên li Lubnan û
Suriyê saz dikin û dest bi arîkariya wan dikin. Ev yek ne ji ber ku ew
konevanek ango lîderek bû, ji ber ku ew bi giyanê berpirsyartiyê hîs
dikir û dixwest - kêm be jî- destê arîkariyê bidê birayên xwe yên
li welêt. Di
sala 1914-an de berhema wî ya nû “Xende û Firmês” çap dibe.
Di vê berhemê de þêwazê wî yê xweser û cewaz derketibû pêþ. Berî
derketina vê berhemê, ev þêwaz di nava cîhana wêjeya erebî de tûnebû,
lewra jî Jubran wek pêþengê vî þêwazê wêjeyî tê nir-xandin. Li
gorî wî, mirovên dîn(þêt) kesên herî bêhtir nêzî rastiyê
ne, dînîtî destpêka riya ji ezeztiyê rizgarbûnê ye. Lewma jî, wî di
sala 1918-an de pirtûkek xwe ya din bi navê “Dîn” bi zimanê
Îngilîzî nivîsand. Ev yekê jî wî di nava nivînga wêjeya New Yurkê
de eyantir dikê. Ev berhem gelek çîrokan bi zimanê kesekî Dîn vedibêje.
Li gorî Jubran, ev dîn, ji berî avabûna erd û ezman, berî zayîna
gelek xweda û xwedawendan heye, rojekê diz rewneqên wî jê didizin, wisa
jî ew dîn dibe. Bi dînbûnê re jî azad dibe...
Evîndarê
mezin Tê
zanîn ku bêhtirî 12-e dost û yarên Jubran hebûne. Ji van hin têkiliyên
giyanî bûne û hin têkilî jî bi riya nameyan û bêyî ku hevdu bibînin
bûne. Li gorî felsefeya wî evîna giyanî ji hemû evînan bilintir e û
divê ku giyan neyê xera kirin. Di hemû berhemên wî de nirx û asta jinê
pîroz û bilind e. Hin evînên wî ji jinên ereb û hin jî yên biyanî
bûne. Di nameyên wî yên ji yarên xwe re þandî de, mirov kûrahiya dilê
wî dibîne. Jixwe têkiliya wî tenê di asta dostaniyê de maye. Di
sala 1919-an de ew berhema xwe ya þeþemîn bi zimanê Erebî bi navê “El
Mewakîb” ango “Karwan” belav dike. Ev berhema wî
helbestek felsefî dirêj ji 203 rêzikan pêk tê. Ev berhem bi zimanekî
pir felsefî û giyanî hatiye hûnandin, tê de hezkirina xwezayê diherikê.
Di
nîsana sala 1920-an de Jubran li gel gelek wêjevan û zimanzanên Ereb yên
li meþxetê bîryar didin ku komeleke wêjeyî ava bikin û armanca vê
komelê jî wê nûjenkirina wêjeya erebî û rizgar-kirina wê ji teqlîdkirinê
be. Navê komelê bû “Civata Pênûsîn”, Jubran jî serokê vê
komelê tê hilbijartin. Ev komela îsyankar bû sembola rabûna wêjeya
Erebî li hemû deran. Di tebaxa sala 1920-an de pirtûkek Jubran ya bi navê
“El Ewasêf” ango Tofan(bahoz) li paytexta Misrê El Qahîra
belav dibe. Di wê demê de rewþa wî ya tendurustî pir xerab dibe û êdî
tenê hêviyeke wî mabû, ew jî ku bi lez û bez berhema xwe ya ku ev qas
salin pê re mujul e ango “Qasid” xelas bikê û yekser vegerê
welatê xwe Lubnan ê. Ew
di navbera salên 1919 heya 1923-an de hemû dem û hêza xwe didê nivîsandina
pirtûka “Qasid”. Ev pirtûk ji wî re wek zayîna dûyem bû, ew
jiyana wî bû. Bi arîkariya dosta wî “Merry” pirtûkê xelas
dikê û di Eylûna sala 1923-an de çap dikê. Ev pirtûk bi ziman û þêwazê
pirtûkên pîroz wek Încîl ê bû, zimanekî awazî, sîmgeyî û giyanî
bû. Her wiha jî þêwazê Nîtczh ê di pirtûka “Wiha Zerdûþt Axivî”
li ser berhema Jubran “Qasid” heye. Zimanê Jubran di vê berhemê
de pir sade, yekser û saf e. Ev berhemek ji bo hêviyê û tîhnbûnek bêhtir
ji jiyanê re ye. Ew di “Qasid” de li ser hezkirinê van peyvan
dibêje “Hezkirin tenê ji xwe didê, ji bilî ji xwe tiþtekî nagrê,
hezkirin ne xwedan tiþtekiye, napejrînê ku kesek bibê xwedanê wê jî,
ji ber ku hezkirin bi hezkirinê têr dibe”. Jubran ji bo vê pirtûka
xwe wiha dibêje “Ev pirtûka biçûk hemû temenê min mujul kir. Min
dixwest misoger bim ku her peyvek ya herî baþ ku ez dikarim bidime ye min
daye”. Piþtî vê pirtûkê wî çend ber-hemên din jî nivîsandin.
Wek pirtûka “Yezdanên Erdê” û “Îsayê Kurê Însan”. Mûm
hiliya, lê ronahî mezintir bû Êdî
tendrustiya wî her diçû û xerabtir dibû, wî hemû enerjî û hêza xwe
di kar de vala dikir. Jixwe bi wî re çend nexweþiyên giran hebûn yek ji
wan (hepatit) bû, her wih ajî nexweþiya dil pê re hebû. Êdî ew wek mûmekê
her roj dihiliya, lê ronahiya berhemên wî her diçû ji sed hezara re dibû
rênîþana pêþeroj û jiyanek tijî wate û hezkirin. Di 10-ê nîsana
sala 1931-an ev dêwî mezin derbasî memleketa firîþte û giyanên pak
dibê... rêwîtiya wî ya 48 salan di navbera roja yekem ku çav vekir û
roja ku çav girt de, bi hemû xemgînî û dijwartiyê derbas bû, lê dîsa
jî ew bû “Qasidê” hezkirin, hêvî, evîn û xweþikbûnê...
hemû hêviyên wî pêk hatin, êdî ew bibû wênekêþek mezin, wêjevanek
bi nav û bang û helbest-vanekî þareza û navê wî di cîhana erebên miþxetê
de wek alê li ba dibû. Tev van hemûyan hesreta vegera welatê bav û
kalan di dilê wî de ma. Ew nekarîbû vegerê Lubnanê, ji ber ku deyndarên
bavê wî li benda wî bûn ku deynên xwe jê bigrin. Piþtî ku mir li
Emerîka hat binaxkirin, lê piþtî wê bi çend mehan, di 23-ê Tîrmeha
heman salê de, cenazeyê Jubran veguhaztin Lubnanê, li gundê wî Beþry
bi rê û resmeke mezin ku tê de hemû serok û mezinên dewletê li rex dêwên
wêje û ziman amadebûn de tê veþartin. Li ser daxwaza wî (Peyvekê
ez dixwazim li ser kêla gora xwe bibînim: Ez wekî we zindîme û niha li
rex we me. Çavên xwe bigrin, li dora xwe binêrin, hûn ê min bibînin”).ev
daxwaza wî pêk tê. Niha jî gora wî bûye ziyareta hemû evîndara. Hemû
ciwanên evîndar diçin ser gora wî û pê re hestên xwe par vedikin. Ev
kesê ku ji ber deynên bavê xwe nikarê hesreta dilê xwe bi cî bînê,
piþtî dewran û sal derbas dibin ew dibe stêrkek geþ û navek ronak li
hemû tax û pirtûkxane û dibistanên vî welatî.
Êdî li peytexa Lubnanê Beyrût ê meydanek û mûzexaneyek bi navê
Cubran hatiye vekirin. Di heman dem de jî mûzexaneyek bi navê wî li
Berazîlê, du peykerên wî li Emerîka, hin Kevalên ku wî kiþandine li
Pêþangeh û mûze-xaneyên Emerîka yên herî mezin hene. Di hemû pirtûkên
wêjeyê yên dibistan-ên welatên ereban wêjeya Jubran tê xwendin û
perwerde li ser tê dîtin. Êdî li ser wî þano, fîlm û karên hûnerî
tên kirin. Hher sal, li her derê û bi gelek zimana nusxe û çapên nû yên
pirtûkên wî tên weþandin. Sala 1996-an de pirtûka wî “Qasid” neh
mîlyon nusxe jê, tenê li Emerîka hatine firotin. Ev pirtûk bi 40 zimanî
hatiye wergerandin. Jubran
ne tenê navê xwe li ser ezmanê wêje û zimanê erebî neqþand, wî her
wiha jî þêwazekî pir nû xist nava vê wêjeyê, çêjek nû da wateya
jiyanê, hezkirinê û hêviyê... Xweziya
Jubranekî me kurda jî hebûya. Kesekî ku giyan bidê ziman, bi peyvan wêneyan
bikþînê, helbestên giyanî bihûnê, tuvên çêja xwendina bi kurdî
di nava her kesî de biçînê û bi firmêskên xwe avdê û bi germahiya
dilê xwe mezin bikê û bi baskên xwe biparêzê. Polat
CAN Jêderên
jê sûd hatî wergirtin: -
Khalil
Gibran, L`auteur du prohète, par Alexandre Najjar, Edition Pygmalion,
Paris, septembre 2002. -
The
Madman, Khalil Gibran-1918. -
Jubran Xelîl Jubran, jiyan, mirin, wêje û hûnra wî. Pirtûka Mîxaîl
Neîme. Çapa heþtem, weþanxaneya Nufel-Beyrut Lubnan 1978. -
Dîwana “El Mewakib”. Helbestên Jubran Xelîl. -
Gelek gotar û nivîsên di pirtûkên dibistanan de. -
Navê berhemên Jubran: “Giyanên Îsyankar- 1908”. “Baskên Þikestî-1912”.
“Firmêsk û Xende-1914”. “Karwan-1918”. “Dîn-1918”. “ Ê berê-
1920”. “Qasid-1923”. “Qûm û Kef-1926”. “Îsayê Kurê Însan-1928”.
“Yezdanên Eredê-1931”. “Ê Windayî-1932”. “Baxçe yê Qasid-
1933”.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org