Receb Dildar
Qefle
li jêra Gundê Çilkanîyê sekinî. Li cîyê sekinîn aveke tenik a zelal
diherikî. Pêþîyê suwarî çûn ser avê, têr û tije av vexwarin, ser
û çavên xwe þuþtin, dawîyê hespên xwe avdan. Piþtî ku hespên xwe
girêdan, ji bo herin ser avê desdûr dan qefleyê û çûn li sîya dareke
gûzê rûniþtin.
Qefle
ji hal de ketibû, ji birçîna bi zorê dimeþîyan, dest û rûyên wan li
ber tava havînê qemirî bûn, solên di lingên wan de peritî bûn; xwîn
ji lingên hinekan bi ser axa germ de diherikî. Bi zorê xwe gîhandin avê,
pirranî wek dewaran quruçî ser avê bûn, kezeba xwe hênik kirin.
Dayikan bi kulman av didan zarokên xwe, yên li ser xwe, av diavêtin ser
çavên kal û pîrên xwe, ji bo xwe hênik bikin, destmalên ji tava havînê
reng dabûn þil dikirin û didan destên nexweþên xwe.
Hefteyek
e ew bi rê de bûn, ji jor de dihatin, zozanî bûn, ji germê hez
nedikirin û ketibûn bin bandora germa berrîyê. Ziyareta Sultan Þêxmûs
a Mêrdînê derbas kiribûn û li ser avên Çilkaniyê bîhn vedidan. Eger
sax bimana wê li Dêrika Çiyayê Mazî ew tevlî qefleyê mezin bikirana.
Jê pê ve berrî bû, germ û germistan bû, ji ezman agir dibariya.
Gundiyên
yekeyek ji malên xwe derketibûn û li ser bênderên ber malan li hev
civiyabûn, dabûn dû axa û mellayên xwe, ber bi qefleyê de dimeþiyan.
Hatin li qefleya filleyan nêzikî kirin, li bin sîyên daran li ser tûtikan
rûniþtin û wek nêçîrvanên li benda seyda xwe bin çavên xwe kutan
nava qefleyê û bi wî awayî li wan temaþe kirin.
Qefle
pirranî ji kal û pîran, pîrek û zarokan pêk dihat. Xort û zilamên li
ser xwe di nav wan de xuya nedikirin, yan reviyabûn yan jî hatibûn kuþtin.
Kesên di qefleyê de, bi korkanî li dû qedera xwe dimeþiyan, nizanibûn
bi kû de diçûn û wê çi bihata serê wan. Çimkî hejmara qefleya wan
her diçû kêm dibû. Gelek kes ji wan hatibûn kuþtin.
Piþtî
ku çav li gundîyan ketin qûnên xwe hinek din kutan ser hev, bi tirs û
bi çavên lava li wan nihêrîn. Zarokan xwe bi hemêzên dayikên xwe ve
þidandin û deng ji xwe birrîn. Tirs û xofa musulmanan ketibû zikê wan.
Wek di nav lehîyeke har û dîn de bin, her carê hinek bi ber diketin.
Pirr caran çend gav ji wan bi dûr dixistin û wek ku îbadeta xwe bi cî bînin,
bi dar û keviran li ber çavên ên din bi awayekî hovane dikuþtin, qêmîþê
gulleyên xwe nedikirin.
Axa
pêþwazî li leþkeran kir û emir da gundîyekî, ku ji bo wan pezekê
serjê bike. Paþê du leþker li wir hîþtin û axa û leþkerên din
bihevre kiþiyan gund û çûn mala axa. Herdu leþkerên nobedar jî temîniya
qefleyê li gundîyan kirin û li bin sîya dara gûzê ketin xewê. Gundî
her diçû hinek din nêzî qefleyê dibûn, tirsa dilê filleyan jî her diçû
zedetir dibû.
Zêdan
jî wek gundîyên din li dora qefleyê diçû û dihat, kumekî spî dabû
serê xwe; ji þalwar û çefiya wî ya nû xuya bû, ku halê wî ne xerab
e, emrê wî li dora çil, çil û pêncî bû. Kurikekî heft-heþt salî
bala wî kiþandibû. Zêdan zîq lê dinihêrî. Xofa gundîyan ketibû ser
lawik, wî jî bi tirs li wan dinihêrî, bin çengê dayika xwe ji xwe re
kiribû star û li kêleka wê rûniþtibû. Zêdan nêzikî li dê û kurik
kir û bi dengekî nerm û dilovan ji dê re got:
-Ez
dixwazim kurê te bibim ji xwe re bikim kur. Mal û mulkê min pirr e, ez ê
baþ lê binihêrim, bila çavê te li paþ nemîne û dilê te firîqet be.
Diya
lawik çavê xwe kutabû çavê Zêdan, tê de li hêvîyan digeriya,
dixwest rastîya gotinên wî bipîve, lê ji bo pîvanê mezinek tunebû.
Dudilî bû, ji hêlekê ve dixwest pê bawer be û kurê wê xelas be, li hêla
din jî mirin û axa sar hebû. Di bin bîreke kûr û tarî de bûn ji bo
rizgarîyê þoqeke biçûk nexuya bû. Bêçare bû. Lawik kurdî nizanibû,
lê hîs kiribû, hinek din xwe bi dayika xwe ve zeliqandibû. Dayika bêçare
zêde nefikirî bi destê lawê xwe girt û dirêjî Zêdan kir û bi zimanê
xwe çend peyv ji lawê xwe re got:
-
Here kurê min Apê te merivekî baþ e wê te bibe mala xwe, netirse.
Xatirxwestin
ji bîr kiribûn, lê dîsa jî berî çûndina lawik herdu çavên wî ramûsa
û destê xwe li piþta wî xist. Zêdan
bi destê lawik girt û hêdî hêdî ber bi gund ve meþiyan. Piþtî ku ji
qefleyê bi dûr ketin û dê fam kir, ku wê kurê xwe nebîne, hêsir ji
çavan wek baranê hatin xwarê. Carina hêvî dikir û aþ dibû, carina jî
kevir lê dibariyan û star tune bû, ku pê de bireviya. Ji bo tiþtek neyê
serê kurê wê, ji Îsa û dayika wî Meyrem re bi dizî û bêdeng duayan
dixwend û çavên xwe ji rêya ku kurê wê tê de wenda bûbû nedida alî.
Piþt
re taqeta wê þikiya û serê wê ket ber wê. Duayên ku nedigîhiþtin
ser lêvan û nedibûn deng dubare dikirin û dadiqurtandin. Lawê wê wek
çivîkek ku li ser þaxa darê cî diguhere û bi kêf û henek dileyize li
ber çavên wê diçû û dihat. Dilê wê germ bû, çû zarokatiya xwe, gîhaþt
dê û bavê xwe, xwîþk û birayên xwe, mala lê mezin bûbû, darên fêkîyan
û hemêzkirina dawîn ya delalîkê dilê wê „ Kî dizane aniha li kû
ye, qene sax bûna, xwezî wê çaxê min jî tifingek bigirta û pê re biçûma.“
Paþê zarokên wê yek bi yek di nav dil û çav de çûn û hatin „Her
yek bûn kindirek û ketin stûyê wê, hema vîya bifilitiya.“
Zêdan
bi destê lawikê fille girtibû, bi kêf ber bi malê ve diçû. Tepîna
dil sîngê dihejand, kelecana wî li ser girên Qerejdaxê bi dîlanê
ketibû. Her diçû gav li xwe diþidandin û dixwest demekê berê mizgîniyê
bide dotmama xwe. Bi rê de bixwe bixwe dipeyivî:
-
Ez bîst sal e li benda kurekî bûm, va ye Xwedê da min, dotmam ji kêfan
re nexeriqe baþ e.
Zêdan
ji dotmama xwe hez kiribû û ji bîst salî zêdetir e, ku pê re zewicî bû.
Heft keçên wî hebûn lê nebûbû bavê kurekî. Ji bo ji nû ve
bizewice, malbatê pirr zor dabûnê, lê wî qêmîþî dotmama xwe nekiribû.
Bi xeyala kurekî dijiya û aniha bi destê wî girtibû ber bi malê ve diçû.
Meleyê
gund jî wek gundîyên din carina li dora qefleyê bi zexelî diçû û
dihat, carina jî xwe li bin sîya darekê dida erdê û bi awirên xwe yên
tûj ew didan ber xenceran. Ew wêrekî di xwe de nedidît, ku bi
çepelê çend heban bigire, hinekê ji qefleyê bi dûr bixe û miradê dilê
xwe bi cî bîne. Mele dîtibû ku Zêdan bi destê lawikê fille girtiye û
ji qefleyê dûr dikeve. Wek nêçîrvanekî ku bide dû nêçîra xwe, xwe
ji gundîyan dizî û bi awayekî bêdeng bi dû Zêdan û lawik ket.
Zêdan
nêzikî li mal kiribû, ji kêfa lawik re nîv serxweþî bûbû, dinya
xera bibûna pê nedihesiya. Ew ketibû xeyal û tatêla dema dotmama wî çav
li lawik bikeve û jê re bibêje ev kî ye?
Mele jî nêzikî li wan kiribû, çav li serî sor bûbûn, ji vê
dinyê çûbû dinyayeke din. Hiþ ji serî çûbû, wek yekî din ketibe
nav mejiyê wî û ew jî bibe emirber bêhemdî tevdigerîya. Êdî çend
gav li dû wan bû, nêçîr di nav destê wî de bû. Xwar bû, ji erdê
kevirekî mezin xist nav lepê xwe û ji paþ de li nav serê lawikê fille
xist. Lawik di nav xwînê de gevizî, beqa nekir, di cî de can da.
Heta
Zêdan li xwe hay bû, lawik ji dest çûbû. Di cîyê xwe de sar bû, wek
beroþeke ava cemidî bi ser de kin di nav xwêdanê de mabû. Ne
li benda tiþtekî wisa bû, matmayî li mele mêze dikir. Piþtî ku hiþê
wî hat serê wî, bi çavên kelogirî bi ser mele de qêrîya:
-
Lawo, ma lawik nîyabû diya te, te ew kuþt?
Mele
li hember wî sekinî bû, ji kêfa devê wî bihustekê vebûbû, diranên
zer di nav herdu lêvan de fîq dikirin. Bi dilekî rehet bersîva Zêdan
da:
-
Xêra ku wê bigîhiþta te bila bigihîje min, ma te yê jî ew nekuþta?
Teqet
di canê Zêdan de nemabû, serê xwe xist nava herdu destên xwe û li ber
termê lawikê fille çok da erdê.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org