Janên kemilî

 

                  Receb Dildar

 

Janên kemilî gol bûne

Li ser kaniya dilê min,

Tîrên dijwar diweþin

Nava herdu milên min,

Were em bi hev re derkin,

Azirîne, bi hekîman derman nabin

Kulên nava dilê min.

 

Janên kemilî pîr bûne

Li nav kok û rehên min,

Agirê dojehê ketiye

Nava xwîna canê min,

Were em bi hev re bigirîn,

Bi baranên payizê sar nabe

Kela nava dilê min.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org