Mehîr
 
                                                Rezoyê Osê
                      
                           -1-
 
   Di serboriyeke folklorî de,dîkê malikeke gundî winda
dibe.Bav ji xortên malê re dibêje:"Li dîkê xwe bigerin!".
Lê,xort ji xwe fedî dikin.Gotina bavê xwe di ser guhên xwe re tavêjin û li dîk
nagerin.
   Piþtî demekê,kerê malê winda dibe.Bav dibêje:"Li dîk
bigerin !".
   Wilo,çêlek jî winda dibe.Bav dibêje:"Li dîk bigerin !".
 Dema hesp winda dibe,dîse bav dibêje:"Li dîk bigerin !".
   Hinga,xortên malê bi zivêrbûn bersiva bavê xwe didin:
"Em dibêjin,hespê me gormendî bûye,tu dîk di bîra me tînî.Ma em ê li dîk siwar
bibin !!".Bav bi nermî li wan vedigerîne:"Roja dîk gormendî bû,we dest
nehiland.Eger hinga hûn li dîkê xwe bigeriyana,ne ker,ne çêlek û ne jî
hesp gormendî dibûn !".
 
                                 -2-
 
   Me,di sala 1962 an de,nasnameya xwe winda kir.Me nizanî çawa û li kû lê
bigerin.Em li vir ketin,li wir ketin,lê kesekî guh li me nekir.Wilo,ji
bêçarî,nav û zaravên me hatin guhertin.Me,li gorî zanebûna xwe,bizav
kir.Loma,me sloganên"Yekîtiya bênasnameyên cîhanê"
rakirin û xwe bi wan mijûl kir.
   Me,di sala 1973 an de,gundên xwe winda kirin.Me nizanî çawa û li kû li wan
bigerin.Em li vir ketin,li wir ketin,lê kesekî guh li me nekir.Wilo,ji
bêçarî,navên gundan û rengê xaka wan hatin guhertin.Me,li gorî zanebûna
xwe,bizav kir.Loma,me sloganên"Yekîtiya
birçiyên bêxak" rakirin û xwe bi wan mijûl kir.
   Me,wilo jî tûrikê salan da milê xwe û bizava xwe kir,
tanî dem û sal û reng jî li ber me winda bûn û hatin jibîrkirin.Lê,me ji bîr
nekir,ko em mirov in.Me siloganên "mafê  mirovaniyê" rakirin û xwe bi wan mijûl
kir.Lê,ne kete bala me,ko hinga wê jimara mirovan li ser gokezemînê pir dibe û
em dê bibin gunehkarên hevparkirina gepa nanê mirovin din.Me qîma xwe bi
birçîbûnê anî û siloganên xwe di ber xwe de berdan. Lê,dem gelek triþtên ko ne
li bala mirov in jî tîne bala mirov.
 
                                -3-
 
   Dibêjin,Smaîlê dîn,berêvarekê giha gundekî.Xwe li odê girt û bû mêvan.Axê
zanîbû,ko Smaîlo ji hêkên qelandî hes dike.Lê,qewêtiya þîva mêvanê xwe,bê ko bi
nav bike,kir.Gava þîv hat,dît va mehîr e,got:"Law,hûn zanin,ko Smaîlo ji hêkên
qelandî hes dike.Ev çi mehîr e,we li ber daniye!.Ez di þûna wî de ba,min ê
mehîra we di ser dikê re kup bikira!!".
   Smaîlo,bi vê gotinê re,yek nekir dido,rahiþte mersefa mehîrê û di dikê re
kup kir,got:"Xalo,tiþtê ne li bala mirov jî,tu di bala mirov tînî..!".
 
                                                               Qamiþlo
                                                             10.12.2003