Ricardo Gustavo Espeja: „Þopên çewsandina kesên din!”
Birêz Ricardo
Gustavo ESPEJA lêkolînelerekî Argentînayê ye. Ev ciwamêr li bajarê Córdoba
dijî û bi pirsên dînî û ramangîrî ve mijûl dibe. Ji nav babetên,
ku ew dinirxîne, ez dikarim hinekan bi nav bikim: hezkirina nihênî ya
bawermendan, Êzdatî, ola Kakeyan, dîn û wêje. Piþtî ku me daxuyaniya
Navenda PENa Kurd li ser bûyerên dawî (ango destpêka meha Adara 2004an)
jêre shand, birêz Espeja hem daxuyaniya me gihande Komela Dêrên Cîhanê
(World Church Council), hem jî dîtinên xwe ji PENa Kurd re eþkere kirin.
Fermo nameya Espeja bixwînin. Têde hûnê rastî hizirên dostekî me
Kurdan û dildarekî kûraya jiyana dînî bibin.
Dr. Zorab Aloian
Birêz Dr. Aloian,
Bi destûra te min daxuyaniya PENa Kurd gihande
Komela Dêrên Cîhanê. Niha ez dixwazim serê xwe bidim ber xwe û baweriyên
xwe nîþan bidim.
1. Berî her tiþtî ez digel Daxuyaniya PENa we heþmend im. Minê jî ev
destnîþan bikira, eger ez Kurd bûma (bi nijada xwe ez Kurd nînim, lê kî
dizane, belkî giyanê min ji we ye?).
2. Nêrînên min:
2.1.
Li gor
baweriya min, çîna siyasetmedar û artêþa Tirk hên jî ji þopên kevin
rizgar nebûne. Ev þopên çewsandina kesên din e. Berê, wana Ermenî û
Êzdî çewisandin, paþê Kurdên Elewî (bi taybetî li Dêrsîmê), niha
jî destê xwe dirêjî hemû Kurdan dikin. Tenzîmeta nebixêr Enver Bey û
Telaet Paþa anîne hole, nûjenikirn jî (modernization) Mistefa Kemal kire
serkêþ. Lîsteya kesên weha dirêj e, lê lîsteya cangoriyên (qurbanên)
wan hên dirêjtir e. Ji ber ku tawanbariya wan nayê cezakirin, þikênandina
gelê Kurd berdewam e. Serkêþên dilreþan bi zorê Kurdan dikin koçber
û diavêjine bajaran, zimanê wan ji wan distînin û zordariya xwe hiþktir
dikin (çawa wana karibû Kurdên Êzdî di nav sînorên xwe de tunebikin!)
Helbet
ew zordariya xwe xerabtir dikin, çûnke kes ji çavên wan re nayîne? Xelasî
li ku ye? Kampaniyeke çapemeniyê, ragihandina saziyên wisa giring mîna
Komela Dêrên Cîhanê û navgînên xwedîdeng.
2.2. Desthilatdarên kevineperest li Iranê di hilbijartina îsal de rê nedan,
ku dîtinên cuda bêne gengeþekirin. Ji bona wan mînakên serbestiyê -
heta cejinên di navbera cîranan de, firelayanî û azadiya ramanê –
gunehên herî mezin in. Di çavên wan de, gunehên wisa dibin sedema
mirina rejîmê.
2.3. Gava ez li Iaqê mêze dikim, ez beneke dîrokî jêderdixim. Terrorîstên Beesî û cerdewanên Ensar el-Islam û Ensar el-Sunna ji serdema Ebbesiyan û Lu’lu’ derneketine. Bedr ed-Dîn Lu’lu’ - atabegê Selcuk yê Mûsilê - gora Þêx Adî, yê ku pêþewayê Êzdiyan bû, heram kiribû. Niha paþiyên Lu’lu’ bê þerm û fedî fermanan didin: “Yê Êzdiyan yan Kakeyan bikuje, wê pêþkêþa Xwedê werbigire!”. Yek ji giringtirîn sedemên tevkujia Helebcê jî ev bû, ku niþtecihên vê bajarê Kurd bûn û beþek ji wan Kakeyî bûn.
2.4.
Bûyerên Sûriyê ez wisa þirvoe dikim: Nakokiyeke mezin di navbera
komên Beesiyan de heye. Ev komên curbicur nûnerên van beþ û
çînan in, yên ku êdî nikarin li hev bên. Lê ji bo ku þerê wan xuya
neke, ew hemû dane pey “bizinê qurbanê”. Ne
dûr e, ku gelê Kurd ji bona wan bûye “bizinê qurbanê”. Belkî
vijaka heralî ya li dijî Kurdan bi xwe amadekariyek e: Amadekariyek ji bo
dijwartirîn zordariya li himber hemû hemwelatiyên Sûriyê.
Bi
silavên dilsozekî gel û çanda we,
Ricardo
Gustavo Espeja
Córdoba,
Argentîna
25.03.2004