Þêx
Mîsbahê Silîvî:
« Gava
min beytên Cegerxwîn dixwendin
Seîdê
Nûrsî digirîya »
Hevpeyvîn :
Receb Dildar
Receb dildar-Em
dikarin bi kurtayî we nas bikin ?
Þêx
Mîsbah-
Ez ji Farqînê me, di sala 1937-an de hatime dinyê. Di donzdeh salîya
xwe de ji bo feqîtîyê çûm Qamîþloyê cem Cegerxwîn. Piþtî þeþ
mehan dîsa vegerîyam Farqînê. Di nava 1960 û 1980-yî de 6-7 cara
hatime girtin. Xêncî kurmancî, zimanê erebî û tirkî û zazakî ya lehçeya
kurdî zanim. Çiqas þaîrê kurd hene, gelek helbestên wan di ezbera min de ne. Li
ser edebîyat û kultura kurdî gelek lêkolînên min hene. Pênc kur, pênc
qîz deh zarokên min hene. Aniha li Dîyarbekirê dijîm.
Receb Dildar-
Þêxê
delal te cara pêþîn Seîdê Nûrsî di kîja tarîxê de li ku derê dît ?
Þêx
Mîsbah- Ez di sala 1957an de ji bo eskerîyê çûm bajarê Ispartayê. Ez wê çaxê
bîst salî bûm Her çiqas Mele Selîm deh sal ji min mezintir bû jî, em
bi hev re çûbûn eskerîyê. Mele Selîm Talebeyê Rîsaleyî nûr bû.
Berî ku em teslîmî buluka xwe bibin, Mele Selîm ji min re got, em herin
zîyareta Hz. Ustad. Min heta wê gavê ew zat nas nedikir, ji ber ku Mele
Selîm bi emir ji min mezintir bû û ji min re seydatîyê jî kiribû, çi
bigotana min nedigot na. Mele Selîm navnîþana Seîdê Nûrsî ji
dikandarekî pirsî, wî jî got, ku herhal hûn li wî meleyê naçe xutbeyê
dipirsin û dikanekî din nîþanî me da û got, « herin cem wî
boyaxfiroþî, ew jî þagirtê wî ye, ew ê we bibe cem wî. »
Boyaxfiroþ got « ji bo hûn Ustad bibînin divê em lez bikin, çimkî
wê gavek din biçe Emîrdaxê.» Þagirtên wî jê re digotin Ustad. Em bi
lez çûn ber mala wî, texsîyeke mûrad a sor li ber derî sekinandî bû,
þofêrek û Sofî Tahar jî li ber derî li benda wî bûn. Di dawîya texsîyê
de lihêfek hebû, gotin « Ustad havîn zivistan gava dikeve texsîyê
lihêfê li xwe dipêçe.» Sofî Tahar xizmeta wî dikir, texsî û þofêr
jî yê þagittekî wî bûn, rojê înan dixist xizmeta wî ku pê biçe Emîrdaxê.
Ustad her roja înê diçû Emîrdaxê li wê derê xutbe dixwend, loma yên
din jê re digotin meleyê naçe xutbeyê.Çend deqîqe þûnde me mêze kir
Seîdê Nûrsî hat, em çûn destê wî. Cara yekemîn min wê çaxê wî dît,
sal 1957, 21ê meha 11 roja înê bû.
Receb
Dildar- Seîdê Nûrsî merivekî çawa bû,
hûn wê rojê çi axifîn ?
Þêx
Mîsbah- Yekî dirêj, bê rî, çavþîn û avirên wî tûj bûn.
Serçavê wî dirêj bû, pozekî beranî li ser bû. Þaþika li serê wî
eyretî hatibû girêdan.Heþûyeke spîçolkî di bin cubeyê wî de xuya
dikir, di bin heþûyê de fîstaneke dirêj li xwe kiribû,di lingê wî de
goreyeke rîs a spî ku bi dest hatibû çêkirin hebû, þimikeke reþ li
xwe kiribû. Milên fîstan dirêj bûn heta ser destê wî dihatin, kilçika
ku bi ser milê fîstan ve bû li ser zendê xwe girêdabû. Piþtî ku em
çûn destê wî, ji me pirsî got « hûn xelkê ku derê ne? » Me got, em ji Dîyarbekir in. Got « We xêre hûn hatine vira çi? »
Me got em hatine eskerîyê, got « Baþ e, Xwedê emrê we dirêj
bike.» Paþê ji Mele Selîm pirsî got « Ev xort ji þêxên Norþînê
ye?” Mele Selîm got « Na, þêx nîne, lê seyîd e, ehlîbeyt
e.” Çeneya min bilind kir li ser çavê min nihêrt
« Temam, min fam kir, di çavên vî zarokî de nûreke îlahî
heye »got û serê min da ber sînga xwe maç kir, destê xwe di serê
min da. Qama
min metre û heftê û sê santîm bû lê hingî ew dirêj bû bi
zorê digihîþtim binî çeneya wî. Gava suwarî texsîyê bû, ji ber dirêjbûna
wî serê wî li jora texsîyê ket, þaþika wî ket erdê, wê gavê min dît
ku porê wî gelek dirêj bû. Ew li dawîya texsîyê rûniþt lihêfê li
xwe pêça, Sofî Tahar jî li kêleka þofêr suwar bû û berê xwe dan Emîrdaxê.
Receb Dildar- Piþtî ku hûn bûn
esker, hûn çawa diçûn dîtina Seîdê Nûrsî, astengî dernediketin ?
Þêx
Mîsbah- Em teslîm bûn û me li tûgaya perwerdekirina esker a
3-yemîn de dest bi eskerîyê kir. Ez û Mele Selîm di bulukên xwe de bûbûn
mele. Ez li buluka 11-mîn, Mele Selîm li ya 12-mîn bû, ji ber ku em mele
bûn em nediçûn talîmê. Dîsa jî heta 45 rojan em nikaribûn derketana
sûkê. Piþtî merasîma sondxwarinê sûk ji me re hat serbest kirin. Îcar
em rojên yekþeman diçûn dîtina Hz. Ustad. Carna me qebûl dikir, carna
jî digotin karên wî hene û me qebûl nedikir. Mala wî pirr li derveyî
bajêr, nêzî tûgaya me bû. Di nava mala wî û tûgaya me de xeta trênê
derbas dibû. Mala wî li ser tiþtek wek bodromê bû. Meriv ji alîyê
derve de bi pêlikan derdiket xanîyê wî. Yek odeyek tenê bû, bi
textikan navbir dabûn odeyê, mutbex û serþok çêkiribûn. Gava meriv
diket hundur cîyê rûniþtina wî li alîyê rastê yên din li alîyê çepê
diman. Dîwarên xanî ji kevir bûn, zemîn û ser xanî hatibûn beton
kirin.
Receb Dildar- Te çawa dest bi xwendina
beytan kir, tu dikarî hinekî qal bikî ?
Þêx
Mîsbah- Rojek dîsa em diçûn mala wî, bi rê de min ji Mele Selîm
re got : Ji Ustad re bibêje ku dengê ev talebeyê min pirr xweþ e,
eger hûn bixwazin bila çend îlahîyan ji we re bixwîne. Mele Selîm
ji min re got « Tu merivekî kurdçî yî, ez ditirsim tu beytê wî
kafirê Cegerxwîn bixwînî û Ustad pê aciz bibe.» Min jê re sond xwar
û soz dayê ku ez ê beytên Cegerxwîn û yên li ser kurdan nexwînim.
Em çûn mala wî Sofî Tahar derî vekir,
Ustad di nava lihêfa xwe de bû. Çend heb balîf li ber piþta wî bûn,
textê ku li ser qûranê dixwînin li ber sînga wî bû, dinivisand. Me
destê wî maç kir û em rûniþtin. Mele Selîm jê re got û min çend
heb îlahîyên bi tirkî li ser Hz. Muhemed jê re xwendin.
Îcar carek din gava em çûn, ez hinek dûrî
Mele Selîm rûniþtim û min ji Ustad re got : Eger destûra Ustad
hebe ez dixwazim tiþtekî jê re bibêjim. Got « Bibêje kurê min.»
Min got : Li dinyayê çiqas þaîrên kurd hene, ez dikarim beytên
wan bixwînim. Got « Pirr baþ, mesela... » Min got :
Mesela Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Sîyapoþ, Feqîyê Teyran, Elîyê
Herîrî, Bêkes, Hejar, Cegerxwîn... Got « Cegerxwîn ! »
Min got :Belê Cegerxwîn ! Got « Kurêmin, ew Cegerxwînê
ku jê re dibêjin kafir ? »
Min got : Kafir e, ne kafir e ez nizanim, lê hûn bixwazin ez
beytekê wî bixwînim, ew ê ji beyta wî eþkere bibe. Got « Bixwîne
kurê min, ji xwe min jî pirr meraq dikir. Çawa dibe ku þaîrekî ewqas
mezin dibe kafir ? Hela carek bixwîne.» Û min destê xwe avêt guhê xwe dest bi beyta Cegerxwîn
kir.
Þerhan
nebewî hukmên hedîsan wî hilat
Bo
þêx û melan ma li dinê fikr û zekat
Zanim
ku heye piþtî heyatê ramemat
Zanim
ji Xwedê pêþtir tune kes ebedî
Ya
Reb tu ji bo miletê kurdî mededî
Min vê helbestê tev xwend. Piþt re zîvirî ser min „Kurê min,
kîja kafir ji wî re gotiye kafir?“ Min got, ez nizanim Ustadê min, Ên
ku ji dawa kurd hez nakin ji þaîrên kurd re dibêjin kafir.
Receb
dildar- Ûsa xuya ye ku hûn bi hev re bi
tirkî diaxifîn, jixwe hinek þagirtên wî yên tirk jî dibêjin ku Ustad
kurdî ji bîr kiribû û tu derdekî wî bi kurdî re tune bû, pirsa min
ev e, Ustad kurdî dizanibû an na, bi we re qet bi kurdî axifî?
Þêx
Mîsbah- Jixwe piþtî ku min jê re beytên Cegerxwîn xwendin, wî
bixwe dev ji tirkî berda û bi me re kurdî axifî û ji min re got „Kurê
min, weka ku min fam kir tu zimanê kurdî baþ dizanî û tu xortekî gora
eslê xwe jî, bi þerefî. Min divê ji aniha pê ve kengî îmkana te çêbû
tu werî ba min ji min re beytan bixwînî.“ Û li Sofî Tahar fitilî „
Binêre sofî, gava ev hatin ber derî, ez di ber sikratan de bim jî tu derî
li wan vekî.“ Dîsa fitîlî ser min „Te bahsa Melayê Cizîrî kir, tu
beytên wî dizanî?“ Min got
belê ez dizanim. Got „Tu beyta wî ya
Mey
nenoþî Þêxî Senanî xelet
Ew ne çûn nêv
Ermenîstanê xelet
Dizanî?“
Min jî wê beytê pirr xweþ zanibû. Min destê xwe da ber guhê xwe beyta
„Mey nenoþî...“ jê re xwend. Piþt re xwest ku eger ez aciz nebûme jê
re beytên Cegerxwîn bixwînim. Bi min jî xweþ hatibû, min jî tim
dixwest jê re bixwînim û min dest bi beyta,
Ji
bona herkesek yarek heye, ê min welat yar e
Belê
çi bikim di destê dijminê xwînxwarê xedar e
Kir,
lê hîna nîvî nebûbû, Hz. Ustad lerizî giriya. Di nava lihêfa xwe de
diricifî û hêsir ji çavên wî wek baranê dihatin xwarê. Wê rojê min
çend heb beytên li ser Kurdîstanê yên din jî, jê re xwendin û em rabûn.
Ji wê rojê pê ve min çi çax firset bidîta ez diçûm mala wî min jê
re beytan dixwend, pirranî jî yên Cegerxwîn bûn.
Receb Dildar- Tê dîtin ku Ustad pirr di bin tesîra beytan de di ma, belkî jî we
hesreta wî ya Kurdîstanê an jî birîna wî teze dikir, di vî warî de bîranîneke
we heye an na?
Þêx
Mîsbah- Rojek dîsa
min jê re beyt dixwendin, Hz. Ustad pirr xerabû, di bin lihêfê de wek ku
bi cizbê bikeve diricifî û digiriya, Sofî Tahar hat bi milê min girt û
bi tirkî got „ Bes e, êdî
vana nebêje, tesîreke mezin li Ustadê Hezret dikin, kal e, dilê wî qels
bûye, tiþtek bi wî bê ez ê te bikujim.“ Min dengê xwe birrî, ez
sekinîm. Ustad fitilî ser min got „ Kurê min tu çima nabêjî, qey tu
westîyayî?“ Min got, Ustadê min Sofî Tahar nahêle. Zîvirî ser Sofî
Tahar got „ tu çima nahêlî?“ Sofî
got „ Ustadê min tu nerehetî, emrê te mezin e, dilê te qels bûye, ez
ditirsim ku tiþyek bê serê te, loma min wî îkaz kir.“ Got „ Na, kurê
min ev helbest dibin þîfa û dikevin canê min, ji ber vê þîfayê ye ku
ez digirim diricifim û pê rehet dibim eger tu dixwazî ez bijîm berde
bila bibêje.“
Receb
Dildar- Xêncî beyt xwendinê, têkilîyeke we çêbû an na?
Þêx
Mîsbah- Rojek dîsa ez çûm mala wî, min destê wî maçî kir,
qet ji min re negot rûnî, çend rûpel kaxizên bi xetên erebî da destê
min got „Vana bibe bide Husrev.“ Sofî Tahar mala Husrev nîþanî min da û ez çûm. Ji ber
ku Sofî cilê Ustad diþuþt ev kar dabû min. Ez çûm mala Husrev ji min re got „Tu kî yî?“ min got ez esker im.
Got “Tu ji ku yî?” Min got, ez ji Dîyarbekir im. Got “Tu þagirt î?”
Min got, ez nebûm, lê ji aniha pê ve þagirt im. Got “ piþtî tezkereyê
vana bixwînin û bidin xwendin.”
Qansî min fam kir, Husrev di eskerîyê de
Yuzbaþîyê qûrmay bûye, dev ji eskerîyê û jina xwe berdabû bi vî
karî de ketibû. Berhemên Ustad diçûn ber destê wî, wî jî tiþtên
ku li hesabên tirkan nedihat ji nav derdixist û bi wî awayî çap dikir,
yanî tahrîf dikirin. Delîlê herî mezin Xutbeya Þamê ye ye, kesên ku
meraq dikin dikarin Xutbeya Þamê a kevn û a nû bidin ber hev û bixwînin.
Wê wê çaxê bizanin ku çi tahrîfatên mezin tê de çêbûne.
Receb
Dildar-Piþtî eskerîyê we carek din
Ustad dît an na?
Þêx
Mîsbah- Piþtî çar mehan me dan Anqerê û jê pê ve jî carek
din min wî nedît, Xwedê rehma xwe lê bike.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org