Tajî
 
                                                  Rezoyê Osê
 
                                    -1-
 
   Seyda M.E.Palo-xwedê wî bi dilovaniya xwe þa bike-poêmeke
ji deh hezar/ 10 000 / malik,bi navê " Cvîna nemiran " hûna bû.
Zîlana poêmê wisa bû:Palo dimre û ,li wê dunyayê,M.E.Xanî  dibîne.
Palo dixwaze,di riya Xanî re,navdarên Kurd û kurdewariyê binase.
Wilo,M.E.Xanî ji Palo re dibe rêber û wî dibe civîna navdaran,ko navê " Civîna nemiran " lê dike.Palo,ji dûr ve,govendeke mezin dibîne.Sergovend jî keçeke spehî,cansivik û çeleng e.Ew keç,di sergovendê de, desmalekê bi destan dihejîne û govendê bi xwe re dilivîne.Palo ji M.E.Xanî dinase,ko ev keç Leyla Qasim e.
   Suruþteke M.E.Palo jî hebû,ko ne tenha ji rexneyan ditengijî,lê têbîniyan jî ew xule dikirin.Min jî ev suruþta wî dizanî,loma ez nediketim kirî wî de.Min carekê jê xwest,ko ji vê poêmê beþê li ser
Leyla Qasim bixwîne.Min got:"Seyda,min wêneyê bidarvekirina vê canikê,bi þêweyekî sîmbolîk,dîtiye.Bi min pir spehî û watedar e.Wê ev wêne,ji helbestê re,bibe pîvan".Me wilo li hev kir.
   Piþtî  ko M.E.Palo xwendina xwe bidawî anî,mingot:    "Seyda,helbest   xweþtir,spehêtir û watedartir e!".Belê,Palo bi zîrekî  û  bi asayî,di mirinê de jî,pesnê jîndariyê dide...doza tolvegerandin û xwînrijandinê nake.Ew bi hostayî,bi hejandina desmala Leyla Qasim re,buhuþtekê Ji  kêf û þahiyan di nava buhuþta nemiran de diafirîne.
 
                                           -2-
 
  Heskirina janerê / tinazan / li ba Kurdan bilind e,loma pêkenînokan li ser xwe jî diafirînin.Belê,di pêkenînokeke serdem de dibêjin,ko Kurdan balefireke sivîl revandin û li balefirgeheke Ewropî dane danîn.Li wir daxwazên pirsa Kurdî anîne zimên.Lê doz û daxwazên wan ne barê berpirsiyarên cih bûn.Lewra berpirsiyaran kara xwe û azadkirina rêwiyan,di rêya zorê de,kirin.Lê,ji ber ko xwînrijandin bi wan giran bû,zû ferman nedane " komandos " da êrîþê bibe ser balefirê û bi karê azadkirinê rabe.Wilo,tev çûn û hatin.Di vê lebt û livê de mirovekî Kurdnas xwe dide ber azadkirina rêwiyan û çareserkirina vê pirsgirêkê bê kuþtin û xwînrijandin.Tenha dozeke wî li berpirsiyaran hebû.Ew jî peydakirina daholkutekî û zirnevanekî  bû.
   Berpirsiyarên balefirgehê doza yê Kurdnas bi cih anîn.Wilo,li wê gêrê bû þîqþîqa zirnê û dimdima daholê.Bi bihîstina deng re dergehê balefirê vebû  û balefirrevîna doza nêrdewanekê kirin.Piþtî ko nêrdewan bi wan ve giha ,destên hev girtin û ber bi dahol û zirnê ve                               daketin.Li wir govenda xwe girêdan û bi jîndarî dîlan gerandin. Wilo,buhuþtek ji kêf û þahiyan,di þûna wêraniyan de,afirandin.
 
                                      -3-
 
    Rejîma Bexdê,di dema xwe de,birek mela rêkirin nêçîrê.Nêçîra wan jî  kuþtina lehengê çiyayê Barzan bû.Belê,bi nav mela bûn.Bi rih, þaþik û cube bûn,lê di bin cubên xwe de bi kemberên mayînî hatibûn pêçan.Erê armanca wan seredana M.M.Barzanî bû,lê pîlana rejîmê teqandina wan kemberên li piþta mela girêdayî  bû.
   Ev pîlana bênirx pêk hat.Lê,nêçîrvan mirin û nêçîr zindî,bê birîn,ma.Û bersiva Berzaniyê nemir li ser vî karê çepel ew bû,ko "Gunehkarî bi xwe kirin !".Belê,bi vê çepeliyê dergehê dojehê ji xwe re vekirin û guh nedane ayîna Misilmaniyê ko dibêje:" Xwekuj di êgir de ye ".Lê,bi ser vê yekê de jî xweteqandin bû kultûra vê rejîmê û ev karên çepel ketin xwîna bermayên vê rejîmê de.Tanî li her cih û warî xwe tavêjin kûrika dojehê û xwe tê de disotînin.Wilo,li Hewlêra
birîndar xweteqandina vê carê kirin.
   Bêgoman,ev karekî seyr e,lê jê seyrtir ew e,ko yê xwekuj ji bo çi û di ber çi de û di ber kê de xwe dikuje!!!.Van seyrnîþanan çîrokeke folklorî di bîra min anî.Ew jî wisa ye:
 
                                           -4-
 
   Rovî,di çîrokeke folklorî de,bera dûv Keroþkê dide,lê wê nagire. Rovî ,piþtî westanê,gazî Keroþkê dike,bext dide ko nema wê bigire  û
Jê dipirse:"Ez,di dil xwe de,ji te bezatir im,çima nagihim te!?". Keroþk lê vedigerîne,dibêje:" Ji ber tu di ber gepa xweþ ji xwediyê xwe re êrîþ dikî û birçî dimînî ,lê ez di ber xelasiya canê xwe de direvim!".
  
                                                             Qamiþlo
                                                           24.12.2003