Carekê min ji hevalekî pirs kir:
Tu asta helbestên FILAN helbestvanî çawa dinerxînî. Li min
vegerand: Gelekî nizim in…! Min got: Çima tu wî bi vê yekê agahdar
nakî, ta ku guh bide wêjeya xwe. Hevalê min kenî û vegerand: Ji bo
ji min ne xeyide! Ev pirs ji me hemûyan hatiye pirsîn
û ez bawer im sê parên me bersiva rast nedane, çimkî ew jî wek
hevalê me ê jor tirsa qaçêkirinê di dilê wan de bû. Heta ku em di
vê tirsê de bijîn wê asta hemû karên me nizim bin. Min ev yek got ji bo tu kes ji min
ne xeyide, û bi dil û sîngek fireh vê rexnê bipejirîne. Kovarên me ên kurdî bi dehan e,
û hemû jî yek kopî ne. Lewra me gelek hêvî li ser kovara (Zar)ê
girêdabûn. Ji mêj ve çavên me – Kurdên Sûriyayê – li
kovareke xurt, berfireh û guhdaya warê ziman e. Dema me zayîna Zar
bihîst, me ew tirs ji dilê xwe avêt û me xwe amadeyî pêþwaziya
qonaxeke nû di warê zimanê Kurdî de kir. Lê bi çapkirina hejmarên (0 -1 -2 ) ew hêvî
beravêtî bûn, û me careke dî, li hêviya kovareke nû destê xwe da
ber riwê xwe. Nivîskarên Zar di her du hejmarên
dawî de dûbare bûne, mîna mamosteyan: Rezoyê Osê, Konê Reþ, Narîn
Omer, Idrîs Hiso, Abas Smaîl û E-Rehmanê Elî. Di her du hejmaran de (7) gotar ji pênûsa Mamoste Derwêþ
hatine der. Gelo nivîskarên me ên bi zimanê dayikê dinivîsin ewqasî
kêm in ta ku ev nav dûbare bûne….! Hawara
Duyem: Ev gotara rexneyî, pêþî li ser
xwesteka mamosteyê komîtê Fewaz Hesen, dûv re li ser awayê vê
xwestekê ê qels hat, mamoste Fewaz wisa dibêje: (
Kesê serkeftin û pêþxistina kovarê dixwaze, kovar li benda rexne
û pêþniyar têbînên wan e; yên nivîskî ye ) Ez li ser þîrovekirina þêweyê
durist ê vê movikê ranawestim, tenê ez ê hewl bidim ku warên qelsbûnê
tê de û di hemû nimûneyên dî de di nav du kevanên cuda diyar
bikim: [kovar
li benda rexne, pêþniyar û têbînên wan yên nivîskî ye ] Ev xwestek ji gotara mamoste Fewaz
Hesen a bi navê "Hawara Dudiwan" e. Û tê de kovara Zar
gihandiye asta Hawarê û hemberî wê kiriye. Mamoste F. H gotara xwe berdewam
dike: (
Miletek nikare armancên xwe pêkbîne yan pêþkeve ku wek hevî
di navbera jinê û mêr de tune be, û di ser sitemkarî li ser jinê
hebe. Jin jî nîvê gel in, û rola wê serekî ye.) Bi lêvegera movika derbasbûyî, tevlihevbûna kes û ramanên
mamoste eþkere dibin: [miletek
nikare armancên xwe pêkbîne yan pêþkeve ku wekhevî di navbera jinê
û mêr de tune be, û di ser er sitemkarî li ser jinê hebe. Jin jî nîvê
gel in, û rola wan sereke ye.]
Dûv re mamostê kevintirîn di komîtê
de egerên weþana vê kovara bêhmpa ji xwendevanan re dide xuyakirin: (
Va ye komîta fêrbûna zimanê kurdî bi vî erkî rabû û kovareke bêhempa
weþandin bi navê Zar rewþenbîrî civakî ye ) Mixabin ku hîn mamoste tê neghiþtiye ku navê komîta xwe bi þêweyekî durist bikar bîne. Her
kes dizane ku navê partî,
rêxistin, komît û
kovaran bi tîpîn girdek tên nivîsandin, û lêker li paþiya hevokê
bikar tê. Dibe ku mebesta wî jî ev be: [Va
ye Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî bi vî
erkî rabû û kovareke rewþenbîrî, civakî, û bêhempa bi navê
Zar weþand
] Ji hêleke dî ve kovara Hawar
herdem guhdara peyva Kurdî ya sade, lixurû û resen bû,
ta dilopa dawî kêferat dikir ku peyvên Erebî, Tirkî, Farisî,
nêzîkî kovarê neke. Eger em li kovara " Hawara
Didiwan" vegerin, em ê peyvin Erebî ku merov dikare bi hesanî
peyvin Kurdî di þûna wan de binivîse bibînin, mînak: - Nefî:
[Sirgûn] – Reqs: [Dîlan] – Tehdîd: [Gef ]
Tev ku (77) sal di ser hejmara
kovara " Hawar" a yekem re derbas bûne, dîsan jî
kortalên ku Zar di çerxa (21)ê de di wan de werbûye, Hawar ji wê
demê de di ser wan re dageriyabû. Ji
destpêkê de: Destpêk ji navnîþanên cuda dest
pê dike. Hejmarên kovarê bi navê Zar in, lê di hejmara têstê de
ya ko bi hejmara (0) hatiye nîþankirin, navnîþan bi vî þêweyî
hatiye: (ZAR , Kovareke rewþenbîrî
serbixwe ye). Û di hindirê kovarê de, di rûpela yekê de bû ye: ( ZAR, Kovareke rewþenbîrî ye ). Peyva serbixwe ji kokê de qurmiçî
ye û pêjin û bihna wê nayê. Di hejmara (1)ê de, navnîþana
Zar hatiye guhertin û bûye: ( ZAR, Kovareke Çandî û Civakî ye). Li gor vê navnîþanê, diyar dibe
ku Zar em ji rewþenbîriyê têr kirine, vêca xwe berdaye warê çandî
û civakî. Û heman têbînî di rûpela yekem de dubare dibe;( ZAR,
Kovareke Rewþenbîrî ye). Di hejmara (2)an de. Zar dîsan
vedigere warê rewþenbîrî û civakî, lê weke hejmara yekem ne
serbixwe ye…! Bûye: ( ZAR, Kovareke Rewþenbîrî, civakî ye). Û bi heman têbîniya her du
hejmarên jor ku di rûpela yekem de derbas bûye, dîsan li vir dubare
bûye. Tabloya di hejmara duyem de li ser
belgê paþî ye, navê wê þaþ hatiye nivîsandin; ( Malva) bûye
(Malava). Ji bilî vê yekê, gerek bû ku li
ser belgê pêþî dema weþana kovarê bihata xuyakirin, gelo
heftane, mehane, demsal an salane ye....! Gelo xwendevanê ku her hejmarekê
ji kovara xwe bi navnîþaneke cuda bixwîne, wê nerîn û baweriyên wî
li ser vê kovarê çi bin..!? Eger em di hejmara (0) de xwe çeng
bikin rûpela paþîn, em ê pêrgî naveroka bê nav bibin, tu kes
nizane gelo ev deq gotar, pexþan, an helbest e, ev yek jî ji ber ku bê
navnîþan e. Di hejmara (1)ê
de cihê wê naveroka bê nav ji rûpela paþîn vegeriyaye
rûpela pêþîn lê
dîsan bê nav maye. Di hejmara (2)
de nav lê kirine û bûye
( FEHREST). Ma ne gerek e komîtek bi navê
ziman bang dike, xwe di ser van kêmasiyên piçûk re ku ziyanê dighînin
kovarê dagerîne..!? Ez ê li ser mijarekê di hejmara
(0) de û yekê di hejmara (2)an de
rawestim. Di ya (0) de, sê mamosteyên komîtê hevdîtinek
bi hunermend Mehsûm Þkakî re li dar xistine. panzdeh pirsên
ku ji hunermendê xwe Mehsûm yê
di hindek pirs de dibe Mehsûn, ev her panzdeh pirsên wan
jî, dawiya hevokan bê pirsnîþan û xale ne …! Hevpeyvîna ji
sê rûpelan pêk hatiye, ji bilî sê xaleyan tê de derbas nebû
ye. Yek ji pirsên ku mamosteyan ji
hunrmend pirsî ne ev e: (te
ji seydayê Cegerxwîn re ta helbest bi awaz kirine yên te helbestê
seyda sitane). Ew bi xwe pirsek giring û balkêþ
e, lê mixabin awayê pirsînê ne saxlem e. Mebesta mamosteyan jî ev e: [Te
tu helbestên Seydayê Cegerxwîn bi awaz kirine an stran e?
]. Di cihekî dî de wisa dipirsin: (Tu
bi tu hunermandan re alîkare di van deman de) [Tu
di van deman de, bi tu hunermenda re alîkar î?] Û pirs berdewam dibin: (Te
helbest çêkirine tevlî awazan) [Te
helbest tev li awazan çêkirine?] (Tu
çi dibêjî li ser strana kurdî )
[Tu
li ser strana Kurdî çi dibêjî?] (Çi
ne meqamê û jimara wan çend in) [Meqamên
çi ne û jimara wan çend in?] Di hevdîtineke wisan de merov
beriya her tiþtî pirsa nasnemeya
hunermendê xwe dike. Lê ciwanmêrên ku hevdîtin kirine, piþtî
spasiya hunermendê xwe kirin û piþtî hunermend spasiya wan kir û rêz
û silavên xwe þandin ji birêvebirê komîtê re, li serê wan xist
ku pirsa nasnameya wî bikin: (Hunermend Mehsûm em Karin
nasnameya te bibihîzin) (Navê
min mehsûm þêxmûs þkakî ez hatim ser riwê dinyê sala 1977 li
bajarê hesekê) [Navê
min Mehsûm Þêxmûs Þkakî ye, di sala 1977an de, li bajarê Hesekê
ez hatime ser riwê dinyê.] Hunermend di berdewamkirina
nasnameya xwe de dikeve warê rewayê (þerîetê) û xwendevanên kovarê
hêç dike ku her yek ji wan sê jinên din bîne: (Di
sala 2003 min jinek anî û hîn b(3) sisê mane wek mirovekî misilman
ez bûme bav ji (2 )lawan re û keçek bi navê beyan nave kurê min yek
ehmed û êdin þêxmûs diya zarokê min navê wê nisrîn e û sipas) [Di
sala 2003an de min jinek anî û hîn sisê man in, wek mirovekî
Misilman, ez bûme bav ji (2 )lawan re û keçek bi navê Beyan. Navê
kurê min yek Ehmed e û ê dî Þêxmûs
e. Diya zarokên min navê wê Nesrîn e û spas] Di warê rênivîsê de jî, þaþî
ne kêm in....! (min
karkir)
..........[ min kar kir] (heleb
çe)
.........[Helebçe] (hatine
tomar kirin û belav kirin)
[
tomarkirin û belavkirin] (Ez
biwan re alîkar im)
[Ez
bi wan re
alîkar im] (û
ez alî karim pêre
) [
û ez pê re alîkar im] (ez
karekî gelekî birû met di bînim)
[
ez karekî gelekî bi rûmet dibînim] (Tu
di dawiya vê hev dîtinê de çi di bêje)
[Tu
di dawiya vê hevdîtinê de çi dibêjî] Zar
2: Qelsiya Zar di hejmara
( 2)an de, di sernivîsa gotara yekem de, ya ko bi navê: " Min Wiha Rewþen Xanim
Bedirxan Naskir.. Digot: Malê kurdan malê mine " Diyar dibe. Ew
gotar jî bi pênûsa
mamoste Konê Reþ emzekirî ye. Di baweriya min de
Kurd milet e, û Kurdistan welat e
û ez mamostê nivîskar û hemû xwendevanên Zar ji niþteciyên
vî welatî ne, lê nizanim çima ji destpêka kovarê de ta rûpela dawî
navê Kurd û Kurdistan weke milet
û welat guhdan lê ne bûye, û bi tîpin hûrek hatine nivîsandin. Mînak:
Di rûpela (33)an de heyþt caran derbas bûye. Ji
bilî vê,di rûpela (43)an de pêncî sernav bi tîpa hûrek derbas bûne. Û ev hevoka jêrîn,
vê rewþê teqez dike: ( Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji
Parîsê hatiye Bonê bo avakirina komeleya dostaniyê di navbera Elman
û kurdan de.. ) Diyar e ku Bon bajar e, lê parîs
na. Elman milet e, lê (kurd) na. Mafê Komeleya Dostaniyê jî ji tîpa
girdek hatiye xwarin...! Eger
em vegerin heman hevoka Rewþen Xanim:" Malê Kurdan Malê
Mine",ger mebasta Rewþen Xanim di peyv " Malê Mine" de
aborî be, þêweyê nivîsa hevokê ji rex nivîskar ve ne durist e. Di
nêrîna min de û li gor fêrbûna me divê wiha be : " Malê Min e"
ji ber ev " e " lêkera bûnê ye, û cuda tê nivîsîn. Lê
eger mebesta Rewþen Xanim mal û xanî bin, divê hevok ji rehê de bê
guhertin û bibe: " Malên Kurdan Malên Min
in". Emê pêþî li ser hûriktirînên
rêziman rawestin; ango nîþandekan. Ev beþê rêzimanî pir girng e,
û pêwist e mirov tê de têgihiþtî be, ji ber ku xalek an bihnokek
di cihê xwe de neyê bikaranîn, dikare wateya hevokê biguherîne. Mînakin ji gotarê: (Di nav wan çîrokan de, gelek
caran çîrokên mîrekên Cizîra Botan dihatin gotin.. Û wiha sal
derbas bûn ,ez mezin bûm.. û di nav salan de ew çîrok û serpêhatiyên
mîrekên Botan, di hiþ û xeyala min de man û mezin bûn… Min kes
ji wan mîrekan mezintir ne didît.. ) Di destpêkê de xalcot in, dûv re
dibin sê xal.Tîpa piþtî xalcota yekem girdek hatiye, piþtî xalcota
duyem hûrek hatiye, tev ku wate ji wan her du xaleyan re tune ye. Diyar
e ku nîþandekeke nû di zimanê Kurdî de afiriye; navê wê: "Du
xalên li pê hev" e ...! Nivîskar di tevlihevbûna nîþandekan
de berdewam e: ( xweþ tê bîra, min ji kurmamê
xwe pirsî; Gelo mîr Kamîran Bedirxan kî ye?! Got, ew neviyê mîrê
Cezîra Bota ye..) Gelo xweþ tê bîra kê? Em jî nizanin…! Ji ber ku nivîskar hevoka xwe birî ye û
zelal ne kiriye. Eger mebesta wî" Xweþ tê bîra min" e,
gerek bihnok li paþ peyva( min) bikar bihata. Dîsan jî wê pirsek dî
di mejî de bilive: Kê ji kurmamê xwe pirsî? Eger wî pirsî be, dîsan em nema dizanin xweþ tê bîra kê. Di hevoka: ( Min ji kurmamê xwe pirsî;Gelo
mîr Kamîran Bedirxan kî ye?! Got, ew neviyê mirê Cezîra Bota ye ..
) de, pêwist bû ku
mamoste di cihê bihnok û xalbinnokê de xalcot bikar baniya, Ji ber
yek ji wan cihê a dî nagire. Ji bilî vê yekê divîbû ( ew) bi tîpa
girdek ba ji ber li dûv xalcotê hatiye. Hindek þaþiyên dî di warê rênivîsê
de di gotarê de peyda dibin. Mînak: (di
biçûkaniya xwe de min ew sehkiribûn) [di
biçûkaniya xwe de min ew seh kiribûn] (
ji nû ve li Almaniya dabûn çap kirin) [
ji nû ve li Almaniya dabûn çapkirin]
(
rojekê min nav dixwede da û telefon jêre vekir( [rojekê
min nav di xwe de da û telefon jê re vekir] )Me
ji nêzîk ve hev dît û naskir(
[Me
ji nêzîk ve hev dît û nas kir]
(Min
lêvegerand û got ) [Min
li wî/ê vegerand û got] (
Ji min re got; ma tu ne kurdî, ku tu kurd be) [Ji
min re got: Ma tu ne kurd î, ku tu kurd bî]
(
Hem jî got; kurê min! penîrê te aniye yê
sîrka ye..? min got na( [Hem
jî got: Kurê min! Penîrê
te aniye ê sîrka ye? Min got: Na] Bidawîkirina van her du gotarên
ku me ew wek mînak rexne kirin, þaþiyên kovarê bidawî nebûn û
nabin!
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org