Dergeh
Rezoyê Osê
- 1-
Min,ji zû de,pirtûka penaberekî Suryanî xwendibû.Ev pirtûk di bin
sernavê "Pop Silyo hildikþe azman"hatibû nivîsandin.Nivîser behweriyên xwe li
ser zimanê Pop Silyo,derbarî hin dîtinên oldarî û serkanên olan,bi þêweyekî
komîk,berçav dike.
Belê,êvarekê Pop Silyo gazî pîreka xwe dike û fermana xwe di guh wê ve
tîne,dibêje:"Kerê min êm bike.Xwarina rêwîbûnê,ji min re amade
bike.Têrê,hevsar û ciher jî deyne ba kurtên.Lê,bi segurkê re-ango,berî dinya
zelal bibe-ez dê bimeþim...".
-Bi kû de,gidî?-jinê pirsî.
-Ez ê hilkiþþþþþþþþþþþþim azmên!-Pop lê vegerand.
Wilo,Pop Silyo hildikþþe azmên û li ber dergehê pêþî radiweste.Li dergeh
dide.
-Ew kî ye?.Dergehvan dipirse.
-Dergeh veke.Ez Pop Silyo me...ma tu kî yî!-Pop dipirse.
-Ez Adam im dergehvanê dergehê pêþþþþî me Fermana vekirinê bi min re nîne û
navê
te li ba min tune ye...
Piþtî guftûgoyeke tal û tund,Pop dibêje:
- Kuro!..Adamo,ma ez te nanasim bê tu kî yî!.Tu mafdarî,ko dergeh ji yekî
weke
Pop Silyo re venakî,ji ber ew te xweþ dinasî!.Ma ne tu serkanê hemî
kul,derd
û janên mirovaniyê yî.Ma ne te,di ber çila zwe de,em mirov ji buhuþtê
koçber kirin.Hîna jî kilîtên dergehan di lepên te de ne,kuro!!?.
Wilo,Pop Silyo li gelek dergehan dide û axaftina xwe bi pêxemberan re -bi
dergehvanan re - dike.Pê re behweriyên xwe tîne zimên.Lê dergeh li ber
venabin...
- 2-
Di sedsaliya seyda Cegerxwîn de,ez û Konê Reþ ji hêla
InstîtûtaKurdî ya Stanbolê,hatin vexwendin,ko beþdar û hevpariyêdi hin
çalakiyên rewþenbîrî de,li Serxetê bikin.
Bi vê mebestê em,roja 18.09.2003,ji Binxetê
hilkiþiyan Serxetê.Ji Nisêbînê,me berê xwe da Darê,da em cihê bûyera"Reþoyê
Darê"- zîndan û bira Berdewêl-bibînin.
Dema me berê xwe da Sarinc,Þikeft û Tirbên
Darê,dergehvanan
polîsan-rê li me birîn.Pirsa nasname û pasporên me
kirin.Lê,me
ji wan re negot:"kê mafê dergehvaniya þûn û warên pêþiyên me daye
we",em
lerizîn.
Me
berê xwe da Cizîra Botan.Me xwest Burca
Belek
bibînin.Lê,dergehvanan-polîsan-Burc ji ber me girtibûn û,ji xwe
re,kiribûn
hêlîn.Me nepirsî:"kanîn xwediyê hêlînê!?.Kanîn Mem û Zîn!?.Kanîn
Mîr
û Tacdîn!?.".Tenha gewdên me,xwe ji ber lûlên tivingên dergehvanan
vedizîn...
Li Amedê,me dil hebû,ko qûntareke"Sûra
Amedê",ji
hêla camiya "Hezretî Suleyman" ve bibînin,lê kilîta dergeh di
destên
dergehvanan-polîsan-de
zingar girtibû.Me mafê pirs û derbasbûnê nebû,lê em ji
hêla
"Fîs" ê de,bi ser dergeh de qelizîn.
- 3-
Zarokên min,li þarê Þamê,doza seredana gora Mîr Celadet Bedirxan kirin.Em
ber
bi goristana Þêx Xalidê Neqþebendî de hilkiþiyan.Me serê xwe li ber gora
Mîr
tewand.Kurê min got:"ez dixwazimderbasîhundirêavahiya gorê
bibim..".Kurik
nebih
e,lê vê daxwazê serî li min gerand!.Ne kilîta dergeh bi me re ye,ne jî
dergehvan
nas û amade ye!.Lê,min xwe ji vê pirsê,weke tu mûkî ji mast
bikþînî,bi
rewanî kiþand.Lêbelê,ne tim bextê mirov rûniþtî ye û dikare,ji
meydana
pirsên zarokan,serkeftî derkeve.Erê,li bajarê Qamiþlo jî, zarokan,
doza
seredana gora Cegerxwîn li min kirin.Tew,ez li tiþtekî wisa digerim,da ez
hunerên
xwe pêþ zarokan bikim û xwe di çav wan de bikim dîk!.Lê,tiþtê bi serê
min
hat bila bi serê gawiran neyê!.Belê,ne tenha dergehê gorê girtî bû,lê
dergehê
malê jî girtî bû-Seyda Cegerxwîn di bergeha mala xwe de hatiye
veþartin-.Kilîtnebendî
bû û te digo,qey dergehvan nînî bû!.
- Yabo,ma Cegerxwîn kilîta xwe bi xwe re veþartiye!?.- Kurik pirsî.
Vê pirsê ez tar û mar kirim.Min bi madtirþî got:"Kurê min,rawestana zêde,li
ber
dergehan ne durust e..ê" û da ez xwe ji vê gerînokê derxim,min yekser
çîroka"
Faraon û Þeytên "jê re hewil da.
- 4-
Dibêjin,Þeytan bihîst,ko Faraon ji miletê xwe re
dibêje:"Ez
xwedayê
we me!"Þeytên xwest vî xwedayî
bibîne...Hilkiþiya
ber
dergehê eywana Faraon û li dergeh da.
-Ew kî ye?- Faraon pirsî.
Þeytan deng nebir xwe û bersiv ne da.Lê,dîse
li dergeh da.
- Ew kî ye? Faraon pirsî.
Þeytên deng nebir xwe û bersiv ne da.Lê car
din li dergeh da.
- Ew kî ye? Faraon pirsî.
Gava Faraon bersiv nebihîst,berê xwe da dergeh
û
dergeh
vekir.Dît,va Þeytan li ber dergeh e,got:"Pîso,ev tu
yî...deng
nabî
xwe..!".
- "Xwedayê nizanibe kî li ber dergehê wî ye,ew
jî
ne ti xweda
ye..pîs e!" Þeytên lê vegerand.
- Ya rast:"Ez û te herdu pîs
in,lê yên ji me
pîstir
ew in,yên
behweriyê bi koranî bi me tînin!".Faraon got
Wilo,min zarok tar û mar kirin û xwe ji pirsa
dergehên girtî xelas kir.
Qamiþlo
23.10.2003