Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de


Rezoyê Osê

   Bêgoman ,Cgerxwîn ne tenha helbestvanekî Kurd e ,lê nivîskarekî renge –reng e jî. Vî helbestvanî  bêtir ji \ 20 \ pirtûkan bi þûn xwe de hiþtine. Bo vê yekê em xwe neçar dibînin, ko di bin sîbera  çend sernavan de berê xwe bibin serî :

   I. Danasîn:

    Helbestvanê me, Cegerxwîn sala 1903 li gundê Hesarê çav  bel kirine. Hesarê jî  gundek ji gundên binekofa Mêrdînê ye. Navê wî  Þêxmûsê  Hesen e \ wî di dîwana yekem de gotiye " Di sala  1903 de ez hatime dinyayê , bi navê Sultan Þêxmûs ez çêbûme ji dayê \ .Bi bingehên xwe yên civakî, ji malbateke jar û belengaz e. Sêzdesalî, bi malbata xwe re Binxet dibe û koça wan li bajarê Amûdê datîne. Piþtî  demeke kurt  dê û bav koça xwe ya dawî dikin û wî sêwî , bi þûn xwe de ,dihêlin.Pênc salan di nav mala birayê xwe de dimîne. Di hijdesaliya xwe de dibe suxteyên Hicrikan û xwendina olî  dike. Nav û zanînê,di vê riyê de,qezenc dike. Di riya xwendinê re qurçik û qewêrên Kurdistanê tev û lev dide. Wilo,dibe Kurdnas û miletperwer. Dibe xwedî bîr û bawerî  û doza guhertinên  civakî, siyasî  û ramyarî dike. Van  nerînên wî  birîn di cerg de vekirin.

    Bîst û du salî  bû ,ango sala 1925, bi hawara serhildana Þêx Saîd ve çû  û bi hêvî bû ,ko çavên xwe bi serketina vê serhildanê kil bike.Mixabin,ne tenha negiha birîna nûvebûyî  derman bike,lê nebiserketina vî  karî  birîn di ceger de kûrtir kir,tanî ew kire Cegerxwîn.Lewra,gelek ristê kulgiran ,lê þerîn û  hêja,bi xwîna cerg û  hinavan ,di adrêsa vî pîremerdî û  serhildana wî  de nivîsîne.Ji vir sira bayê  evînê ew qenc girt û    evîndarê    dîlbera bêhempa...bû  evîndarê Welêt.

    Belê,ne tenha Cegerxwînê evîndar çavên xwe bi serketina serhildsana Þêx Saîd kil nekirin,lê vê yekê agirekî  dadayî di nava wî de hiþt. Loma bê hedan ma û    bi zû  li qûnaxekê cîwar  nebû.Wilo, berê xwe da Îraqê. Ji wir çû  Îranê.Lê,sala 1927 an li gundê Hesarê vegera û  sala 1928 an keçxala xwe guhest  û Binxet bû, da melatiyê  li gundan  tanî  sala 1935 an bike.

      Cegerxwîn rist, di salên xwendinê de, dihûnan.Lê destpêka helbesta rûniþtî  sala 1924 an bû ,ko ji vir û pê de rêça Kurdewarî, milet û niþtûmanperweriyê girt û semta xwe kire xebata gel, dibêje:

           Min dest bi Kurdiyê kir peyda kirin çend mirîd

           Bi xweþxwan û  reþbelek xesma piþtî  Þêx Saîd

 

   Bûyerên salên 1945 – 1946 bandoreke mezin li Cegerxwn kirin û desthilat bûn,ko wî ber bi behweriyên þoreþgerî  û  sosyalîzmî de bilivînin,lê li ser bingehên kurdewariyê.

   Piþtî þoreþa 14 gulanê,Cegerxwîn berê xwe dide Îraqê  û  li zanîngeha Bexdê dibe mamostayê zimanê Kurdî.Lê sala 1961 \ di pêxistina þoreþa Barzanî  de \ li Sûriyê vedigere. Lê karbidestên wê demê wî ji milet dûr dikin û sergonî bajarê Swêda dikin.Piþt re li þarê Þamê cîwar dibe. Ji wir dîsa berê xwe dide Îraqê û salên 1969-1970 cih digre. Pir namîne vedigere û sala 1973 diçe Bêrûtê da li wir dîwana xwe ya sisiyan \ Kîme ez \ çap bike.Sala 1975 li bajarê Qamiþlo vedigere û sala 1987 penaberî Swêdê dibe û li Stokholmê, tanî di 22.10.1984 çav têne girtin û dil bê lebt û lêdan radiweste,dimîne.

   Dimîne em bêjin,ko Cegerxwîn,di civaka xwe de,mirovekû aktûv bû.Hevpar û hevpiþkê  gelek çalakiyên civakî,çandeyî  û siyasî  bû.

 

  II. Çi nivîsî:

   Cegerxwîn ne tenha daner û  afranderê  pirtûk û  helbestan bû,lêbelê dehên gotarên wêjeyî ,mîjoyî ,civakî û siyasî belav kirine.Gelek ji van gotaran di kovara Gulîstan de hatine weþandin.Ew kovara,ko damezrêner û  berpirsiyarê  wê bû.Lêbelê lîsta pirtûkên wî,yên çapkirî  ev e :

   1. Dîwana yekem: Pırîsk û Pêtî , 1945 Þam.

   2. Çîroka yekem: Cîm û Gulperî ,1948 Þam.

   3. Dîwana diwem: Sewera azadî ,1954 Þam.

   4. Çîroka diwem: Reþoyê Darê,1956 Þam.

   5.Gotinên Pêþiyan, 1957 Þam

   6. Awa û destûra zimanê Kurdî , 1961 Bexda.

   7. Ferhenga Kurdî ,cildê pêþîn, 1962 Bexda.

   8. Ferhenga Kurdî ,cildê duduyan 1962 Bexda.

   9. Dîwana siyem: Kîme ez, 1973 Bêrût.

  10.Poêma : Salar û Mîdiya , 1973 Bêrût.

  11. Dîwana çara: Ronak,1980 Stokholm.

  12. Dîwana pênca: Zend ~A Vista,1981 Stokholm.

  13. Dîwana þeþa : Þefeq,1982 Stokholm.

  14. Dîwana hefta : Hêvî ,1983 Stokholm.

  15. Tarîxa Kurdistan ,cild 1 ,1985 Stokholm.

  16. Dîwana heþta : Aþitî ,1986 Stokholm.

  17. Tarîxa Kurdistan ,cild 2 ,1987 Stokholm.

  18. Folklora Kurdî ,1988 Stokholm.

  20. Jînenîgariya min ,1995 Stokholm.

  21. Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî ,1995 Stokholm.

   Dimîne em nivîsareke din berçav bikin, ko hîna cihê xwe di nav weþanên Cegerxwîn de negirtiye. Ew jî '' Þerefnameya mewzûn'' e. Ev pirtûk jî Dilawerê Zengî, sala 1997 li Bêrûtê, daye çapkirin. Dilawer vê nivîsê wisa dide nasîn: "Destnivîs bixwe bi tîpên Erebî ji 41 rûpelî, qetê ortê 150#20 û 724 malikan pêk hatiye. Dîroka nivîsandina destnivîsê ne zelal e, tenê di dawiya destnivîsê de hatiye ( Roja înê 20 avdarê 1942 an de, kat pêncê Erebî) " .

   Mirov  hemberî vê raxistinê hest dike, ko Cegerxwîn ne tenha xwediyê bejneke bilind e di çand û toreya Kurdî  de, lêbelê pengava zanîn û karînê  ye jî. Loma mirov ceger nake,ko bihingive vê bvejna bilind.Tenha mirov dikare xwe bide ber siha wê.Wilo jî mirov ceger nake,ko xwe nêzîkî vê pengava zanîn û karînê bike.Lê tenha bi hêvî ye ko di peravên wê de mêlevaniyê bike,da ji hêz nekeve.

   Em li gel vê tirsa xwe xweþ bawer in,ko em nikarin barê pênaskirina naveroka kar û barê vî hozanî hilgirin ser milê xwe.Lê em dixwazin baqek gul ji vê gulzara bêkenar pêþkêþî  we bikin,da bi reng û bihna wî kêfxweþ û dilþad bibin.

                     

   III. Navdariya Cegerxwîn:

   Bêgoman,serristika navdariya Cegerxwîn dimîne kar û xebata wî,lê di riya derketin û belavkirina nav û dengê mamostê evîndar de pir karên giranbuha hatine kirin .Çi bi riya nivîskar û xwendevanan be,çi bi riya stranbêj û sazvanan be , çi jî bi riya dost û zimannasan be.

   Wilo di salên 1932-1945 ,mamostên miletperwer û zimannsan , du birakên nemir Celadet û Kamîran Bedrxan pir propaganda ji nav û nivîsên Cegerxwîn re ,bi riya Hawar ,Roja nû ,Stêr û Ronahî ,kirin.

   Wilo jî zimannas û nivîskarên Kurd li Yekîtiya Sovyêta berê pir nivîsok, gotar û pirtûk li ser Cegerxwîn derxistin û belav kirin . Ji van kesan : Mamostê hêja profêsor Qenatê Kurdo, kurdnasê mezin mamosta Ordîxanê Celîl, mîjonasê gewre mamosta Þamil Eskerof .

        Li Fransa jî du wêjevanên gewre pir gotar di riya pênaskirina Cegerxwîn de nivîsîn û di rojname û kovaran de belav kirin. Ew jî mamosta Tomas Bwa û Rojê Lîsko bûn.

      Yek jî ji wan kesên, ko roleke mezin û hêja gerand ,stranvan û sazvanê Ermenî mamosteyê hinermend Aram Dîkran bû .Bi wî dengê kewanî û sazên nerm gelek govend rakirin û gelek þevbuhêrk jî derbaskirin, tev bi saz û gotinên kurdî ji helbest û ristikên dost û hevalê xwe mamostê Cigerxwîn .

          Gelek stranvan û sazvanên Kurd jî rê û rêça hunermend Aram girtin, lê her yekî bi rengekî saz û stran bilandin.Ji wan: M. Þêxo, M. Ezîz , S. Gabarî ... ûhd .

           Hunermendê þoreþvan Þivan bi sazê xwe ,yê weke zingilê cam û dengê xwe ,yê þoreþgêrî pir ristikên mamostê Cigerxwînê nemir sazkirin û strandin .Lê,Cegerxwîn ji çalakiyên gelêrî jî bê par nema.Belê,propogandîstên Cegerxwîn di nav gel de jî hebûn.Yên weke Sebriyê Xelo Sîtî, Kurd þþþÞemo, Bavê Mislih, ko di her komecivînên gelêrî de,çi þahî bûna çi jî serxweþî bûna,helbestên Cegerxwîn dixwendin û þirove dikirin.Tanî mala Kurd nema ,ko hêlîneke xwe tê de çê nekir û bi Aram û Þivan û yên din re tê de nejî .

   Wilo ,bi þêweyekî gelêrî hêlîna heskirina wî di civaka kurdî de hate danîn. Da em berê xwe ji hev derxin û nehêlin nexên guloka rîsê me li hev   bigelice,em neçar dibin,ko berhemên vî hozanî li çend grûpan par bikin:

 

   1. Hozanbêjî:

    Seyda Cegerxwîn,di vî warî de,heþt dîwan afirandine û du poêmên helbestî tûmar kirine.Lê ji ber ko wê lêkolîna me ,bi gelemperî li ser tevaya berhemên Cegerxwîn be û bi taybetî li ser helbestê be,em dê van beþên din bi kurtî berçav bikin.lê em dê mijara xwe di helbestê de berfereh bikin.Bo vê yekê em ê ,di vê gurûpê de,tenha li ser poêman rawestin:

 

   1. Pêma  " Þepal û Stêr " :

   Ev poêm di bin sernavê " serpêhatiya Þepal û Stêr " de di dîwana SEWRA AZADÎ de hatiye belavkirin.Ji 190 cotemalikan pêk hatiye.Zîlana bûyerên wê siyasî ~ civakû ye.Li gorî avakirina vê poêmê,Stêr keça axakî zor û sitemkar e.Ev keç dil dikeve þivanê gund de,lê bavê wê,li gora serdariya xwe pismamekî lapûr û bêkêr.Stêr qîma xwe nayîne û çarê ji hevrevandinê pê ve nabîne.Wilo,piþtî hevrevandinê,dibin xwînî.Stêr,di xwîndariya xwe de ,tê kuþtin. Þepal û Dapîr jî,ji derdên giran,can li ser wê didin û dibin mêvanê wê.Wilo þikêrek wan himbêz dike û dibe goristana wan.

  

   2. Poêma " Salar û Mîdya " :

   Ev poêm pirtûkeke serbixwe ye.Sala 1973 li Bêrûtê hatiye weþandin.Ji 236 cotemalikan pê hatiye. Seyda Cegerxwîn,di vê poêmê de,bi hostayî pesnê xweristê,bi deþt û çiyan ve,bi gelî û newalan ve,bi dar û zeviyan ve,bi candar û tilûran ve jî dide.Di gereke wisa xweristî re û di van sawîran de,keçeke bedew dibîne.Wê jî bi þanazî pesin dide û berê xwe dide wê þêrînê da axaftinekê pê re veke.Lê Þêrîn matmayî dimîne,ev mirov bi cegerdarî  û bê tirs  hatiye nav bax û bustanên axê.Ew bavê xwedî gund û mal,ko kal bûye û tenha ev keç heye.Lê ji ber sitemkariya wî û hevaltiya wî bi dijmin re,nema kesek ji gundiyan alîkariyê pê re dike,lê tevan piþta xwe danê.Lewra,ev keça þêrîn,ji xwe re,li gernasekî digere,da karibe piþtû mirina bavê wê,vû mal û mewdanî biparêze.Wilo,keç Salar dibe cem bavê kal,li wê burca sipî .Seyda pesnê vê burca spehî û vala ,ji rêncber û navmaliyan ,dide.Wilo jî di bîr tîne,ko gundî nema  bacan û " bêþan didin axayê nezan ".

   Piþtî axa bi Salar re rudine,dem û dewranê berê tîne bîra xwe û fortan dike,ko bi çend qurûþan dikare bihêle Çawîþ van gundiyan berqef bike û wan bîne ber destên wî.

   Piþtî hin pend û þîretan axa xwe dispêre Salar û wî dike zava û serdar.Wilo,Salar bi bûka xwe re dikevin xewnan û gund û malû mewdanê xwe li milet par dikin,êdî dibin rêvebirên qûnaxa xwe û dibistan,dezge û zanîngehan ava dikin.

   Wilo vê xewna xwe bi cih tînin.Qûnaxa xwe ava dikin û wekheviyê ~ sosyalîzmê ~ pêk tînin.

  

2. Bexþanevanî:  

   Seyda Cegerxwîn bexþane di gel helbesê re,bi rengekî paralel,nivîsiye û berdewam kiriye.Wilo,folklor civandiye, serpêhatî nivîsîne,dîrok û jînenîgarî jî nivîsîne. Lê destpêka bexþanê, li ba Seyda,di þêweyê çîrokê re belû bûye.Di vî warî de du çîrok nivîsîne:

 

   1. Cîm û Gulperî:

   Ev çîroka pêþî ye,ko Cegerxwîn nivîsîye û di sala 1948 an de li Þamê daye çapkirin.

   Di vê çîrokê de dihingive hin rewiþtên ne saxlem di civaka Kurdî de.Hewl dide,ku vê civakê di riya du evîndaran re ,weku nimûne,biguhere û rehên kevneperestan tê de pûç bike.Wilo,Cîm û Gulperî ji rêz û bendên civaka kevneþop re natewin û bêtir bi evîna xwe ve têne girêdan.Evîna wan berê wan dide hevrevandinê,da trajediya taqîbat û kuþtina  vê evînê bibe sedema hilweþandina adetên biþûndemayî...û di þûna wan de wekhevî ava bibe.

 

   2. Reþoyê Darê:

   Ev çîroka didiwa ye,ko Cegerxwîn nicîsiye û di sala 1956 an de, li Þamê daye çapkirin.

   Reþoyê Darê çîrokeke civakî –siyasî ye.Li ser bigehên folklorî hatiye avakirin.Zîlana avakirinê dibe zargotina Kurdî :"Þêr þêr e,çi jin e, çi mêr e".

   Bi kurtî,Reþo mêrxasekî cegerdar e.Jineke wî spehî û bedew heye.Kurê axê çavên xwe danîne ser,lê ferzenda xwe di destdirêjiyê de nabîne.

   Di þevbuhêrka oda axê de, dabaþa cegerdariyê dibe û daketina binê bîra Berdewêl,lê bi þev, dibe pîvana mêraniyê.Reþo,nemerdî nake, xwe dide ber daketina binê vê bîrê.Wilo,radibe berê xwe dide vê bîrê, da nîþana xwe, li binê wê, deyne.

   Piþtî rêketina Reþo, kurê axê berê xwe dide mala wî, da xwe bi civana jinê þa bike. Lê jina Reþo xwe bi dev ve bernade. Wî dikuje,

Dike parçe û dide milê xwe,da bavêje binê bîra Berdewêl.

   Di wê kêlîka, ko Reþo di taristaniya binê bîrê de ye,jina wî ji banî ve parçên laþê kurê axê tavêje binê bîrê.Lê, Reþo ji desthianîn nakeve,lê bi dengbilindî nav di xwe dide.Wilo ew û jin dengê hev dinasin.

   Piþtî ,ko Reþo û jina xwe vedigerin,þerekî çînî bi axê re vêdixin û di þerê xwe de bi ser dikevin,da wekheviyê di gundê xwe de pêk bînin.

 

   3. Folklora Kurdî( Kurmancî ):

      Ev pirtûk ji 205 rûpelan pêk hatiye.Bi du beþan bi nav bûye.Beþê yekê ji heft parçeya pêk hatiye.Ew jî :Helbest û berdîlan,Berdan,Berdestarî,Berbûkî,Stiran û lawik,Lavij,û Lavijê Botan.

   Beþê didiwa,yekber e.Ew jî: " Avêtina ser,yan þer û serpêhatî ". Di vî beþî de 13 navdarên civaka Kurdî himbêz dike.

 

   4. Jînenîgariya min:

   Ev pirtûk,hem bi qilafet,hem jî bi jimara rûpelên xwe,mezintirîn pirtûkên Seyda Cegerxwîn e ( 414 R. Ji destê mezin ).

   Seyda Cegerxwîn bi bihnferehî û hûrbînî morîkên jînenîgariya xwe,libo libo bi dar ve dike û dide dest xwêner.

   Ew li ser gundê xwe,mal û malbata xwe,jiyan û civaka gundiyan diaxife.Li ser xwendin û koçberiyên xwe radiweste.Kîn,berberî û dubendiyên civaka xwe berçav dike.Talan û serpêhatiyan,þer û pevçûnan,doz û daxwazan nîþan dike.Herêma Omeriyan,bi navdar û nakokiyên wê ve,bi ceng û berxwedanên wê ve, hemberî zor û sitema dewletê pesin dide.

   Þûn û warên xwe jî,li binxetê,destnîþan dike.Herweha navdar û bûyerên  vê herêmê jî di bin awirên xw re derbas dike.Li vê herêmê,bi saya xwedê û Þêx Mihdî,Seyda ji kokê tê guhertin.Ew dibêje: " Þêx Mihdî,ez ji xewna kevneperestû bi carek þiyar kirim...".

   Wilo,derbasî nav refê Xoybûnê dibe û li civatên Bedirxaniyan dibe têkildarê gelek navdarên weke: Mîr Celadet,Osman Sebrî, Dr.N.Zaza, Hesen Huþyar,Dr.E.Nafiz,Reþîdê Kurd,Qedrî Can û bi wan re dibe hevpiþkê kêferat û berxwedanê di ber gel de.Lê piþtî ko dem û dewran bi ser Seyda de çewt tên,hêviyên wî diþikin.Êdî ev nifþ, bi demê re hêdî hêdî ji perxa gerdûna Seyda derdikeve.

   Belê,jînenîgariya xwe bi nûçe û bûyerên herêmane,welêt û yên navnetewî dineqiþîne,tanî serristika xwe,li penaberiyê,li Swêdê,bajarê Stokholmê,girêbend dike.

 

   3.Zimanzanî:

   Wilo jî ziman ji keda xwe bêpar nehiþtiye.Belê,di vî warî de jî,destê xwe daniye ser birînê.Loma berê xwe daye " Awa û destûra zimên ". Ango, hewl daye, ko aloziyên zimên,di warê gramerî de,çareser bike û zimanê nivîskî bi pergal bike.Wilo jî ev ziman bi ferhengî parastiye û "Ferhenga Kurdî " ji du cildan daniye.

 

   4.Mîjozanî:

   Bi ser ko Seyda Cegerxwîn ne dîrokzan e,lê hewl daye,ko xwe di vî warî de jî biwestîne û behweriyên xwe di levalandina dîroka Kurdî de, Çi dîroka kevnar be,çi jî ya serdem be,berçav bike.

 

   IV.Evîndarê welêt:

   Dimîne em mijara xwe li ser helbestê – beþê mezin di afrandinên Cegerxwîn de – bibin serî.Belê,Cegerxwîn,di helbestê de,hingiviye her babetê jiyanê.Lê kula wî evîn e.Wî jî ceger bi arê evînê sotiye.Loma þax û paxên evîna wî xwe berdidin ser dîlberê,ser welêt,ser pirsên civakî,eborî û serxwebûna gel.Wilo jî aþtî,biratî û heskirinê di bin sîwana xwe de diparêze.Lê ji ber  em ne desthilat in,ko hozanbêjiya Cegerxwîn bi rewanî raxin,em dê li ser çend movikên serekane di hozanbêjiya wî de rawestin:

  

1.Evîn:

   Evîna Cegerxwîn evîneke sermedî ye, lewra mercên evînê li ba wî zor û giran in.Belê:

                      Hetta di iþqê wer nebî, dil wek biyokê zer nebî

                     Wek Mem evînperwer nebî, ma tê bi wê Zînê çikî

  
Cegerxwîn di evîna xwe de noq dibe,êdî  amade ye can û dil jî di ber yara xwe de winda bike û xwe bike goriyê evîna xwe:

 

                                Ez ji xew rabûm,gulfiroþek dî

                                Pir gelek þa bûm,gul bi dil didî

                                                            Gul bi dil didî

                                Bazar me kir,go ser bi ser nadim

                                Ê gulperest  bî,can  û  dil  didî

                                                          Can  û  dil didî

  

Erê,Cegerxwîn di evîna xwe de giha,lê yara xwe ne hiþt veþartî di dilê xwe de.Xwest yara xwe bi herkesî bide naskirin,loma ew bi nav û nîþan kir û rewþa wê jî diyar kir:

 

                            Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar e

                            Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e

 

   Cegerxwîn rûmeta evîndariya xwe bi hebûn û geþbûna evîndara xwe dinase:

 

                            Ger ne bilbil dilbijokê sorgula rûgeþ bitin

                            Rûmeta wî bilbilê bê sorgula rûgeþ çiye

 

   Lewra Cegerxwîn dikeve pesnê sorgula xwe ya rûgeþ de,dibêje:

 

                             Welatê min tuwî bûka cihanî

                             Hemî bax û bihiþt û mêrg û kanî

                             Þepal û þeng û þox û naz û gewrî

                             Gelek þêrîn û rind û pir ciwanî

 

   Wilo,ne tenha Cegerxwîn kete agirê evîna dil de,da ji ber bike qêrîn û hawar,lê dilbera wî jî bi agirê wî hate sotin:

 

                             Dûrketim nêzîkî her dem min di dil danî welat

                             Nagirîm  îdî  nemaye  dewrê  giryanî  welat

                             :

                             Pêtiyên agir  ji hilma min gihan  çerxa felek

                             Min Cegerxwîn bûye agir te li ser danî welat

 

    

    2. Derd, êþ û jan:

   Ji derdê dûrketina yarê dilê Cegerxwîn ji derdan miþt dibe û dibe pengavek ji ahînan:

                           

                              Me dil pingave kûr û bê perave

                              Ji ahîna du dêmên wek niviþke

 

   Lê,ji ber bidestxistina yara xwe,Cegerxwîn dikeve kêferatê,dibe Zab û Ferat,dikele û dinale:

               

                              Wek  Ferat  û  Zab  û  Dicle, dil  dinalî  roj û   þev

                              Xum-xum û guv-guv dikim wek kerkeþa pîrême sz

 

   Dilbera Cegerxwîn guh nade êþ û azariya wî,loma gazinan ji nazdar û þepala xwe dike dike:

 

                              Nazedarê  nûbiharê  sorgula  ser  þax  û  darê

                              Rû dibin çar û xumarê,dêmdur û ebrû keman

                              :

                              Dîlber û þox û þepalê neynika ,ewq û þemalê

                              Guh neda wê nalenalê fêde nakin sed eman

 

   Cegerxwîn di rewþa dîlbera xwe de mijûl dibe,lê ti riyan jê dernaxe.Loma gazinên xwe dighîne xwedanê jorî,da berê xwe bide rewþa wî û wî ji bîr neke û daxwaza wî ,di vê rê de,bi cih bîne:

 

                             Di  tarîka  þeva  hicran  çiraxek  sîfet  im  ya reb

                             Ji  ser  heta  piyan  ar  e,bi  carek vêketim ya reb

                             :

                             Meger ez Restemê Kurd im fîraqê ez nexweþ kerdim

                           Cegerxwîn im siyahçerd im,di kunca xelwet im ya reb 

 

   Wilo,Cegerxwîn li ser rewþa civaka xwe dihêwire,li ser sedemên dûrketina ji dîlbera xwe radiweste.Piþtî vê lêmijûliyê êþa xwe destnîþan dike û tiliha xwe datîne ser birînê:

 

                                  Du derdên me hebûn dijwar û xeddar

                                  Xizanî  yek , ewê    her   nezanî 

                                 Weke þêr û pilingan em diçûn hev

                                 Penîr  Rovî  ji  meydanê   hilanî

 

   3. Bandora sosyalîzmê:

   Bandora sosyalîzmê,di hozanbêjiya seyda Cegerxwîn de,bi gelek awayan belû dibe û ramyariya wî,di demeke dirêj de ,dorpêç dike. Nemaze piþtî biserketina þoreþa Oktoberê û serkêþê wê Lenîn û di pey wî re Stalîn:

 

                         Me ji Linîn û Stalîn girtin ev rêçik û dîn

                         Ko tû seyda wilo arzan bikûzî nîne rewa

 

   Seyda piþtxwirtiyek di hebûna Leþkerê Sor de didît.Vê behweriya wî bihtir cih girt,nemaze piþtî damezrandina komara Mehabadê.Loma behwer bû,ko dora azadiya Kurdan ,bi hebûna vê sîstemê re,hat:

 

                        Ey Kurd tu bizane ko cîhan her dem û dor e

                        Serbestî  û  azadî  bizan  kotek  û  zor  e   

                        Zincîrê ji gerden biþkîn zû were meydan

                        Îdî  tu  metirs  piþt  û  bira leþkerê  Sor e

 

   Di bin siha vê bandorê de,Cegerxwîn xebata xwe berdewam kir û rewþ û cenga welatê xwe bi ya navnetewî ve girêda,lê bi taybetî beþê sosyalîzmî.Bi asanî destê xwe dida destê hemî azadîxwazên cîhanê dijî imperyalîzm, kolonyalîzm û kevneperestiyê.Wilo,þerê dek û dolabên ko ne tenha di Rojhilata Navîn de dihatin danîn dikir,lê wilo jî þerê hemî peymanên leþkerî dikir.Li ser peymana Tirk û Pakistan dibêje:

                   

                             Peymana dîlî, gerdenþikestî

                             Tijî  koletî , hemî  bindestî

                             :

                             Zincîra dîlî giran û dugurd

                             Xiste gerdena Tirk û Laz û Kurd

 

   Wilo jî peymana Bexdê þermezar dike û tinazên xwe bi peymandarên wê dike,dibêje:

 

                             Destên Ismet þikandin wa xistine cebsînê

                             Dijmin li Tirk siware,Beyar digre dezgînê

                             Kurd bindeste li pey wan tenê dikî nifrînê

                             Diçin  riya felaket  qet  guh nadin  qêrînê

 

   Bi miletên azadîxwaz re þahî dikir.Lewra serketina miletê Viyetnam, di þerê Diyan Biyan Fû de,pîroz dike û payebilind dibîne:

 

                               Diyan Biyan Fû,Diyan Biyan Fû

                               Lingê  koledar  ji  ser  te  rabû

                               Krên te gernas xwe dane kuþtin

                               Navek pir bilind ji bo te hiþtin

 

   Hestên azadîxwazî û serfiraziyê,di navbera Cegerxwîn û cengdarên cîhanî de,hevpar bûn û pêrgî hev dihatin....Pol Robson jî yek ji van stranbêjên þoreþgêr bû ,yên ko Cegerxwîn gaziya xwe lê dike:

                         

                              Dengê te ê xweþ her kes dixwazî

                              Wî dengê þêrîn...

                              Bêje ey heval,hevalê delal

                              Bi saz bi qîrîn...

                              Bimrî koledar,bimrî koledar

                              Bijî azadî,bijî serbestî

 

   Wilo jî dengê xwe dighîne hemî azadîxwazan,da destan,bo serxwebûna xwe bidin hev :

                             Hindî  û  Çînî , Ereb  û  Hebeþ

                            Hemî bibin yek,çi gewr û çi reþ 

 

  4. Ceng:

   Seyda,di rîvebirina cenga xwe de  li pirsa xwe ya gelêrî dihêwire û dipelîne,ko komelên navnetewî jî piþta xwe dane vê pirsê.Lewra li wan dike hawar:

 

                              Komela heqqê mirovan,heqqê her kes daye wan

                              Dengê Kurd kes nabihîze sed hewar û sed  eman

 

   Wilo jî berê xwe dide birayên xwe,yên misilman.Dide wan kesên,ko wekheviyê,di mafên mirovanî de,dicivakên xwe de dixwazin,lê  rê nadin zimanê Kurdî  ko bi  rola xwe  rabe:

 

                               Ev birayên me misilman dev ji me bernadin

                               Qey rast e em kole ne ew ji me re esyad in

 

                               Heqqê  jin  û  hiqûqê  insan  dixwazin

                                 destûra zimanê  me  ji me  re qet  nadin

                    

   Êdî  Seyda,rîvebirina cenga xwe bi durustî dipelûne.Di bîne ko berî hertiþtî guhertin di nava civaka wî de pêwistin,lewra xwe ji vê cengê re diçikilîne û wê li sê zîlanên bingehîn dabeþ dike: eborî,civakî û zanistî.

  

a. Di warê eborî de :

   Seyda dibîne,ko rewþa eborî  roleke mezin di warê piþketin û xwenasînê de,di warê þiyarbûn û çavbelkirinê de dileyize: 

                              Miletê reben qet nabî hiþyar

                              :

                              Malê te dixwin bi zor û bi dar

 

   Da civaka Seyda,di warê eborî de,li ser piyên xwe raweste,gazî dike ko herkes berê xwe bide kar û ji keda xwe bijî.Nemaze ew beþê ko xwe dispêre pars û zekatê:

 

                               Ew dewr û dolabê dinê ma  jê tu çi dibînî mela

                               Cotkar    wek te ma reben,tê jê çi bistînî mela

 

   b. Di warê civakî de:

   Da Seyda hevalbendan,di vî warî de,li xwe bide hev,dijminê qada bindest pê dide nasîn:

                                    Paþa û begler,axa û muxtar

                                    Malê te dixwin bi zar û bi dar

                                    Lê þêx û mela dixwin bi niviþt

 

   Seyda vî beþê civakê di çav hevalbendên xwe de rûreþ dike,dema wan dike dostên neyaran:

 

                                   Axa li ser masa neyar kasê li kasa wî didî

 

Wilo jî wan bi zikreþî û xedarî berçav dike, dibêje:

 

                                    Me dî þêxek bi þaþ û cubbe derket

                                    Wekî  þahan  ji  bircê  hate  xware

                                     :

                                     Mi    çav  û  birû  tev  de dilîzin

                                     Me zanî  ev  ne þêx  e , koremar e

 

   Seyda,di vê cengê de ,destê xwe dide destê qada bindest.Dide karker,cotkar û belengazan.Da bi hev re þerê þêx,mela,beg,axa û hemî çînên serdest,lê ji wan ew kesên ko piþta xwe dane pirsa gel, bikin.Lewra geh þîretan li vî beþî dike,geh jî li wî beþî dike.Berê xwe dide melan,ew bîrewerên civakê,gazî dike:

                                          Mela rabe ji xew îro

                                          Heta kengî mirîþo bî

                                                              Bi destê dijminê milet

                                                              Ne þerme,ko tu kaþo bî

 

   Wisa jî diyar dike ,ko diya çerx û felek e,dem û dewran e,ji kesekî re namîne û  zordestî  dom nake.Belê ev çerx  nala gera ferên êþ e:

 

                                      Ger li aþî  guh  bidêrî  çerxê gerdûn tête  bîr

                                      Ê nezan qet nabihîzî xeyrî deng û çeq-çeq e

 

   c. Di warê zanîn û nasînê de:

   Seyda êþ û jana civaka xwe,berî her tiþtî,di kewdeniya gel de didît.Hawar dikir da nifþê nû berê xwe bide xwendin û zanînê,dergehê pêketinê :

 

                                               Xwendin nebî kes naçe pêþ

                                                Peyda dibin pir derd  û  êþ

 

   Da jina Kurd jî,di vê civakê de, hevpar û hevpiþk be bi beþê nêr re,doza þiyarbûna wê jî dikir.Doz dikir ko girêbendên civaka kevnar biqetîne.Yek ji van girêbendan serrûk bû:

 

                                                 Sed tif li wê perda te bî

                                                 Ko daye ber xalên diqer

 

   V. Dengdan:

     Seyda kok û bingehên nav û dengê xwe xweþ dizane.wilo bi asanî û rewanbêjî  ji yara xwe re dibêje: 

 

                                                Eger  þoxî , eger  þengî

                                                Eger  rindî , sipî-rengî

                                                Li ser te min bi vî rengî

                                                Di nav Kurdande deng daye

 

   Dimîne,em di dawiya vê kurtexwendina xe de bêjin,ko SEDSALIYA  Cegerxwîn birînêm me ji nû ve vekirin.Erê Seyda bûye birîna hemî dilan,lê wilo jî bûye çira hemî malan û gula hemî zaran.Jêmayên wî bûne findeke vêketî  di jiyan û ramanên miletê wû de.

    Seyda,li gorî bilindbûna bejna toreya xwe pirs bi þûn xwe de hiþtin.Lê,em dibêjin: 

                                     Ev çi pirs in...

                                                Eger kî bû,welatlî bû

                                                Þivanê dîn û zana bû

                                                Cegerxwîn bû,cegerda bû.

 

   Peyva dawî piþtî vê raxistinê dixwazim bibêjim. Ew jî ew e,ko gerek e heyberê evra \ ango muqeddes\ li ba xwêner nebe,lê dema mirov rexnê bike gerek e neynika rexnegir berhem,dem,rewþ û pileya rewþenbîriyê be.

 

                                                        Dawî

Têbînî :

Rezoyê Osê ev lêkolîn ji  bo sedsaliya Cegerxwîn,ya ko li Izmîrê di 27.09.2003 de li dar ket, hatibû nivîsandin û li wir hate xwendin.