Nameya kovarên Kurdî

 Rezo Osê

 

   Di vê dema dawî de,di malper û belgeyên Enternetî de,me  destekên rêvebir ; nivîser  û  xwênerên  kovarên  Kurdî , yên  bi  tîpên Latînî 
li Sûriyê têne weþandin , peland , ku êrîþeke  bêtam  û bêbingeh , ji hêla Dr. Ferhadê  Þakilî  ve hatiye  ser  Bedirxaniyan , nemaze  li  ser  
Mîr Celadet Bedirxan . Ew Mîrê ku jiyana xwe, hiþ û ramanên xwe , bîr û boçûnên xwe di ber pirsa Kurdî de , di ber çand  û toreya Kurdî de, 
di ber ziman û rêzimanê Kurdî de terxandine.

   Bi ser ku em,weku kovarên Kurdî,xwe þaxek ji dara " HAWAR " ê

dibînin û jîndariya vê kovarê berdewam dikin.Wilo jî nivîser, xwêner û rewþenbîrên me,bi tevayî,di warê netewnasî,zimanzanîn û bîrgeþiyê  de , 
xwe  suxteyên  Bedirxaniyan  dinasin . Ji  ber  ku  Malbata Bedirxaniyan sembnola wêje û zimanê Kurdî ye. Lê,em napelînin, ku Bedirxanî li 
hêviya bergîrî û bervedêriya me ne. Na,bi kêmanî,li ba me,ev mijar çareserkirî ye û ne gerekî  guftûgoyê ye. Ne tenha wilo , lê dîroka kar û  
xebata  wan , sranserî  Kurdistanê , wan diparêze û wan rûmetdar dinase. Bi ser vê tevî de   jî , em behweriyên li ser bingehên zanistî û 
rasteqînî dipejirînin û xwe , di gemkirina xwedan behweriyên resen û petî  de , mafdar nabînin. Wilo jî,em hewil nadin ku perda evrayî bi ser 
kesekî de berdin.Lêbelê,dema mebest, ji hewildanên bi vî rengî, hêrivandina bingehên dîroka çand û toreya Kurdî bin,destavêtina hebûna 
navnas û navdarên pirsa Kurdî bin, em bi tundî hemberî van karên arzan û bênirx  radiwestin  û  wan  þermezar  dikin . Ne  tenha  wilo , lê  
em pûçkirina dîtinên bi vî rengî erkên xwe dibînin.

   Eger mebesta Dr. Ferhadê Þakilî ji van behweriyên çewt û arzan, tevrakirina  hêrizên  zarperestî  bin , hêviyên  gurkirina  nakokiyên 
herêmane bin , yan jî berxwedanên zaravperestî bin, ji xwe Kurd  ji vê qonaxê derketine û nema lê vedigerin . Ango , bîr  û  boçûnên  wî , 
eþkere , ziyandar in , kesek bi wan napîve û dem di ser wan re derbas bûye.Ew jî,bi vî awayî,pûþekî vala dikute.

   Dimîne em  bêjin , ku  berçavkirina  asteng  û  problemên  ziman û zaravên Kurdî , wilo jî rengên Alfabêyên Kurdî , bi van dîtinên xav û bedbîn, 
yên bê bingehên zanistî  û  akademîk , çareser  nabin . Belê , çaredîtin û çareserkirina van pirsan,wilo jî pirsa zimanekî"yekgirtû" di prosesa 
lêkolînên zanistî re,di gêra nerîn û guftûgoyên rêzdarî re û di riya konferans û kongireyan re têne bidestxistin.

 

Kovarên Kurdî :

Aso ; Deng ; Gelawêj ; Hevind ; Jîn; 

Newroz ; Perwan ; Pirs ; Roj ; Vîn û Ziman

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org