Ciwan Haco…bersivê bide…!

 

Qadir Egîd

 

 

Were were were        memkê te gurover e                 

Sînga te berfa sipî     navê lawik li ser e         

 

Ev çend malikên piçûk tevî ku ez nizanim bê ji aliyê kîjan helbestvanî de hatine nivîs, yan ji aliyê kîjan hunermendî de hatine stran yek ji wan stranên ku nav û dengek di nav miletê kurd de stendine, bi taybetî di nav gelê Qamiþlo de, û hîn taybettir di nav zarokan de.

Li kolan, dikan, mal, û ta li dibistanan. Tu berê xwe bi kû de veke, li Qamiþloka evînê, tu pêrgî gotinên vê stranê dibe.

Dibe ku gotinên wê serê kesên xort dadigire, ji ber ku bangek ji bo hezkiriya wî tê de peyda dibe, û pesneke xweþ – li gor xortan – ji memkên wê dilberê re heye. Lê li gor zarokan ev gotin – bi kêmanî – ne rind û dirust in.

Hunermend Ciwan Haco, yek ji hunermendên me yî ku nav û dengê wî li seranserê cîhanê belav bûye, xwedî dibistan û rêyeke taybet e di hunera kurdî de. Gelek stranên wî – nemaze yên kevin – bihna kurdayetiyê, qedexekirin, miþextî, êþkence û qamçîbaziyê jê difûriya.

Diyar dibe ku ev êþ û birîna kurdî ya vekirî di ramanên Ciwan de hatine girtin û qet nema dilop dikin, ji ber ku stranên wî bi giþtî ji qalikê kurdayetiyê derketine û ji xwe re rêyeke din pejirandine, ew rê jî ne:

Rêya di nav bexça de ye.

Rêya warê wî Diyar Bekir e. 

Rêya bêriyê û dilberê ye.

Û ne jî rêya xerîbiyê ye.

 

Rast e, hunermend Ciwan li gor demê û pêþketina mûzîka cîhanî diçe, lê di wê kêlîkê de dilê min jê hatibû dagirtin,  ji ber ku hiþt ez çar derewan bi hev re li lawê xwe bikim.

Dengê wêneguhêzê pir bilind kiribû, pê re dîlan dikir, hindek gotin jî di ber re dubare dikirin ...Kalo...Kalo ..Kalo. Dîlana xwe jî hilor kiribû, ez jî pê kêfxweþ bûm, ji niþka ve deng kêm kir, bi du çavên çirisî, bêyî ku derfetê bide min ez tê de biramim, pirsek ji min kir:

- Yabo.. çi wateya ( Gurê keçka piçûçik ) e?.

Ez bê çare mam, çarîkê bêdeng rawestiyam, dûv re min bi gelpên wî girtin û kenîm. Careke din min deng Hilda û bi destê wî girt ji bo dîlanê, lê ew xeyidî, li qorzîkê rûniþt û govenda xwe berdewam nekir, min ji xwe re got:

_ baþ bû, spas ji Xwedê re ez ji pirsa wî filitîm.

Lê kêfa min neçû serî, ji ber ku kêlîkek tê re derbas nebû, ciwanmêr haþt bû, xwe avêt hembêza min:

_ Ji bo xwedê lo… ka ji min re bêje… yanî çilo gurê keçka piçûçik..!!?

Xwedayo îca ez ê çawa bikim…Ez ê bi ku de bazdim.

_ Kurê min... Ew dibêje ( gorê keçka piçûçik) lê deng li te seh nebûye.

_ Erê çilo, çilo..Çilo gorê keçka piçûçik, ma çêdibe ku kalo bibe gor e…!?

_ Na lawkê min…Na welleh..çênabe ku kalo bibe gor e. Min xwe careke din bellik kir:

_  Ez þaþ im, ne wilo ye, ew dibêje:( girrê keçka piçûçik ). Qey keçkê xwe BÊ_ EDEB kiriye, îca kalo girrê wê girtiye, dixwaze ku lê bixe.

_ Lê tu car kalo li zarokan naxe…! Ma kalikê min, li min dixe..?

Xwîna min hilkiþiya ta ser porê min, ez keliyam… xwe girt û keniyam:

_ Na yahoo…Li wan naxe…û CIWAN HACO jî li wan naxe.

Zarok in…Pir bipirsin, û herdem li bersiva saz digerin. 

Li ser lingê  min rûniþt, min ew maç kir, dibe ku xwe jibîr bike, lê careke din vegeriya çîroka þûjinê:

_ Çilo gurê keçka piçûçike  looo..?  

Kela xwîna min di ser re çû, dûman di guh û pozê min re derbû, min ji kerba nava xwe re, serê wî maç kir û got:

_ Ezê vê carê xweþik bersiva te bidim, tu dizanî bê Ciwan çi dibêje..?

Çavên wî lîstin û bi lez gote min :

_ Na..!

Min got:

_ Ew dibêje ( birê keçka piçûçik _ birayê wê_)

Hindekî bê deng ma, çemek ji pirsên bê bersiv ji çavên wî herikîn û piþta xwe da vê guftûgoya pûç.

dengê wî ji oda dî hat:

_ Dayê, gelo çêdibe ku kalikê min birayê xwiþka min be..?

Bersiv amade bû:

_ Na lawkê min, çênabe..

 

Ciwan Haco.. Xwedê ji te razî be, te çi bi serê me kir…!  

 

 

Ebdilqadir-egid@hotmail.com

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org