Hêvî
 
Tê dîsan bê, ez dizanim.
Bi berbanga sibehê re,
gava ez di nav nivînan de radikevim.
Mîna çirûskên tavê
Tê ronahiyê bidî hundirê min,
dilê min.
Tê bê!...
 
 
Emê dîsan bi evînê bijîn
ez dizanim.
Emê ji vê dûrketinê xelas bin.
Ezê ramûsim dîsan
lêvên te,
gerdana te,
memikên te...
hemû niqteyên bedena te ya bedew
Tê dîsan bê ...
 
 
Tê di rojeke biharê de bê
ez dizanim.
Bi bêhna gul û rîhanan,
bi bêhna axa welatê min re,
Xweþî tê
Serbestî tê
       û berî her tiþtî
 Azadiyê bi xwe re bîne
Ez dizanim, tê bê!...
 
 
Bremen, 24.07.2001