AMEDYA

                   Receb Dildar

 

Dilopek ji hêsirên çavên te bû

Min bi serê rêyan xist,

Di deryaya diristanan de

Jar û pêxwas

Bi beza bayê re ketim pêþbaziyan,

Rastî frînekên naskirî dihatim

Rê li min dibirrîn

Dewran li min qelibî

Qamçiyên îxaneta reþ þaqiyan

Li ser sînga min.

 

Dem û demsalan

Rehên xwe di bîrên bêbinî de veþartin

Rêvî tev gihîþtin qonaxên xwe,

Ez hesreteke bi jan im

Li ser rêya te diperpitim,

Pêlên li hev diqelibin

Bi sebra teyrê sîmir

Bi dû keviyên te ketine,

Dilekî birîndar

Di nav sînga xwe de

Defa hewarê dilorîne,

Ne karê salan e,

Wê vê çîrokê

Dîrok binivîsîne

Amedya...

 

Rastî miriyan dihatim

Kirasên spî kiribûn al

Tevî sêdarên xwe dimeþiyan,

Axînên di dil de mayî

Dibûn topên bêdengiyê

Li ber bedenên te diteqiyan,

Lal bûbûn derwêþ

Ji bo stranên dilþewat

Pêlik dikutan sînga ezman,

Lal bûbûn erbane

Bi cizbê diketin kevirên reþ

Di malzarokan de pitik dihanîn îmanê,

Lal bûbûn dayikên porkur

Kezeb disincirandin

Li ber bayê bakur

Û

Li ber bircên bilind

Min xwêdana xwe

Bi gulebaranên qirêj paqij kir

Amedya...

 

Min bi rojê sond xwar

Li ser çiyayên bilind,

Min bi navê te sond xwar

Bi qewlê bav û kalan,

Ez ê çirayên xwe netefînim

Li kolanên stûxwar,

Bi kulîlkên dora kaniyan

Birînan derman dikim,

Lorîna dengê te ye

Min li piya dihêle,

Þewqa beþna te ye

Min ciwan dihêle,

Bihar bangî min dikin

Kel dide xwîna min,

Bi bîhna te jîndar in

Çivîkên ruhê min,

Min tacekê çêkir

Ji beybûnên dilê xwe

Ez ê li ser porê te deynim

Amedya...

 

Stêrkên ji porê te diweþin

Rêçên kadizan amade dikin

Ji bo simên zêrîn,

Hespên þînboz dibezin

Li zeviyên tije hêvî,

Bi alên agir dimeþin

Lehengên gurçikpola,

Keskesor dibiriqin

Di þevên reþ û tarî de,

Tîrêj bangî min dikin

Kel dide xwîna min,

Ronahiyeke ji rengê te me

Bi bayêbezê li dû te me,

Di þefeqa sor û þîn de

Di zayina roja evîn de

Ez ê rûyê bi xêlî

Bi tîrêjên pîroz

Tewaf bikim

Amedya... 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org