Amadekariyên Duyemîn Rojên Wêjeyê yên Amedê dest pê kirin
Gelî birêzan
Ji bo pêkanîna bernameya rojên wêjeyê pêdiviya me bi
pêþniyarên we heye. Îsal em dixwazin bi rastî rojên wêjeyê rengê
Rojhilata Navîn bigire, dîsa di nîveka wê de Kurd cih digirin, lê Kurd wekî
pira di navbera gelên din de, pira ku gelên din jî digihînin hev e. Her wiha
îsal emê konferanseke 2 rojan li dar bixin dê mijara konferansê zimanê kurdî
be. Ji ber pirsgirêkên hiqûqî dibe ku navekî din lê bê kirin, lê dê
gotar û nîqaþ li ser pirs û pirsgirêkên zimanê kurdî bin.
Ji bilî wê jî dê panel, gotûbêj,
helbestxwendin, semînerên me hebin. Her wekî me di serî de jî daxuyand,
em îsal dixwazin mêvanên me yên Ereb, Tirk, Faris û Ermen zêdetir bin.
Em li benda pêþniyarên we ne. Hûn dikarin pêþniyarên xwe bi riya vê
mailê bigihînin ber destên me.
avzer@hotmail.com
***
Ji bo nivîskarên birêz ên li Amedê û li bajarên derdora Amedê bangeke me
ya
din heye. Em wan vedixwînin civînekê da ku dîtin û pêþniyarên wan
wergirin.
Dema civînê: 16.10.2004 (Roja þemiyê)
Cih: Odeya Meclîsa Þaredariya Bajarê Mezin
Katjimêr: 10:00
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org