Daniþîna dawî ya darizandina birêz Demîrbaþ roja 20-ê gulanê pêk hat

 

 

 

 

 Riza Seckîn

 

 

 

 

Peywira Abdullah Demirbaþ wekî þaredarê Sura Amedê ji berî derdora salekê ve qedandin. Ew ji ber bikaranîna zimanê kurdî ji peywirê girtin, lê dozên li dijî wî berdewam dikin û hejmara wan gihaþtiye derdora 30 dozan. Piraniya van dozan ji ber bikaranîna zimanê kurdî hatine vekirin.

 

Tiþtê ecêb di hemû dozan de vê yekê naynin ziman, di dadgehê de sûc wekî bikaranîna tîpên ji derveyî tirkî.

 

Di daniþîna dawî ya darizandina Demîrbaþ de, ku roja 20’ê gulanê pêk hat, dadger ji Demîrbaþ pirsî ku çima Demirbaþ tîpên ne bi tirkî bi kar aniye û muxalefeta tîpên tirkî kiriye.

 

Li ser prisa dadger, Þaredarê Surê Demirbaþ wiha bersiv da û got: “Dema ku ez þaredarê Sura Amedê bûm, ji bo heftiya mafê mirovan me di panoya xwe de, li kêleka tirkî, bi zimanê kurdî jî bala gel kiþandibû ser vê çalakiyê. Ji ber ku xelkê me yê di nava Suran de dijî piraniya wan bi tirkî nizanin, me xwest ku em wan bi zimanê wan agahdar bikin.  Li gor min karê Þaredariyan ne tenê paqijî, kanalisyon û av e. Ji bilî van karan hin peywirên di yên giring hene, pêwist e þaredarî di warê mafê mirovan de.  adaleta civakî û parastina mafan de xizmeta gel bike û wan agahdar bike.

 

Armanca ji bikaranîna zimanê kurdî ne  biçûkxistina zimanê tirkî ye, me tenê li kêleka zimanê tirkî zimanê kurdî jî bikar aniye û armanaca me ku em xwe bighînin her kesî û her kes ji me fam bike. Me xwest ku em bidin zanîn ku bikaranîna pirzimaniyê zengîniyê û ev yek ji bo pêvajoya yekîtiya ewropayê gaveke pêwist û giring e. Ev yek ji bo demokrasiya tirkiyeyê jî gaveke giring e.

 

Mebesta min ne ew e ku ez qedexeya li ser tîpên tirkî hilînim, me tîpên kurdî bi kar aniye û bi kurdî nivîsiye. Me bi tirkî gotareke ku tîpên tirkî guhartibe bi kar neaniye. Lê dixwzim bêjim ku di qanûnê de tiþta ku wekî tîpên tirkî derbas dibe çewt e, pêwiste li þûne wê alfebeya tirkî bihata gotin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org