li
gor girêdana 01.02.1997an
§ I
1)
Navê komelê "Navenda P.E.N a Kurd k.
n.[1]
" e. Ew endamê P.E.N.a Navnetewî ye. Rûniþtina wê li bajarê Kölnê,
li Komara Elmanya Federal e, û di dadgehê de komeleyeke navnivîsî ye.
2)
Li gor gota zagona bacdayînê, beþê "nizimkirina baceyan ji bo hin
mebestan", komele tenha û yekser ew mebest ji xwe re kirine armanc, yên
ku berjewendiya wan ji bo giþtiya civakê ye.
3)
Armanca komelê bipêþvebirina çand, û berî hertiþtî ziman û wêjeya kurdî
ye. Ew pirekê dinavbera çanda elmanî û çanda kurdî de ava dike. Ew ji bona
wê yekê ye, ku ew hemû wan nivîskaran li hev bigihêne hev, yên ku dixwazin
di nav wê de cih bigirin; bi taybetî jî ew nivîskarên kurd, yên ku li
Komara Elmanya yekgirtî li koçberiyê dijîn.
4)
Armanca rêbêzê bi taybetî bi wê tê pêkanîn, ku dan û standineke
navnetewî dinavbera nivîskaran de li gor hiþê daxuyaniya P.E.N.ê
(P. E. N.-Charta) were kirin, ev jî di riya lidarxistina komcivînên
zanistî, amadekirina bernameyên lêkolînan, û ku karên lêkolînerî
werine spartin.
§ II
1)
Komela "Navenda P.E.N.a Kurd k. n." di xebata xwe de komeleyek e, ne
li ya xwe bi xwe digere. Ew berî hertiþtî ne li berjewendiyên xwe yên aborî
digere.
2)
Alavên diravî yên komelê tenê diber armancên rêbaza wê de têne bikaranîn.
Diravên ku bi ser bikevin, li endaman nayêne levakirin. Ji alavên diravî yên
ku wekî din jî ji komelê re werin, tiþtek nagihe endaman. Nabe diravên ku
di ber komelê de têne dayîn, dûrî armancên rêbazê bin û bikevine ber
berjewendiya tukesî de; yan jî nabe ku mirovekî ku,
-di ber armancên komelê de jî- xebatê bike, hewqas diravan bigire, ku
newekeheviyeke mezin di nav wan diravên ku ew digire û diravên ku ji komelê
re tên de, hebe.
§ III
1)
Endamên Navenda P.E.N.a Kurd li Komara Elmanya Yekgirtî karin hemû nivîskar,
wergêr, rojnamevan, çapder û weþênerên bin, yên ku di warê dadî de hiþmend
in. Li ser wergirtina endaman komîteya birêvebir biryar dide. Mercên
wergirtinê ev in:
a)
Pejrandina ramanên bingehîn yên Navenda P.E.N.a Navnetewî, ev jî bi destnîþankirina
daxuyaniya P.E.N.ê (P.E.N. - Charta).
b)
Nivîsîn û derxistina karine wêjeyî yên giranbiha bi zimanê kurdî, elmanî
yan bi hin zimanên din.
2)
Piþtgirên Navenda P.E.N.a Kurd, kesên dadî[2]
jî, yên ku ji bo armancên wê dikevine kar û dixwazin piþtgîriya xebata wê
bikin, karin li gor biryara komîteya birêvebir weke "heval" werine
girtin. Weþanên Navenda P.E.N.a Kurd ji wan re diçin û ew li hemû komcivînên
navendê amade dibin; belê mafê wan yê dengdanê nîn e, û nikarin werine
hilbijartin.
§ IV
Daxwaznameya
endametiyeke nû, ya ku ji komîteya birêvebir re tê hildan, divê ji du endamên
P.E.N.ê ve hatibe destnîþankirin. Di daxwaznameyê de divê kesaniya wî
mirovê ku dixwaze bibe endam ji aliyê bikêrhatin/qencî[3]
û desthilata wî ya wêjeyî ve hatibe ronahîkirin. Piþtî wergirtina
daxwaznameya endametiyê ji rexê komîteya birêvebir ve, divê xwediyên
daxwaziyên nû bi nameyeke giþtî ji hemû endaman re werine pêþniyarkrin.
Gava endamek bixwaze li dijî pêþniyara daxwaziya endametiyeke nû derkeve,
divê ew lidijderketina wî li ser bingehên sedemine rêbazî be, û di nava 4
heftiyan de ji komîteya birêvebir re hati be þiyandin. Piþtî vê yekê wê
endamên nû bi nameyekê werine agadrkirin, ku va ye, endametiya wan hatiye
pejrandin. Hat û daxwaziyên endametiya nû ji komîteya birêvebir ve yan jî
ji endaman ve nehatine pejrandin, hingî xwediyên wan dikarin piþtî salekê
daxwazên endametiya xwe ji bo biryar li ser wan were girtin, dîse pêþkêþ
bikin. Jinûvepêþkêþkirin çêdibe.
§ V
Hat
û endmekî Navenda P.E.N.ê ji rêbaz û ramanên bingehîn derket yan jî bi
karina rabû, yên ku ziyanê digihênin nav û dengê P.E.N.ê, hingî kongire
dikare biryarê bigire û wî endamî ji nav P.E.N.ê derxe. Ji derveyî vê
endamek dikare bi daxuyaniyeke nivîskî xwe ji nav P.E.N.ê bikiþêne.
§ VI
Endam
diravên endametiya xwe ya salane didin. Bilindayî û awayê dana diravên
endametiyê komîteya birêvebir vedibire.
§ VII
Desthilatiyên
Navenda P.E.N.a Kurd kongire û komîteya birêvebir in.
§ VIII
2)
Endamên komîteya birêvebir ji kongire ve ji bo dema sê salan têne
hilbjartin. Hilbjartin
bi vî awayî ye:
-
di hilbijartineke cida de serek bi piraniya dengên çê tê hilbijartin.
-
Her çar endamên din yên komîteya birêvebir di yek hilbijartinê de têne
hilbijartin.
Cihên
berpirsiyariyê di nava herçar endamên komîteyê de bi xwe li gor bilindayiya
hijmara dengên ku her endamekî li ser xwe kom kiriye, tên levakrin, belê ev
cihên berpirsiyariyê dikarin piþtre di civîna pêþî ya komîteyê de ji nû
ve bêne hilbjartin. Endamên hilbijartî heya lidarxistina kongireyekî dî di
berpirsiyariyê de dimênin. Hat û endamekî komîteyê berî dema xwe ji nav
komîteyê çû, hingî komîteya birevebir bidembiwarî endamekî cihgir
hildibjêre, heta ku kongirê nû were lidarxistin û komîteyeke nû were
hilbijartin.
§ IX
1)
Komîteya birevebir ji kongire re raporta kar û barên sala xebatê ya bihûrtî
pêþkêþdike.
2)
Kongire bi kêmayî salê carekê tê lidarxistin. Divê endam bi hindikayî berî
30 rojî bi nivîsîn li ser wê hati bin agadarkirin. Komîteya birêvebir
dikare, çi dema ku zanibe pêdivî heye, kongireyekî ji hemû endaman re
lidarbixe. Wekî dî kongire tê lidarxistin, gava çariyek ji hemû endaman bi
nivîsîn vê yekê bixwaze. Rojeva kongire gerek e pêrepêre were hiþkerekirin.
Gava daxwaziyek hebe, ku xaline nû bikevine rojevê, divê ew berî 21 rojî
berî kongire ji komîteya birêvebir re hatibin þiyandin. Hat
û hinek xalên nû ketine ser rojeva kongire, divê agadariya endaman bi wan
were kirin; nabe ev agadrî, ku herî dereng bikeve, sînorê heftiykê berî
kongire bibire.
3)
Kongire dibe xwedî biryar, gava piraniya hesanî ji endaman amade be.
Gava
kongire nikaribe bibe xwedî biryar, di nava 6 heftiyan de kongireyekî didiwan
bi wan xalên rojeva kongirê berê bi xwe tê lidarxistin. Ev kongirê didiwan
hingî bê giraniya hijmara endamên amadebûyî dibe xwedî biryar. Rê li ber
komîteya birêvebir vekiriye, ku ew bihêle, gava hin rewþên taybetî pêdiviyê
peydebikin, ku dengdan li ser girtina biryaran bi nivîsîn were kirin
4)
Nameya agadarkirina lidarxistina kongire, ya ku ji endaman re diçe, ji yek
endamê komîteya birêvebir ve tê destnîþankirin.
5)
Kongire bi piraniya hesanî ya dengên
endamên amade hemû pirsgirêkên ku derdikevine holê vedibire. Girtina
Biryaran, guhertina rêbazê û mebestên komelê, herwekî nemana wê bi
piraniya dengên dido ji sisiyan ji endamên amade tê kirin.
6)
Kongire komîteya birêvebir dihêzêne[4],
ku ew arîkariya diravî ji Navenda P.E.N.a Kurd re werbigre. Ev arîkariya
diravî divê ji komîta birêvebir ve di protokelekî taybetî de di bin mercên
dana arîkariyê de were nivîsîn.
7)
Li ser kongireyan divê protokol werine girêdan û ji serek û cihgirê wî ve
werine destnîþankirin.
8)
Endamên ku di yek demê de endamên hin P.E.N.ên din jî, dikarin tenê di yek
P.E.N.ê de hilbijêrin û werine hilbijartin.
§
X
Gava
komele jihevbiweje yan were rakirin yan jî ew mebsta ku komele jêre hati bû
avakirin, nemêne, semiyanê komelê dibe para karmendiya çandê ya bajarê Kölnê.
Ev karmendî jî dikare vî semyanî yekser û tenha ji bo mebestên civakî yên
giþtî yan jî ji bo mebestên xêrxwaziya dêran bide bikaranîn.
Ji
dêla komîteya birêvebir:
-------------------------------
Dr. Zerdeþt Haco
-------------------------------------Haydar Iþik
========================================================
Wekheviya
gota vê wergerê ji zimanê elmanî ser bi zimanê kurdî li gor zanîn û ûjdanê
xwe ez destnîþan dkim:
--------------------------------------------------------
(Dr.
Zerdeþt Haco) - Bremen, 17.11.1997
========================================================
========================================================
Piþniyar
ji bo guhertina rêbazê
ji
rexê Dr. Zerdeþt Haco ve ji civîna salane re, ya 07.02.1997an hate
pêþkêþkirin:
Pêþniyaz
ji bo guhertina rêbazê
(Ev
pel bi nameya "Vexwendin"ê re ji endaman re diçe)
Ev
pêþniyazên han ji bo guhertina rêbazê ji endaman re diçin, da gengeþî li
ser wan were kirin û di kongireyê 07.02.1998an de biryar li ser wan werin
girtin.
§
I xala 3
-
Kevin: ... Ew
pirekê dinavbera çanda elmanî û çanda kurdî de ava dike.
-
Nû: ... Ew pirekê dinavbera çanda
elmanî û çanda kurdî de ava dike, herwekî ew girêdanekê bi hemû çandên
cihanê re dideyne.
-
Kevin: ... yên
ku li Komara Elmanya yekgirtî li koçberiyê dijîn.
Nû:
... yên ku li Kurdistanê, li
Komara Elmanya Yekgirtî yan li hin welatên din li koçberiyê dijîn.
§
IV :
Piþtî:
"Jinûvepêþkêþkirin çêdibe".
Gerek e, ev bikeve ser:
Ji
bo endametiyê ev rê jî heye, ku daxwaznameyên nivîskî ji kongire re werine
pêþkêþkirin. Heke kesek ji endamên
amade li dij derneket, hingî xwediyê wê daxwaznameyê dibe endam. Gava
endamek li dij derkeve, ew dikare sedemên lidijderketina xwe di nava 4 heftiyan
bi nivîskî bide. Gava di nava vê demê de lidijderketin negihe, hingî xwediyê
daxwaznameyê dibe endam û komîteya birêvebir wî bi nameyekê agadrdike.
§
X
Kevin:
... semiyanê
komelê dibe para karmendiya çandê ya bajarê Kölnê. Ev karmendî jî dikare
vî semyanî yekser û tenha ji bo mebestên civakî yên giþtî yan jî ji bo
mebestên xêrxwaziya dêran bide bikaranîn.
Nû:
... semiyanê komelê dibe para
karmendiya çandê ya bajarê Kölnê. Ev karmendî jî dikare vî semyanî
yekser û tenha ji bo mebestên bernameyên çandî elmanî - kurdî bide
bikaranîn.