Ricardo Gustavo Espeja
Endamê
Rûmetê yê Navenda PENa Kurd
Gava
Neteweyên Yekgirtî rezolûsiyona 1564, ya ku mafên Kurdan li ber çav
neanîbûn, wergirt, birêz Ricardo Gustavo Espeja ji PENa Kurd re nivîsî:
“Ez bi we re me, ji ber ku mafê çarenûsê divêt ji bo Kurdan jî êdî
nebe xewn, bila ev maf bibe rastiyek! Gelê me li Argentînayê jî di dîroka
xe de gelek caran hatibû xapandin, lewma ez xemgîniya we parve dikim. Dilê
min li Argentînayê ji gelê kevinare Indiyano re dikute, li Kurdistanê jî
ez ji ber bedbextiya gelê Kurd yê xwecih û dînên kevinare mîna Êzdî,
Kakeyî, Þebak û Xaçparêz tengav im. Ez bi tevaya canê xwe li dijî dîktatorên
eskerî li Argentînayê bûm, niha ez hema bi vê biryardariyê li dijî
zordarên Rojhilata Navîn im. Hûn, Kurd, ji gelek bindestan xurttir xwe bi
rêxistin dikin. Bê guman, bindestên ku xwe nêgihînen hev û sazgariya
wan lawaz be, dibine cangoriyên tevkujiyan, etnosîdê û windabûnê –
ev yek hatiye serê niþtecihên Amerîka Baþûr”.
Hên
berê, birêz Espeja bingeha nepêkanîna wekheviyê li Rojhilata Navîn
wisa þirove dikir: “Çîna siyasetmedar û artêþa Tirk ji þopên çewsandina
kesên din rizgar nebûye… Ji bo desthilatdarên kevineperest li Iranê
firelayanî û azadiya ramanê gunehên herî mezin in, yên ku dibine
sedema mirina vê rejîmê… Cerdewan û kevnebeesiyên Iraqê hên ji
serdema Ebbasiyan û Selcukan derneketine… Li Sûriyê nakokî di navbera
komên Beesiyan de hene û ew hemû dixwain Kurdan bikin qurbanên çareseriya
van kêþeyan.”
Analîzeke
bi vî rengî tenê ji bin qelema lêkolînerekî kûr û dostê Kurdan î
dilsoz dikare bê nivîsîn. Birêz Espeja bi rastî jî zanayê ramangîriyê
ye û nivîskarekî wisa ye, ku ji nîgarên gel awazan ava dike, wêjeya cîhanê
û metafîzika dîrokê dike bingeh ji bo têgihiþtina roja sibê.
Balkêþ
e, ku dayîka birêz Espeja ji ber rêzgirtina Padiþahê Swêdî Gustavê
Pencemîn navê kurê xwe danîbû Gustav. Ricardo jî navê bavê wî ye.
Ji ber vê yekê herdu nav Ricardo Gustavo pêþnav in, Espeja jî paþnav
e. Ricardo Gustavo Espeja 17ê Nîsanê, sala 1950an li paytexta Argentînayê
bajarê Buenos Airesê çavê xwe li duniyayê vekir. Pirtûka wî ya pêþin
“Mizgîniya Xelasbûnê” ji helbestan pêkhatî di sala 1976an de li San
Fransisco (DYA) hatibû weþandin. Piþtre birêz Espeja di gelek rojname û
kovarên lîberal û satîr de (hinde ji wan hatibûn qedexekirin) dixebitî
wek Los Principios, Factor, Hortensia û Hoja x Hoja.
Ji bo pirtûka “La vera historia del Barón Lagarto dictada por él
mismo” (Serpêhatiya Baron Lizard ya ji devê wî biqelemkirî”) Ricardo
Gustavo Espeja di sala 1985an de xelata giring ji bo wêjeyê li Cordobayê
(Argentîna) standibû. Di sala 1989an de pirtûka wî ya helbestan ““La
rueca del hado” dibe pirtûka diduan di pêþbirka Argenta Contest
ya dewletê. Ji bilî afirandina helbest û pexþanê, birêz Espeja herweha
wêjeya îtalî vedikole û lêkolînan li ser vê mijarê diweþîne, ji îtalî
têkstên giranbuha werdigerîne ser espanî û hinde nivîsên wî bi îtalî
têne çap dike. Li gor antologiya M. Andrade de, ya ku bi îtalî di sala
1986an de hatibû weþandin, birêz Espeja wek yek ji sê mezintirîn
helbestvanên nûjen li Argentînayê tê pejirandin (du helbestvanên din
ev in: Francis Colombo û Eloisa Calderón).
Ji
sala 2001an de dînê Êzdiyan bala birêz Espeja dikiþîne û bi vî awayî
ew bi rêya nû dikeve û ber bi dîrok, wêje û ramangîriya Kurdistanê
ve diçe. Gotarên zanistî yên seretayî li bajarê Valencia yê Espaniyayê
hatibûn weþandin: “Bawermendên feriþteyan yên çawa Êzdî binavkirî
ne”, “Xalên bandora ne-îslamî di Êzdatiyê de” û “Þêx Adî û
Redkirina Lusîfer”.
Helbet,
taca têgihiþtina wî ya bingeha Êzdatiyê gotara sala 2003an bû “Gelo
dab û nerîta kevneþopî di mîstîsîzmê de heye?” (www.aquacanary.com/historia).
Di vê lêkolînê de birêz Espeja bi hizireke hewas me çavþaþ dihêle.
Li gor Espeja, ji bo Yahûdiyan, Xaçparêzan, Misilmanan û gelek dînên
din nimûne û mînak dibine rawêj. Serpêhatiyên Mûsa, Îsa, Muhemmed,
Buddha û kesayetiyên din yên pîroz, gotitinên wan, þêweyên bi kîjanê
ve ew xalên dînî diselimînin - ev
giþk bûne nîgarên li ber çavan û belgeyên hêza baweriyê. Belge -
çi yên hestyarî bin, çi jî yên heþkarî bin – nîþana
qenciya dînî ne. Lê dînê Êzdiyan yek ji wan dab û nerîtên kevneþop
e, yên ku bi temena xwe ji çarhezar salan mezintir in, ya ku mînakan
naxwaze. Êzdatî wisa kûr e, ku bi Dojehê natirsîne, ku hêviya Beheþtê
xurt û gurr nake û hezkirina Xwedê dike bingeh û encama hezikirinê –
ne tiþtekî din. Dîndarên Êzdî derfetek wergirtine, ku li ser rêya
rast biçin bêyî ku bi nîgaran ve agahdar bibin, ji xerabiyê dûr
bikevin bêyî ku ji bersiva dijwar bitirsin. Sedem zanîna prensîpa hebûnê
ye: Xerabî wê her hebe, lê divêt xerabî ne ji destê te bê cîhanê.
Lêkolînên,
ku birêz Espeja niha dike, bêhtir bi bîr û baweriyên Arî ve girêdayî
ne.
Lê
ji bo PENa Kurd birêz Espeja daxuyaniyen me werdigerîne ser espanî û
wana ji bo Saziya Dêrên Cîhanê bi rê dike. Ev mirovê rûdar û dilpak
amade ye, nûneritiya Navenda PENa Kurd li Amerîka Latînî bike, bi taybetî
îro, gava asta zimanê espanî di xebata PENa Navneteweyî de bi fermî û
di praktîke de digihîje asta zimanên înglîzî û firansî.
Dildarê çîvanokan, xwediyê xelatên wêjeyî, lêkolînerê Êzdatiyê û dostê Kurdan birêz Ricardo Gustavo Espeja li ser biryara civîna Komîteya Birêvebir ya Navenda PENa Kurd ya 27.06.2004an bûye endamê me yî rûmetê. Em jê re dibêjin:
Tu
bi xêr hatî nav rêzên me, hevalê hêja! Ew
li dostan digerin û bi mirovperwerên mina Te serberz dibin! Endamê me yî
rûmetê Ricardo Gustavo Espeja ji Buenos Airesê!
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org