Bew

                                                                    Rezoyê Osê

                                         -1-

  Silogana herî cihgirtî,li ba Rûsan,di cenga cîhanî duwemîn de:"Poduha-Mamb zabem!"bû.Ango,"Niþtîman-Dê gazî dike!".

Belê,dayika dayikan niþtîman e,welat e,ax,av û ba ye.Ew xaka

rengîn û asmanê þîn e.Erê,dema dê dike gazî,fîxan dike û banga

xwe dighîne zarokên xwe /niþtecihan/,hinga zaroka þîrhelal li

ber barê dayika xwe  radibe û wê ji tengasiyan derdixe,ne kul, derd,xem û azariyên wê pirtir dike.Wilo jî,birînên wê derman

dike,ne qemûþkan ji ser birînên axifî radike,da xwîn ji vî gewdê birîndar biherike.

                                       -2-

   Xalê min pir ji min hes dikir.Min jî wilo jê hes dikir.Lê,dema ji min re" kurê çêlê" digot,ez xule dibûm û xwîn di hinarkên rûyê

min de dikelî.Lê,di dev xalê xwe de bêdeng dimam.Wilo"kurê çêlê" li ba min bûbû psîkogirêk û bihîstina vê gotinê li guhên min

ne xweþ dihat.

   Carekê,di civateke gundî de,dabaþa guran hate meydanê.Her

gundîkî çîrokek,serpêhatiyek,yan jî bûyerek li ser Gur,Dêlegur û

þêwejiyana wan digot.Yekê ji wan serboriyan ez,ji hest û nestê min,hejandim.

   Ev serborî dibêje,ko rojekê yekî gundî çêleka xwe bi dara tuwê ve girêda bû.Çêlek jî di ber zihê xwe de bû.Sibehê yê gundî radibe,da serekî li çêleka xwe bide.Dîtina ko dibîne,va serê çêlekê bi qurmê darê ve þîrêz bû ye,lê golikeke nûzayî ji qêla çîlekê þîr dimije.Piþtî yê gundî nêzîkî darê dibe,dibîne ko çêlekê

Gurek bi darê ve kuþtiye,lê serê xwe ji ser ranake.Ango bi tirs e, ko Gur bifilite û golika wê bixwe.

   Min,piþtî bihîstina vê serboriyê nasî,çima xalê min"kurê çêlê" ji

min re dibêje.Belê,wilo digot,ji ber wî zanîbû,ko xwîþka wî/dêya

min/zarokên xwe bi dev guran ve bernade û desthilat e,ko zarokên piþtî mirina mêr sêwî mayî xwedî bike.

                                      -3-

  Li gorî nûçe û bûyerên cîhanî,gelek faktor bandora xwe li rewþa

Iraqê dikin.Ev yeka,di reftariya hêzên aktîv û xwedîrol de belû dibe û rû dide.Erê,her hêzek hewl dide,ko bi rola sereke,di guhertinên rojane û paþeroja vî welatî de bileyize,lê ne her hêz

xêrxwaz e.Hin dixwazin Golikê bikin "Bew",da çêlek sax bimîne û bi  rola  xwe  ya  normal  rabe . Hin,tenha  li  dohtina  çêlekê   û vexwarina  þîr  digerin.Hin jî ne zanin bew çi ye,ne jî bi çi  rolê radibe.Wilo,berjewendiyên navnetewî,herêmane/sînordaþ/û yên   miletên vî welatî jî xwe dadixin meydanê.Hin hewl didin,ko ev welat  ji çerxa xwe derkeve,da di çerxa feleka wan de bigere.Hin jî, di ber aramî,serkeftin û pêþketina vî welatî de kar dikin.Belê, her  hêzek dixwaze vî welatî bi þêweyê xwe kiras bike.Lê çawa be,wê zarokên malê firih bixwin.

                                            -4-

   Carekê,çêleka me kete ber zihê xwe de ,lê golikeke mirî anî. Gundîkî me,piþtî zayînê,golika mirî dît,got:"Golikê bikin bew,lê

wê çêlek jî bimire!".

   Min nizanî çi hate gotin û mebest ji vê þîretê çi ye!.Lê,piþtî ko kelaxê golika mirî ji kevel/eyar/derxistin,kevel tije pûþ kirin û

ew bew li ber makê danîn.Hinga,min nasî mebest ji vê þîretê çi

bû.Ji ber çêlekê ew kevelê bêcan/bew/alast û þîrê xwe,bi alastinê re,berda qêlê.Me firih,di þûna golika mirî de,xwar.Wilo,

çêlek ji þîr ne hate birîn û orîneke normal li ser bew /golika bêcan/dikir,bê ko zanibe hatiye xapandin û þîrê xwe ne dide golika xwe,lê dide destdoþan.

                                                                       Qamiþlo

                                                                     20.01.2004