Gulistan
û Hezret
Receb
Dildar
Gulistan li
rawestgeha Ofîsê ji dolmîþê peya bû, rasterast berê xwe da Pirtûkxaneya
Avestayê. Fîstanekî dirêj li xwe kiribû, serê dawa wê li ser paniyan
diket. Porê wê yê ku nedihat xuyakirin bi temeziyeke þîn hatibû
nixumandin, guleke zere ya mezin li ser temeziyê dixuya. Rûyê zindî sor
û spî dikir, buriyên dirêj têra dilê xwe zirav hatibûn hilanîn, reþayiya
çavan di hêlînên xwe de dibiriqîn û lêvên sor yên xwezayî tim li
ken bûn.
Silav da xanima
xwediya pirtûkxaneyê û rasterast çû hêla dawiyê, li ber dereka ku
pirtûkên li ser dîroka Kurdistanê têde hebûn sekinî. Destê xwe dirêji
pirtûkeke berga wê sor kir; ev pirtûka Mihemed Emîn Zekî Beg a bi navê
“Dîroka Kurd û Kurdistan”ê bû. Gulistanê meraq dikir ku Ereban bi
çi awayi Amed girtine û pirtûk vê dagirkeriyê bi çi awayî þîrove
dike. Li ser lingan hinek rûpel zîvirandin, mêze kir, ku di pirtûkê de
ji bo dagirkeriya Ereban beþeke stûr heye, pirtûk stend, avêt hundurê
çenteyê xwe û bi lez û bez berê xwe da malê.
Çend roj e, pirsekê di nav mejiyê wê de wek bablîsoka payizê toz û dûman bênder dikir. Çîroka vê meseleyê hefteya berê, roja êvara înê dest pê kir. Ew û çend heb hevsalên xwe yên keçik bi hev re çûbûn ser Ziyareta Hz. Suleyman, ji bo bigihîjin miradê xwe jê re dûayan kiribûn û alîkarî xwestibûn. Di vegerê de hîna nû Deriyê Serayê derbas kiribûn, rastî xalê xwe hatibû. Kêfa xalê wê gelek jê re dihat, bi dengekî dilovan:
“Gelî keçan, ne dawet e, ne jî seyran, hûn li vê derê li çi digerin?” Gulistanê piçek bi fedî bersiva xalê xwe da:
“ Em çûbûn ser Hz. Suleyman, em ji wir vedigerin.”
“Baþ e, gelo hûn dizanin ew zat kî ye, ji bo çi li vir e, ji kû hatiye?”
“Gorayî em dizanin ewliyayekî Xwedê ye.”
“Gorayî ez jî pê hesiyame, ew û bavê xwe ordiyeke leþker dane dû xwe û hatine bajarê Amedê bi zorê girtine, Suleymanê we yê ewliya di þer de tê kuþtinê, bavê wî jî li Amedê çiqas keç û jinên xweþik hene li deveyan siwar dike, dibe Erebistanê difiroþe. De îcar hûn xwenda ez nezan, rastiyê fêr bibin ji min re jî bibêjin”. Piþtî xatirxwestinê du-sê gav ji wan dûr ketibû ku li paþ xwe zîvirî û bi devekî bi ken:
“ Eger bi rastî ewliya be, ez ê jî herim ser duayan bikim”. Û paþê xwe da wan û meþiya.
Ji wê rojê de ye
her cara ku derdiket Taxa Ofîsê heta tûrekê navêtana Pirtûkxaneya
Huner, Kelepir, Kitap Diyarý, Gilgamêþ, li kitêban mêzenekirana û kitêbên
nû derketine pirsnekirana sebra wê nedihat û venedigeriya malê. Çi pirtûkên
li ser dîroka Kurd û Kurdistanê û Amedê weþiyabûn hema bibêje tevan
temîn kiribû, ji bo mijarê di mejiyê xwe de zelal bike, ji êvarê heta
serê sibê rûdiniþt û dixwend.
Di rojeke xweþ ya
bihara pêþîn de, ji bo pirtûkên nû biþopîne Gulistanê dîsa hatibû
Ofîsê, li ser peyarêyê rastî keçikeke nêrgizfiroþ hat, kulîlkên
zer û sipî di bin tava biharê de diçirisîn, qevdek ji wan girt, bêhn
kir û avêt çenteyê xwe. Gava pere dirêjî nêrgizfiroþê kir, keçikê
bi çavên xwe paþ wê nîþan da û got “dan”. Gulîstanê bi zîvirandina
xwe re, rastî rûyê xalê xwe yê biken hat. Paþê ji bo hinekî sihbet
bikin berê xwe dan Kolana Hunerê û li bin tava biharê, li ser kursiyên
biçûk, ji aliyekî de axivîn, ji aliyê din de dest bi vexwarina çaya qaçax
kirin.
Herduyan jî dixwestin gavek berê werin ser mijarê, Gulistan hîna wêrek derket:
“ Bisekine, pêþiyê ez ê bibêjim, gava Ereban avêtine ser Amedê, hukumdarê Amedê pîrekek bûye, lê pîrekeke pirr yeman bûye”. Xal bi henek tevlî axavtinê bû:
“Ma kîjan pîrek ne yeman e, ku ew ne yeman be!” Gulistanê hinekî xwe xeyidand:
“Tu wisa bikî ez tiþtekî nabêjim.”
“Wey bavoo, pîrek tev de bûne femînîst, haya me ji tiþtekî tune ye, kes li ser kesî qebûl nake.” Got û hinekî din xwe nerm kir û domand:
“Ez henekan dikim
xwarzêya min, tu bibêje, ez guhdar im.”
“Wê çaxê bajar
di destê Bîzansiyan de bûye, Ýdareya Amedê li du birayan hatibû
parvekirin. Rojhilatê bajêr di destê Bûtros, rojava jî di destê birayê
wî Yûhanna de bûye. Yûhana keça waliyê Darê ji xwe re dixwaze.
Meryema Darê bi bûkanî tê Amedê, ji Amedê pirr hez dike. Dixwaze Amed
tevde ya wê be, þirîkan qebûl nake. Meryema Darê, rojekê ziyafetekî
li dar dixe û ji malbata mêr û tîyê xwe çiqas merivên mezin hene gazî
tevan dike. Jehrê dixe nav þerabê dide wan, tev de dimirin, bajar di destê
wê de dimîne. Te gotin, ku wê demê Amed bajarekî gelek dewlemend bûye,
çend heb tiyatroyê wê hebûne, ji bo lîstikan ji Atînayê, ji Efesê
komên tiyatroyê hatine Amedê.
“Bi rastî jî pîrekeke
yeman bûye, îcar dawiyê çi bûye wî bibêje.”
“Ereb hatine, dora
bajêr girtine. Her serdarekî li ber deriyekî bajêr leþkerên xwe bi cî
kirine. Pênc mehan kirine nekirine nikaribûne bajêr bi dest bixin. Her
carê þûr û mirên xwe girtine destên xwe, “Allah, Allah” gazî
kirine û êrîþ anîne ser Amedê, lê her carê ji ber bedenan paþ de
vegeriyane. Mezinê tevan Îyaz bûye, serdar tevde girêdayî wî bûne.
Serdarê ber Deriyê Dîjleyê Xalidê kurê Welîd bûye. Xalid kuçikekî
diþopîne, fêr dibe ku kûçik li bin Zinarê Fîsê di qulikekê re
dikeve nava bajêr. Ew jî komek leþker dide dû xwe û wek kûçik di wê
qulikê re dikevin bajêr, deriyê bajêr vedikin û leþker dikevin nav bajêr.
Di wî þerî de Suleymanê kurê Xalid jî leþkerek bûye û ji aliyê
Amediyan ve tê kuþtin. Xalid pirr li ber kuþtina kurê xwe dikeve ji bo
heyfa kurê xwe bigire bi hezaran xelkê Amedê di bin þûr re derbas dike.
Û ji xwe wê çaxê edet bû ku gava qelayek dihat fetih kirin, ji bo
talankirinê sê rojan musade didan leþkeran.”
“Wa ye te fam kir,
weliyê te kî ye? Te ji min re digot, di dîn de zor tune ye, Erebistan li
kû, Kurdistan li kû, eger derdê wan dîn bûya, wê alimên xwe, meleyên
xwe biþandana, lê wan çi kirine, îslam ji xwe re kirine maske û mertal;
ji pêxwasên Erebistanê artêþek çêkirine, bi talana bajaran ketine, ne
wisa ye? De îcar tu bidomîne.’
‘Piþtî ku þer
bi dawî dibe, serdarê Ereban yê mezin Îyaz xelkê Amedê dicivîne
meydanekê û weha dibêje ‘hûn aniha ketin destên me, mal û jinên we
ji me re helal in. Ji bo serê her xaçperestekî û cihûyekî, xûkî li
wan bar dikin. Ji ber ku Ereban dînê kurdan qebûl nedikirin, ew ji yên
din zêdetir li ber lingan çûbûn. Wê çaxê pirraniya Kurdan þemsî bûn,
ciyê perestgeha wan li Deriyê Mêrdînê, Birca Þemsiyan bû. Dîroka
Birca Þemsiyan ji ya bedenê pirr kevntir e. Gava bedenê lêdikin,
Perestgeha Þemsiyan jî wek bircekî bi ser bedenê ve dikin.’
Xalê wê di bin simbêlan re dikeniya. “Bi rastî di demeke kin de tu gelek tiþtan fêr bûyî û te bi min jî da fam kirin. Min jî digot qey tê ewlîyabûna Suleyman îsbat bikî u ez ê jî herim li ber wî destên xwe vekim.” Piþtî gotina xwe firrek li çaya xwe xist û domand “ Ez bawer im te her tiþt got, an hin tiþt mane?”
Gulistanê li însanên
ku di kuçê de pîyase dikirin dinêrî, berê xwe da xalê xwe û domand
“Belê, hinekî maye. Ereb berî ku vegerin bi navê Sa’sa yekî
dikin waliyê Amedê, lê ji ber birînên di þer de girtibû, ew çend roj
þûnde dimire.”
“Eger gotinên te
qediyan, ez ê jî pirtûkekê diyarî te bikim”. Got û ji çenteyê xwe
yê destan pirtûkeke gelek kevin derxist û dirêjî birazêya xwe kir. Bi
çav lêketina pirtûkê re, Gulistan ket nav heyecanekê û bê hemdî wê
peyv ji ser lêvên wê weþiyan “Xalo can ez gelek spas dikim, tu nizanî
ez çiqas li vê pirtûkê geriyam lê li tu ciyî peyda nedibû, pirtûkfiroþan
digot, ev pirtûk pirr zûde hatiye çap kirin, peyda nabe”. Pirtûk bi isûl
danî ser çoka xwe û bi dengekî ku hew wê bihîst navê wê xwend “Dîroka
Kurdistan ya kin, Ekrem Cemîl Paþa.”
Paþê bihevre pirtûk
vekirin û çend hevok jê xwendin. “Piþtî ku Ereb biserketin, li hember
Kurdan bi bê însafî tevgeriyan. Dînê Kurdan ji bo Ereban bûbû
sebebeke baþ. Mal û can û namûsa Kurdan ji bo xwe helal kiribûn. Gund,
navçe û bajar talan kirin, xelk qetil kirin, malên wan talan kirin. Pîrek,
keç û zarok jî wek heywanên bar û serjêkirinê talan kirin.......Piþtî
dagirkirina Kurdistanê, zilma artêþa Erebên musulman bi sed salan dewam
kir. Axaftina bi zimanê kurdî, farisî û yên din hat qedexe kirin. Kesên
ku xêncî erebî dipeyivîn, serê zimanê wan bi meqesê jêdikirin.”
Herduyan jî bi çavên xemgîn li hev nêrîn. Di dilê xwe de nalet li dagirkeran anîn û rabûn ser xwe, bêdeng, hêdî, hêdî ber bi Caddeya Ekinci ve meþiyan.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org