|
Çand û terqîna çapxaneyan Avesta
Xelat girt
Qado
Þêrîn, qadoserin@hotmail.com
Navnîþan
wisa kêm e, lê ku sebr û arama we xwendevanan hebe hûn ê hêdî hêdî
bi ser raza wê ve bin. Mebesta min jî ji navnîþanê ne ku malpera
Avesta, ne çapxaneya Avesta, ne jî tiyatroya Avesta xelat girtiye, belê
mebesta min tiþtekî dine. Di
dema min hizir dikir, vê nivîsa di derbarê çapxaneya kurdî de binivîsim,
malpera Netkurd nûçeyek balkêþ di bin navê”” Lîsteya pirtûkên
2007´an ên bi kurdî derçûyî”( http://www.netkurd.org/nuce.asp?id=10300
) belav kir. Bi xwendina nûçeyê re, du pirsan xwe avêtin hizr û bîra
min; gelo çend pirtûk hêjayî çapkirinê bûn û çend jî, ji wan hatin
xwendin?. Di
derbarê lîsteyê de rêzdar Dawud Rêbiwar jî nivîsek balkêþ di bin
navê “Li ser lîsteya pirtûkên
2007'an çend gotin” di malpera Diyarname de weþandiye. http://www.diyarname.com/diyarname/index.php?option=com_content&task=view&id=1922&Itemid=1
). Di nivîsa hêja Rêbiwar de du xaleyên girîng henin: Her
wisa hêja Dawud Rêbiwar di gotara xwe de xelatan jî belav dike
û ya baþ xebitiye dide Avesta, li derveyî Avesta rast e, lê belê dibe
ku mebesta wî tiþtekî din be; Avesta xelat girt, ango Avesta Xelat çap
kir. Xelat jî bi gelek þêweyan dikare bê girtin û çapkirin, dibe þehnaziyek
be, dibe çapkirina pirtûkekê be, dibe ramûsanek germ be, dibe tiþtin
din bin, bi her hal xelat xelat e, mîna teriya seh û merovan e qet nayê
guhertin. Sed
zanayî Europa ava kirin, lê li ba me kurdan nivîskar û zanayên rastîn
ketine rêza sêyemîn, li þûna wan nivîskarên fanso û xapînok cih
girtine. Nivîskarê
bi bihayê gepa devê zarokên xwe, pirtûkan çap dike. Nivîskariya wî
qels û kêm e. Nivîsevaniya wî mîna baweriyên wî ye. Jixwe ana gelek
nivîskar(qaþo) ji kîs xwe pirtûkan çap dikin, €600 dikare merov bixîne
dîrokê û li kêleka A. Xanî deyne. ev têkçûn dê berdewam bike tako
poz biþewitin. Jixwe her kes dizane ku ev yek pirtûk û çandê bê nirx
dikin. Çanda erzan belav dikin. Çanda ku li ba kê €600 hebe, dikare
pirtûkek xwe çap bike. Hin çapxane jî, bê pere pirtûkan çap dikin, lê
mejiyê nivîskar ziwa dikin. Di navbera her du celeban de hin nivîskar tên
dagîrkirin. Mebesta min mejiyê wan tê dagîrkirin. Encama hiþ û ramanên
wan bê nirx û hember tên dagîrkirin û pirtûka wî bê hember tê çapkirin,
mîna çapxaneya Avesta, lê îca Avesta wan pirtûkan dadixîne bazara kirîn
û firotinê. Xwezî hemû çapxane ji bo çandeke bilind bixebitin û ne ji
bo bazirganiya Euro û Dolaran. Dema Avesta(wek nimûne) pirtûkan çap dike
11 jimaran nade nivîskar, dako diyarî dostên xwe neke. Her wisa pirtûkên
gelekî bên firotin hildibijêre û çap dike, vêca dibe çapxaneya herî
baþ xebitiye û xelatan ji birêz Rêbiwar digre. Hin çapxane jî di bin
þert û mercên Tirkan de dixebitin, dema gelek hevokan dixwin. Çapxaneya
Belkî ji romana MIJABAD a Jan Dost gelek xwar. Gelo komîta lêkolîn û
nirxandina pirtûkan di ewan çapxaneyan de heye?, ku hebana dê zikê wan
li ser çanda bê xwedî biêþiya û her pirtûk bi €600 çap nekirbana.
Ji ber vê yekê ew çapxane ne û ne weþanxane ne ango tenê ji bo pereyan
dixebitin û ne ji bo çand û wêjeya kurdî. Dema
çapkirina pirtûkan dadikeve bazara kirîn û firotinê, terqîna dawî li
ser çand û weþangeriya kurdî tê xwendin. Rola hin çapxaneyan di wêrankirina
kesayetiya kurd de heye, dema edebiyata erzan û bê nirx belav dikin. Jixwe
hemû nivîskaran dixin bin yek sîwanê, sîwana €600. Ev nayê wê wateyê
ku ez li dujî çapkirina pirtûkan im, na, lê pirtûka ku li ser refikan
toz bigre çima kirî çap bibe. Pirtûk
bi €600 çap dibe, îca hin kes €600 EURO li ba wan heye lê nivîskarî
tune, û hin jî nivîskar in lê €600 li ba wan tune. Vêca roj bi roj
pirtûkên binirx û hêja kêm dibin û yên erzan û ketî pir dibin. Çapxaneyên
ku bê pere pirtûkan çap dikin, mala wan ava û xweda xêra wan jê binivîse,
jixwe dikin xêr û qencî û li ber serê dîrokê datînin, xwendina elfatîha
jê kêm e, lê ew çapxane di dûv re bazirganiyê bi pirtûkan dikin,
jixwe hemû bazirganiya bê nirx û ketî li ser piþta nivîskarê pepûk
û reben û bê biryar dibe, û gelek €600 jê qezenc dikin. Gelek ji wan
dako pirtûka nivîskarekî belaþ çap bikin devê wî didrûn û bê
biryar û helwest dihêlin. Ma tê çi wateyê ku pirtûk bê peymana di
navbera çapxane û nivîskar de çap dibe. Jixwe
ana þêweyekî nû ji çapkirina pirtûkan re di meydana çanda kurdî de
derketiye holê, nivîskara jin a xweþik û nivîskara jin a ziman dirêj
û þêrîn. Xwediyên çapxaneyan têkiliyan bi nivîskara xweþik û xwîn
þêrîn re datînin û çapkirina pirtûka wê pêþniyar dikin. Û nivîskara
þelaf û ziman xweþ û seksî, bi zimanê xwe yê xweþ û þêrîn dikare
pirtûka xwe bi Emerîkiyan jî bide çapkirin, îca kurdên li ser jinan
dimrin. Bi bihaneya çapkirina berhemên jinan, gelek jin li ser serê me û
çanda kurdî bûn Anakonda û kes nema dikare ji wan re bêje; siya we xwar
e.. Weþanxaneya
Avesta ji Ezîz Xemcivîn û Nezîr Palo re eþkere kir, ku helbestan çap
nakin, ziyana madî dibîne. Lê belê me dît ku ji helbestvanên jin re çap
dike; mîna Axîn Welat, Lorîn S. Dogan, Fatma Savci, Vînos Fayiq, Jana
Seyda û Xelat Ehmed. Dêmek ku helbestvanên jin mêr bana ji wan re çap
nedibû, vêca jinan gerek helbesta xwe danexistibana vê radeyê û ev yek
nepejirandana. Dibe ku hin ji wan ne helbestvan in jî, lê ji ber ku jin in
çap bûn, ew wek jin hatin çapkirin û ne wek helbestvan û nivîskar. Li
gel ku hin ji wan nivîskar û helbestvan in bilind in jî, lê di bin navê
berhemên jinan de þaþ e, naxwe çi jin be ji wan re berhemnan biþîne
dikarin çap bikin, bê ku binirxînin hêjayî çapê ne an na. Min
ji bo vê nivîsê têkilî bi hin dost û hevalên nivîskar ji rojava û
bakur re danî û lêkola. Hinan gotin Avesta pirtûkan bê peyman çap
dike, gelo ev tê çi wateyê? Dako nivîskar bê biryar bimîne û çi çaxa
Avesta bixwaze pirtûka wî nivîskarî çap bike û bifroþe, mafê çapê
ji Avesta re parastiye.. Hin jî ji bo deryê wan li deryan negere rûpelan
bê þêwra nivîskar dixwin. Pirtûk bi þert û mercên çapxaneyan çap
dibe û ne bi ya nivîskar. Bi tevayî weþangeriya kurdî berevajî ya cîhanî
dixebite, di vê xirecirê de nivîskar bê nirxe, bê tiþtek e, cirîd hemû
li ser piþta wî dibe. Hinek dikin û hinek dixwin. Di
encama lêkolîna xwe de ya ku min bi gelek dostên nivîskar re kir, ji wan
nivîskarên ku pirtûkên xwe bi pere û bê pere çapkirine, ez giham hin
encaman; -
Hemû çapxane bê lêkolîn û nirxandin pirtûkan çap dikin. -
Bê peymana di navbera nivîskar û çapxaneyê de pirtûka nivîskar çap
dibe. Dako di dûv re bi hevoka”” mafê çapê ji çapxaneyê re parastîye””serî
li nivîskar bigerînin. -
dema nexwazin pirtûka te çap bikin, dibêjin: Ji ber ku xwendevanên zimanê
kurdî kêm in û ew ziyanê dibînin, ew pirtûka te çap nakin. -
Helbestan çap nakin. -
pirtûk bi €600 çap dibe. -
Pirtûka bê firotin tê çapkirin. -
Têkiliyeke bêrêzî, kelevajî, tahl û bi pozbilindî bi nivîskar e tê
kirin, bi taybetî çapxaneya belaþ pirtûkan cap dike. Nimûne; Nezîr
Palo pirtûka xwe ji bo çapê ji Avesta re hinart, ne bersiv hat û ne jî
çap bû, gelekî dereng ma, piþtî lêpirsînê Avesta bê silav û milav
û etekêta rêzgirtinê ev bersiv da helbestvanê me: helbest
li ber destê me pir in, û em nikarin çap bikin. Her wisa xwediyê
Avesta navnîþana þaþ dide helbesvan Ezîz Xemcivîn dako pirtûka wî
negihê ber destên wî. -
Avesta tenê helbestên jinan çap dike. Helbestvanên mêr STOP. ku
A. Xanî Mem û Zîna xwe di vê demê de binivîsanda, çap nedibû. Pêdiviya
her çapxaneyê bi komîteke lêkolîn û nirxandina pirtûkan heye, ku ew
komît tune be dê gelek pirtûkên erzan û ketî belav bibin, dê gelek rûpelên
qedexe li gor sistema dewletê bên avêtin, dê keda nivîskar bê xwarin. Li
gel her tiþtî, her kêmanî û astengiyan, çapxaneyên bakur roleke girîg
û dîrokî di weþandina çand û pirtûkên kurdî de, dilîzin. Bi xêra
wan pirtûkxaneya kurdî tije û dewlemend dibe. Lê rola moxil û bêjingan
jî di dûv re tê û pirtûkên tozgirtî ji yên perpitî didin alî. Li
Rojava çapxaneyên kurdan tune ne, nabe kurd çapxaneyan vekin, ku hat û
kurdekî çapxaneyek bi erêya muxaberatan vekir, ji mafê wî ye tenê kertên
semawendan çap bike. Ji ber vê yekê em kurdên rojava destên xwe li ber
deryê çapxaneyên birayên aliyê din vedikin û xwe li ber dengê wan
sernixûz dikin dako pirtûkek me çap bikin. Lê ez bi pereyên ku ezê pê
Biskilêtekî ji Adaro re bikirim pirtûkan çap nakim û bi þert û mercên
çapxaneyan re nadim ser riya berjêr û þayîk. Û hûn sax… 28.01.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org