|
Êzdîyatî
û Zerdeþtî Receb
Dildar “Þêx Adî û Tawisê Melek û Êzî yek in Hûn maneya ji yekê nekin Ew zû mirazan hasil dikin”(Ji qewla kanîya maran) Li
ser zanîna dînê Êzdîyatî û Zerdeþtîyê li bakurê Welat tevlîhevîyek
heye, meriv bi rastî bibêje ev tevlîhevî di nava xelkê de tuneye, tevlîhevî
di mejîyên kesên ku bi sîyasetê re têkildarin de heye. Çimkî nasîna
Zerdeþtîyê di demeke nêz de ketîye nava Kurdan, kesên sîyasî wek ola
Kurdan a kevn lê xwedî derketin û bi wî awayî propaganda kirin. Lê Êzdîyatîyê
xelk zane û hîna jî dînê gelek Kurdan Êzdîyatî ye. Ji ber ku sîyasîyên me propaganda Zerdeþtîyê kirine, aniha fikirek di mejîyê xortên me yên nû rabûne de bi cî bûye û dîbêjin qey dînê Kurdan ê kevn Zerdeþtîye û Ezdîyatî jî dewama wê ye an herdu dîn gelek nêzî hevdu ne. Divê meriv bersîva vê pirsê bide, bi rastî jî bav û kalên me berî ku bi darê zorê bûn musulman bi kîja dînê bawer dikirin. Em tev de dizanin ku Êzdîyatî li ser axa Kurdîstanê bawerîyeke gelek xurt bûye û heta aniha jî didome. Ya bawerîya Zerdeþtî? Kurd bûne Zerdeþt an na, an jî çend Kurd wek ku bi Mishefa Reþ sond dixwin li ser Avestayê sond dixwin. Bi bawerîya min herçiqas dînê dewleta Sasanîyan ê fermî Zerdeþtî bûye jî lê tu carî kurd nebûne Zerdeþt û dînê Zerdeþtîyê qebûl nekirine, dibe ku li hinek heremên biçûk bi darê zorê bi wan dabin qebûlkirinê. Lê îstîsna rastîyê xera nake. Eger hinek eþîr bûbûna Zerdeþt wê aniha nevîyên wan jî hebûna an wê di dîrokê de þopeke wan hebûna. Þeref Xan di Þerefnameyê de navê Êþîrên Êzîdîyan yeko yeko dijmêre lê behsa yek eþîreke Zerdeþtî jî nake, çimkî di nava kurdan de Zerdeþtî tune bûne. Dîsa lêkolînvan û dîrokzanê mezin Mehrard R Izady (Kurd-Kitêbeke ber destan) di kitêba xwe de gava navê dînên Kurdan dijmêre ji xwe qala navê dînê Zerdeþt jî nake. Zerdeþtî her çiqas dîneke xelkên Arî be jî zêdetir di nava Farisan de belav bûye û heta Hindîstanê çûye. Lê Êzdîyatî li ser axa Kurdîstanê rastîyek e, çimkî di nava Kurdan de bawerîya herî kevn Êzdîyatî ye û heta zemanê me jî hatîye. Kurd Êzîdî bûne, ji bo vî tiþtî ne hewce ye ku kesek li çavkanîyan bigere, gava Kurdekî li çend bavê xwe bikole yê çara nebe jî wê di bavê xwe yê pênca de rastî Êzdîyatîyê were. Bi ya min þaþîyeke pirr mezin jî ev e: Hinek dibêjin piþtî musulmanî bû desthilatdar, Zerdeþtî û musulmanî tevlî hev bû Êzdîyatî derket holê. Ev kes dixwazin Êzdîyatîyê bigihîjin Zerdeþtîyê û Êzdîyatîyê bi Þêx Adî bidin dest pê kirin. Ji bo em ji vê nezanî û tevlîhevîyê xelas bibin divê em berê xwe bidin rewþenbîrên Êzîdîyan. Gelo Êzîdîyên ku li ser dîroka xwe nivîsandine û serê xwe bi vê pirsê re êþandine li ser vî tiþtî çi dibêjin divê meriv hinekî guh bide wan. Di vî warî de kesên wek Kemal Tolan, Pîr Xidir Suleyman, Tosinê Reþîd, Eskerê Boyik, Mehrard R. Izady, Xelîl Cindî, Bedelê Feqîr Hecî li ser dînê Êzdîyatîyê berhemên giranbuha afirandine. Lê hinek kes bi pirranî jî kesên ku bi sîyasetê ve têkildarin di þûna ku guh bidin van camêrên hêja, guh dane sloganên ku ji wan re xweþ hatine û xwestine koka Ezdîyatîyê bigihînin Zerdeþtîyê, ev fam fameke pûç e û divê Kurd rojeke berê, berê xwe bidin rastîya Êzdîyatîyê. Mehrard R. Izady di kitêba xwe ya ku li jor me qal kiribû de wisa dibêje “Arkeolog Soleckî 50 km dûrî qubên Laleþê, li Kurdîstana navîn herêma arkeolojîk a Þanîdar-Zawî Çemî ye bermayîyên quban û baskên teyrên mezin dibîne ku ji vana emrê basken mezin ên betan 10 800 sal e.” Izady wisa didomîne “ Ancax temsîlkirina Xwedayekî bi teyrekî bi bask taybetîyekî Êzîdîyan e. Bermahîyên Antîk Zawî-Çemî kokê dînê Êzdîyatîyê îþaret dike. Wek ku Izady jî nîþan dike kokê dînê Êzdîyatîyê gelekî kevn e û bî Zerdeþtîyê re nayê qiyaskirin. Hewce nake ku em ewqas dûr herin, gava meriv diçe Laleþê di þikeftekî de denên zeytê dibîne û temenê wan denan 3000 sal in ku dîroka Laleþê ji ya denan gelek kevintir e. Ji bo navê Êzdîyatîyê
jî em ê go bidin Kemal Tolan
hela di nivîsa xwe ya bi navê “Bawerîya
Êzîdîya ya bi Xweda” de çi dibêje.
“Gava
evdek karibe baþ li kûriya mîtolojiya Êzîdiyatiyê birêne, ewê dibîne
ku em Êzîdî ji despêka mirovatiyê û heta vêga, her ji hebûna yek Xweda yê bê þirîk û ji sur û keremetên Tawisî Melek(Ezdah
= ez da dayî-Emîn
Ceberaîl yê ruhan dide û distîn e)bawer dikin. Gelek
oldar û civaknasên li cîhanê jî dizanin, miletê Ezdahî(Êzdî)
hinga berê sond(ad) duxwarin û vêga hêjî dibêjin : „ya xaliqê Ezdahî,
bi Xweda yê bê þirîk, bi Xweda yê þev û rojê, bi xaliqê erd û
ezman çêkirî, bi rebê jorê û whd.” Kemal
Tolan di nivîsa xwe de koka Êzdîyatîyê gelek vekirî û bi awayekî
zelal eþkere dike. Peyvên Kemal Tolan ji hinekên ku dibêjin navê Êzdîyatîyê
ji Avestayê derketîye re jî bersîvek e. Hewce nake ku meriv ji bo koka
peyva Êzdîyatiyê zelal bike bi zimanekî din ve peyvendîyê deyne û li
tiþtên þaþ bigere çimkî peyv bixwe peyvekî hurr bi Kurdî ye û aniha
jî bi awayekî gelek zelal tê famkirinê. Kesên
Êzdîyatîyê baþ nasnakin an nakolin Êzdîyatîyê bi Þêx Adî didin
dest pê kirin û ji ber ku Þêx Adî piþtî Zerdeþtîyê ye, berê Êzdîyatîyê
didin Zerdeþtîyê, ez bawer dikim koka xeletîyê jî ji vir dest pê
dike. Koka herdu olan çiqas ji hev dur in li jor me hinek dît. Lê dîsa jî dibe ku têkilîyek hebe, çimkî di her çaxê de Laleþ cîyê tasawûfê bûye. Kesên ku dixwestîn kiras biguherin û bigihîjin Xweda diçûn li laleþê diketin xewletxaneyan, dibe ku Zerdeþt jî yek ji wan kesan be û dawîyê çûbe nava Farisan dînekî ava kiribe. Cûdatîyeke
mezin ê nava herdû dînan jî ev e. Zerdeþtî dînekî dualîst e, Xwedanê
Xêrê cûda,yê þerrê cûda ye. Lê di Êzdîyatîyê de Xwedanê Xêr û
þerrê yek e. Di vî warî de em ê li gotara Xelîl
Cindî ya bi navê “Derheqa navê
Tawsi Melek” binêrin û xala dawî deynin.
“Gelek nivîskarêt rojhilat u rojava( rojhilatnas) jî, hosa nivîsîne
ku dînê êzidiya, dînekî duwalizme; anku baweriyê bi dû xudawenda di
îne, yek: xudawendê xêrê. dû:xudawendê þerî.” “Eve yeke ji wan þaþiyêt ew nivîskar ketinê, çunke ew dûrî êzidiya bûne u þarezaya edebê wanê dînî ne bûne. êzidî di du´ayeke xo da di bêjin:
Tanc ji ewelîn heta bi axirîn
Xêra
bide, þera wergerîn Heq hemdullah ya Rebil ´alemîn"[3] Dîsa
Xelîl Cindî di nivîseke xwe de cûdatîya herdu dînan wisa rêz dike: -
Êzîdî mirîyên xwe binax dikin, Zerdeþt datînin ser zinaran
teyr û tilûr dixwin. -
Qurban dayîn di bingeha dînê Êzdîyatîyê de heye, lê di Zerdeþtan
de heywan serjêkirin guneh e. -
Heywanên li cem Êzîdîyan pîroz in (mar, dûpiþk, pisîk), li
cem Zerdeþtîyan wek heywanên pîs û xerab tên zanîn -
Di dînê Êzdîyan de rojî girtin roleke girîng dilîze, di Zerdeþtîyê
de birçî mayîn ne baþ e, divê her kes xwarina xwe bixwe. -
Zerdeþtî tûtinê xerab dibînin û nakiþînin lê Êzidî ji tûtinê
hez dikin û li cem wan Xwedanê tûtinê jî heye. Û lê zêde dike, eger Êzdî Zerdeþtî bûna wê di
malên wan de kitêba Avesta an Gata hebûna. Di malê tu Êzîdîyê de ev
kitêb tune ne, kitêbên wan Mishefa Reþ û Cîlve ne.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org