MEMLEKETA BERFÊ

 

Polat CAN

 

 

 

Hemû der berfe. Cîhan wekû bûkekê tara sipî li ber kirê ye. Spî û spî û dîsa jî spî bûye sultanê cîhana me ya çiyayî. Pir caran “xweziya dilê me jî wekû berfê spî ba!!!” û “xweziya dilê me wisa pak û zelal bû ya!!!” xweziya û xweziya...

Lê cîhan tenê bi berfê pak û zelal nabe. Na. Ew hemen dem de jî hemû gemar û qirêjahiyan jî vediþêre, heta heyamekê kurt ji ber çavan winda dike... yanî dibe maske ji aliyên nebaþ yên cîhanê.

Ma piþtî em bizanibin ku berf dibe maskeya rûyê cîhanê yê gemarî, ma eme dîsa bixwazibin weku berfê bin? Ma eme dîsa berfê weku sembola pakbûnê bibînin an na?

Çi zanim...

Lê em berfê çi bibînin bila bibînin ew her tim heye û her zivistan ji welatên bakûr berê xwe didê memleketa me ya çiyayî. Me himbêz dike, maç dike, dilþad dike û caran jî dixwe, dicû û davêjê... Ew her tim wisa ye. Ne ew bê me û ne jî em bê wê namînin. Mêvanê hemû zivistanên me ye û malxweyê mala me ye. Em hîn jî nizanin ka em mêvanên an ew mêvanê me ye?

Tiþtekî seyre ne wiha??

Lê di nava her lûfikeke berfê de çîrokek ji bakûr, yanî ji welatên dûr, ji memleketên hezar þev û þevekê yên sihrî tên. Çîrokên wisa ne ku ta niha em jê têr nebûne û me tiþtek jê fêm nekiriye! Yanî çîrokên berfê, çîrokên gûr, dêw, pîrhebûk, cin, qehremanên bênav û navên bê xwedî... yanî çîrokên berfê, xêla bûkê,bûka çiyan û çiyayên qerrisî... yanî çîrokên berfê, çîrokên me, evînên me yên þeyda, evînên þermok, evîndarên newêrek û dilên biçûkan...

Çi zanim??

Vê derê memleketa çiya ye, memleketa berfê, memleketa camên spî û ezmanên hêþîn e! Li vê derê me hemûyan dilên xwe vekirin, danîn ber xwe. Me hemûyan wisa kir. Min wisa kir, te jî wisa kir, wî/wê, wan/ wana û hemûyan dilên xwe vekirin û dane ser hevdu. Dan ser hevudu û her çû ji dilan girek çêbû, gir bilind bû-bilind bû û bû çiya û gihîþt ezmanên þeþan! Ew hemû dilên ciwan bû, çiyayek ji dilên þeyda û evîndar çêbûn... Lê dîsa jî berf hat, weku her sal hat û li ser memleketa çiyayên camên spî bariya... hemû çiya, newal û deþt di bin xwe de hîþtin. Çiyayên dilên me yên þeyda jî di bin xwe de hîþt, ew jî spî kir û di nava çiyayên din de hew xuyakir.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org