Ciwanî
û kalî
Wergerandina: Rezoyê Osê
Rojin havînî î
bedew,derya Reþ î hêmin.
Gemî ji mirov û qirûqafan miþt e,- ban
ji mûnet tanî bi dîzikan barkirî ye.
Rêwîtî dûdirêj û xîzikî
ye – Krîm ;Kavkaz ;kenarên Anadolê;Konstantînopol...
Rojeke tîrêjtûj , azmanekî
þîn , deryake xemrî , rawestanên bêdawî li derbendên ji ademîzadan miþt
û qîjqîja Qumriyan , ko guh
li mirov
ker dikin , sixêf , qîrên berdestîkên
gemîvan : Mayîna
! Vîra
! û ji nû
ve hedinandin
, guhdarî û
riyeke ne lezok di ber
çiyayên dûr ve , yên di
nav leylana rojika agirbarî de
winda.
Rêwiyên serpiþk li sercihên hînik ,
vala,paqij û fereh hêwirî bûn
. Lê , rêwiyên belengaz û bêqewdir li cihên gemarî , di nav þelît
û dîzikan
de , hêwirî bûn.Bihna dijwar
ji her cihî
difûre . Gih germ û
xweþ e ,gih jî germixî û dilxelênek e.Lê,her dimîne cihê bêhntengiyê.
Taybetiya
vê bêhnê , taybetiyeke gemiyane ye , ko tevî
hêwîbûn
û hînkayiya deryayê dibe .. Li vir
mêr û jinên Rûs in ;nêr
û mêyên Ukrayînî
ne ;koçekên Afonî ne; Kurd in ; Gurc in...Kurd, - miletekî
kovî ye -, ji sibehê
tanî
êvarê radizên . Gurc
jî , yan
distirên , yan cotik direqisin , sivik diqevizin , çengan sivik
radixin , lepên xwe vedikin û di nav rêwiyan de mêlevaniyê dikin , bi þêweyekî helperikane
diherikin : Taþ – taþ ; taþ – taþ!. Muqsiyên Rûsan , yên
berê wan li Palastînê , tim
çayê vedixwin.Mirovekî dirêj î çengdaleqayî,xwediyê riheke
ziravik
û poreke
mûseyî ,
nivîsekê bi
dengbilindî dixwîne , lê jinikeke bi fanêrekî sor û desmaleke
kesk î gazane bi ser porekeke reþ î ziwa de berdayî , ko di rex
xwaringehê de cîwar bû ye û serbixwe diyar e , awirên tûj ji çavên
xwe ji ser wî venade.
Em,demeke dirêj,li ber kenarê derbendekê rawestiyan
Ez
peyabûme ser kenêr , û gava zîvirîm , min dît ,çawa karwanekî nû ji
Kurdên cilherhilî
û çekdar
bi pêpelûkan ve
hildikiþe – peyayên ko
li pêþiya wî kalê mezin û hestûgir hildikiþiyan,bi xavikên
sipî û qutikên xercûlî bûn ,bi qolanên bi zîv kutayî ,li ser noqên
zirav girêdayî , bûn .. Kurdên , bi
me re , di
rêwîtiyê de ,bi
komik,weke keriyekî li ser piþta gemiyê cîwar bûyî ,tev rabûne ser xwe
û yekser
gêreke vala
vemaliþtin. Peyayên Kalo
, ew cih
bi mafûran
raxistin û balgih danîn.Kalo
, rengpaþane xwe li ser derzika piþtê , li ser mafûran,vemidand.Riha wî
weke pembo sipî bû ,dêmê wî , ji tava
rojê hiþkole û qemirî
bû . Û çavên wî , yên mêþinî û hûrik,bi rengekî ne normal diçîsiyan.
Ez ber bi wî de çûm,li ser ferdekî
Petatan rûniþtim, silav lê kir û bi Rûsî pirsî :
- Ji Kavkaz î?.
Wî jî,bi zarþêrînî,bi Rûsî bersiv
da:
- Dûrtir,ezbenî.Ez Kurd im.
- Bi kû de rêwî dibî ?.
Wî bi mildarî,lê serbilindî,bersiv da:
- Ber bi Stambolê de , ezbenî.Cem Padîþah
bi xwe.Ji Padîþah bi xwe re sipasdariyan dibim , diyariyan :Heft qamçiyan
.Padîþah heft xortên min birin þer.Tev , tiþtê hebû .Û tev
di þer
de hatin kuþtin.Heft caran Padîþah serxweþiya min kir.
- Tis ; tis ; tis ! – Wî
xortê raserî me
rawestiyayî ,bê dilêþaneke berbiçav,deng derxist.Xort xweþik û dagirtî
bû,tosin bû û çixare di dest de bû.Ji Grêkên Kêrçî bû :
Kumekî
Þamî î
gêlasî /rengqeresî
-wergêr/ , qutikekî xercûlî bi êlekekî sipî re ,þerwalekî cûm î
li gor modê û soleke gulyaxkirî bi piþkokên ji kêlekê ve girtî
–Kalekî
wisa
û bi tenha xwe ma ye ! – wî,bi serhejandin,got.
Kalo,li kumê wî nerî.
- Çi hovik î, - bi asanî bersiv da –
va tê kal bibî ,lê ez ne kal im û nema kal dibim.Çîroka Meymûn dizanî?.
Xweþkoko,bê behwerî biþirî :
- Çi
Meymûn ?.
- De baþ e , bibihîze !. Dizanî ,ko xwedê
erd û azman afirandin ? .
- Belê,dizanim.
- Piþt
re , xwedê mirov afirand û ji mirov re got :Tê, mirovo , sih
salî li
ser rûkê zemînê bijî – Tê jiyaneke xweþ bibûrînî,tê
kêf bikî,tê behwer bî,ko her tiþtê li ser
rûkê
zemînê , xwedê ji bo te
tenha afirandiye
û saz kiriye . Tu bi vê
danê kêfxweþ
î ? . Lê , mirov hizirî: Jiyaneke wisa xweþ , lê tenha sih sal
jiyan ! Oy ,xwedo, hindik e! – Dibihîzî ? – devbiken kalo pirsî.
- Dibihîzim,- xweþkoko bersiv da.
- Paþê , xwedê Ker afirand û ji Ker re
got : Tê rahêjî
baran
û kunan , wê mirov li te siwar bibin û bi rotikan li serê te bidin.Tu bi
demjiyaneke wisa kêfxweþ î
?.Lê,
Ker
zirî , girî û
ji xwedê re
got :Ez û hevqas emir?. Xwedo,tenha pazdeh sal emir bi min bide.-Van
pazdeh
salan
bavêje ser emrê min – mirov ji xwedê
re got , - ji
kerema
xwe , ji para
wî bi
min bide ! – Xwedê qîma xwe anî û wilo kir.Wilo ,emrê mirov bû
çel û pênc sal.-Bi rastî
ji mirov
re xweþ
ket ? – Kalo , bi
lênerîna xweþkoko,pirsî.
- Ne xirab derket ,- wî ne bi piþtrastî
bersiv da,bê ko zanibe,bê ko jê re diyar be,ev çîrok tev ji bo çi ye.
- Paþê , xwedê Seg afirand û sih sal
emir da wî jî .Tê, xwedê ji Seg re got,nobedariya malê xwediyê xwe bikî,
behweriyê
bi kesekî
xerîb nayênî , tê
bi rêwiyan
de bireyî , ji netebatiya nava xwe bi þevan xew nakî . Erê, dizanî
, Seg yekser zûrî : Oy , nîvê vî emrî ji min re xîþ bike,Xwedo !.Lê
mirov dîse ji xwedê xwest:Vî nîvemrî
jî
bi min bide !. Xwedê , ew jî kire ser emrê mirov de .- Niha,emrê mirov
çiqas çê bû?.
- Bû þêst,- Xweþkoko bi girnijîn got.
- Belê ,xwedê,piþt re Meymîn
afirand,sih sal emir da wî jî û got ,ko wê bê zehmetkêþî û
xemhilgirî bijî ,lê wê
dêmeke
ne sipehî
li ser
be – Tu dizanî , tazî
ye , bi qermîçonk e , birûyên rût di eniyê de çandî ne –
û wê tim hewil bide,ko
lê bête temaþakirin ,da herkes ji xwe re pê bikene.
Xweþkoko pirsî :
- Dêmek
wî jî ev emir
nepejirand,û nîvê vî emrî ji xwe re xwest?.
- Erê , nepejirand , - Kalo got, û pê re
xwe dirêj kire tîrika Kurdekî nêzîk û ji dest girt. -Belê,mirov ev nîv
jî ji xwe re, ji xwedê, xwest,- wî got,û dîse xwe vemidand.
- Bêdeng ma û li devereke hemberî xwe
dinerî ,em ji
bîr
kirin.Piþt re dest bi axaftinê
kir , bê ko
berê xwe bide kesekî :
-Mirov sih salên xwe,yên resen,mirovane jiya –dixwar,
vedixwar,dikete
þeran ,di dawetan de xwe dihejand , ji
jinên
ciwan û
keçikan hes
dikir .. Lê , pazdeh salên
Kerane kar
kir , mal da
hev ..Û pazdeh salên Segane malê xwe parast ,bi rûtirþî di ber
de reyî ,bi þevan xew nekir.Erê,piþt re rahol bû ,kal bû , weke wî
Meymûnî . Wilo,herkes bi serhejandin bi kalbûna wî dikenîn.Belê
Ev
tiþt tev wê bi serê te bên ,- bi ken Kalo ji Xweþkoko re got,û dûvkê
tîrikê di nav dinanan re digerand.
- Çima ev yeka bi serê te ne hat? – Xweþkoko
pirsî.
- Bi serê min ne hat.
- Çima ne hat?.
- Yên weke min,kêm in, - bi tundî Kalo
got. – Ez ne bûme Ker, ne bûme Seg ,- Çima ez ê bibim Meymûn?.
Ez
ê li ser çi kal bibim?.
""""""""""""""""""""""""""""""""""""""
ÎVAN BÛNÎN
Nivîsên
berhevkirî di 9 "tom" an de.
Weþanên
çanda hunerî /xudojstvinnaya lîteratûra/,
Mosko 1966,tom 7.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org