Hevpeyvîn bi Endamên Koma Rewþen re
Ronî
Stêrk
Belê
Harûn Ataman, em ji te dest bi hevpeyvîna xwe bikin. Tu wek solîstê komê
hinekî din derdikevî pêþ û Kom li paþ dimîne.
Kom û Star, bila, pirsa me ya yekemîn ev be. Tu dikarî ji me re
hinekî þirove bikî
Di
çanda muzika kurdî de heya nuha cure cure tarz derketin hole, lê ew
bingeha xwe ji dengbejiyê distîne. Yên ku vê muzikê bi kar tînin kes
in; yanî kes bi serê xwe ne. Gotin û muzîka xwe bi serê xwe û herweha
ew bi tarzeke serbixwe ava dikin.Ev yek heya van salên dawî jî wusa bû.
Belê ev demek e di nava kurdan de hestê kom û kombûnê derket holê. Yanî
ji pirr kesan û ramanan mejiyek avaker derket. Kom derket. Ji bona ku heta
vê rojê sîstema star hebû û gel tenê dengbêj/stranbêjek li ser dikê
nas dikir, belkî bi rengek, yan jî em bêjin bi rengekî biçûk be, gelê
me wî star û navdar dihesiband. Ew kes jî bi dengê xwe derdiket pêþiya
gel. Ev yek îro jî berdewam e û heta ji bona Koma jî bikartînin. Kî
distrê star ew e. Kî distrê serkêþê komê ew e. Kî distrê yê hemû
mezin û navdar ew e. Ev mantiqekî gelek þaþ e.
Lê ev
pirsgirêk ne tenê taybetmendiya gelê kurd e. Gelo di muzîkê de ev
pirsgirêk li herderê Dinyê dernakeve pêþiya hunermendan?
Ev
pirsgirêka, ji bingeha xwe, ji rojhilata navîn tê. Yanî ev mejiyê starbûnê
yan jî îlahkirina kesan ji rojhilata navînê tê. Ev him mantiq û him jî
kesayetiyek ji rojhilata navîn e. Jixwe bi vî rengî kesayetiya me û
hunera me jî pêþve çûye. Yani bi rengê starbûnê, bi rengê kesbûnê.
Helbet di dîroka kurdan de hinek mînak hene ku wek kom hatine avakirin û
herweha hatine hesibandin jî, lê ez ne di wê baweriyê de me ku bi sedîsed
û bi rengekî rast hatine binavkirin. Ji ber ku, wek min nuha jî got, solîstê
komê gava ku distrê derdikeve pêþî û di nav komê de berî herkesî tê.
Lê di nav koma me de (di Koma Rewþen de) tiþtekî wisa tuneye û em vê
yekê qebûl jî nakin. Em kom in û
em bihevre yek in. Tu cûdayî di nav endamên komê de tune ye.
Yanî
hûn dibêjin cûde bûna wê ji kom û tarzên din ev e?
Ji
tarzê din cûdebûna me ev e. Em bi hev re muzîkê çê dikin. Me, bi hev
re, ji xwe re jiyanek hevpar afirandiye. Ji bona wê jî navê me Kom e. Lê
belê li hinek cihan problema kes ji bona me jî derket holê. Wan ez bi serê
xwe, bi navê Harûn Ataman, pirr mezin kirim. Li pirr cihan min pêþve
derdixin û komê paþve dihêlin. Lê divê gerek neyê ji bîr kirin,
carna qehremanê herî mezin ew hevalên me yên li piþ me ne û rola mezin
ew dileyizin. Ji ber ku em bihevre jiynekî kollektîv, dijîn. Ne tenê di
muzîkê de...
Pirsa
min jî li vir li ser vê mijarê ye. Min bihîst ku hûn ne tenê ji bona
afirandin û çêkirina sitranan bi hev re ne…
Belê
wisa ye. Em carina bi mehan bi hev re dixwin û vedixwin û heta li malekê
radikevin. Em bûne malbatek. Êdî em ji sedî sede bi hev re girêdayî
ne. Gava ku kesek di nav vê xebatê de dibe xwedî ked, wê demê ew
derdikeve pêþ û êdî ew dibe star. Felsefeya navdarbûn û populerîzma
koma me ev e. Yanî dibe xwediyê komê û xebata komê. Dive ku Weysî ji
min zedetir kar kiribe, yan jî Mazlûm ji Weysî zêdetir ked dabe; yan jî
Sînan ji me hemûyan pirrtir xebat kiribe. Herkesî li gora xwe karek kiriyê
û hêzek daye vê komê. Li gor ve yekê em xwe wisa dihesibînin û em
dixwazin êdî gelê me jî me wisa bihesibîne. Em kom in. Di nava me, di
nava Koma Rewþen, de starbûna þexsekî nayê qebûlkirin û em naxwazin
bi navê Harûn, bi navê Weysî, Sînan, Mazlûm yan bi navê kesiyatiyekî
wek star derkevin pêþiyê. Lê li aliyê din jî dive mirov ji bîr neke
ku xwezayiya vê yekê heye, yanî yê ku sitranan dibêje balê zedetir
dikiþîne ser xwe û jê re /ji wî re hezkirinek ji alî temaþevan û
guhdarvan ve xuyatir û eþkeretir dibe. Lê ji bona starbûnê wek ku min
berê jî got, em dixwazin vê yekê wisa bihesibînin: Koma Rewþen
malbatek e û herkes tê de bi serê xwe starek e.
Belê
Harên tu dikarî ji me re qala (bi gotina te) vê malbatê bikî. Di vê
malbatê de kî heye, hûn çend kes in û wezîfa (peywira) we çi ye?
Nuha
yên ku di vê malbatê de xwedî kedekê ne pênc kes in û her yek ji wan
beþek ji canê me ye. Sînan 22 salî ye. Ew li Edenê ji dayik bûye lê
eslê xwe ji Semsûrê ye. Ew îro nexweþ bû nehat, lewra nuha ne li vira
ye. Ew li daholê dixe. Berî nuha bi heft salan digel koma Rewþen dest bi
xebatê kir. Ew beþek ji canê me ye û xwedî kedeke gellek mezin e. Weysî
li Basgîtarê dixe, eslê xwe ji Amedê ye. Mazlûm li Tembûrê (Saz)
dixe, ji Çewlikê ye û Eser jî endamê me yê nuh e. Ew jî ji Amedê ye.
Ez jî solîst im û li gîtarê jî dixim. Xecê ku demeke dirêj bi me re
bû û ji ber hin sedemên taybetî, mixabin nuha ne bi me re ye. Xebatkarên
koma me hemû li Edenê dijîn û heryek ji wan ji taxakê bajêr in.
Koma
Rewþen çawa û li ser kîjan bingehê avabû?
Koma
Rewþen ji tunebûnê û ji bêderfetiye, ji nava înkara kesayetiya kurd û
jan û kulan ve ava bû. Me xwest em ji nav van jan û kulan enerjiya gelê
kurd û bi taybetî enerjiya kînetîka ciwanên kurd derxînin. Em car
carina li ber zehmetiyan rast hatin, lê navê Koma Rewþen ji astengiya
natirse û wek zarokekî zîrek di nav hewldana afirandinê de ye.
Afirandina Komê: Mazlûm û Sînan ji koro ya zarokan ve dest bi muzîkê
kirin. Hevalê Weysî berî min, di dawiya 1996an de û ez jî 1997an de
ketim nav komê û em heta îro jî bi hev re ne...
Divê
em ji astengiyên ku hûn bahsdikin çi fahm bikin. Astengiyên ku di
afirandina muzîkê (teknîkî) de derdikevin
pêþiya we, yan astengiyên ku di jiyanê de hûn bi wan re rûbirû
dimînin?
Pirsgirêkên
mezin ji merc û þertên jiyanê derdikevin. Helbet pirsgirêkên teknîkî
jî di afirandina berhemên me de derdikevin pêþiya me; lê belê pirsgirêkên
herî girîng pirsgirêkên civakî ne ku roleke gellek mezin dileyzin. Es
dikarim weha þîrove bikim: em kesayetiyek cuda ji civatê ne, lê belê di
eynê wextê de em beþek jî ji laþê civatê ne. Em çiqas ji wê (civatê)
û ji pirsgirêkê wê birevin tê wê wateyê ku em ji xwe direvin. Ev
pirsgirêka ku ez behs dikim pirsgirêka kurd e. Me vê yekê ji xwe re kir
wek prensîpa bingehîn a Koma Rewþen. Me dixwest em sitranan bêjin ên ku
daxwaza çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê, daxwaza çareseriya ku ji bo
aþiteyeke here dawiyê dike be. Sitranên me ji bona ku gelê Kurd ji van
pirsgirêkên ku ev nêzî sed sale bi wan re rûbirû vê maye xelas bibe.
Êdî gelê me û nifþên (generasyonê) nuh dest bi jiyaneke azad bike.
Derdê me ya herî mezin daxwaziya azadiya ji bona nifþên nuh e. Xwestina
vê azadiyê tu carî xelas nabe. Taybetmendiya muzîka me jî ev e. Çiqas
pirsgirêkên azadî, civakî û însanî hebin, emê jî bi ser van pirsgirêkan
herin û bistrên. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim ew ê ev pirsgirêkana
hertim hebin û em ê jî bi ser wan ve herin û hey bistirên...
Yanî
tu dibêje ciwan di hundirê civatê de beþek ji vê civatê ne, herçiqas
pirsgirêka wan e taybet hebe jî, ji bona civatê li hemberî pirsgirêkan
disekinin. Hûn jî bi muzîk û berhemên xwe dibin zimanê ciwanan?
Daxwaza
çareseriya jiyanê rengê xweþikbûna jiyanê ye û daxwaziyek mezin e.
Berî her tiþtî (di hundir jiyanê de) daxwaziya nuhbûnê ye. Huner û
nuhbûn bi hev re girêdayî ne. Yanî daxwaza me jî li ser vê yekê ye,
“Nuhbûnek”. Em tu carî îdaya çareserkirina pirsgirêkan nakin, lê
em tu carî ruwê xwe jî ji pirsgirêkan naguherînin, ji ber ku huner ev
yeke ku bandorekê li ser gel dike, tesîra gel jî van pirsgirêkan çareser
dike. Hunera te çiqas bi hêz be, hewqas tesîra te li ser gel çê dibe.
Em li vir helbet dibin dengê
ciwanan.
Bi
alavên cûda (Senat,Seks Sînema..) û bi taybetî jî bi muzîkê ve asîmîlasyonek
dijwar li dijî ciwanan tê meþandin. Lê hûn bi israr (muzîka xwe) Rockê
bi zimanê Kurdî çêdikin. Gelo ev bersivek li dijî alsîmîlasyonê ye?
Belê
ji sedî sed wusa ye. Mesela evîn be, senat be, muzîk be hertiþtek ji
vana kêmasiyên di jiyana mirov de temam dike. Lê kapîtalîzm li gorî
xwe jiyanekê xemilandî ye. Ev xemilandina vê jiyanê ji bona çi xizmet
dike û ji civatê çi dixwaze? Bi rastî jî ew (Kapîtalîzm) ji alî aborî
û derfetan de hêzekî bi quwet e û ji bo ku nifþên nuh li dijî pirsgirêkê
civakî bê deng bimînin xizmetê dike. Daxwaza wan ev e ku nifþek xweser
biafire, yanî bala xwe ji tiþtekî neynin û ji bilî xwe pê ve tiþtekî
nefikirin.
Koma Rewþen
di nav Kurdan de cara ewilî (wek Grûp)tarza “ Rockê” ceriband.
Koma Rewþen dixwaze di rockê de çi bike?
Di
Muzîka Kurdî de mînakên Rocke pirr kêm in. Cara yekem Koma Wetan dest
bi ceribandina vê beþê kir. Ez ne þaþbim di sala 1974an de albumek çê
kiribûn û bi dû re ji ber çavan wunda bûn. Ji bilî wan tenê Koma Rewþen
tarza Rockê di nav kurdan de bikar anî. Ev ceribandineke nuh e û ez
nikarim(di Rockê de) tarza me bi nav bikim. Ji ber ku heta salên 1980an de di nav
Rockê de cure cure tarzên din ava bûn. Lê ji 1980an û vir de tu cureyên
din ên nuh ava nebûn. Hinek sentez hene lê celb nîn in. Mesela 53 cureyên Rockê hene û her yekî jî navê xwe
daniye. Sound û tarza wan ji hevdû cûda ne. Lê em di nav van tarzan de
li xwe digerin. Em dikarin vêya bêjin, lê ev lixwegerîna me li gora hestê
me ye. Mesela niha di albuma me
ya yekemîn “ASÊ “ de saunda Rock derketiye . Lê ez nikarim bêjim bi
sedî sed em filan tarza rockê temsil dikin. Di vê albuma me ya ku em nuha
amade dikin ewê celba muzîka me eþkeretir bibe.
Yanî
Koma Rewþen biryara xwe daye, ewê çekirina Rocka Kurdî berdewam bike. Lê
hûn dîsan jî di nav tarzên Rockê de di digerînê de ne?
Ev
heye, êdî Rock jiyana me ye. Rock ji me re ne tenê muzîk e, tarza jiyana
me ye, felsefeyek, nerîneke jiyana me ye. Ligel albûma me ya nuh ku di
demekî nêzîk de ewê amade bibe, ewê ev hêdî hêdî nasnameya me jî
xwuya bike.
Cara
yekem hûn kengî têgihîþtin ku, hûn xwe bi Rockê baþtir îfade dikin?
(Harûn)
1998an bû. Gava ez nuh ketibûm nav komê. Berê jî hêstên min (ên Rockê)
hebûn, hîna di dema min a þagirtetiya di Lîse yê de hebû. Min li gîtarê
dixist.
(Mazlûm)
Gava Koma me ya berê belav bû em ketin nav lêgerînekê. Me nedigot emê
bi tenê Rockê çêbikin, lê me dît ku bi afirandina berhemên me ve
tarza me berbi Rockê ve diçe. Yanî jixwe ber derket holê ku em xwe bi
Rockê çêtir îfade dikin
(Weysî)
Di jiyana min de ji muzîkê pêve tiþtekî din tune ye. Lewra em herdem li
ser muzîkê dipeyivîn û em ketibûn nav gerînekê... Ev yek li ba min
berî ku ez têkevim nav komê jî hebû. Min her celeb terzên muzîkê
guhdar dikir. Lê tu tiþt tama Rockê nedida min. Û her ku ez zêdetir
ketim nav Rockê hewqas bêtir min jê tam stend. Dîsan xwesteka me ye ji
bona ciwana afirandina muzîkek nûjen jî ez xistim nav pêlên derya ya
Rockê. Me xwest em ji xort û ciwanan re tiþtekî balkeþ biafirînin.
Herweha basgîtar jî sedemek gelek girîng e, ji bona bersivandina pirsa çima
Rock. Ez dixwazim vê jî bêjim. Helbet reaksiyonên guhdarvanan pirr girîng
in, lê ez rockê çêdikim, ji ber ku ez ji dil û can û bi kêf çê
dikim. Rock zimanê min e. Hestên min tîne ziman.
Hûn temsîlkarên
ciwanên kurdan ne. We berhemên xwe ji bona ciwanan amadekir . Gava hûn
derketin ser dikê û we berhemên xwe pêþkeþ kirin, reaksiyona ciwanan
çawa bû? Ji ber ku di nav ciwanan de çînên cûre cûr hene û herweha
daxwazên wan jî cûda ne.
Di
destpêkê de hinek reaksiyonên negatîv çêbûn, lê kêm bûn û ne yên
zanistî bûn jî, lewra tu bandorekî nerênî (negativ) neleystin. Piranîya
rexneyan pozîtîv bûn û ev jî em di nav heyretekê hiþtin, ji ber ku me
hewqes reaksiyonên posîtîv hêvî nedikir. Bê guman em nikarin hemû
ciwanên kurdan himbêz bikin, lê em bi zimanê xwe (Kurdî) deng û awaza
wan in. Daxwazek guherînekê di nav ciwanên kurdan de divê. Ciwanên
Kurdan divê di civata navnetewî de danûstendinê bikin û xwe bidin
binasandin.Xebata me jî ev e. Em dengê ciwanên kurda ne.
Belê,
em werin ser Naveroka albûma we ya nuh?
Bi
rastî jî em ji vê albûmê pir kêf distînin. Albûmek gellek xweþ e.
Di nav albûma me de tiþten (sitranên) herî nerm hene. Mesela li ser evînê
sitranên nerm hene. Gotinên me gotinên nuh, fýkrên nuh in...Lê dîsan
tiþtên bi coþ û sivik hene. Herweha tiþtên bi enerjiyekî kînetîk û
hiþk hene, ku mirov dikare bêje ev cure derd û kulên herî giran bi vî
awayî baþ tîne ziman in.
Di Albûma
we ya berê (ASÊ) de we sitranên gelerî (folklorî) bi terzekî xweþ û
sounda Rockê þirovekiribûn. Gelo ewê di albûma nuh de jî berhemên
folklorîk cîh bigrin?
Ji
nuha pêve emê giraniyê bidin ser berhemên xwe. Armanc ji vê yekê ev e
ku ev yek jî bibe sedem ku em nasnama xwe biafirînin. Di albûma a nuha di
pêþiya me de ji %99 sitranên me ne. Belkî sitranek tê de cîh bigre ku
ne aîdî me be. Lê ew jî ji hestên me yê welatperweriyê tê. Sitranik
Koma Wetan heye em dixwazin ji nuh ve þirove bikin. Ewê navê albûmê çi
bibe, ez nuha naxwazim bibêjim, bila surprîzek be.
Gelo
Pirensîbê we hene?
Berî
hertiþtî Zimanê Kurdî. Ev pirensîba me ya sereke ye. Em jê tu carî
tawîz nadin.Ev nayê wê manê ku em li ber zimanên din rêz nagrin ew jî
dibê hêstekî fasîzane. Lê em bi zimanê xwe distrên û pê jî
serbilind in...Prensîbeke din Azadîxwazî ye, prensîbeke din jî xwedî
derketina xwezayê ye. Xwezaya însan (girî, ken, evîn ) û xwezaya derûdorê
jî yek ji tiþtên ku em tawîz nadin in, ji ber ku ev yek bingeha
aifirandina berhemên me ye.
Harûn, hûn li
Edenê dimînin. Edena Bajarekî balkêþ e. Ji ber ku ev bajar, wek Yilmaz
Guney gelek navdarên Kurda afirandiye. Tê li ser Edenê çi bibêje.
Edena
bajarekî taybet e, ji ber ku di navbera Kurdistanê û bajarên tirkan de mîna
wezîfa pirê dilîze û bajarekî kargeriyê ye.Yanî gelê me yên ku gundên
wan þewitî, yên ku pirsgirêkên herî mezin dîtin destpêka yekemîn di
nava revê de xwe gîhandin vêderê. Edene bajarekî germ e, hestên însên
jî dikele. Ger tu binêrî, hunermendên ku Rocka Tirkî çêdikin, pirên
wan ji Edenê ne. Mesela Ji bona Yilmaz Guney ez dikarim bêjim; ger wê demê
þert û mercên wî hebûna ewê (ji sedî sed) filîmên xwerû bi kurdî
biafirandana. Lê mixabin di wê demê de derfetên wî tune bûn. Þoreþgerekî
pirr mezin e. Lê ême em pirr þans in. Em di nav þer de gîhaþtin, rewþa
zimanê kurdî ji wê demê pêþvetir e û hwd.
Tu
dikarî ji me re bi kurtayî bahsa Prozesa Afirandina stranekê bike
Di
jiyanê de li ser þert û mercên jiyanê hinek fikir hene. Ev fikir dibe
mijara berhemekê. Hemû sitranên me ji nav jiyana (gelê) me derdikevin
Di
hundir civata kurdan de Ciwan û Rock wek du tiþtên ji hevdû dûr tên
binavkirin. Ev herdû bûyer çawa tên ba hev?
Rock
ji bona ciwanan heye. Yên ku di dema salên 70an de dest bi rockê kirin, hîna
jî bi hestên 70an de dijîn û berheman diafirînin û guhdarvanên wan hîna
jî ciwan in. Ev tiþtekî balkêþ e. Ev jî xûya dike, bê Rock di hundirê
xwe de çawa enerjiyekî kînetîk dihewîne. Êêê enerjiya her zêde li
cem kê heye? Li cem ciwanan. Yanî ciwan û enerjî. Ev jî dibe bingeha
danûstendinekê di nav Rockê û ciwanan de û ev yek ji bona ciwanên
Kurdan jî wusa ye.
Gava hûn
guhdervanên xwe bikin sê beþan; yên Kurdistanê yên Ewropa û yên
Tirkiyê, hûn ferqî di nav wan de dibînin?
Hestên
wan nêzîkî hev in. Hewqes jî ne dûrî hev in. Ez dikarim vê bêjim, me
ji Kurdistan û Tirkiyê bêtir li Ewropayê konser dan. Lê me wusa ferqek
mezin nedît. Ji ber ku hersê beþ jî ji eynî cihî tên, bingeh yek e.
Guhdarvanên me mesajên me werdigrin û têdighêjin.
Armanca
Koma Rewþen ya di pêþerojê de çi ye? Hûn çi dixwazin bikin?
Di
serê me de heya 20 salên din jî projeyên me hene. Helbet di jiyanê de
tu tiþt ne mûtlaq e, lê projên me hene, em hîna ji muzîkê têr nebûn
in. Heta em karibin emê bixebitin. Pirojeyên me yên navnetewî hene. Em
dixwazin bighêjin netewên din û em bibin dengê Kurdan. Em li ser
dixebitin û hewldidin.
Spas
ji we re û di karê
we de serkeftin…
Em
jî spaysiya Te dikin.
RoniSterk@web.de
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org