Rêwî

 

                                                         Rezoyî Osê

                                   -1-

   Di kelepora Kurdî de serboriyek heye dibêje,ko carekê du rêwî

digihin hev.Yek  ji  wan  bajarvanî  û  xwenda ye.Yek jî gundî  û nexwenda 

ye.Bi  rê  de  hev dikiþînin  axaftinê.Yê  bajarvanî saltgîriya/xwerûtiya/yê

gundî hest dike,dixwaze fenekê lê bike,dibêje:"Pismam,rê dûr e.Were em

têderxistinokan bavêjin ber hev.Yê tê derxe,wê diravekî bistîne.Lê,ko tê

dernexe wê diravekî bide!".

   Mirovê gundî xwe nade ber vî mercî,dibêje:"Heyran,tu xwenda yî,ez nexwenda

me.Em ne hemkûfê hev in!".Wilo li hev dikin,ko dema yê gundî tê dernexe wê

diravekî bide,lê ko yê bajarvanî tê dernexe,wê du diravan bide.

   Piþtî lihevkirinê,dora pêþî dibe ya mirovê gundî,dibêje:

"Tiþtekî min heye,bi heþt ling û du seriyan e,çi ye?".

   Mirovê bajarvanî çiqasî mêjiyê xwe diguvêþe jî,tê dernaxe.Wilo,du diravan

dide mirovê gundî û dibêje:"Min

Tê dernexist,lê çi ye!?".

   Hinga yê gundî diravekî li yê bajarvanî vedigerîne û dibêje:"Ez jî nizanim

çi ye!".

                                  -2-

   Ji dehên salan ve Kurd , bi vê saltgêriya gundîtî,xwe di ber bidestxistina

mafên xwe de qurban dikin û kêferateke zor,di vê riyê de,bûrandine û

dibûrînin,lê xapandina wan ne asan  e. Belê, bê  çawa mafnas  in,wilo  jî  di

mafên  xwe nabuhurin.

   Piþtî roxandina rejîma Seddamê bedkar gelek rûpel,di

paþeroja Îraqê de vedibin.Her rûpelek dibe têderxistinokek. Rêwiyên vê

paþerojê her dimînin miletên Îraqê,ne rêwiyên beyabanên Erebistanê,ne jî

rêwiyên welatên sînordaþ.Wilo,

hewl didin,ko Þingal û Êzîdî,Kerkûk û Tirkuman,Mexmûr û

wargirên nû,Kurdên Feylî û warvegera wan,Kildo-Aþûrî  û

doz û mafên wan,Mûsil û sînorên çiyayên Hemrîn tev bibin

têderxistinok,da bazaran li ser wan vekin!.Lê çawa be, bersiv dimîne mafê gelê

Kurd.Belê,çiqas rê û þivîlek ji vê

axaftinê derkevin,her zîlan dimîne yek.Ew jî,gelê Kurd e. Maf û doz û daxwazên

wî ne.Lê,bihna Kurdan weku derya

bêbinî ye,nabe girav û Kurd di kêferat û berxwedana xwe de nawestin.

                                 -3-

   Di pêkenînokeke folklorî de dibêjin,ko þivanekî pezê xwe li qûntara çiyê

qar kiribû û piþta xwe dabû latekê,seyrî pezê

xwe dikir.Pezê wî jî xurû mêþin bû,lê hin reþ bûn,hin jî sipî

bûn.

   Rêwiyekî ji meþê westayî,tî û birçî pêrgî þivên hat.Xwest xwe hinekî

vehesîne û,bi þivên re,wensa xwe bîne.Belkî jî

gepek nan,firek þîr ber qefa xwe bixîne.Silav kir û rûniþt,lê

nizane ko þivan jî,ji xwe re,li wensekê digere.Wilo,ketin pirs

û bersivan.Mirovê rêwî pirsî :

   -Mêþinê te çend berî ye?.

   -Yên reþ,yên sipî?

Bi ser ko mirovê rêwî,ji vê pirsê,matmayî ma.Lê,bê bihizire got:

   -Yên reþ.

   -Ji berekî tanî pêncberî ye.

   - Û yên eipî ?

   -Ew jî ji berekî tanî pêncberî ye.

   -Serê mihê çiqas þîr dide?

   -Yên reþ,yên sipî?.

   - Yên sipî.

   - Ji zerikek tanî çapikek þîr dide.

   -Û yên reþ?.

   -Ew jî ji zerikek tanî çapikek þîr dide.

   -Yeka wan çiqas hirî dide?.

   -Yên reþ,yên sipî?.

   -Yên reþ.

   -Serê yekê pênc þeþ weqiyan dide.

   - Û yên sipî?.

   -Ew jî serê yekê pênc þeþ weqiyan dide.

   -Tu çi êmî didî wan?

   - Yên reþ,yên sipî?.

   -Yên sipî?.

   -Buharan wan radikim þevînê,havîn û payîzan li çilo diçêrin.Lê,zivistanan

serê yekê çapikek ceh didim wan.

   - Û yên reþ?.

   -Ez wan jî buharan radikim þevînê,havîn û payîzan li

çilo diçêrin.Lê,zivistanan serê yekê çapikek ceh didim wan.

   Wilo,mirovê rêwî kete sergêjeka bersivên þivên,got:Bavo,

Te serê min bi"yên reþ" û "yên sipî" qoqiland.Tev jî weke hev in!!.

  Yê þivan lê vegerand,got:

   -Ji ber yên sipî mêþinê min e.

   -Û yên reþ?.

   - Yên reþ jî mêþinê min e-Þivên bersiva dawî da.

                                                            

                                                                Qamiþlo

                                                     05.02.2004