|
Polat CAN
Hemû
kêlî di rojnameya min de dimirin Navê min ji bîra min diçû û mejî
difirî û hew li hêlîna xwe vedigerî... Bilûra
min lal bûbû û awaz di laltiya kûr de fetisî bûn... Ez
nizanim çima wê dema bê dem û di wê cihê bê cih de hemû rûbar çikiyabûn...
Ezman
hemû hatibûn xwarê, ji þeþ ezmanan tiþt nemabû, te digot qey stûna
piþta wî þikestiye... Ew
cara yekem bû ku her çar alî
þaþ bûbûn, êdî ne rojhilat û ne bakur û ne jî jêr-jor mabûn. Li
þûna pelên daran kurm û kêzik dixilxilîn, êdî ew bûbûn
desthilatdarên gerdûna nemayî. Her
sermayên zivistanê me bi hesreta germahiya havînê û her germahiya tebaxê
jî bi bêrîkirina serma çile derbas dikirin... Lê êdî ne çile, ne
tebax û ne jî demsal mane di ferhenga me de. Çirqeçirq
ji dilê min dihat, li þûna xwînê aveke zer di damarên laþê min ê
zuha de belav dikir... Li
ser çi rûyî nîþaneyên zindîbûnê nemabûn, çav ji þûna xwe
derketibûn û di kuna wan de mar zimanên xwe yên çetel derdixistin û
dikeniyan... Hema
bi ku de diçûm li wir bextreþiyekê hembêza xwe ji min re vekiribû û
digot: “Bi xêr hatî”! bi ser min de zinar dihatin xwarê, agir ji nava
keviran derdiket û dawa kirasê min diþewitand, ez ji kendalan diketim
xwarê, hestiyên min parçe dibûn, serê min ji laþ dûr diket û laþ li
pey serî direviya... Dayika
min her digot ji min re “dema xwedê kevirekî li mirov dixînê, kevirekî
din jî bi ser de digire...” Lê dayê ev kevirên xwedê wê çi demê
biqedin? Dayika min jî lal dibû, porê wê spî dibû, diran hemû
diweriyan, rûçikê wê diqermiçî û çavên wê kûjul dibûn, piþta wê
xûz dibû û di nava axê de diçû û hew dixuya... Dayê, dayê! Bersiv nîn
e û dîsa agir bi hemû deran dikeve... Mar
ji çavên wan derdikevin, bi zimanê xwe yê çetel rûyê min yê bê çav
dialastin, li dora zengelorka min xwe dialandin û xwe diguvaþtin... Hinase
li min dibirîn, hinavên min tijî ba dibûn, mezin dibûn, diwerimîn û
ji niþka ve diteqiyan... Êþ
tûne bû... Girî û qîrîn tune bûn. Lê dil û hinavên min hemû li
ber min rijiyabûn, li þûna xwînê jî, ava zer ya ku bêhna binketinan jê
dihat dirijiya, dirijiya û di newal û cokên avê de diherikî û hemû cîhan
di bin xwe de dixeniqand... Çavên
wî lê diket, mada wî li hev diket û vedireþiya... vereþandina wî hemû
kurm, kêzik û dûpiþk bûn. Mar kurê maran! Ma dûpiþkên ku te xwarine
ne besî te ne, ma zikê te yê qetiyayî wek dahola gewendeyan têr nabe?
Em ê hemû defterên te biþewitînin û pênûsa te bavêjin kuna mar û
hovên çolê. Êdî tu yê hew helbestan binivîsî û hew çîrokan bihonî.
Ku tu bixwazî helbestvanekî bikujî, destpêkê pirtûk û defterên wî
bikuje, jixwe wê ew bixwe bimire! Gawirên
lawên gawiran, hemû defter, pirtûkên nîvcomayî li laþê min pêçandin
û agir pêxistin… Bêhna goþtê biraþtî difna min kul dikir; bêhn giþte
erþa Yezdanê rûtirþ, melekên ji kuþtinê hez dikin, li dora min wek
koza mêþan civiyan û hêdî hêdî rûpelên pirtûkên min bûn xubar û
bi donê min re heliyan çûn bin axa zer û zuha…
Di
wê kêliyê de ji xew veciniqî û dît ku xewna þevan bû her tiþt…
Reviyam pirtûk û defterên xwe, hîn li cihê xwe bûn… Û hîn jî li
cihê xwe, nîvco mane.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org