Karwan
Rezoyê Osê
Bila bîr û behweriyên karwanê þehîdên
Hewlêrê,yên cejna
Qurbana sala 2004 an,bimînin mûmên
vêketî di rêya azadî û çarenûsiya pirsa Kurdî de.
Bila roniya van mûman bibe zemîna hevgirtin û yekîtiya gelê Kurd dijî
hêzên taristanîxwazên bedkar û dijminên pirsa Kurdî.
Bila doz û daxwazên karwanê nemiran,bêtexepaþî,bibe doza
gel û bi cih bên.
Qamiþlo
01022004
-1-
Me karwanê yarmetiyê ji gelê
Cezayir re, ji
bajarê Amûda
rengî,bi
rê kir.Dema karwanê
me barê xwe vala kir,me li
ser
þehîdên sînemê lîland
û me,ji welatperwerî,ala Cezayir li ser goristana zarokên peritî çikand.Me
di guhên hev de got:"Agir kete gova berxên ciwan!" û
gov qeland.
-2-
Li Amedê stêra karwankuj,di çaxekî çewt de,li me hilat.
Dema
me nasî, ko
me karwanên þehîdên
serhildanan winda kirin,me kum û kolosên xwe li Nisêbînê avêtin û
li ber
dîloka "Þerefo "
govend gerand.Me xwe ji mil û navmilan
hejand.
-3-
Ba û bahoz
li me rabûn û barana tirþ
laþê me keland.
Dengê
me,di sebetên sîngan de,bû pîþo û agir bi bedena me ket,kesekî xwe ne
leqand.
Hêsirên me ,di kurihên çavan de, bûne xarikên pîpoqî
û cobar li ber wan hatin girtin.Me nema pêþiya xwe peland.
Me karwanê bêcan li pêþingeha
Helebça bi cih û war kir û rûmet lê vegerand.Çiyayên Barzan bi ser me de
hêrivîn û hawara "anfalan" qirik li me çirand.
Me kula xwe bi xwe re hiland,tanî tem
û gival
tev bûrîn, asman li me þîn
bû û germa
buharê çoxikên
piþkojan,bi
darê zorê ,qetand.
-4-
Çira me, li garsîna " Çwarçira ", vemirî
û taristaniyê konê wêraniyên
xwe,li Berlîn û Viyêna,li ser me vegirt.
Me karwanê nemiran li ber roniya çavan,bi rondikan
þûþt,bi
xilêfan nexumand û di dilê xwe de bi cih kir.
Em,bi demê re,ne bûne kelemper û ber bê neketin. Bablîsokan konê reþtariyê
ji ser me virand û singên wî,
ji
ser sînga me,hilqetand.Me hilmeke kûr kiþand û me
dîroka
serpêhatiyên xwe,rûpel bi rûpel,vegerand.
-5-
Zargotineke Kurdî dibêje:"Ne sala dubuhar,ne pîra bi
guhar!".Ev zargotin,weku diyar e,bi xwerist û demsalan ve girêdayî ye.
Dibêjin,di saleke wisa dubuhar de,Enter derkete çiyê,
dît
va çûka toretanî hêlîna xwe daniye,got:"wey
gidî ,
dêmek
çaxê bazirganiya min e,lê
min rojên xwe þaþ
jimartine ! ". Wilo, vedigere mal û karwanê
xwe bo bazirganiyê
kar dike.Lê,nizane ko hîna "dehekên paþî"
li dar in û rojên seqema
dijwar hîna li pêþ hene û derbas
nebûne.
Karwan, bi serkêþiya Enter ,bi rê dikeve.Bi rê de li karwên dibe
berf û bandef.Karwan ji serma diqufile.
Hinga Enter hest dike,ko ev
buhara xapandek e û rojên
zivistanê,yên giran,derbas
nebûne.Rê li ber têne girtin û çare nayên dîtin.Radibe devehekê digurîne,sebeta
sînga wê vala dike û bi çekên xwe ve dikeve sebeta deveha gurandî
de.Wilo,xwe ji seqemê diparêze tanî lê dibesibih.
Dibêjin,li vegerê,Enter rêya xwe bi çûka ser hêlînê dixe,
dibîne va çûk di hêlîna
xwe de hiþk bû ye,hinga dibêje:
"wey gidî çûka
toretanî,te mala xwe wêran kir,ya min jî di rex de danî !".
Qamiþlo
27.01.2004