|
Êzdîyatî,
Zerdeþtî, Med, Kawa û Newroz Receb
Dildar “Heta
ku þêr bigihîjin dîrokzanên xwe, wê
kitêbên dîrokê pesnê nêçîrvanan bidin” Gotineke pêþiyan ya Afrîkî Ez dixwazim nivîsa
xwe bi peyveke Mehrard R. Izady
dest pê bikim. “ Ev rewþenbîrên
Kurd, ji ber ku dînê “aryen”abû û
nivîskarên Alman ev dîn mezin dikirin
bi farezîyên xelet, Êzdîyatîyê wek þaxeke Zerdeþtîyê didîtin.”
Li ser vê mijarê Izady di gotareke xwe ya din
de wisa didomîne: “Zerdeþtîyê di
nava nufûsa Kurda de girseyeke ku meriv dikaribe qal bike peyda nekir ”
Ji ber ku ez jî di vê bawerîyê de bûm, min xwest di vê qadê de gengeþîyekê
çêbibe û rewþenbîr xwe hinekî zelal bikin. Ez ji birêz Can
Þeker re spas dikim ku beþdarî vê gengeþîyê bû. Min di nivîsa xwe ya yekemîn a bi navê Êzdîyatî û Zerdeþtîyê de bal kiþandibû ser çend xalan, ew ev bûn: - Dînê Kurdan ê kevn Êzdîyatî ye. - Êzdîyatîyê bi Þêx Adî dest pê nekirîye, kokên wê di destpêka însanîyetîyê de ne. - Bawerîya Zerdeþt di nava Kurdan de belav nebûye. - Zerdeþtî di nava Farisan de belav bûye û wek dînê wan hatîye naskirin. -
Êzdîyatî û Zerdeþtî du dînên ji hev cûda ne. Êzdîyatî ne
berdewamîya Zerdeþtîyê ye. Birêz Can Þeker nivîsa min nirxandibû û bal kiþandibû ser çend xalan: - Zerdeþtî dînê Kurdan e û Avesta bi zimanê Medî hatîye nivîsandin. - Zerdeþt Êzdîyatîyê reform kirîye û dînê Zerdeþtîyê saz kirîye. - Faris nebûne Zerdeþtî. - Di nava herdu dînan de dan û stendin çêbûye. - Di Zerdeþtîyê de zor û zixt tune ye. -
Ji xwe Êzîdî dibêjin em Zerdeþtî ne. Ez dixwazim li ser
gotara birêz Can Þeker gengeþîyê bidomînim û hinek pirsên nû bikim.
Þeker di nivîsa xwe de wisa dibêje “ Ger
ku Sasanî Kurd bin, ola wan Zerdeþtî be û yek îddîa bike ku Kurd tu
car nebûne Zerdeþtî…” Ez
bawer dikim, min di nivîsa xwe de ne gotibû Sasanî Kurd in, lê min gotibû
dînê wan ê fermî Zerdeþtî bû. Ji ber vê yekê jî zerdeþtîbûna
Sasanîyan ne zerdeþtîbûna Kurdan e. Divê pêþîyê meriv kurdbûna
Sasanîyan bide îspatkirin. Þeker wisa didomîne:
“Dildar behsa Medan-babpîrên Kurdan- ku împaratorî ava kirine nake ku
ola wan jî Zerdeþtî bûye…împaratorê Medan Astîyag e ku…”
Ez ne di wê bawerîyê de me ku Med Zerdeþtî bûne, Dînê Medan
Êzdîyatî bûye, Zerdeþtan li wan darbe çêkirine Astyages kuþtune û dînê
dewleta nû kirine Zerdeþtî , di vî warî de Izady di berhema xwe ya bi
navê “Kurd-Kitêbeke ber destan” de wisa dibêje: “Bi darbeyeke ku Astyages ne li bendê bû, desthilatdarîya împaratorîyê
ket destê nevîyê wî yê nîv-faris ku ew avakarê împaratorîya Ahamenî
Krûþê mezin bû. …Piþtî ku Darîus hat serî, dewletê kir dewletekî
Faris û dînê wê yê fermî jî kirin Zerdeþtî”
Bi
awayekî eþkere û pirr zelal xuya dike ku berî Darîus dînê dewletê ne
Zerdeþtî bûye, piþtî ku Med têk diçin û dewlet dikeve destê Farisan
Zerdeþtî bi ser dikeve û dibe dînê dewletê. Wek ku herkes dizane
Roj li cem Êzîdîyan pîroz e û hîna jî bi Þêþems sond dixwin. Îcar
di dîroka Medan de bûyerek girîng heye ku Êzdîyatîya Medan îspat
dike. Gava Med di serokatîya
Keyakser de, di sala bz.585an diçin ser Lîdyayê û li Rojhelatê Anqereyê
li ber çemê Kizilirmakê dest bi þerekî mezin dikin Roj tê girtinê,
Medî stûyê xwe xwar dikin û dev ji þer berdidin. Bawer dikin ku Roj vî
þerî qebûl nake û naxwaze xwîn birijê. Herdu alî aþtî çêdikin.
Kralê Lîdyayê keça xwe ya bi navê Aryenîz dide Astyagesê kurê
Keyakser û bi wî awayî li hev dikin. Bi her awayî eþkere
û zelal e ku piþtî ku dewleta Med xeradibe
dikeve destê Farisan û pîþtî ku di ser hatina Îskenderê Mezin
re 400 sal derbas dibe û dewleta Farisan bi navê Sasanîyan ji nû ve ava
dibe dînê wan ê fermî Zerdeþtî ye.
Ew rewþ gotina birêz Can Þeker a “gelek
lêkolînvan dibêjin Faris tu car nebûne Zerdeþtî” pûç dike. Ez hinek jî
dixwazim li ser gotinên Þeker ên wek “
Bêyî Zerdeþt û Zerdeþtîyê kurd nikarin bêjin Newroz mîrata bav û
kalên me ye…..Bila tu Kurd nebêje em xelk an neteweyek in… ” Bi
rastî tiþtekî ecêb û seyr e ku hebûn û tunebûna Kurdan bi Zerdeþtîyan
û Avestayê re tê girêdan. Gelo
wek ku birêz Þeker dibêje Avesta bi zimanê Medî hatîye nivîsandin?
Dahakê di Avestayê de tê qalkirin gelo kî ye? Têkîlîya Avesta û
newrozê çi ye? Kawa kî ye? Di van mijaran de jî
divê hinek ezber bên xerakirin. Di Avestayê de çi hatibû nivîsandin em
nizanin l ê wek ku Birêz Þeker dibêje ne bi zimanê Medî, tê gotin ku
Avesta bi zimanê Pehlewê hatibû nivîsandin. Gava Îskenderê Mezin bz di
330an de paytextê Ahamenîya zeft kir û nushayên Avestayê dan þewitandin,
Avestaya kevn ji holê rabû. Avestaya nû piþtî 400 salî di dewra Sasanîyan
de ji nû ve hat nivîsandin. Îcar di Avestayê
de, kesê herî xerab Azhî Dahak e, ew jî kralê Medan ên dawî Astagyes
bi xwe ye. Gurdal Aksoy di berhema xwe ya bi navê “Newroz,
çîrokek an dîrokek” De digihîje vê
encamê “ Bîyografîya kral Krûþ ku Astyagesê kralê Medan ji ser text
daxistibû û ji alîyê dîrokzanên Ermenan ve wek Azhî Dahak dihat nasîn,
piþtî mirina wî, di hiþmendîya xelkê de bi mîtolojîyên kevn re bû
yek û karakterê mîtîk ê bi navê Kawayê hesinker hat afirandin.”
Dîsa Gurdal Aksoy di berhema xwe de wisa didome “Meriv
dikare di dewra Sasanîyan de rastî þopên Kawayê Hesinker were ku di
Avestayê de þopa wî ji binî de tune ye. Di nava demê de çîroka Kûraþ
karakterê Kawa afirandîye.” Tespîta Îzadî jî di vî warî de wek
Aksoy e. Îzadî jî wisa dibêje “Azhî Dahak kralê Medan ê dawîn e û di dînê Zerdeþtî de navê
kesê herî xerab e.” Wisa eþkere dibe ku Avesta li ser têkçûna
Medan (Astayages- Azhî Dahak) û Biserketina Farisan (Krûþ) hatîye nivîsandin
an jî li hember Yezdanîyan biserketina Zerdeþtîyan. Tiþtên ku heta
niha li ser Avesta, Kawa û Newrozê hatine gotin em ji çavkanîyên
Farisan fêr bûne. Çavkanîya ku me herî zêde þopandîye jî Þahnameya
Fîrdewsî ye. Tiþtên ku em ji wan fêr bûn, me kir wek dîroka xwe û ji
xelkê xwe re got. Mesela Newrozê gelek kevn e, têkîlîya wê û Zerdeþtîye
paþê ye. Di nava xelkên Rojhelata Navîn de ji berê de wek sersal hatîye
pîrozkirin. Di nava demê de rolên sîyasî li newrozê hatine barkirin. Birêz Þeker dibê
“Zerdeþtî oleke mirovahî ye. Zor û zixt tu car nehatîye dîtin di
Zerdeþtîyê de” Ne hewce ye ku em vê mijarê vekin, çimkî dîroka
Sasanîyan tev de zilm û zor e. Ez ê ten ê mînakek bidim: Zerdeþtîyeke
Ortodoks heye ku navê wî Hasro Anûþîrevan e, him xelef him jî kurê
Kral Kavad e, tê gotin ku komkujîyên nayên gotin li ser Mazdekan
ceribandîye û bi ser ketîye. Ez nivîsa xwe
dixwazim bi du pirsên din biqedînim. Gelo wek ku birêz Þeker dibêje
sembola ser ala Kurdan a Zerdeþtan e an Roj e ku di her dewrê de li cem Êzîdîyan
pîroz e? Gelo kîjan zana û rîspîyên Êzîdîyan dibêjin em Zerdeþtî ne bi rastî pirr meraq dikim?
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org