- Lolo...Lêlê
-
-
Rezoyê Osê
-
-
-1-
-
- Berî ko globalîzm bikeve çerxa xwe
de,her tiþtê awarte,di terazûya
- hevalbendiyê de,normal dihate daneqebûlkirin.Lê,nayê
wê radeyê,ko dawî ji
- awartedariyê re nîne û xêr û
guneh,di dîroka mirovaniyê de,
- hemkûfî
hev in.
-
Belê,di bûyereke siyasî de,dema gundiyan,li gundê Elî-Fero,berxwedan
- di
ber bidestxistina mafên cotkariya xwe de kirin,rêxistinên siyasî hemberî
- axayê
gund rabûn û hevalbendiya cotkaran kirin.Lê,axê hewara xwe gihande
- hevalbendên
xw.Hevalbendên axê bi tank û topan piþtgîriya
- wî
kirin û gundiyên birîndar avêtin zîndanên xwe.Hinga hevalbendên
cotkaran,ji
- bêçareyî,destên
xwe di ber xwe re berdan û gotin:" Zor zane...!".
-
Wilo jî,dema gundiyan,li Tilþiîra Aþîtan,berxwedan di ber bidestxistina
- mafên
niþtewariya xwe de kirin,axayê gund hemberî rêxistinên siyasî rabû û
- hevalbendiya
cotkarên xwe kir.Lê,xwediyê tank û topan hewara xwe gihandin
- hevalbendên
xwe.Rêxistinên siyasî ev hewar pejirandin û piþtgîriya hevalbendên
- nû
kirin,da gundiyan ji ax û ava wan dûr bikin.Hinga hevalbendê cotkaran,ji
- bêçareyî,destên
xwe di ber xwe re berdan û got:"Zêr zane...!".
-
-2-
-
-
Dema berjewendiyên globalîzmê dikevin bin baskên nijadperest û
- serhiþkan
de,boþelan radibin,pêl leme-lemê dikin,bahoz û bablîsok xakê
- rêj
dikin.Hinga awartedarê qels û xizan dibe,cih ji xwe re nabîne û
jan
- xwe
diberde mêjiyê hestû.Êdî,sitemkarî nayê perdekirin û kujtardarî nayê
- veþartin.Wilo,dadgehî
ji azmanan dadikeve xwar,cilik ji bin lingên gunehkaran
- tê
kiþandin û zarokên Xatûn û Cêriyan namînin.Ango,dibe
- Mihdî-zeman
û gur bi mihê re diçêre........
-
Li min negirin!.Ez nema karim bi zelalî bihizirim û ramanên xwe,bi rewanî,bi
- dar
ve bikim.Bi kurtî,mejiyê min ji kêfan re hildiperike,li hev dikeve û
weke
- girara rijî
hev nagire.Belê,nûçe dibêjin,va SEDDAM
- HUSÊN
hate girtin....Erê,ez nema zanim çi bêjim!.Tenha ez dizanim,ko
- kujwerê
Kurdan,kujwerê miletên Iraqê û neyarê mirovaniya bêguneh hate
girtin...
-
Bêgoman,Georg W.Bosh jî weke min,eger ji min ne bêtir ,wê bi kêf be.
- Lê,wê ew
jî nizanibe,di kêlîkên nêzîk de,peyvên xwe çawa bi dar ve
- bike...Hêde,vê
nûçeyê çîvanokeke gelêrî di bîra min anî....
-
-
-3-
-
-
Çîvanok dibêje,ko rojekê þeytên xwe kire hevalrêyê rêwiyekî gundî
û
- xwest
feneke mirovane lê bike.Gote yê rêwî:"Em ji vê meþê westan.Were
- em,bi dorê,li
koklîka hev siwar bibin...!".Yê rêwî ev pêþniyar pejirand.
- Wilo,li hev kirin,ko her yek ji wan qederê stiranekê
li koklîka hevalrêyê
- xwe siwar bibe.Belê,þeytên dora pêþî da yê gundî.
- Piþtî yê gundî li koklîka þeytên
siwar hat û lingên xwe di ser milan re, ber
- bi jêr de, berdan,li xweþiya wî hat.Hinga dest bi
stirana xwe kir,got:
- "Lo
lo...lol lolo...de lo lo...de lolo lolo......".
-
Yê gundî,bi vê xwînsariyê stirana xwe berdewam kir.þeytan westa,bihn
- lê teng bû
û xwe nema girt,got:" Birako,ka stirana te bi dawî nehat!!".Yê
- gundî lê
vegerand,got:"Ev lolo ye,hîna lêlê bi þûn de ye!".
-
-
-
Qamiþlo
-
-
Yekþem
-
-
14.12.2003
-