Çalakiyeke nû ya Navenda PENa Kurd

ji bo sedsaliya nemir CEGERXWÎN

 

Wek tê zanîn, Navenda PENa Kurd, li gor derfet û gengaziyan, di salê de çend caran rojên wêjeyî li dar dixe. Di sala derbasbûyî de ji 31.8. heya 2.9.2002an çalakiyeke bi vî rengî bi civandina 25 nivîskar, helbestvan û rojnamevanên Kurd di bin navê "Bibîranîna helbestvanê nemir QEDRÎCAN" de pêkhatibû. Ji rojên 3.1. heya 5.1.2003an de jî hevdîtinek di bin navê "Bibîranîna Pêþewa Qazî Mihemed" de hate lidarxistin.

Hevdîtina vê carê, ku ji rojên 7.11. heya 9.11.2003an pêk hat, ji bo "Bibîranîna Helbestvanê Neteweyî CEGERXWÎN" bû. Dîsa dora 25 helbestvan, nivîskar û rojnamegerên Kurd li hev civiyan û bi vê çalakiya wêjeyî nemir CEGERXWÎN bi bîr anîn. 

Di destpêkê de beþdarên civînê rabûn ser pêyan û bi rêzdarî xuleyekê ji bona giyanê nemir Cegerxwîn bê deng man. Du endamên Navenda PENa Kurd xwe amade kiribûn, ku awireke kurt bidin taybetmendiyên hunera helbestvanê me yî neteweyî. 

Birêz Mustefa Reþîd di destpêka axaftina xwe de got, ku nirxandina helbestvaniya Cegerxwîn, nirxandina ewqas berhemên giranbiha û dewlemend bi nivîseke kurt ne gengaz û mimkin e; ji bona wê lêkolîneke dûr û dirêj pêwîst e. Ji lew re, emê tenê li ser hin taybetmendiyan rawstin û bi kurtahî di ser re derbas bibin. Ew li ser van xaleyan rawestiya:

1) Helbestên Cegerxwîn ji aliyê dirûv û teþeyê wan ve.

    Di vê xalê de birêz Reþîd li ser teknîka avakirina malikan, ya ku nemir di helbestên xwe de bi kar aniye rawestiya; taybetmendiyên wek: hejmara kîtan di malikan de - çend kît bi çend kîtan - helbestên çar bi çar kîtan heya yên panzdeh bi panzdeh kîtan - nîvmalik û malik - qafiye çawa hatiye bikaranîn - serdor û dubarekirin - helbestên yek bi yek - yên du bi du - yên sê bi sê - çarik - pêncik - þeþik û herweha helbestên ku hejmara kîtên nîvmalikan ji hev cuda wek nimûne, yên þeþ bi pênc, heft bi þeþ, heyþt bi heft û hwd.

Vê xalê bala guhdaran kiþand û hate gotin, ku berê tikes li ser vê teknîka Seyda ranewestyaye.

2) Helbestvaniya Seydayê Cegerxwîn ji aliyê ahengî û mûzîkê ve.

3) Kilasîkiya Cegerxwîn.

4) Cegerxwîn û evîndarî.

Birêz Eskerê Boyîk jî di gotara xwe de li ser taybetmendiyên helbestvaniya Cegerxwîn rawestiya û bala beþdaran kiþand ser van mijaran:

1) Cihê Cegerwîn di nav Helbestvanên rojhilatê yên klasîk de, di awayê avakirina helbestê de, teknîka lihevanîna rêz û bendan, yên hundur û dawiyê, bijartin û bikaranîna peyvan, kûrahiya ramanê ya diyar û nepenî. 

2) Ferehiya cîhana helbestvaniya Seyda. 

3) Cegerxwîn û helbesta siyasî.

4) Cegerxwîn helbestvanê gelêrî ye.

5) Helbestên Seyda bi gotinên pêþiyan dagirtî ne.

6) Zimanê wî yê xelkê sade, yê karker, þivan û cotkaran e....

7) Helbesta Cegerxwîn hizira evîna welatê bindest e, banga serhildanê ye...

Roja þemî û yekþemê berhemên beþdaran hatin pêþkêþkirin û ev rojên wêjeyî dîsa di hawîr û atmofêreke xweþ de gihîþtin armanca xwe.  

Ji bona lidarxistina vê çalakiyê, birêz Keyo Cegerxwîn ev peyama jêrîn ji Navenda PENa Kurd re þand:

JI BERPIRSIYARÊN PENA KURD RE.

Digel silavên biratiyê!

Ez bi navê malbata Cegerxwîn spasiyên xwe û malbatê ji we re û ji komîteya birêvebir re ko 100 saliya ji dayikbûna Cegerxwîn lidarxistiye, 7-9-11-2003 pêþkêþ dikim û herweha ji mêvanên we re jî silav û rêz; ez 100 saliya Cegerxwîn li we û li miletê kurd pêroz dikim û ez serketinê ji we re dixwazin.

Di dawî de bimînin di xweþiyê de.

STOCKHOL 6-11-2003

MALBATA CEGERXWÎN

Keyo Cegerxwîn