|
Polat CAN
Filîstîn
heya destpêka sedsala 20’an di bin destê dewleta Osmaniyan de bû. Di
heman demê de, xwesteka cuhiyan a mezin hebû ku Filîstînê ji xwe re
bikin dewleteke cuhî. Hemû hewldanên wan bi Sultan Abdulhamîd re vala
derketin û nikaribûn ku Filîstînê bi zêran bistînin. Piþtî þoreþa
ereban di dema þerê cîhanê yê yekemîn de û binketina dewleta
osmaniyan, vêca artêþa îngilîz kete Filîstînê. Bi arîkariya Îngilîzan,
hemû cuhiyên li welatên cîhanê berê xwe dane Filîstînê û hatin tê
de bi cih bûn. Gelek caran þer û pêvçûn di navbera cuhî û erebên
Filîstînî de derketin. Cuhiyan xwe baþ bi rêxistin kiribûn, ji wan re
çek û arîkarî ji her derê cîhanê dihatin û roj bi roj xurtir dibûn.
Di encamê de, Îngilîz xwe ji Filîstînê vekþandin û cihê xwe dan
cuhiyan. Di sala 1947’an de, Wayzmen avabûna dewleta Îsraîlê ya
cuhiyan îlan kir. Di
vê navberê de gelek þerên mezin di navbera ereb û cuhiyan de rûdan. Di
encamê de her tim ereb bi bin diketin û cuhî xurtir dibûn. Di
encama zor û zextiyên cuhiyan li ser ereban, bi sed hezaran erebên Filîstînê
cih û warê xwe berdan û li welatên derdorê bûn penaber. Piþtî gelek
salan filîstîniyan jî xwe di nava tevgera rizgariya Filîstînê de birêxsitin
kirin û dest bi çalakiyên fedayî û þerê gerîla kirin. Gelê
Filîstînî yên li gelek welatan penaber, xwe li van welatan rêxistinkirin,
kampên leþkerî û perwerdeyê avakirin, milîtanên xwe ji bo þerê gerîla
û çalakiyên fedayî amade dikirin. Bi sed hezaran filîstîniyên li
Suriyê, Lubnan, Urdun, Misir, Iraq û gelek welatên din, arîkariya manewî
û madî ji birayên xwe yên erebên van dewletan digirtin. Tevgerên Filîstînî
yên cuda cuda, arîkarî ji hin welatên mezin jî digirtin. Hin dewletên
ereban jî, peyman bi Îsraîl re mohr dikirin û xebatên filîstîniyan di
nava sînorên xwe de qedexe dikirin, ji bona vê yekê gelek þerên bixwîn
di navbera rêxsitinên Filîstînî û artêþên dewletên ereban de
derketin, mînaka vê yekê jî þerê li Urdunê û li Lubnanê ne. Qada
rêxistinên filîstîniyan a herî xurt erdê Lubnanê bûn, bi taybetî jî
baþurê Lubnanê. Di vê qadê de, bi dehan kampên filîstîniyan ji bona
perwerdeyê hatibûn avakirin. Gelek þikeftên binerd ên kûr û mezin
hatibûn kolandin, piþtî ku þervan li van deran perwerde didîtin berê
xwe didan erdên Filîstînê û di nava komên gerîla de þer dikirin. Gelek
caran dewletên ereban bi artêþên xwe yên fermî berê xwe dane eniya þer
û li hemberî Îsraîlê bi mebesta rizgarkirina Filîstînî þer dikirin.
Di van þeran de artêþên Misir, Suriyê, Iraq û gelek welatên din cih
girtin. Lê di van hemû þeran de artêþên ereban bi bin ketin. Ji lewra
êdî þerê gerîla bêhtir dihat pejrandin. Filîstîniyan baþ fêm kirin
ku divê pirsgirêka xwe bi destên xwe çareser bikin û li benda Kral û
serokên ereban nemînin. Wisa jî, çalakiyên
gerîlayî û fedayiyane bi awayekî xurt derketin holê.
Çalakiyên
milîtanên Filîstînî yên fedayî di hemû cîhanê de bi nav û bang e
û bala hemû cîhanê kiþandin ser doza gelê xwe. Di aliyê din de,
tevgerên azadîxwaz ên Filîstînî ji hemû hêz û gelên bindest re bûn
mînaka berxwedanê û wargehên þervanên Filîstînî bûn cihê
perwerdeya þervanên gelên bindest û azadîxwaz ên cuda cuda. Çalakiyên
milîtanên Filîstînî bi gelek reng û þêwazan dihatin li darxsitin, çalakiyên
wan ên herî balkêþ, bibandor ku bala hemû cîhanê kiþandin û derbeyên
pir mezin li dijminê xwe xistin ew çalakiyên rivandina balefiran bûn. Bi
saya van çalakiyên, cîhana rojava neçar ma ku bi mijara gelê Filîstînê
re mijûl bibe. An go piþtî sala 1965’an bi saya çalakiyên rivandina
balefiran, doza gelê Filîstînê û têkoþîna wan kete rojeva hemû cîhanê.
Di
nava çend salan de, fedayîyên Filîstînî gelek çalakiyên revandinê yên
serkeftî lidarxsitin. Serkeftina van çalakiyan bi saya perwerdeya kûr û
xurt a milîtanan bû. Milîtanên ku ji bo tîmên revandina balefiran
dihatin hilbijartin, di perwerdeyeke pir kûr û xurt re derbas dibûn. Fêrî
ajotina balefiran, bikaranînan çekan, xweveþartin, sazkirina bobmeyan û
li ser hemû mijarên pêwîst perwerde dibûn. Di
sala 1968’an de yekemîn çalakî bi revandina balefireke îsraîlî a fîrmaya
(Îl Al) a ji Roma diçû Televîvê. Ev balafir ji aliyê fedayiyên Filîstînî
ve hat revandin û berê wê dan balefirgeha Cezayîrê. Piþtî vê çalakiyê,
êdî çalakiyên bi vî rengî destpê kirin û gelek salan dewam bûn. Di
nava milîtanên ku çalakiyên revandina balefiran li dardixistin de, navek
wek stêrkan geþ û bilind bû. Di demeke kurt de, ev nav kete rojeva hemû
cîhanê û heta roja îro jî, wek sembolekê di nava gelê Filîstînî û
hemû hêzên þoreþger de tên naskirin. Ew çalakvana filîstînî Leyla
Xalid bû. Leyla
Xalid kî ye? Þoreþgera
Filîstînî a bi nav û bang di sala 1944’an li bajarê El Heyfa li Filîstînê
jidayîk bûye. Piþtî sê salan jidayîkbûna Leyla, dewleta Îsraîlê tê
îlankirin û hemû gelê Filîstînî bi zor û terorê re rû bi rû dimînin,
wek bi sed hezaran malbatên filîstîniyan, malbata Leyla ya çar salî jî
cîwarê xwe berdidin û li baþûrê Lubnanê bajarê Sur dibin penaber.
Leyla xwendina xwe ya zankoyê li Beyrut temam dike û diçe dewleta Kuweytê,
li wir dibê dersdar (mamoste). Li wir têkiliya xwe bi hemû filîstîniyên
koçber re çêdikê û arîkariya Eniya Gelêrî ya Rizgariya Filîstî
dike. Ev rêxistin di sala 1967’an de ji aliyê Dr. Corc Hebeþ ve hatiye
damezrandin. Leyla jî, tevlî vê rêxstina þoreþger dibê û di bin
fermandariya Dr. Waddî Heddad de perwerdeya taybet a revandina balafiran
dibîne. Yekemîn
çalakî Piþtî
perwerdeya taybet a salekê, ku Leyla pir baþ derbas kir û fêrî gelek tiþtan
bû, biryar hat girtin ku Leyla yekemîn çalakiya xwe pêk bîne. Di sala
1969’an de, Leyla li gel hevalekî xwe yê din balafira fîrmeya Trans
World a di navbera Roma û Etîna de difirî, ji aliyê Leyla Xalid ve hate
kontrolkirin. Piþtî wê Leyla berê balefirê da ezmanên Filîstînê, ji
wir jî berê wê da balefirgeha Þamê. Li Þamê Leyla hemû kesên di
balefirê de serbest berdan û piþt re balafir teqand. Piþtî vê çalakiyê
nav û dengê Leyla Xalid gihîþte hemû derên cîhanê. Doza gelê Filîstînê
û têkoþîna wan a azadiyê di rojeva cîhanê de wek agir gur bû. Wisa jî
ev çalakî giþte armanca xwe. Ew jî ku bala raya giþtî bikþînin ser
doza gelê Filîstînî. Di
wê demê de hemû serokên Ereban piþta xwe dane gelê Filîstînê û dev
ji arîkariya wan berdan. Êdî bawerî û hêviya gel û þoreþgerên Filîstînî
bi serok û dewletên ereban neman; ji lewra xwestin ku kula xwe bi destên
xwe derman bikin. Bi vê mebestê, fedayêyên taybet ên revandina
balafiran, ji bo revandina çend balefiran û di heman rojê de hatin þandin.
Gelek armancên siyasî ji van çalakiyan hebûn. 1-
Þermezarkirina serokên ereban ên dev ji arîkariya Filîstîniyan berdan. 2-
Berdana þorþegerên Filîstînî yên di zindanan de. 3-
Tolgirtina ji welatên Rojava yê ku arîkariyê didin Îsraîlê. 4-
Gihandina dengê xwe ji bo raya
giþtî ya cîhanê. Hêjayî
gotinê ye ku gelek þoreþgerên ji gelên cuda jî di nava fedayîyên
taybet de hebûn. Þoreþgerên artêþa Sor ên Japonî, þoreþgerên Efrîkî
û Elmanî jî hebûn. Li gorî nexþeya rêze çalakiyan, diviyabû ku
balafirên van welatan werin revandin: îsraîl,
Emerîka, Swîsre û îngîlîztan. Di
nava fedayîyan de dîsa Leyla Xalid hebû, ew di taxima revandina balafira
Îsraîlî de bû. Berî salekê dema ku Leyla balafir revandibû û li Þamê
teqandibû, wêneyên wê li hemû cîhanê belav bibûn û êdî her kesî
ew pir bi asanî nas dikirin. Ji bona vê astengiyêji holê rabike, Leyla 6
opersyonên estetîkê û guhertina rûyê xwe dane kirin, bi vî awayî wê
þiklê rûyê xwe guhertiye û êdî bi asanî nedihat nasîn. Ev hemû jî,
ji bo lidarxistina van çalakiyên fedayîyane. Di
roja 7’ê îlona sala 1970, li bajarê Emsterdamê, Leyla Xalid li gel
hevalekî xwe yê bi navê Abdulmuhsin Huseyn wekî bûk û zava siwarî
balafera Îsraîlî ya ku ji Telavîvê hatibû û wê biçûba NewYorkê bûn.
Bi wan re du hevalên din jî hebûn, lê ji ber ku ew efrîqî bûn, destûr
ji wan re nehat dayîn ku siwarî balefira Îsraîlî bibin, wisa jî taxima
Leyla du hevalên xwe winda kirin. Piþtî firîna balafirê Leyla dest bi
çalakiya xwe kir, lê haya wê tûnebû ku gelek polîsên Îsraîlî jî
di balefirê de ne, di encamê de Abdulmuhsen hat kuþtin û Leyla jî hat dîl
girtin, balafir jî neçar bû ku li balefirgeheke Îngiltira dakevê erdê.
Gelo
çi bi herdu endamên taxima Leyla yên Efrîqî hat? Piþtî ku destûr ji
wan re nehat dayîn ku li balefira Îsraîlî siwar bibin, wan yekser
planeke xwe ya nû çêkirin û balefireke Emrîkî cureya Jampu revandin û
berê wê dane balefirgeha Qahîra ya Misrê, li wir jî hemû rêwî
serbest bedan û balefir teqandin. Di
heman dem de, balefireke fîrmaya (TWA) ku ji Elmaniya firiya, ev balefir jî
ji aliyê fedayîyên Filîstînî ve hate rivandin û berê wê tevî 149 rêwiyan
dane balefirgeheke kevin a li Urdun ê. Ev çalakî bi serkeftî encam bû. Di
heman demê de, keçeke din a Filîstînî, balefireke fîrmayên Swîsra bi
navê(DS8) li ezmanên Fransa xist bin kontrola xwe û berê wê tevî 308
kesan da balefirgeha kevin a Urdunê. Ev çalakî jî bi serkeftî encam bû.
Fedayiyan navê balefirgehê jî guhertin û kirin (Balefirgeha Þoreþê). Di
nava rêwiyan de çi hemwelatiyên Îngilîz tunebûn, fedayiyan dixwestin
ku hin hemwelatiyên Îngilîz bigrin û bi azadiya Leyla Xalid re
biguherin; ji bo vê yekê, civîneke awarte li darxsitin û bîryara
rivandina balefireke Îngilîz girtin. Di wê demê de ferman ji fedayiyekî
filîstînîyê li dewleta Bahreynê re çû ku divê balefireke Îngilîzî
birevîne. Balefireke Îngilîz (DS10) ji fîrmaya (BOAC) ji bajarê Bombayê
Hindistanê firiya û di riya xwe de li bajarê Behreynê daket. Berî ku dîsa
riya xwe dewam bikê, 3 fedayiyên Filîstînî lê siwarbûn, piþtî ku
balafir bi ezman ket, van fedayiyan balafir xistin bin konrola xwe û berê
wê tev bi 52 rêwiyên Îngilîz û gelek rêwiyên netewên din berê
balefirê dane balafirgeha Þoreþê li Urdunê. Piþtî
gelek dan û standin û bazirganiyan di navbera fedayiyan û dewletên
rojavayî, ev dewlet neçar man ku gelek girtiyên Filîstînî ji zindanên
xwe serbest bikin, di nava wan de Leyla jî hebû. Bi vî awayî hemû çalakî
bi serketin. Gelek girtiyên Filîstînî serbest hatin berdan. Li hemberî
vê yekê, fedayiyan jî gav avêtin û hemû rêwî serbest berdan. Lê wan
her sê balafirên li balafirgeha Þoreþê teqandin. Piþtî
îlona sala 1970’î, fermandariya giþtî ya Eniya Gelêrî ya Rizgariya
Filîstînî biryar rawestandina çalakiyên revandina balefiran da. Ji ber
ku çalakî gihîþtibûn armanca xwe. Êdî doz û têkoþîna Filîstînê
ketibû rojeva rayagiþtî ya cîhanê. Êdî hemû cîhanê fêm kirin ku
heya vê pirsgirêkê çareser nekin, wê ew jî bi aramî nejîn. Êdî
doza gelê filîstînê ji warekî herêmî derketibû û bûbû dozeke cîhanî.
Tiþtê
herî balkêþ jî ew e ku fedayiyên filîstînî pir bi þarezayî û
pisporî çalakiyên xwe pêk anîne, pir bi muqateyî nêzik bûne ta ku çi
zirer û ziyan negihînin mirovên bêguneh ên sivîl. Jixwe di nava van
hemû çalakiyan de, çi ziyan negihîþtiye rêwiyan. Tenê fedayiyê bi
navê Abdulmuhsen Huseyn hate kuþtin. Di
salên dûr û dirêj ên têkoþîna gelê filîstînê de, gelek cure û
þêwazên þer û çalakiyan pêk anîne. Ev hemû jî dikevin nava þêwazê
þerên gerîla yên modern. Helbet þoreþgerên gilîstînî, ji ezmûn û
dîroka têkoþînên netewên din gelek feyde girtine û li gorî rastî û
resentiya xwe sererast kirine. Li rexekî din jî, wan gelek ezmûn û zanabûnên
xwe yên tektîkên têkoþîna çekdarî dane azadîxwazên gelên din.
Jixwe ji bilî fedayiyên filîstînî, gelek þorþegerên netewên din jî,
di nava têkoþîna gelê filîstînî de cih girtine û li hemberî siyonîzma
faþîst þer kirine. Çeqel Karlos, Endamên Artêþa Sor a Japonê, ÎRA,
çepên tirk û þoreþgerên kurd di wan deman de li rex þervanên Filîstînî
mane û têkoþînek hevpar kirine. Þehadeta 11 rêhevalên me yên (PKK)
di þerê li hemberî Îsraîl de mînaka herî ronak a vê rastiyê ye. Em
dîsa vegerin ser Leyla Xalid. Leyla Xalid bi saya van çalakiyan bû yek ji
kesên herî navdar ên cîhanê, bû nîþanek ji nîþanên têkoþîna
gelê filîstînê û netewên bindest, ew bû destana gelê xwe. Ji bo kuþtina
vê destanê, sîxur û artêþa Îsraîlî gelek hewldanên Suîqastê
kirin, lê hemû jî vala derketin. Leyla Xalid li pey popolîzmê neriviya
û rastiya xwe ji bîr nekir. Wê her tim di nava gelê xwe de, di nava jina
filîstînî de wek milîtanekê têkoþîn kiriye. Niha jî, xebata xwe ya
siyasî û têkoþîna bo azadiya welatê xwe dike. Ev
37’sal di ser çalakiyên wê re derbas bûn, bi dehan pirtûk, belge fîlm,
gotar û nivîsar li ser Leyla Xalid derketine. Niha li Urdunê jiyana xwe
ya normal didomîne. Wê ji her kesî re nîþan da ku dema jin bixwazibe,
dikare her tiþtî bike û serkeftinên herî mezin bi dest bixe. |
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org