BAVÊ CEGER NEXWEÞÊ MEHA AVDARÊ YE
 
 
 
Qadir Egîd
 
 
 
 
 
 
Meha Avdarê tovên gulên xwe avêt erdê ji bo bipiþkivin… Dê û Bavê min xwe amade kirine ji bo dest bi þerê xwe bikin. Ez xweþ bawer im ku vê carê wê Diya min bêreqên bavê min biþewitîne, di nav lingan de bide…. Ceger got.
 
Ez, yê guhdar, ta ku bingeha çîrokê û xaleyên sereke fam bikim,  min tu tiþt li xwe çênekir, û guhdariya bêdeng berdewam kir.
 
Ceger berê xwe bi Diya xwe vekir û gernijî:
 
- Gello wê bavê min vê carê karibe mîna cara dî bihêle ku hûn pêlavên xwe li dûv xwe bihêlin? Tu planên we yên nû ji bo  vî þerî hene? Hûn ê tu çekan bi xwe re rahêjin yan mîna her car hûn ê dest vala  xwînê dijî wan birjînin?
 
Xweþ diyar e ku dirûvên Dê vajî hemû gotinên: Þer, xwîn, û çekan e. Diyeke kurdî ye ta baweriyê, bejna wê  çinarî lihevhatî ye, cilin kurdî bi ser bejna xwe de berdaye,hibriyeke mûsilî bi serê xwe dakiriye, þohîk rengîn li noqê girêdaye, biniya çena xwe bi nexþin mîna yên Diya min ku ta vî temenî min wateya wan fam   nekiriye kuttayî ye.
 
kurê ku dixawze vê guftûgoyê di navbera Dê û bav de tev bide, di riyeke dî re xwe berda mijarê:
 
- Dayê xwe wisa reben neke, min hinerê te dîtine gava ku tu þer dikî,tu tiþtekî li ser hev nahêlî, tu hiþk û ter diþewitînî…!
 
Dê tu tiþt li xwe çênekir. Tenê serê xwe hejand û got:
- De bera bi ya te be kurê min.
 
Têkçûn pehra  hewldanên kurê ku dixwest hastên Dê tev bide bû, û ta ku xwe ji çirava têkçûna bi Diya çav miþt raze re biparêze, penga vî rîsê lihevgeriyayî yê ku ta niha min tayên wî ji hev cuda nekirine avêt nav destê Bavê ku li hember Dê rûniþtiye û civat tev de li hêviya bersiva wî ye. Bav mîna Dê negot na, ne jî got erê, tenê tiliyên xwe mîna zaveyekî þermok ku hatibe xwazgînî qirçandin, û gulovereke ji matbûnê li ser riwê civatê û bi taybet li ser yê min nexiþand.
 
Ez di çala sawîran de werbûm. Ev çi malbata ku tiþtekî di bin cilkê de veþartî nahêle bavoo..!
 
Mal raze ne , û her raze li ber her kesî nayê raxistin. Ev cara yekeme ku ez têm þevbuhêrka vê malê, çi hewce heye ku pelên mijareke wisa hestdar li ber min biweþînin û wê tazî bikin? Ma tu mijar ji bilî þerê Dê û bavê wan tune ye ku em þeva xwe pê bibûrînin? 
 
Ta ku ez tengasiya ku – di nêrîna min de – li jin û mêr hatiye hindekî sivik bikim, min got:
 
- Welle, tîrên  nelihevdûkirinê di sermiyanê her mal û di navbera her jin û merî de peyda dibin, dem hatiye guhertin, xwestek pir bûne, û buhabûn bûye nîþana vê serdemê..!
 
Ceger nehiþt ez peyva xwe bi dawî bikim, ji kokê de  birrî, bi ser de ez yê þaþ mam:
 
- Na bi Xwedê mamoste, tu þaþî, sedemên pevçûna Dê û bavê min ne ev in, ji wilo mestir in, û qada ku þerê xwe lê li dar dixin ji hindirê malê firehtir e, eger ku li hindir þer bikin wê tofanî rabe, em ê li ber avê herin.
 
Min çiqas dirûvên mêr mîna yên jinê li gor zanebûna xwe þîrove dikirin. Tu sincên nedirust bi ser bêjinga min nediketin. Rast e dibêjin: " Ava hêdî min ecêb jê dî " lê ez bawer nakim ku tiþtekî xerab ji vî pepûkê li himber min bê deng diponije, û di nav re carnan bi xwe re digirnije bê.
 
Kenê ku civatê mêr pê dorpêç dikir mîna derziyan di laþê min de radibû, ez dihestiyam ku kesên civatê bi giþtî bê hest in, devên wan  ji ken nediçû ser hev,qîlên wan yên ku li ber roniyê diçirisîn, mîna xenceran - ji bo vî merovî - di dilê min de radibûn, ji goþtê min dixwarin. Min her gav hêz dida xwe ku ez di riwê hemûyan de biqîrim û ji wan re bibêjim: Edî bes e.. Ne wek we ye… We sînorê rûmetiyê derbas kir. Lê serdana min ya yekem li bal wan  jêdera sistbûna min bû…!?
 
Pir nebûrî. Diya Ceger berê xwe bi Bavê Ceger vekir, bi di hevokên kurt, ez di deriya sawîran de wer kirim, çivîkên ramanên min yên ku bi her rexî de firî bûn dîsan li hev civandin:
 
- em vê carê ji we natirsin, baweriya me bi pirsgirêka me dihêle ku ew ava kelandî ya ku hûn ji agirkujîna xwe bi ser canên me de dadikin li bal me bibe mîna agirê Brahîm; serm û aþtî…! Rast e cara dî we serê gelekan ji me þkenand, xwîna sor bi ser de herikand, we em û zarokên me yên piçûk kirin mêvanên nexweþxaneyan, lê divê ku tu baþ zanibe: Rengê gula azadiyê tu car sor nabe, ku ne bixwîna  me were avdan. Meha Avdarê meha me ye, meha piþkivandinê ye, piþkivandina hastên  tîpên me yên þermok, meha rijandina xwînê ye, xwîna ku di vê  mehê de kela wê di ser dire…
 
Diya Ceger berê xwe bi min vekir, mîna ku zanibe ez di navbera guftugoyên wan de wendayî ma me û got:
 
- Mat nemîne kurê min, ev ne cara yekem e ku ez dijî kuramê xwe Bavê Ceger; roniya cavê xwe disekinim. Ez û Bavê Ceger pir ji hev hez dikin, em nimûneya hezkirinê bûn ji evîndaran re, evîna me li bajar deng da bû, û hîn dide. Rojekê ji rojan min serê xwe li ber ranekir û min jê re negot na, ev odeya ku tu tê de rûniþtiye me bi hev re, dest bi dest kelpîçên wê birrîne û ava kiriye, pûþê çolekê nemaye û min nedaye hev, paleyîyek nemaye û min nekiriye. Lê mixabin îro Bavê Ceger bêçar dijî min disekine û þerê þêrîna ber dilê xwe dike, ez xweþ dizanim dema ku berê nerpêça ava kelandî bi me vedike, mîna ku qebhetîkê mezin dike, û bi rastî jî wilo ye, lê wê çi bike, tu tiþt bi destê wî de dernakeve, ew dîlekî kardar e. Dema ku avê bi ser me dadike, keldûmana dilê wî ji ya wê ava germ xurtir e, bi mirina wî ye. Ez xweþ bawer im ku dixaze berê wê nerpêçê bi serwerê xwe veke… Û wê ew roj were… Nêzîk e û ne dûr e..!
 
 
Ji nû ve, piþtî ku ez baþ di deryaya xeyalan de wenda bûm, min serê tayê çîrokê zeft kir, min bi ber xwe ve kiþand û pirsî:
 
- Çima Bavê Ceger ji dev karê agirkujê bernade? Çawa dilê wî vê yekê li ser xwe û Diya Ceger qebûl dike? Ma ne þerm e Bavê Ceger…!?
 
Bavê Ceger yê ku di ber xwe de neda, ziq li xaleyeke ne diyar di qorzîka odeyê de dinêrî û serê xwe dihejand.
 
- Bi rastî ez naxwazim ku ez bibim sedema devjêberdana karê wî. Zarokên me hûr in, û tu tiþt nemaye ku xela li van welatan rabe, lewra ez dijî devjêberdana wî me. Diya Ceger got.
 
Bavê Ceger yê çav þîn, ku heyvanê mûyê reþ di porê wî de nemaye, me cara yekem dengê wî bihîst:
 
- Hahoo… Ez ji þerma nema dikarim serê xwe di tarê de rakim, her ku çavên min li cîrana me Fexriya seqet ya ku di 12ê Avdara par  de leþkeran serê wê þkenandin dikeve, riwê min dikeve bin lingên min de, canê min xwêdan dide, û beriya ku ez nêzî wê bibim ez kolanê li xwe dizîvirînim… Tevî ku Diya þehîd Îsa min nas nake jî, lê dema ku ez li zikakê pêrgî wê dibim, ez dihestim ku çav, dest, û cilên wê bi min re di-axivin, dilê wê bang dike: Va ye kujerê Îsa….Va ye xayinê millet…. Va ye yê gunehkar..!
 
Bavê Ceger mîna yê ku tiþteke giring hate bîra wî, ji niþkave çeng bû, destê xwe avêt þerwalê xwe yê ku li ber serê wî dalqandî bû, bi lerz destê wî li bêrîkan xebitîn, û weke ku tiþtekî buha ji mêj ve wenda kiribe û vê kêlîkê dît, qefleke kilît ji bêrîka xwe derxistin û bi hêrs li jor hejandin û got:
- sûnd bi giyanê pakrewanên 12ê Avdarê… Bi kela xwîna Îsa ya ku li ber çavên min herikî…. Bi serê herdû zarokên wî yên sêwî man, û bi  herdû çavên Diya Ceger yên reþ, sibê ev kilît li hindir namînin, ez ê bi-avêjim ser çavên wan, û eger li min vegerandin, ez ê bi yekcar dev ji vî karî berdim.
 
Ceger rabû eniya Bavê xwe maç kir û got:
Avdar hat , û þerê Dê û Bavê min bi wan re dst pê kir…!?  
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org