|
Polat CAN
Li
ser çateriya cadeyên Tîrîan û Maþtust, li baxçeyê akademiya Muzîkê
li Êrîvanê, Mûzîkarê mezin û giran li ser koka dareke mezin, di siya
çinaran de rûniþtiye, bi hemû hîs û melakên xwe gohdarî awazên zîz
ên ku ji akademiya mûzîkê tên dike. Ew bi baskên nazdariyê û
germahiyê nobedariya akademiya ku bi navê wî ye dike û rê ji keç û xûrtên
ciwan yên ku li ser pêlekanên cîhana muzîkê de radibin didê. Her ku
yek ji wan ciwanan noteke wî (ya ku bi xwe daniye) þaþ lê dixê, ew
yekser jê re rast dikê. Ji ber ku ew rizgarvan, nûjengerê mûzîka yek
ji gelên resen ên rojhilat û Qefqasya ye. Ew bav, oldar, lêkolîner û
gerokê ku celadên Toranî jîna wî û
ya gelê wî zivîrandin dojehek bê serî û bê derî û ew dil û mejiyê
tijî mirovperwerî û hûner û dostanî ji dest girtin. Komîtas:
Ew nobedarê ku çanda gelê Ermenî parast, ji windabûnê rizgar kir û
wek xezîneyek binirx pêþkêþî gelê xwe kir. Dostê
Gelê Kurd Komîtras
ne tenê mûzîkar bû, ew di heman dem de dostek dilgerm û hevalek wefadar
ê gelê Kurd bû. Ew gelek demên cuda - cuda di nava gelê Kurd de rabûye
û rûniþtiye û gelek têkiliyên wî yên pir baþ bi Kurdan re hebûye,
çand û kelepûra Kurdan baþ dizanibûye. Ew jî wek wêjevan û rewþenbîrên
mezin ên Ermenî(Aboviyan, Raffî, Orbelly...) Komîtas jî dostek
mezin ê Kurdan bûye, zimanê Kurdan baþ diaxiviye, li stran û klamên
wan bi dilþadî û baldarî gohdar dikiriye, bi van klamên bêhempa re
sermest dibûye û bi wan dengbêjan re di nava deryayên evîn, lehengî û
mêrxasiyê de avjanî dikiriye. Komîtas di nava Kurdan de bi navê (Siloyê
Kurd) dihat nas kirin. Komîtas wek yekemîn muzîkar ê ku sazbendiya
Kurdan û awazên stranên wan li ser notayê nivîsandiye û bi vê
xebata xwe dêsertasiya (tez) dîploma bilind a muzîkê girtiye. Ev xebata
xwe bi (Melodies Kurdes) nav kiriye. Di vê xebatê de klamên Kurdî
yên herî navdar komkirine, awazên wan li ser nota muzîkê nivîsandiye
û þîrove kiriye. Ji van klamên ku li ser xebitiye
evin: (Derwîþê Evdî, Mîrza Axa, Mem û Zîn, Hecî Mus,
Seyran, Can Bila) û gelek klam û stranên din ku niha di mûzexaneya
netewî li Êrîvanê de tên parastin. Ji
lew ra jî, ne þaþe demê ku muzîkar û rewþenbîrên herdu gelan ango
Kurd û Ermenî, Komîtas ji xwe re wek nirxek çandî û pêþengekî
sazbendiyê dibînin. Çi kes nikarê dema behsa sazbendiya Kurdî an jî
Ermenî bikê, bêy ku navê Komîtas bibêje derbas bibê. Cihê wî ne tenê
di nava çand û sazbendiya Ermeniyan de, di heman dem de di nava ya Kurdan
de jî pir baþ tê dîtin. Ew ne tenê di warê sazbendiyê de, ew wek
pirek ji hevreþîmê di nava dilên gelan de bû, ew wek awaz û peyvên
wek merhemên hekîman derd û birînên gelan derman dikirin. Zarokê
Þareza û Oldarê giran Ev
Komîtas kî ye, evê li ser koka darê li pêþiya akademiya mûzîkê ya
bi navê xwe li bajarê delal (Êrîvanê), nobedariya wan þagirtan dikê
û hemû giyanên nepak û awazên ne rast re þer dikê? Kî ye ev mûzîkarê
ku rizgarvanê rasteqîn ê bermayên resen a mûzîka gelê Ermenî ye? Ev
kî ye yê ku yekemîn car mûzîka gelê Kurd li ser notayê nivîsandiye
û di mezintirîn zankoyên Ewrupa de wek lêkolîn pêþkêþ kiriye? Û hîn
gelek pirsên din dikevin bala mirovan, bi taybetî jî, kesên ku zêde
agahiyên wan li ser Komîtas tûne ne. Sogomon
Sogomoniyan ango(Peder Komîtas) di derdorên sala 1869-î de ji dayîk
bûye. Piþtî salekê dayîka wî miriye û di 11-e saliya xwe de bavê xwe
windakiriye. Ev sêwiyê bê kes, di sala 1882-an de tevlî dibistana olî
ya Rahîban li Eçmezdînê(bajarekî li Ermenîstanê ye) bûye.
Dengê wî yê pir xweþ bala hemû kesî kiþandiye. Di dibistana rahîban
de zarokên Ermenî yên ji her memleketê hatibûn hebûn. Komîtas ê biçûk
li hemberî dewlemendî û rengînbûna mûzîk û stranên cihên cuda yên
memleketên Ermeniyan matmayî dimînê. Komîtas vê yekê dinirxînê û
dest bi berhevkirin û nivîsandina van stran û awazan dikê. Di
sala 1892-an de Komîtas ji dibistana rahîban mezun dibê û pileya Keþîþtiyê
digrê. Piþt re beþdarî gelek konferans û civînan dibê û gelek semîneran
li ser mûzîkê pêþkêþ dikê. Her wiha di çend kongreyên navnetewî yên
mûzîkê de cih digrê. Êdî nirxandin û nivîsarên wî di gelek
rojname, kovar û weþanan de derdikevin. Komîtas bi van xebat û bi konserên
ku li Ewropa didê, gelekî navdar dibê. Piþtî
van serkeftinan, Komîtas dîsa vedgerê bajarê pîroz ê Ermeniyan ango Eçmezdînê.
Li vê derê bi hemû hêza xwe dikevê nava xebata berhevkirin û civandin
û paqijkirin û nivîsandina muzîk, stran û awazên gelêrî yên
Ermeniyan. Ew bi vê bes nabînê û dest bi geriyaneke dirêj di nava hemû
bajar, gund û þîniyên Ermeniyan de dikê. Her cihê diçê, li wir
stran, klam, awazên gelêrî ji
devê dengbêj û gundiyan kom dikê. Hemû van
berheman bi hev re dipîvînê, paqij dikê, sererast dikê û bi
awayekî zanistî dinivsînê. Wisa jî, bi vê xebata xwe xezîneyeke bê
hempa û pir giranbuha ya çanda gelêrî û mûzîka netewî ya gelê xwe
ava dikê û ji windabûnê diparêzê. Qurbana
Çavnebariyê Komîtas
ne tenê stran û awaz ji nava gundiyan berhev dikirine. Di heman dem de, wî
gelek konsertên bi nav û deng li seransera welatên Ewropa pêþkêþ
kirine. Heta sala 1906-an wî li Rusiya, îtaliya, Viena, Siwîsra, Elmaniya
û Parîsê de konser dane. Piþtî van serkeftinên bêhempa, Komîtas dîsa
vedgerê bajarê xwe yê pîroz. Lê vê carê bi baþî nayê pêþwazîkirin.
Keþe û rahîbên ku jê acizin, li derdora wî konên fitne û fesadiyan
vedigerînin û wî di nava xwe de napejrînin. Li ser vê yekê Komîtas
pir dilxembar dibê û neçar dimînê ku ji wir derkevê û berê xwe bidê
Îstanbol ê. Li wir dixwazê saziyeke mûzîka Ermenî vekê, lê derfet dîsa
li pêþiya wî dibin asteng. Li ser vê yekê ew li þûna saziyê, komeke
mûzîkê ji 300 kesî, bi navê (Kosan) ava dikê. Li rex hemû
astengî, zorî û zehmetiyan Komîtas dîsa di xebat û têkoþîna xwe ya
mûzîkê de bi ser dikevê. Di
sala 1913-an de, dîsa dikevê ser riya û di nava gund, bajar û mezreyên
Ermeniyan de digerê û xezîneya gelêrî berhev dikê. Bêyî ku dest li
resentiya van stran û awazan bidê, wan paqij dikê û dinivsînê. Komîtas
dostê mûzîkê bû, wî bi qasî mûzîka gelê xwe yê Ermenî, ji mûzîka
Kurdî jî hez dikir; xebat û berhemên wî di vî warî de vê yekê diçespînin.
Komplo Di
wan salan de, faþîstên Toranî yên bi navê Ettîhat- Teraqqî
destlatdariya xwe di dewleta Osmaniyan de xurt kiribûn. Planên wan ên dûr
û dirêj hebûn. Wan dixwest ku li ser nexþeya dewleta Osmaniyan çi gelekî
din nemînê. Wan bîryara xwe girtibûn ku hemû gelên din tûne, an jî
koçber bikin. Jixwe bîryara li hember Ermeniyan ji zû da ve hatibû
girtin û kêliya pêkanînê kêm mabû. Di sibeha 24-ê Nîsana sala
1915-an de, 250 kesayetên Ermenî yên li pêþ, ji rewþenbîr,
siyasetmedar, mûzîkar, nivîskar û zanyarên Ermeniyan hatin girtin. Di
nava wan de mûzîkar û keþeyê dilnizm Komîtas jî hebû. Ev hemû mezinên
Ermeniyan di kampên wek dujehê de hatin komkirin, hemû cureyên êþkence,
zulm û xerabiyan bi wan hatin kirin. Komîtasê dilnarîn, bavê mûzîkê
nedikarî vê hovîtiyê bipejrînê, mejî û dilê wî li hemberî wan
kiryarên der mirovatiyê ranekir. Di encamê de komîtas eqlê xwe winda
kir û dîn bû. Li
ser destwerdana gelek aliyên navnetewî û nerazîbûnên mezin, Komîtas
serbest hat berdan. Lê êdî mejiyê wî çûbû dûr... ew gelek salên
dirêj li nexweþxaneyek dînan a Parîsê de ma, li rex hemû hewldanên
bijîþkan nehate derman kirin û eqlê wî paþve venegerandin. Piþtî
rêwîtiyeke bi êþ, azar û zorahiyan re, di 22 –meha dehan, sala
1935-an de, ew dilê mezin rawestiya û çavên xwe li jînê girtin. Piþtî
salekê termê Komîtas ji parîsê veguhiztin paytexta Ermenîstanê Êrîvan.
Niha jî, gora wî bûye ziyareteke pîroz a hemû Ermeniyan. Navê wî jî
bûye nîþana çand, hûner û mûzîka netewî ya Ermeniyan. Li se navê wî
gelek dibistan, akademî û kom hatine sazkirin. Komîtas
bi rastî jî, rizgarvan û parêzvanê mûzîka gelê xwe bû û dostekî
baþ ê gelê Kurd bû. Nirxê wî bi qasî li ba Ermeniyan li gel Kurdan jî
heye... Ew
di heman dem de, sembola dostanî û biratiya gelê Kurd û Ermenî ye. Hemû
faþîst û dijminên gelan mirin, lê komîtas hîn di awaz û strana her
þagirtekî de dijî, ew hîn jî, di hezkirina Kurd û Ermeniyan de dijî,
ew di notaya mûzîka Kurdî yên ku li paþ xwe hîþtî de dijî. Ji ber
van sedeman hemû, me nexwest ku ev berhema me bê navê Komîtas derbas nebê.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org