Kongreya 69an ya PENa Navneteweyî li paytexta Mêksîkoyê bi amadebûna 250 beþdaran ve, ku nûnerên 65 Navendên PENên Neteweyî ne, ji 22 heta 28 Mijdarê sala 2003an pêk hat. Gelek hevdîtinên berdar, gotûbêjên bi nirx û civînên wêjeyî Kongreya îsal xemilandin. Ji 32 biryarnameyên (rezolûsiyonên) Kongreya 69an ya PENa Navneteweyî, 3 biryarname bi Kurdan ve girêdayî ne.

  
Biryarnameya li ser Mafên Zimên ji bona Kurdên Tirkiye, Îran û Sûriyê
 
Civîna Giþtî ya Beþdarên Kongreya 69an ya PENa Navneteweyî li paytexta Mêksîkoyê, Mexico City, 22-28 Mijdara 2003an
 

Bi bîr tîne, ku civaka bi zimanê kurdî dipeyve, bi giraniya erdnîgariya xwe di navbera çar dewletan de dijî: Komara Tirkiyê, Komara Îslamî Îranê, Îraqê û Sûriyê;  

Herweha bi bîr tîne, ku ji bilî li Îraqê, zimanê kurdî û wêjeya kurdî ji hêla van dewletên din ve nayê parastin û di dibistanan de perwerde pê nayê kirin;  

Bawer dike, ku mafê axaftin, xwendin û perwerdekirina bi zimanê zikmakî mîna mafekî jidayîkbûnê ye û pîvana gotûbêjên astiyane di navbera gelan de ye;

Bawer dike, ku lewma mafê Kurdan heye wek hemû neteweyên cîhanê bi rêya astiyane biryara xwe bistîne, ew kîjan zimanî dixebitîne û kîjan wêjeyê dixwîne;

Bi tundî dike bîra hemû hukumetan, ku li gor armanca UNESCO di derheqa Pirrengiya Çandî de mafên bingehîn û wekheviyê ji bona her besekî hemwelatiyên wan in û ew zengîniyê didine civaka sîvîl, hevqenciya komên ku bi zimanên curbicur diaxivin, asantir dikin û bi vî awayî rê didine pêsketina astiyane û demokratîk;

Hukumetên van dewletan hisyar dike, ku ew divêt mafên bingehîn yên hemû zimanên kêmneteweyan di herêmên wan yên neteweyî de biparêzin û bi vî awayî nehêlin, ku aloziyên bêkêr di navbera çandan de zirarê bigihînin xaka dewletan;

Banga birêvebirên Tirk, Îran û Sûrî dike, ku ew dewlemendiya ziman û wêjeya kurdî binasin û hemû qanûnên li dijî pirrengiya xwezayî di ware zimanan de rakin. Di heman demê de banga birêvebirên Îraqê dike, ku ew jî belêna (soza) xwe cihbicih bikin û pistgiriya zimanê kurdî bikin.

 


Biryarnameya li ser Sûriyê di derbareya binçavkirina Merwan Osman de
 
Civîna Giþtî ya Beþdarên Kongreya 69an ya PENa Navneteweyî li paytexta Mêksîkoyê, Mexico City, 22-28 Mijdara 2003an

Protesto dike, ji ber ku binçavkirina nivîskar, helbestvan û endamê Navenda PENa Kurd birêz Merwan Osman hên jî dewam dike û Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Sûriyê doza wî vekiriye û wî bi ‘cudahkirina dîn û nijadan’ tawanabar dike;
 
Bi qelem dike, ku Merwan Osman 10 Kanûnê sala 2002an bi boneya xwepêþandana aþtiyane hatibû binçavkirin û eger wek gunehkar were dîtin, girtineke heta 15 salan jêre lêdikeve. Ev xwepêþendan ji hêla Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyayê (Yekîtî) bi daxwaza parastina mafên Kurdên ku hemwelatiyên Sûriyê ne, pêk hatibû;
 
Bawer dike, ku dewamkirina binçavkirina Merwan Osman li dijî mafê azadiya raman û civînan e; ev maf di Peymana Navneteweyî li ser Mafên Civakî û Ramyarî de (International Covenant on Civil and Political Rights) hatiye misogerkirin û Sûriyê bi xwe jî ev Peyman destnîþan kiriye;

Daxwaz dike, ku birêvebirên Sûriyê bi þêweyekî mirovane - heta Merwan Osman binçavkirî bimîne – pêre bidin û bistînin; Banga rizgarkirina Merwan Osman ya lezgîn û bê merc dike.



Biryarnameya li ser Tirkiyê di derbareya Girtina Leyla Zana de

 
Civîna Giþtî ya Beþdarên Kongreya 69an ya PENa Navneteweyî li paytexta Mêksîkoyê, Mexico City, 22-28 Mijdara 2003an

Xemgîniyeke kûr nîþan dide,
ku serkêþa mafên Kurdan, siyasetvan û nivîskar Leyla Zana hên jî di girtîgehê de ye, herçend 21 Mijdarê sala 2003an êdî dozguhdarkirina nehan li hember wê çê bûbû
;
 
Bi qelem dike, ku Leyla Zana hatibû tawanbarkirin, ku ew endama Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bû, lêbelê di doza wê de lihevnehatinên berfireh hebûn û lewma PEN digel çavdêrên din gihîþtine vê encamê, ku Leyla Zana ji ber piþtgiriya mafên Kurdan yên aþtiyane û qanûnî hatibû cezakirin;
 
Vê berxweketinê parve dike, ya ku ji hêla saziyên navneteweyî û berî her tiþtî Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan ve hatiye diyarkirin, ku doza Leyla Zana û sê siyasetvanên Kurd, yên ku di sala 1994an de bi hev re hatibûn cezakirin, dozeke ne durist bû; herweha dozguhdarkirina nû jî wek berê bi guman e;
 
Bal dikiþîne, ku Leyla Zana di girtîgehê de bû, gava di sala 1998an de du salên cezayê bi ser cezayê berê de hatibûn zêdekirin; sedema cezayê nû nivîsên wê ji girtîgehê bûn û ev yek perçiqandineke din ya mafên mirovan e, bi taybetî Beþê 19 yê Peymana Ewropî li ser Mafên Mirovan, yê ku Tirkiyê bi xwe jî destnîþan kiriye;
 
Herweha bal dikiþîne, ku niha li Tirkiyê doz li dijî gelek nivîskar û weþangerên din jî hatine vekirin, ji ber ku ew bi kêþeya kurdî ve mijûl dibin;
 

Her sê biryarname bi zimanê înglîzî