Tifik
Rezoyê
Osê
-1-
Kalekî sermest,di
pêkenînokeke serwext de,li ber roniyê li tiþtekî digere. Mirovek lê
radiweste,dipirse " Mamo,tu li çi digerî?".Dibêje:"Taximê
min ji devê min de ketiye,ez lê digerim!".
Piþtî hin pirs û bersivan tê nasîn,ko
taxim ne li ber roniyê,lê li ber reþê ji dev de ketiye.Hinga,ew mirov dibêje:"Mamo,bê
li kû ketiye here li wir lê bigere!".Yê sermest dibêje:Ne
cihê lê ketî reþ e,ez nabînim…!".
-2-
Dema em sîpe bûn,ez çûme sînemê.Ev sînema
jî dikete kenarê bajêr, yê bakur de. Bakurî bajêr jî serxet bû.Ango,ti
mal li vî milî nebûn.
Gava em ji sînemê derketin,bîneran teva berê dane bakur.Ango,berê
xwe dane Serxetê.Lê,min bi tenha xwe semta xwe ya rast û durust girt û
berê xwe da baþûr,da hêla bajêr.Ez
çend gavekî berevajî
cemawerê ji sînemêderketî
meþîm û hinekî
ji wan
dûr ketim.Lê,ez ji niþka ve rawestam û min biryar da,ko bi wan re Serxet bibim.Min
ji xwe re got:"Talana tev de
dawet e!".Hema ew serxet bibin,ez
jî dê bi wan re herim Serxetê.Wilo,min berê xwe guhert û da pey wan.
Piþtî em gihiþtin kolana nava bajêr,ez Li
xwe hay bûm û hiþê min hate serê min.Min nasî, ko ez þevgerkî
bûme. Ango, þev li
min
-3-
Li
gorî alavên ragehandin û nûçeyên cîhanî, qûncîçiya rejîma Tirkî
, piþtî roxandina
rejîma Seddamê bedkar, nayê!. Belê,va þahyarê karubarên derve,yê
rejîma Tirkî,berê xwe dide Tehranê.Da Li wir,li ber roniya çira karbidestên
rejîma Îranê " Federalîzma Îraqê"
bibîne û
rûpelên wê
bixwîne.Lê nizane,ko Tehran jî li kuncikeke bi ronî
digere, da tê de li taximê jidevketî bigere.
Ev rejîm
komîteyên amnistî , bi
mebesta têkdana
pirsa Kurdî dadimezirînin
,da rê û þivîlekan li ber peyva "federalîzmê" bigirin
û wê
bitemirînin.Lewra,seredanên
wan ji
hev re hewildaneke,ko pîlanên
gemarî hemberî Kurdan
û pirsa
Kurdî pêk bînin .Wilo,rejîmên
ko serdestiyê li Kurdan dikin,ji
ber peyva" federalîzmê" sewesî
bûne û
ketine taya giran de.Wilo li wan hatiye,ko hêzên xwe dikin
Yek da hevbendiya hersê tîpên pêþî
ji peyva federalîzmê/ango
"fed"/ li hev
siwar
nebin û wateyekê nedin.Tanî bi bihîstina
lihevkirina van tîpan dikevin jehrî û
bi edrê
dikevin,kef û kinc bi ser devê
wan dikeve û dîlana dînan
dikin.
Pîlanên wan ew in,ko van tîpan sêwî bihêlin
û hevgirtina wan ne tenha ji alavên ragehandinên xwe rakin,lê wilo jî wan
ji ferhenga têkiliyên navnetewî û
lîsteyên mafên mirovan
rakin, da þûna wan
tenha "hevgirtina xak û sînorên " serdestiyê bimîne.Wilo jî
xwe mafdar dibînin,ko ev tîp tenha bi wan ve bên girêdan û bikevin bin siha
berjewendiyên wan de.Loma kesekî din mafdar nabînin,ko van tîpan bi kar bînin.
-4-
Leyistikên folklorî,di civaka Kurdî de,Pir
in.Dawê jî yek ji wan e.Ev leyistik di civaka werzevanî de,ango li gundan,bi
nav û deng e.Pirê caran gund diçine ser hev û þevbuhêrkên xwe bi vê
leyistikê diqedînin.
Li gorî yasayên vê leyistikê,mêr hev dibijêrin û dibine du
bend.Herdu bend hemberî hev
bi rêz
rûdinin û her
bendekê serkêþekî ji xwe re hildibijêre.Yê serkêþ tiþtekî ( pirê
caran gustîlk e,lewra li kelek deveran navê gustîlkê-hingulîskê-li vê
leyistikê dikin) di dawa hevalbendên xwe de vediþêre.Benda din gereke
binase,bê ew tiþtê veþartî di dawa kê de ye.Eger naskirin,gustîlk digihe
benda din û ew bend êdî vediþêre.Lê,ko tê dernexistin nuqteyek ji wan
re dikeve
tûrik.Wilo,kîja bend xwe
bigihîne bîst û
yek nuqtê,bi ser dikeve.
Rola serkêþ,di vê leyistikê
de, rola herî giring
e.Ew bi benda xwe diþêwire,dorê dide û sûndê dixwe.Sûnd Jî ne bi xwedê
û pêxemberan e,ne jî bi Tewrat,Incîl û Quranê ye,lê bi "Sobê
","Tifikê" û tiþtên wilo ye.Lê ya giring ew e,ko yê serkêþ
gerek e ne tenha zana û bihnfereh be,lê gerek e cansivik û tinazoker jî be.
Dibêjin,carekê Remo serkêþê benda xwe
bû . Xemo jî yek
ji vê bendê bû. Sûnd jî "Tifik"
bû.Wilo,her ko Xemo digot:"bi
tif..",Remo gotina wî dibirî û
ne dihiþt peyva "Tifik"
ê bi dawî bîne. Erê,her ko Xemo"bi tif.." digot,Remo Yekser
badikir: " Hêde...hêde, min sedcarî gotiye,bila
ji min pê ve kesek ti gûyî nexwe!".
Ez nizanim,ne þev li rejîma Tirkî
Qamiþlo
12.01.2004