|
Mes‘ûdê
min.. tu li kû yî!
Qadir Egîd
Tîrêja
rokê pûrta serê
mirovan diþewitîne, dikizirîne, germahiya laþên lerzokî, ku ji
berê de bilind bûye bilindtir dike, navbera herdu mijankên þil pir teng dike. Zifta(qîr) ku riwê kolana firh a ku ji
xelkên sergerdan û þaþmayî dagirtî nerm bûye. Golên ava ku li ser wê
zifta germ çêbûne, mirovên tî di dereweke xweþ de werdike, ew ne av e… rewrewk e..! Pîreke
hejhijî ji nav wan komên çavsor û dilþkestî, felekê cihokên kulan di
riwê wê de kolane, rehên destên wê pûç bûne, mîna rehên temenê ku
di nêrîna wê de, tiþtekî hêja ku li ser bisekine tê de nemaye. Ev pîra
ya li xewle, ser kevirekî runiþtiye, bi destê zarokekî piçûk girtiye,
dibe ku neviyê wê be. Dismalka xwe ya rengîn di destekî xwe de kom
kiriye, destê dî daye ber riwê ku di bin giraniya vê bendewariyê de, bê
rewa maye. Ji
niþkê ve çeng bû, hûçikê xwe rast kir û pê re dengekî xurt û biþewat
ji herderê laþê wê derket û got: -
Mes‘ûdê min…tu li kû yî..!? Ew mabû..ew jî kuþtin…Gurên
devbixwîn li me hatine xezebê. Bi
wî dengî re, komên pîrekan, zilaman, zarokan tev de bi hêzeke xurt rabûn,
bi aliyekî de beziyan. Li hev
terpilîn, bi ser hev de ketin, bû carcara zarokan, qîrqîra dayik û
bavan, lîrelîra keçan. Pîrê,
xwediya wê qîrînê, desmalka xwe li ser serê xwe li ba kir û kir lîrelîr.
Ew heftê salên ku li piþta wê ya xûz siwar bûne, nikarîbûn bandora
xwe li tevgera wê bikrana, mîna keçeke çardeh salî li ser wê qîra
sincirî pêxwas û bilez diherikî, hewl dida xwe ku beriya her kesî wî
hembêz bike. Hibriya
ku porê mîna kulav dinuxumand, ji ser serê pîrê hate xwar, lê pîrê
nesekinî. Desmal ket, pîrê nesekinî. Neviyê wê likumî, li pey ma, pîrê
nesekinî. Zaroka li erdêketî giriya, bang kir, deng neçû pîrê…… pîrê
careke dî nesekinî!. Deng
nema ji pîrê tê, çavên wê zirdoq bûne, bi desta di-axive, lêvên wê
zuha bûne, pîrê ji qama xwe de hatiye xwarê….ketiye….!!
Ji
nû ve, li pey xwe fitilî, li neviyê xwe nerî û got: -
Mes‘ûdê delal rabe, berxikê pîrka xwe rabe, rihê min di ber rihê te
keve megirî, ez pîrka Mesûd im, ez pîrka þêra me. Careke
dî serê xwe rakir, li koma xelkê meyze kir, serê xwe bi kerb hejand û
got: Mes‘ûdê
min, were bi gaziyê ve..!!? Em careke dî hatine xapandin weke her car,Qamiþlo
bûye qalik, qaþik, ardû, xwelî…!! Li
kurê xwe temaþe kir û berdewam kir: "Rabe
Mes‘ûdê min rabe, ma tu jî ket?. " Pîrê
hêz da xwe, rabû, destê neviyê xwe girt, ew hembêz kir, xwîna wî
paqij kir, serê wî maç kir, baþ li çavên wî nerî, destê xwe xiste
bin çena wî de û bi jor de rakir, du hêsirên
mezin di çavên wê de lîstin beriya ku tiliya xwe ber bi riya dûr
ve veke û bibêje: "Kurê
min: wa ye laþê pak û pîroz anîn, laþê peyva rast, vîna gel, zimanê
bê zimanan, þûrê îslama durust, hêviya yekîtiya partiyan, wa ye laþê
þêxê pakrewanan, Maþûqê Xiznewî bi ser me de hat. Kurê
min: Qamiþlo vala ye, þêx Maþûq nexuya ye…!!" Pîrka
te bi gorî be, ez ê du peyvan ji te re bibêjim: Qîrîna
pîrka te çemê Diclê qut kir, li devê dergehê serokê min sekinî,
mixabin, bersiv neda. Kurê
min, min navekî pir giran li te kiriye: Mesûd, hêviya min ji wê hêviyê,
ku tu jî weke Mes‘ûdê mezin mafê roniya çavê gel jibîr neke, divê
ku xwîna þêxê me tim û tim ji mejiyê we bixwe, perda dilê we biqetîne,
þaþika ku di xwînê de maye, nayê þuþtin ku ne bi xwînê be. Careke
dî bi destê neviyê xwe girt, pêxwas û ser vekirî bazda, pêre bang
kir: Mes‘ûdê
min…þêxê min kuþtin…tu li kû yî..!!!?
Qamiþlo
5/6/2005 Qadir
Egîd Ebdilqadir-egid@hotmail.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org