- Kurk
-
-
Rezoyê
Osê
-
-
-1-
-
-
Þivanê
berxên gundê me sîpe bû.Kurkekî kevnar li xwe dipêça û,di destpêka
buharan de,berx li nav dexlan qar dikirin.Me zarokan
- Jî virnîkên xwe dibirin nav berxên þivên û,li wir,dest bi daneheva
- çavçêlek û penîrokan dikir.Car-caran jî li þinêrekan
digeriyan.Lê,
- me xwe ji daneheva sûrimê jî bêpar nedihiþt.Bi ser ko sûrim rengek
- ji sîrên kovî(xweristî) ye.Lê,ji sûrimê jî babetek bi navê bacê
hebû.Em ji wî babetî bi tirs bûn.Wilo jî em di wê behweriyê de bûn,ko
mirovê bacê dixwe dîn dibe.
- Dema
berx dûr diçûn,me bi dorê vedigerandin.Lê,pirê caran þivên dora xwe
bi me dikir.Belê,xwe li me dîn dikir.Kurkê xwe divirand
- û xwe lal dikir,digot:"min bacê xwariye!".Me
jî behwer dikir û,ji
- tirsa,dora wî dikir.Wilo,virandina kurk,ji me re,bûbû nîþana xwedînkirinê.
-
-
-2-
-
- Ez carekê,weke gelek
caran,ji hêla amnîstê leþkerî ve hatim xwestin.Dema ez derbasî oda
bersivdanê bûm,yekî bi madekî tirþ û tal got:"rûne!".Ez bêdeng
rûniþtim.Min çavên xwe li odê gerandin,
- min odeke vikî vala dît.Tenha masek,kenebek û sobeke nedadayî tê de bûn.Mirovek
li piþt masê rûniþtî bû,xwe di nav kurkekî de pêça bû û çavên
xwe kiribûn wê dosiya li ber xwe. Vî camêrî geh pelikên wê dosiyê bi
hêz û
zirçoneyî diqulibandin ,geh
jî pifpif dikir.Car-car jî mistên herdu lepên xwe li masê
didan,dihiþt dengê daholekê bi masa wî bikeve,lê li min nedinerî.Min jî
bêdeng temaþa wî dikir û li benda pirsa wî bûm.
- Wilo,zengilê
telefonê lê da.Rahiþte destik,bi giranî da ber guhê çepê û bêdilî
xwe " alooo " ji nav lêvan derxist.Ev mirov,piþtî
"alo" ya xwe ,bû pizot,bû weke komira ko tu baweþînê di ser re
bigerînî.Ji wê sistiya xwe þiyar bû û bû þîqþîqa wî.Belê,bi hêz
û
- hêrz û
dengbilindî fermanek da,got: " Çend kesan bi xwe re bibe û herin wî
segî,li pey terembêlê,bixiþiqînin,da ticaran zimandirêjiyan
- neke..!".Wilo got,lê hîna jî berê xwe nedaye min.
- Min,di
vê kêlîkê de,rewþa xwe ji bîr kir.Tenha ew mirov(seg, weke wî gotî)
dihate ber çavên min.Çawa wî girêdidin,çawa wî dixiþiqînin,çawa çekên
wî diherhilin,çawa laþê wî diþeride û birînên xwînda di laþê wî
de vedibin.Lê,ya ez tê de mame behitî ew bû,gelo wê sax bighe,yan
na!.Wilo,ez di nav xeyalên xwe de winda bûm.Ez hinga li xwe hay bûm,dema
ko dîse zengilê telefonê lê da.
- Dîse rahiþte destik,bi giranî da ber guhê çepê û bêdilî xwe "
alooo"
- Ji nav lêvan derxist.
- Piþtî
" alo " ya xwe gazin kirin,got:"Tu dibê qey ez van rojan,di
psîkolojiya xwe de ,nexweþ im.Ez nizanim çi dikim,çi dibêjim...
- weke dînan li min hatiye.Piþtî ez bi hiþ xwe têm,ez li kirdarên xwe poþman
dibim...".
- Ew
her gotinên xwe berdewam dike,lê dilê min pê þewitî û min nema
guhdariya wî kir,ka çi dibêje.Lê,ji ber ew ketibû sirên xwexapandinê,rabû
ser xwe,bi bestika kurkê xwe girt û ew virand,da dînîtiya xwe bi min
bide nasîn.Wilo,kurk ji hev vebû û
- weke paraþûtekê firî...firî...firî
û li kuncikekê hate xwar,bû komik.
- Min
ev kirdar ji xwe re nekir bar,ji ber min dengê tût...tût...tûta
- telefonê dibihîst,bê ko telefona xwe daxe,yan jî axaftina xwe
bibire.Ango,min nasî ko ev ne dînbûn e,lê xwedînkirin e.Wilo jî,
- min nasî ko ev xwedînkirin xapandineke nebiserketî ye.
- Belê,min
dinasî ko virandina kurkê vî mirovî di rengê virandina
- Kurkê þivanê berxên gundê me de ye.Lê,min zanîbû,ko wî bacê
nexwariye,lê wî nizanîbû ko min bi çendê caran bi virandina kurk re
berx gov kirine.
-
-
Qamiþlo
-
09.01.2004
-