|
Bazê
Þingalê Rezoyê
Osê
Padîþahê Êzdiyan û êzdayetiya îroyîn Tehsîn Beg e.Begê me
li paytexta Þingalê rûniþtiye û mîrniþîna xwe , bi dilovanî , bawerî û zîrekî diparêze.
Bergîriya lana êzdayetiyê , li wir , dike û erzêla Bazên perþikestî
, li ser çiyayên Þingalê,qirþik bi qirþik , ji nû ve , ava dike û rêveberiya
Êzdiyan , bi berdevk û alîkarê xwe
Mîr Kamîran re,bi serbilindî,dimeþîne.
Tehsîn Beg xwe bi cil û bergên
Erebî radipêçe,lê dêm û reûdanên wî , awir û xwîna wî Þingalî
ne,saf Kurdî ne. Mîr Kamîran jî bi cil û bergên Kurdî raçengî wî
dibe.Bi hev re,weke du Bazan,li asîmanê Êzdî û êzdayetiyê dirêsin,Bazên
Þingala bi dar û ber in.Lê,li ser rûkê zemînê tim mikûsdayî ne,xemgîn
in,bi kul û jan in.Belê,tu dipelînî ku ji rojên reþ,rojên sergirtî,bi
hesab in û bi tem û givala dîroka bêbext pêçayî ne.Erê,reþbîniyê
konê xwe li ser rewþa wan vegirtiye û bêhêvitiyê raçavî wan dike,lê
werêra çakbîniyê jî ji dûr ve diçîsîne û wan bi omîd dike.
Belê,azarîkêþana sedên salan,
ji pêmayên dîroka xeddar û bedbext,li dêmên wan dide der û belû
diyar dibe.Bobelatên ku bi ser gelê wan û navçeya wan de hatine nayên
jibîrkirin û dem nikare wan,bi asanî,xîþ bike.Ji ber ku van bobelatan,
di mîrniþîna êzdayetiyê de,ziyan gihandiye her kes û kûsî,her cih û
warî.Wilo jî,dest avêtiye hemî werselên jiyan û hebûna mirovayetiyê.Suruþt
hatiye binpêkirin,erdnîgarî hatiye wêrankirin û mirov hatine talankirin
.Ango,çi dîmenên berçav ziyandar bûne.Ev ziyana mezin ne tenha gihiþtiye
ol,dîtin û behweriyên êzdayetiyê,lê hingiviye mêr û jinan,xort û keçan,
zîç û zarokan,deþt û newalan,çem û cobaran,bîr û kehniyan ,dar û
deviyan,teyr û tilûran.Lewra dêmên van herdu mirovan bûye neynika civak
û xwerista wan,ku her tiþt tê re tê
Min, ev dîtin û bîr
û boçûn di sala 2001ê de,li þarê Hewlêrê,li otêla Çwarçira, li
bal Tehsîn Beg û Mîr Kamîran pelandin. Ev pelandin ji axaftin û gengeþa
bi wan re hate meyandin.Belê,ez û hin rewþenbîrên Serxetê û Binxetê
, çend caran,bi wan re,li salona otêlê,
( Ji Çepê :Mîr Kamîran,Rezo,Bavê
Kisra,Tehsîn Beg ) rûniþtin û me hin
pirs,piþtî xwepêdanenasînê, ji wan kirin.
Gava hevalekî me ji Tehsîn Beg
pirsî : " Çima hûn dergehê ola me ji me re venakin,da em li ola xwe
vegerin....?". Bersiv nerm,rewan û asan ji hêla Tehsîn Beg ve
hate dayin,got: " Birazî,ticarî dergehê olê nehatiye girtin
û kesek nikare dergeh lê bigre.Lê,li ba we, yê ji ola xwe derkeve dibe Mirtid.Yê
Mirtid jî,li gorî ola we,serî tê jêkirin.Belê,dema hûn ji ola
xwe derkevin û li me vegerin,hûn dibin xwîniyên me.Hinga,parastin û
bergîriya we ji me tê xwestin,da kesek nikaribe,li ber me,serê we jê
ke.Em jî qels in û nikarin xwîniyên xwe biparêzin.Pêþî,çîroka xwe
li ba xwe safî bikin,piþt re dozê li me bikin....li ser ser û çavan"
Mirov ,êþ , jan û azariyên dîrokeke
zirz û dûvdirêj, ji vê besivê, dipelîne.Mirov dipelîne,ku dema kesên
desthilat hiþkor û nezan bin,wilo jî bi olperestî piçpiçî bin û ji
xwe pê ve kesekî, li ser rûkê zemînê, nebînin û nepejirînin,hinga
ne tenha xwe berdevkên xwedê dibînin,lê dikarin,bi navê xwedê,wêraniyan
jî bînin serê herkes û hertiþtî, dixwazin û hewl didin ku dergehên
behweriyên ayînî jî li ber her mirovê behweriyê bi ola wan neyîne
bigirin.
Piþtî pênc sal û yazdeh mihan
ji vê hevdîtinê,di 14.8.2007 an de,grûpek terorîstên xwekuj,gundên Þingalê,gundên
Girê Ezîz û Sîba Þêx Xidir kirin armanc ji êrêþên xwe,yên hovane
re û ev gund bi ser serê xelkên wan de hilweþandin.Belê,herkes dizane
ku vê carê armanca terorîstan ne tenha kuþtina êzdiyan ,yan vemirandina
çira Êzdayetiyê bû,lê armanca wan birrîna herêma Þingalê ji laþê
Kurdistanê bû.Ango,biryar ne ayînî bû,ne ji bo bidestxistina mifteyên
buhuþtê bû!!, lê siyasî bû , ji bo kirkivandina gewdê welatekî bû.
Ji ber ev nijadperestên destqirêj dizanin,ku di dirêjahiya dîrokê de
nikarîbûn Þingalê asîmîle bikin û wê ji erdnîgariya Kurdistanê
biqetînin,loma bi vî kiryarê hovane rabûn û ev bobelat bi serê Kurdên
êzdî de anîn,da hêviyên xwe di rev û koçkirina Þingaliyan de vejînin,lê
heyhat e, ku karibin van xewnên gemarî bikin rastiyek.Bila zanibin, ku Bazên
Þingalê li asîmanê azadiyê dirêsin û bi tûjawirî di bin xwe re
dimeyzênin.Ev Baz serdest bûn,serdest in û wê serdest bimînin....
Belê, vê bobelata dawî,ya ku bi
serê êzdî û êzdayetiya Þingalê de hat,ev hevdîtin di bîra min anî.Ne
tenha wilo,lê bersiva pirseke din jî di bîra min anî.Pirs jî,dîse ji
hevalekî me bû : " Þêxê min,va Bexdê tabûrek leþker ,bo
parastina we,bi we re rê kiriye Kurdistanê,da hûn bê tirs werin nav kes
û kûsên xwe.Ma rûniþtina Þingalê,di bin serdestiya Seddam de, ji rûniþtina
Kurdistanê, ji we re xweþtir û birûmettir e!?...çima hûn li vir ,di
nav kesên xwe de,cih nagirin?".
Tehsîn Beg,bi vê pirsê re,hinekî
bêdeng ma.Li Mîr Kamîran meyzand,riha xwe bi destê çepê tîmar kir û
em tev di bin awirên xwe re derbas kirin,got:
" Xorto, yê ne li malekê,nizane bi hewalekê !!.Pirsa hêwirbûna
li Kurdistana azad,kekê Mesûd jî ji min kir,lê ne bi vî þêweyî û ne
bi vê maanê.Ji min re got,ku mana li Þingalê bi min giran be,ez dikarim
li vir bi qedr û qîmet,di nav Êzdiyên xwe de,rûnim. Min lê vegerand,ku
ez nikarim dev ji Þingalê berdim.Ez li wir sitûna konê Þingaliyan
im.Eger ez ji wir rabim,wê kon bi ser wan de bê xwar....Hinga,kekê Mesûd
gotin dirêj nekir,got:Ez dizanim ku dewlet jî li vê yekê digere....Piþta
me ji xwedê û ji te rast e....Bila weke te be,baþtir e....Bê bac û
westan jî nabe...Dilê me li ser we ye....".
Erê Begê min,tu çiqasî kûr û
dûr diramiya yî.Te,bi wê nermiya axaftina xwe,em tê gihandin ku çavên
Guran li talankirina herêma te ye,li wêrankirina cihê bav û kalên te
ye,li vemirandina ola te ye.Belê,erk û armancên te ,di jiyanê de,ne xweþî
û aramiya kesatiya te bû,lê parastina kes ,war û ola te
bû.Ev bîr û boçûnên te,di roja bobelata dawî de, ji nû ve li
ber çavên min çûn û hatin û di guhên min de, ji nû ve deng dan.Belê,ez
niha dizanim ku ne tenha Laleþ li ba te cih û warekî evra ye,lê wilo jî
Þingal.Belê,ne tenha wilo,lê her bostezemînek ji xaka Kurdistanê,di çav
te de,di pileya evrabûna Laleþ û Þingalê de ye.Wilo,te ol û warê
xwe,ayîn û welatê xwe bi hev re kirine gewd û can,ku bê hev nabin.Te
zanîbû tu çendî li bal kekê Mesûd rûmetdar î,loma te ew rûmetpêdan
kire sîmbolek ji kurdewariyeke resen û petî re,da her Kurdewarek zanibe
ku Kurdistan bexçek ji kulîlkên ayînî ye,rengên ayînê li rengê xakê
vedaye,bê hev sipehîtayî nayê dîtin û pelandin.
Begê min,te di vê bobelata dawî
de,perrên xwe davêtin ser Þingaliyên xwe û ew diparastin.Te ew,di wêrangehan
de,di xanîkên hilweþayî de,di nexweþxaneyan de û li komelcihan,di bin
baskên xwe de diveþartin.Te zîç û zarokên birîndar,di dilê xwe de
dihêwirandin û dilorandin.Lê,bê tu hawara xwe bigihînî Kurdistana
azad,serok Mesûd bi hawara te ve hat,piþta te girt û þîna dawî, bi te
re, kiþand.Belê,da zanîn , ku nema Kurd , ne jî hukûmet û perlamentoya
Kurdistanê,êdî dihêlin Þingal û gelê Þingalê,bi destên
nijadperestan, wêraniyan bibînin.
Di wê hevdîtinê de,di hevdîtina
li Hewlêrê,ez bi axaftinên te re kûr û dûr diçûm.Min ji xwe re
digot,ne bi zarê te û ne jî li ser zimanê te ,kanî mafên mirovan di
pejirandina behweriyên kesane de,di jiyaneke azad û serfiraz de!?.Çima,em
Misilman minareyên camiyên xwe ber bi asîman ve hidikiþînin û bi
dengbilindî ji ola xwe re kar û xebatê dikin,em ji ola xwe pê ve ti olên
din berçav ,rasteqîn û mafdar nabînin.Çima Dêr û kenîse þinge þingê
ji naqosên xwe tînin û dengê xwe li çarkenarên dunyayê belav dikin,da
ola xwe bi guhdaran bidin nasîn.Lê, Êzdayetî di þikeftan de,di zikê
zemînê de,di pîrozgeha Laleþ de,di malên êzdiyan de,di dilên þikestî
de, bêdeng, ji zora talankeran, tê parastin!!?.Çima, Tirk û Firs û Ereb
milsitûriyan li hemî nijadên ji wan cuda dikin û wan mirov,xwdîmaf û
xwedî hest û nest, nabênin.Lê,Kurd mirovan,her mirovî,xwedî mafên
mirovaniyê û hebûneke serbixwe dibînin.
Erê felekê,ev çi dîrokeke bêbext,riswa
û rezîl e!.Ev çi heyameke bêol,bênirx û bêwicdan e!.Ev çi demeke bêfedî,derewîn
û rûþûþtî ye!.De rabe lêborîna xwe ji êzdî û êzdayetiyê
bixwaze,rabe xwe ji kîn,rikgîrî
û gemara zemanî paqij bike,rabe talankerên xwe li kozikên wan vegerîne
û wan gem bike.Bila mirovatiyê,weku mirovan,ne weku hovan,hest bikin.Bila
dolabên xwe negerînin,benên xwe nerêsin û tevn û torên xwe nehûnin,lê
wê ew bi xwe bi dîlîtî bikevin tor û davên xwe de û di wan de dîl
bibînin.Eger xwe ne mirov bibînin,wê roj zû li wan here ava, wê heyv li
wan xira bibe û wê dîroka mirovaniyê wan binpê bike.
rezo_aro@hotmail.com
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org