Pirsgirêk ji têkiliya kurdan a bi zimanê wan re diqewime

 

 

Rizoyê Xerzî

 

 

Bi rastî berî her tiþtî, berî ku em gazincan ji weþanxane û weþangeran bikin, pêþî pêwîst e em rewþa xwendevanên zimanê kurdî baþ nas bikin. Ji aliyekî ve ev rewþ pir kambax e, ji aliyekî din ve nêrîna li berhemên kurdî nêrîneke pir nexweþ û çewt e. Çawa ku di demekê de hiþmendiyek di nava kurdên bakur de belav kirin ku kurd ew kesê belengaz, gundî, cahil û paþketî ne û pir di wê siyaseta xwe de bi ser ketin. Ji ber nîþana medeniyet û þaristaniya kurdan di nav wan xwe bi xwe de jî, bûbû pîvana zanebûna wî/ê ya zimanê tirkî. Yanî tu çi qas bi tirkî bizanibî ew qasî tu bajarî, pêþketî, nazik û xweþik î.

Bê guman ev yek di encama siyayseta bi salan de derket holê û hêdî hêdî êdî bi xwe ber meþiya û giha asta oto-asîmîlasyonê. Niha gelek malbatên kurd bi xwe, xwe asîmîle dikin û di malên xwe de jî bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Ez naxwazim gelekî behsa vê mijarê bikim lê tenê min xwest ez bînim bîra we ku sedemên bingehîn ên kêmbûna çapkirin û firotina pirtûkên kurdî, di bingeha xwe de girêdayî vê meselê ne.

Wekî mînak Azadiya Welat rojnameyeke tekane ya bi kurdî ye ku li hemû Tirkiyeyê tê belavkirin. Lê dema ku mirov hejmara firotina vê rojnameyê dibîne baþ rewþa zimanê kurdî jî eþkere dibe. Ji bo em gelekî mezin nekin em bi kêmanî hejmara kurdên ku dikarin bixwînin û binivîsin bêjin. Heke tunebe tunebe 3 mîlyon li Tirkiyeyê hene. Bila ji wan mîlyonek ji siyaseta vê rojnameyê ne razî be û bila ji bo xatirê we mîlyonek din jî ji sedemên cuda vê rojnameyê nexwînin. Ka yên din bi ku ve çûn, çima 9-10 hezar tenê dikirin.

Dibe ku hinek bêjin em ji zimanê rojnameyê fêm nakin, yaho bi xwedê em ji xelkê baþ fêm dikin, çima em ji rojname û nivîskaran fêm nakin. Ê bavê min xelk ji te re dibêje, 'min qapî kapatmiþ kir', 'îçê kulaxê min dêþe', 'gêçmîþbe wele min duymîþ nekiribû tu nexweþ î'. Bê guman ji ber tirkiya te baþ e tu yê ji wan baþ fêm bikî, ma çavê we lê ye ku rojname û nivîskar jî bi vî rengî binivîsin? Yanî ya rast mesele ne di nivîskar û rojnameyê de ye, mesele di kêmasiya me ya di warê ziman de ye. Belê rast e ne sûcê te ye, me li jor behsa hin sedeman kir, ez naxwazim meseleya asîmîlasyon û pêkutiyên ku li ser ziman hatine kirin dubare bikim. Lê divê tu jî bizanibî ku ne sûcê nivîskaran e jî. Wan nivîskaran jî xwendina xwe bi zimanê serdestan kiriye lê cudahiya di navbera we û wan de ew e ku nivîskaran hinekî xwe di warê ziman de bi pêþxistine. Lê aliyê din, xwendevan ku piraniya wan bi zimanê tirkî dizanin lê dema dibe kurdî dibêjin wele ez tîpê kurdî nas nakim, tevî ku cudahiya tîpên tirkî û kurdî tenê çend tîp in. Yanî kesê ku bixwaze dikare di saetekê de wan tîpan hîn bibe. Kesên din ên ku dibêjin em dikarin bixwînin lê em jê fêm nakin ew jî bela kêm sekinandina wan a li ser ziman e, yanî ku rojê saetekê bixwîne wê her roj çend gotinên nû hîn bibe ta ku ferhengek ji gotinan di tûrikê hiþê wî de çêbibe.

Astengiyek din a girîng a kêm xwendinê înternet e ku li ber destê piraniya xelkê heye û xwendevan ji wir dikarin di heman deqeyê de li hemû bûyer û pêkhatinên ku li cîhanê diqewimin bibînin û bixwînin. Lewra jî hewcedarî bi kirîna rojnameyan namîne. Wekî mînak em hejmara kesê ji rojnameya Azadiya Welat dikirin û yên ku nûçeyan ji malpera wê dixwînin bidin ber hev wê ev rewþ baþ û eþkere xuya bibe.

Bi giþtî xemsariyek heye ku gel bi giþtî mesela ziman û xwedî derketina li ziman û talûkeya windabûna ziman nedaye ber çavê xwe û ji xwe re nekiriye derd. Li gor min ew mitînga ku berî çend rojan li Culemêrgê çêbû karekî gelekî pîroz bû ku ji alî Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî ve hate orgazîzekirin û pêwîst e gelek xebatên wiha çêbibin. Mitîngên ku bi dehazan li hemû bajaran derdikevin kolanan û bi yek dengî daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî bikin an jî bi kêmanî wekî nerazîbûnekê her kes xwe hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bike. Her kes bi îmkanên xwe û li gor rewþa xwe. Heke ev hesasiyet û berpirsiyariya li hemberî zimanê zikmakî bi me re peyda bibe wê hejmara xwendevanên kurdî ji sedî hezar zêde bibe. Wê gavê belkî weþanger jî tehma devê xwe li weþanê xweþ bike û xwediyê behremê jî bê berger û riyên din berhemên xwe bide çapkirin. Wê demê ne tenê wê tama devê wan xweþ dibe lê wê diranê wan jî qîç bibe û rûyê wan jî bikene, dema ku bêrîka wan germ bû wê hem xwediyê berhemê hem jî weþanger êdî berhemên baþtir peyda bikin.

Ez bawerim ku gelek mîna min hene, ez wekî þexs ji bo vê rewþa kambax, serê 10 salan e min helbestên xwe di quncikên tarî de veþartine, wekî din jî þano û wergerên min jî têra pirtûkekê hene ji bilî nivîsên min ên pexþan, ji bo kesek nebêje ev wekî bangekê ye ji xwe re bikar tîne, ez dibêjim mineta we tevan li çiyayê qaf, ji xwe ji ber ez nikarim devê xwe ne li ber weþangeran û ne li ber xwendevanan xwar bikim da ku berhemên min biweþînin, ew heta niha mane.

rizaseckin@hotmail.com

 

 

 

   

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org