Bibûre
Rezoyê Osê
Aro , di nava xwe de , weke
wê roja bi sir
û serma , þikestî bû.Lê , xwîna tinaziyê di laþê wî de
dikelî.Dixwest tinazan bi xwe bike , bi xweristê
bike , bi lebt û liva wan kesên xwe qurnisandî bike...Lê,cegerdarî
ne dikir , ko vê sarbûna xwezayî biþikîne.
Destê xwe ji "Taksî"yê re
hilda.Bi rakirina dest re ,bû zîqîna firêman , û li hember
wî , bi rengekî ne normal ,
rawestiya.Lê,gava Aro ber pê de çû ,dît va kûçikek li ser kursiyê pêþî
ye û zîq ,di camê re,li pêþ dinere.Ev wêne,bi pêkên pêþî re , bi serê wî ne ket.Lê, çi bike , ji serê xwe
avêt û
deriyê paþ vekir , da siwar bibe.
Bi vekirina derî re,dengek kete guhên wî.Þifêr
bû,got:
"Bibûre
, rêwiyek bi min re heye , ez ne vala me !".Bi vê gotinê
re , kela tinazdariya
Aro sar
bû . Loma ,derî bi zivêrî dada û bi þûn de vekiþiya.
Þifêr , bi qîrênî , bakir :"Bibûre
, çima te derî dada!"
- Ango , çima
wisa bi
zivêrî - . Aro , bê
dengbilîn lê
vegeriya,destikê derî girt,derî vekir û ji þifêr re "Biûre" got.Lê, derî vekirî hiþt û
bi þûn de vekiþiya.Dîse , þifêr bi qîrênî,bakir:"Bibûre , çima
te derî vekirî hiþt!".Aro , bê dengbilîn lê
vegeriya , destikê derî girt
, derî dada û ji þifêr re "bibûre" got .Lê,dengê livê
ji "Taksî" yê ne hat.
Gava Aro lê nerî , dît va kûçik li
kursiyê paþ e , û þifêr badike :"Bibûre,de were,ez li yekî nala
te digerim !".
Qamiîlo
18.07.04
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org