Serê sibehê ez ketime rê
Diya min ket pêþiya min û pirsî
got:
Kurro ma tê herî kîderê?“
Min got:
„Yadê qet ne pirse,
derdê min giran e, ne pirse!“
Serê sibehê, bi berbangê re, ez ketime rê.
 
 
Bi rojan min rê derbas kirin û çûm.
Gava ez westiyam, li ber kaniyan rûniþtim.
Zozan û çiyan ji min re merþ raxistin,
baxçe û dehlan gul vekirin
Serê sibê, bi berbangê re, ez ketime rê.
 
 
Ji rojan rojekê ez gihaþtime Xursê.
Ez li wir pêrgî bûm keça çavþînê
Bejin zirav, gerdan bi morîk,
por jî zer bû mîna zêrê!
Serê sibehê, bi berbangê re, ez ketime rê
 
 
Li ber çemê gund, em hatin cem hev,
min got:
„Qîzê hinguvekî bide min ji dev“
Ewê destê min girt û danî ser memikê çepê
û bi ken got
„Xorto tu pir ciwan î, ma tu dizanî evîn çi ye?
Agir bi bedena min xist û bazda bi rev
Serê sibehê, bi berbangê re, ez ketime rê
 
 
Þevekê li esman stêrkek çû xwar,
dilê min kir tar û war
çavþîna min serî danî
û ez hiþtim bi tenê... stûxwar
Ew roj û ev roj e, ez digerim
diyar bi diyar...
Serê sibehê, bi berbangê re, ez ketime rê
 

Stockholm, Bremen, Tirmeh 2001