Çûk

                                      

                                        Rezoyê Osê

                       

                         -1-

 

   Di koreke/nedweke/ siyasî de,serok û serkêþê partiyeke Kurdî civîn gerand û bi dilþadî,kêfxweþî û serbilindî behweriyên xwe derbarî lihevhatina "xak di ber aþtiyê de"

Anî zimên,got:"Em di vê lihevhatinê de ne tenha piþtgîriya dewleta xwe dikin,lê ji dil û can jî dipejirînin.Herweha,em

Vê piþtgîriya xwe bêqeyd û þert diyar dikin...!".Wilo,serkêþê me koreke dûvdirêj bi dawî anî.

   Di pirs û bersivan de,guhdêrekî pirsî:"Mamoste,me Kurdan,

di ber vê berberî û bendîtiyê de,xwîn rijandiye,me ziman gerew daniye,me nasnameyên xwe winda kirine û me gundên xwe ji dest berdane...Dewlet pê li me dike,lê nabe em dengê xwe jî derxin,da kêfa dijmin li me neye...Me ziyanên mezin di vê rêyê de danîne,ka çi qezenca me ji vê yekê heye?".

   Belê,þevbuhêrk weke hemî þevbuhêrkên siyasî germ bû,lê

bersiva vê pirsê razayî ma.

                         

 

                           -2-

 

   Ji heskirina zêde,axayê gundekî Kurmanc û þirîkanê xwe yê Siryanî bûne kirîvanê hev.Roja binavkirina kirîvaniyê,axê

gundî û girgirekên dormadorên xwe vexwendî ser xwarina

kirîvaniyê kirin.

   Piþtê ko melayê gund li ser sifrê rûniþt,got:"Di bextê min de be sewdan di serê van Siryaniyan de nîne,kuro dibêjin Îsa  kurê xwedê ye...!".Wilo,yekî ingiþkek li tengala melê da,got:

"Seyda kirîvanê axê li ser sifra rex te ne!".Hinga,melê devê xwe tev bir û anî,got:" Îsayê nûranî jî...yabo,qurbano...",Lê

mela nema bi ser bersiva xwe ve bû.Wilo,destê xwe ji xwarinê kiþand û bi gotina " bi xwedê û pêxemberan nema

rast dibe" re ji ser sifrê vekiþiya.

 

 

 

 

 

 

                                        -3-

 

   Rojekê,min mamik û têderxistinok ji zarokan re digotin.

Wan jî,bi balkêþî guhdariya min dikirin û bi dilxweþî dibûn

hevpiþkên bersivan .Min got:" kî dikare sê caran,li pey hev,

bêje:çil çûk û çil maçûk û çil çêlîk ji vî alî avê,çûne cem çil çûk û çil maçûk û çil çêlîk li wî alî avê.Çil çûk û çil maçûk û çil çêlîkên vî alî avê gotine çil çûk û çil maçûk û çil çêlîkên

wî alî avê,hûn çend çûk û çend maçûk û çend çêlîk in?".

   Belê,gotin tevlî hev bûn û bi zarokan giran hatin.Lê,zaroka herî biçûk xwe da pêþ û yekser bersiv da,got:"Çûkê vî alî çûne cem hevalê xwe,gotin:merhebe ji we re.".

   Min ji vê zarokê nasî,ko pirs çiqasî giran be jî,bersiv jê re heye.

 

 

 

                                                                      Qamiþlo

                                                                   20.12.2003  

 

 

 

 

Dem û çaxên we xweþ bin.

Cejn û sersalên we jî pîroz bin.

 

                                            Di gel rêz û silavan

                                                      Rezo