|
Asîmîlasyon Ýsmail Beþikçi
Li
Tirkiyeyê, polîtîkaya bingehîn a ku dewlet li hemberî kurdan dimeþîne,
asîmîlasyon e. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê polîtîkayeka wisa
ye ku, ji salên ku Firqeya Îttîhad we Tereqqî bûbû hukûmet û bi vir
de hatiye fikirîn û hertim hewl dane xwe ku vê polîtîkayê tetbîq
bikin. Bi rojgara komarê re ev polîtîka hîn bi awayekî sîstematîk
hatiye tetbîqkirin. Rapora bi mêjûyê tebaxa 1935an a serekwezîrê
wextekê Ýsmet Ýnönüyî, dîsa rapora bi mêjûyê tebaxa 1936an a Yekemîn
Mufetiþê Umûmî Abidin Özmenî, bona çareseriya pirsa kurd asîmîlasyoneka
tund pêþnîyaz dikin. Di salên piþt re, ji layê Serekwezîrtîyê, ji
layê Wezareta Navxweyî û ji layê karbidestên Yekemîn Mufetiþiya Umûmî
ve jî raporên bi vê þêweyê hatine amadekirin. Herwisa, têye zanîn pêþniyazên
ku di van raporan de hatine kirin bona ku tetbîq bibin her awa tedbîr
hatine girtin, bona ku asîmîlasyon pêk bê, hewldanên mezin hatine nîþandan. Beþeka
mezin ji kurdan bo Anadolîya Navîn û Anadolîya Rojavayê hatine surgûnkirin,
ku zêdetir akincîyên van deveran tirk bûn. Tirkên macir ku ji Balkanan
û ji Qafkasan hatibûn jî di navenda deverên ku kurd tê de zêdetir
akincî bûn de dihatin cîbicî kirin. Ev yek bona asîmilekirinê wekî
mekanîzmayekê dihate têgihîþtin. Kurdên ku bo Anadolîya Navîn û
Anadolîya Rojavayê hatine surgûnkirin jî, divêt li derekê kom nebin,
bo her gundekî yek an du kes bêne belavkirin. Ev kiryareka bingehîn bû. Bêguman
þêwazeka gelek girîng a asîmîlasyonê li xwendegeh e, cihê pêkhatina
asîmîlasyonê xwendegeh in. Zimanê tirkî, kultura tirkî, dersên dîroka
tirkî, dersên dînî, dersên leþkerî, ramanên ku li dora Atatürkî têne
pêþxistin, tev di warê pêkanîna asîmîlasyonê de roleka mezin dilîzin.
Her serê sibehê berî dersan, li baxçeyê vê sonda ku wekî “Ez
tirk im, rast im, jêhatî me… Bila hebûna min fîdayî tirkayetiyê be”
tê îfadekirin, vê sonda neteweyî, bi tevayî xwendegehê, bi komelî
didin xwendin. Ev layekî girîng yê asîmîlasyona li xwendegehê ye.
Xwendegehên Pansiyonî yên Herêmî (Yatýlý Ýlköðretim Bölge Okullarý:
YÝBO. Pansiyonlu Ýlköðretim Okullarý: PÝO) bona ku zarokên kurdan bo
tirkîtiyê asîmile bibin, hatine fikirîn, hatine çêkirin. Herwisa, ev
sazgehên perwerdeyê di dema asîmilekirinê de hatine pêþxistin. Beþeka
mezin a van xwendegehan di herêmên kurdan de ne. Li Anadolîya Navîn jî,
hîn zêdetir li herêmên ku kurd tê de akincî ne hene.
Tê
dîtîn ku li van çend salên dawîn li hemberî keçên kurdan bernameyek
hatiye pêþxistin. Ev kampanyayên “Haydê keçno werin xwendegehê”,
“Bavo min biþîne xwendegehê” ji layê çapemeniyê ve bi
heraret têne destekkirin. Zimanê zikmakî pêþî ji layê jinan ve bo
zarokan tê fêrkirin. Dizanin ku zarok di çarçoveya peywendiya zarok û
dayikê de kurdî fêr dibe. Ji ber vê yekê jî ew gelek girîng dibînin
ku pêþî keçikan asîmîle bikin, wan gelekî baþ fêrî tirkî bikin.
Ev kampanyayên mîna “Haydê keçno werin xwendegehê”, “Bavo
min biþîne xwendegehê”, ligel çapemeniyê ji layê karsazan ve jî
gelek bi heraret têne destekkirin. Dewlet, hukûmet û artêþ jî bi
heraret van kampanyayên wisa teþwîq dikin. Di
van salên dawîn de kiryareka din ku tê dîtin jî ev e ku, ji bajarên
kurdan yên mîna Cûlemêrg, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Bidlîs, Mûþ û Agirîyê
bi sernavê “zarokên herî jêhatî yên sinifê” ciwanên kurdan
berhev dikin û hefteyekê-deh rojan wan li Stenbolê dikin mêvan, wan
digerînin. Wan li sazîyên mîna Saraya Topkapiyê, herwisa, li tesîsên
endustirîyê û li fabrîqeyan digerînin. Di vê navberê de, fabrîqayên
ku çekan û amûrên þer çêdikin jî bo wan têne nîþandan. Asîmîlasyon,
di wateya civakî de, komeka etnîk biþibihînin neteweya serdest, di nav
ziman û kultura neteweya serdest de helandina komên etnîkî ye. bona vê
yekê jî fêrkirina zimanê neteweya serdest bo koma etnîkî, ango bi koma
etnîkî jibîrvekirina zimanê wê yî zikmakî gelek girîng e. Hingê piþt
re, bi demê re helandina koma elît di nav ziman û kultura neteweya
serdest de dibe amanceka bingehîn. Çi dema ku ziman bête qedexekirin hingê
rewþ hîn girantir xwe nîþan dide. Çunke meriv dema ku zimanê xwe yê
zikmakî nizanibe, nexwazibe bizane, ji layekê ve jî tê vê wateyê ku ew
guh dide qedexekirinan, ji qedexekirinan re îtaetê dike. Lêbelê çi meþrûîyeteka
civakî ya van qedexeyan nîn e. Ev gelek vekirî ye. Ez pêwîstîyê pê
dibînim ku di vê gotarê de bala xwe bidim ser layekî din yê vê prosesê.
Çi
dema ku mesele were ser peywendîyên kurdan û tirkan gelek girîng e ku
hindek pirs bêne pirsîn, proses bête analîzkirin. Pê jibîrkirina zimanê
zikmakî, bo wan fêrkirina zimanê neteweya serdest gelo wê rewþa ku
dixwazin pêk bê, ligel xwe tîne? Bi vî awayî digihên wê amanca ku
dane pêþîya xwe? Di vê babetê de ez ê bala xwe bidim ser wan komeleyên
kurdan ku di dawîya salên 1960î de hatibûn danîn û ez ê hewl bidim
xwe da hindek çavdêrîyên xwe bibêjim. Ez dixwazim li ser du mînakên
sereke rawestim. Ya pêþî, Ocaxên Þoreþgerî û Kulturî yên Rojhelatê
(DDKO), ya din Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Ocaxên
Þoreþgerî û Kulturî yên Rojhelatê (DDKO), li dawîya salên 1960î
ava bûn. Tê zanîn ku DDKO bû bingeha komeleyên mîna Komal-Rizgarî,
Riya Azadîyê (Özgürlük Yolu), Komeleyên Þoreþgerî û Kulturî yên
Rojhelatê (DDKD) ku di navîna salên 1970yî de hatin danîn. Di nav kesên
ku DDKO danîn û bi rê ve birin de hevalên kurd yên ku bi kurdî nizanîbûn
jî hebûn. Wan dizanîbû ku ew kurd in lê asîmîle bûne. Ev heval bona
ziman û kultura kurdî di nav hewldaneka gurr de bûn. Di dema rejîma 12ê
adarê de, dema ku li hemberî Dadgeha Leþkerî ya Îdareya Orfî ya
Diyarbekirê parêzname hate dayîn, hingê kedeka mezin a van hevalan jî têde
hebû. Li hemberî îddîanameya dozger ku digot “Kurd nîn in, kurdî
nîn e, yên ku ji wan re kurd tê gotin, ew jî milekî tirkan e ku ji
Asyaya Navîn hatine. Koka zimanê ku jê re kurdî tê gotin, tirkî ye.”
bi sernavê “bersiv bo îddîanameyê” parêznameyek hatibî nivîsîn.
Ev kurdên ku asîmîle bûbûn lê hay ji xwe bûbûn ku kurd in, di
amadekirina vê parêznameyê de, herwisa, li hemberî dadgehê xwendina wê
de hewldaneka mezin nîþan dabûn. Jixwe, di wê demê de li dadgehê bi
kurdî axaftin, bi kurdî parêzname amadekirin û hwd. mumkin nebû. Ev
pêvajo divê çawa were helsengandin? Di pêvajoya bikaranînan mekanîzmayên
asîmîlasyonê de beþeka mezin a malbatan asîmîle bûne. Lêbelê beþek
ji endamên van malbatan, bi taybet beþa ku bi fikrên çepgîrîyê hevnas
bûne, dizanin ku ew kurd in lêbelê asîmîle bûne… Bona ku nirxên xwe
yên esîl, ango nirxên kurdîtîyê bi dest bixînin ketine nav hewldaneka
gurr… Dewlet jî qîma xwe pê tîne ku bi wan kurdî bide jibîrvekirin
û tirkî fêrî wan bike. Ev heval bi kurdî nizanin, gelek baþ bi tirkî
diaxifin, dinivîsin. Xwendina li lîseyê, li unîversîteyê wan di vî
warî de kirîye þareza. Hingê, asîmîlekirina malbatan û kesan her dem
herwekî ku dewlet difikire, ligel xwe encameka baþ nayne. Çunke, kurdî
jibîrvekirin, bi tevayî fêrî tirkî bûyîn, kurdîtîyê bi tevayî ji
navê ranake. Lêbelê asîmîlasyon, bi tevayî ji navê birina hêvîyên
kurdayetiyê bo xwe dike amanc. Di vê rewþê de hesreteka bo kurdayetiyê,
wekî mînak, hesreteka bo zimanê kurdî, bo edebiyata kurdî, bo kultura
kurdî, yan jî daxwazeka wisa dê neyê nîþandan. Berevajî, dê li ser
nirxên tirkîtîyê bête axaftin û nivîsîn. Di mînaka me ya niha de jî,
meriv bi demê re di vê rewþê de ji xwe haydar dibin ku ew kurd in lê asîmîle
bûne û bona bidestxistina van nirxan dikanin bikevin nav hewldanan. Helbet
ne rast e ku her kesê ku asîmîle bûye hay ji vê rewþê dibe û bona
bidestxistina vê yekê dikeve nav hewldanan. Lê di têkoþîna civakî de
fikr û çalakiya çend kesan jî dikane encameka girîng derxîne meydanê. Beþek
ji van hevalan piþtî ku ji vê pêvajoyê, ango ji pêvajoya asîmîlebûnê
haydar dibin, dikevin nav hewldanan da ku vgerin ser eslê xwe, lê
dixebitin da zimanê kurdî, zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin. Ev hemî,
di rastîya xwe de bi me nîþan didin ku asîmîlasyon temam bûye. Hingê
çi dema ku ziman û kultura neteweya serdest bi fêrî wan kirin, zimanê
wan ê zikmakî bi wan jibîrvekirin, di çarçoveya ziman û kultura
serdest de wan perwerde kirin, qîm nake ku meriv rabe bibêje “me ew asîmle
kirin”. Beþeka merivan, di merahleyeka jîyana xwe de dikanin vegerin ser
eslê xwe, dikanin bona nirxên xwe yên esîl bikevin nav têkoþînê. Kesê
ku hay jê hebe ku hatiye asîmîlekirin, hay jê hebe ku niha tê asîmîlekirin,
êdî wê polîtîkaya asîmîlasyonê ya neteweya serdest fêm dike, têdigihê.
Ev yek jî, jê re rê vedike ku vegere ser eslê xwe. PKK
rêxistinek e, li dawiya salên 1970an hatiye danîn. Li sala 1984an dest bi
þerê çekdariyê kir. Di roja niha de beþeka mezin a endamên PKK bi tirkî
diaxifin, bi tirkî dinivîsin. Li daxuyanî û gotarên ku di televîzyonê
de, wekî mînak di Roj-Tv de, di rojname û kovaran de diweþînin behsa
pirsa kurdî, behsa Kurdistanê û zimanê kurdî, behsa çareseriya pirsa
kurdî dikin. Hertim bal dikþînin ser van meseleyan. Dema ku Roj-Tv tê
temaþekirin, herwisa, dema ku meriv rojnameyên mîna Yeni Demokrasi, Özgür
Gündem, Azadiya Welat bixwîne ev yek bi awayekî vekirî dixuye. Bêguman
ger ev daxuyanî, ev aþkerakirin bi zimanê kurdî bêne kirin dê hîn hêjatir
be. Lê ev gotar û daxuyaniyên ku derbareyê pirsa kurdî de, derbareyê
Kurdistanê û zimanê kurdî de têne belavkirin, ku wisa bi zimanê tirkî
têne kirin, hingê rewþa derbareyê asîmîlasyonê de radixin ber çavan.
Herçendî ku daxuyanî bi zimanê tirkî têne dayîn, gotar bi zimanê
tirkî têne nivîsîn jî, ev yek hebûna pirsê radixe meydanê, hêvîyên
derbareyê çareserkirina pirsê de didin nîþan. Bi vî awayî hebûna
pirsê zindî dihêle. Asîmîlasyon dixwaze ku di kes de hêvîyên
derbareyê zimanê kurdî bi tevayî bimrin, dixwaze kesê kurd bi tevayî
di nav ziman û kultura kurdî de bihele. Ev daxuyanî û ev gotar jî, hebûna
pirsê hertim li meydanê dihêlin. Dema ku hertim behsa pirsa kurdî, behsa
Kurdistanê û zimanê kurdî bête kirin, hingê dibe sedem ku derbareyê
çareserkirina pirsê de jî hêvîyek çêbibe. Ev yek, di rastîya xwe de
bi me dide nîþan ku asîmîlasyon temam nebûye, polîtîkayên asîmîlasyonê,
tetbîqatên asîmîlasyonê îflas kirine. Ev hemî tiþtekî din jî nîþan
didin ku, nifþên nuh yên kurdan derbareyê kurdîtîyê de dê hîn gelek
zanatir, hîn tijîtir û hîn gelek jîrtir bin.
Îflaskirina
polîtîkayên asîmîlasyonê, temam nebûna pêvajoya asîmîlasyonê nayê
wê wateyê ku ji layê dewletê ve tu xêreka van kiryaran çênebûye.
Kirinên ku di çarçoveya polîtîkaya asîmîlasyonê de çêdibin, bêguman
bo gelê kurd xirabkariyeka gelek mezin ligel xwe anîye. Divê kurd ji vê
pêvajoyê haydar bin ku, zimanê wan hatiye qedexekirin, zimanê serdestan
bo kesê kurd û civakê hatiye sepandin. Hingê dê kesên kurd, demokratên
wan hay jê bibin ku wan çawa guh daye van qedexekirinan û zimanê xwe ji
bîr ve kirine. ____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
Kovara Esmer, Hejmar: 37, Sibat 2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org