Qado Þêrîn

Nirxandina Tirsa bê diran,

bi du çav û du hestên cuda

lêkolîn

 

Tirsa bê diran, tirs .. tirs .. tirs, gotina pêþî tirs e, her wisa gotina dawî jî tirs e, di navbera her du gotinan de 182 rûpel hene, di derya van rûpelan de çi bi serê min wek Qado tê, çi bi serê te wek Mûsa tê û çi bi serê we wek Simko tê, ma ji bilî tirsê çî din heye û çi dê bê serê me, tirs ko dikare bi xweþî û hesanî merovan daqurtîne, tirs ne hewceyî diranaye dako merovan bicû û bixwe, ji ber dikare merovan sax daqurtîne, ma merovê tirsonek dikare çi bike?!, zendî be, mirî be wek heve. Ji roja ko insan bûye ditirse, jixwe ko tirs nebiwa dê çi rewþa jiyan û dinyayê biwa?, insan ji Teba ditirsiyan, jiber ko Teba ew dikuþtin û bê cûtin dixwarin, ew dikirin qetqeto, lê Teba natirsin, ji ber ko hiþê wan tune û cudahî di vir deye, Teba bi diranin û tirs bê dirane, lê herdu dikarin merovan bikin qetqeto û wî tune bikin, jixwe mêrê netirse ne mêr e, merovê tirsonek bê projeye, û nikare hemû hêvî û xwestekên xwe pêkbîne,.naxwe Tirs Teba ye, ew tebayê ko em tim û tim pêrgî wî tên û pê nikarin.

Di romanê de Kalo û Tûtino jî natirsin, ji ber ko aqilsivik in. Tûtino þûrê darikî wek simbol di destan de tim bilind kirîye, û Kalo jî civat û axaftina di derbarê serhildana Ubêdulahê Nehrî û serpêhatiyên kurdan tim li dar e, her du natirsin ji ber ko hiþê wan wek jêdera danasîna her tiþtî kêm û sivike, merovê aqilsivik(dêhn) û teba di hin tiþtan de mîna hev in.

Tirsa bê diran, romana nivîskarê kurd Helîm Yûsiv e, di dema dawî de hate belav kirin, roman 182 rûpel e, sê kesên sereke rola lehengiyê têde dilîzin, ta radeyekê yek ji yê din bêhtir, Mûsa yê ko di gelek beþan de bêjere, Qado û Simko. Nivîskar her kesekî rolekê davêjer ser milê wî, jixwe ji ber ko ji biçûkanî de dost û hevalên hevûdu ne, gelek tiþtên hevbeþ di navbera wan de hene, mîna jêkirina terya lawiran. Nivîskar Mûsa dike mamosteyê dîrokê dako Saykis bi xwendevanan bide nasîn bê ka çi hiner bi serê wî wek kurdekî de aniye û çi bi herêm û welatê kurdan kiriye, nivîskar wê rolê didê dako biterqe û di London re derkeve û hewldana kuþtina Saykis bike, dema li Londinê êrîþî acinciyekî bi navê Saykis dike(wek simbol), li gel ko Saykis di R 95an de ji Mûsa re dibêje ko ewê here Londinê, di dema ko dibe wî merovê Brîtanî bi Saykisê dîrokî nebihîstibe jî, jixwe nivîskar gelekî bi kurtî li ser vê bûyerê nivîsandiye, wek merov têde dighêje ko nivîskar rola mamosteyê dîrokê dide Mûsa dako di Londin re derkeve û wê yekê bike, Saykis bikuje û tola 90 salî jê hilîne. 

Qado jî dike þêwekar ji bo ko dema bê Elmanya portrêtekê ji Anêt re çê bike û diyarî wê bike, ev wek xêza qalind, lê di wate û naveroka xwe de Qado wek þêwekar, wek merovekî ji ber tirsê revyayî, tirsê li derdora xwe çê dike, tirsa dê û bav,  tirsa malbata wî, û tirsa Anêt li ser nebedîbûna wî û hiþtina kurekî kor li dû xwe, tirsa ji xwekujtina Alêna. Nivîskar vê yekê wek bûyer tîne ziman, lê wek bandora nebedîbûna Qado nivîskar tiþtekî nanivîsîne. Di romanê de nabe bûyer wek nûçeyeke ji du-sê gotinan derbas bibe, bi taybetî bûyerên ko bi kesên sereke re dibin, nimûne; çima kurekî Kor ji Qado û Anêt re dibe, û serhildana Qamiþlo wek nûçeyeke ji bo ragihandinê di romanê de derbas dibe. Mebesta min, û li vir serhildana Qamiþlo wek nimûne ye, çilo ev bûyera mezin ko dibe sedema guhertina qedereke nû ji Qado û Mûsa re, bi wî þêweyê kurt di romanê de derbas bibe, ji bo romanekê du-sê rûpel hindikin, niha ko çîrok biwa dibû. Ji bo lawkê kor jî ko encama tirsa jiyaneke hevbeþe, ew jiyana ji du kulturên cuda tê dinyê, dibe ko tirsê lis er milê xwe hilgire û bi xwe re bibe ta bi pêþeroja xwe, ma naxwe rev ji ber tirsê tune.

Dema navnîþana romanê Tirsa bê diran be gerek her tiþt dibin siya tirsê de bê kirin û bi tirsê ve bê girêdan, kiras û xiftanekî ji tirsê lêbe, wek wate, wek bûyerên bitirs, wek axaftina bi tirs, her tiþtê di romanê de gerek tirs jê biniqutya, ta bi çûna Mûsa li ba Nataþiyan, kirina cins bi Nataþiyan re gerek bi tirs biwa,  pêþiyan ji berê de gotine; merovê tirsonek sînga spî nabîne. Di virde Qado berevajî Mûsa ye, kêlîka ku lêvên Mûsa li serê memikê Lêna ya çepê tên pêçan, dest bi girî dike û di dûv re ji Lêna re dibêje: Ez ditirsim(134). Piþtî du çixareyan dikþînin Lêna di nav tiliyên Mûsa de dibe mîna lîstokekî lastîkî ya zarokan.

 Di vir de nivîskar û li gor mijara ko di romanê de daye ser milê xwe, gihaye hevraziya nivîsandina romanê, lê çima ev yek bi kesê wî re û li vir mebesta min Mûsa ye ne wisa ye, bêguman hemû kes nabin wek hev, çi di cins debe çi jî di jiyana rojane û xuriþtî debe, lê dema ko roman di derbarê tirsê debe, gerek ta bi xwendevan bi xwe re bitirsîne, bi taybetî ew serpêhatiyên rojane û normal ko bi merovan re dibin. Ta radeyekê navnîþana pirtûkekê ji pirtûkan nikare hemû barê pirtûkê hilgire ser milê xwe.

Merovê ko romana nivîskar a pêþî Sobarto xwendibe dê gelek cudahiyan di navbera her du romanan de bibîne, dema merov Tirsa bê diran dixwîne, ji merov weyê ko hinekan bi qemçika nivîskar girtine û tivinga li ber teqînê kiribin serê wî û jê bixwazin ko zû û bilez romanê bi dawî bîne, ko tu wisa nekî bê þek tu kuþtîyî, fîþeka di tenûra tivingê de sincirî dê di serê te de sar bibe, di Sobarto de ev yek nîne, nivîskar bi bêhneke fireh romanê dinivîse û xwendevan ta dawî bi xwe ve girê dide û destûra wî nade ko deyne bê ko bi dawî bîne, xwendina wê balkêþe, bûyer û saloxî têde pirin, di Sobarto de bûyer wek nûçeyên ragihandinê derbas nabin, di her rûpelê de bûyer û tiþtekî nû û balkêþ heye, berevajî vê yekê di Tirsa bê diran de nivîskar xwendevan li xwendina romanê sar dike, dema ko bi þêweyekî berfireh û hin caran bê sûde bûyerina þirove û dirêj dike wek di rûpela 49an de, piþta xwe dide civata Kalo û Tûtino û di dûvre dîsa vedigere civatê, tenê ji bo ko li Simko rast bê, jixwe gelek gelek caran bê pilan li merovan rastê, û ev jî cihê pirsê ye, tu dibê qey merov li benda wî ne ko lê rast bên, nimûne R83, mebesta min dirêjkirina rûpelên romanê ye, nimûne R133-134, dema tu bê wate di romanê de þiroveyan dirêj bikî û bûyeran bê wate pir bikî tu romanê qels dikî, di dema ko hin bûyerên sereke di romanê de hene, wek serhildana Qamiþlo, çûna Mûsa boyî Londinê, kurê Qado yî kor, ev bûyer hewceyî firehkirinê bûn, lê nivîskar bi kurtî û wek nûçe wan derbasî romanê dike. Îca li vir û dema ko merov xwendina romanê bi dawî tîne, merov wek xwendevan pirseke serekî radestî nivîskar dike; di dema ko romana kurdî hîna bi lûs nebûye, li gel ko gelekan roman bi kurdî nivîsandine, hinek bi serketin û hin jî bi binketin, hêjayî gotinê ye ko Helîm Yûsiv di Sobarto de bi serket, gelo çi çîroka dirêj ko rûpelên wê biser 59 rûpelan bikevin, dibe roman?.

Ta bi rûpela 73an naverok û mijara romanê wek nîviþkê romanê ne diyare, di dema ko bi teknîkeke bilind û xurt tê nivîsandin, guhertina hevok û bûyerên ne sereke bi þêweyekî xurt û bilind têne nivîsandin, nimûne, di R23an de; ev miþkê dojehî, miþkê bextreþ yê ku vê dawiyê bi navê Mûsa hate naskirin ez bixwe me. Ev teknîk û þêwe ta bi dawiya romanê berdewam e, mebesta min bi zilamê çavzer e, nivîskar ji destpêka romanê de wî wek jêdera tirsê û kesekî xeyalî û nenas dide diyarkirin, kesek nizane ew kiye, çi ye, çi dixwaze, û wisa pêre berdewam dike ta bi rûpela 178an;

Ez rû bi rû bi xwe re mabûm…

Rûyê wî rûyê min bû û çavên wî çavên min bûn..

Ew, ez bi xwe bûm.

Ez bi ser çogan de, li ber herdu lingên wî, ji qam de, hatim xwarê…

 

Miþk, zilamê çavzer û Kulî, her sê jî wek simbol jêdera tirsêne, li gel ko merov dikare pêl serê miþk û Kuliyan bike û biperçiqîne, lê merov ji wan ditirse, her wisa merovê çavzer jî. Her sê wek simbol ko dikarin di romeneke di derbarê tisê de bên bikaranîn, û nivîskar ta bi radeya qateke bilind ji qatên avahiya romanê dikarîbû wan bizanebûn bikarbîne. Dema Mûsa wek Miþkekî ji diya xwe re dibe, naxwe di jiyana xwe tevî de dê wek Miþka tirsonek be, dê ji her tiþtî bitirse, her wisa merovê çavzer jî ku Mûsa bixwe ye.

Di sê beþan de, ji rûpela 75an ta bi rûpela 100, li þûna tirsê cegerdarî û mêrantiya veþartî ji cerg û hinavan dertê û li þûna tirsê cih digre, li gel ko navnîþana beþê di rûpela 75an de; Serhildana zarokên tirsê, dil dihejîne. Kesek bi tirsê hest nabe, û dema ko ew zarok zarokên tirsê bin, dema ko ew zarok ji malzaroka tirsê derketibin, çilo dê bikaribin pûtê diktatorekî birûxînin û kurê wî diktatorî serokê welat û artêþa kuliya ye. Di rûpela 157an de hevokeke xurt û bilind hatiye nivîsandin; TIRS ji her tiþtî bêtir diþibe penceþêrê. Di nîviþkê wateyê de her du baþ nêzîkî hevûdu ne, tirs û penceþêr merovan ber bi mirinê de dibin, her du merovan di livîna tirsa ji mirinê de sar, bê piroje û bê hêviya ji jiyanê dikin, îca mirin ji bo merovê bi penceþêrê pirojeya dawîye, di dema ko piroje di wê nevberê de namînin, lê ji bo merovê tirsonek piroje têkdiçin, ji bingeha xwe de nînin. Vêca zarok an jî merovê tirsonek dê nikaribe keviran dûr bavêje, ji ber ko hêza wî ya avêtinê nîne, ew merovekî têkçû û þikestîye.

Min roman bi du çav û du hestên cuda xwend, bi xwendina her pirtûka kurdî re ez wisa me, û li dawî pirsekê ji xwe dikim; gelo ta çi radeyê nivîskarê pirtûkê biserket?, nizanim nivîskar jî vê pirsê ji xwe dikin an na, ez nizanim, lê ko nivîskar wek xwendevan û rexnevanekî li berhema xwe venegere û bin çav neke, ew ê nikaribe bi gotin û afirandinê re bijî û berdewam bike, jixwe her nivîsa tê nivîsandin, ji bo xwendevanan tê nivîsandin, û ko xwendevan jê ne razî bin, bê guman ew nivîskar dê biþke .

Ne li ser her pirtûka dixwînim dinivîsînim, jixwe hin pirtûk nehêjayî xwendinê ne jî, lê hin pirtûk hene dema xwendina wan bi dawî tînim, ez di nava xwe de dibêjim; xwezî ev pirtûka min biwa, xwezî min bikarîba û bizanîba wisa binivîsanda, û ev serkeftine ji nivîskar e. Romana Tirsa bê diran jî yek ji wan pirtûka ye ko min hêvî kir ko ya min biwa, li gel ko hin rexneyên min li ser hene jî, jixwe nivîs û berhema rexne ne be ji avêtinê reye, nivîs û berhema xirecirê li ser xwe çê neke ne nivîse û ne jî dibe berhemek dîrokî.

 

17/09/2006

Holenda

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org