|
Azadiya
Ramanê Îsmaîl BEÞÎKÇÎ Azadiya
ramanê (fikirîn; düþün) yan jî azadiya derbirrînê (xwe îfade
kirin), di nav azadiyan de sereketirîn azadî ye. Gorî baweriya min piþtî
azadiya jiyanê girîngtirîn azadî, ya ramanê ye. Meriv dikare viya wek
azadiya derbirrînê jî bîne ziman. Divê li ser vê mijarê bête rawestîn
ku bê hela dewlet çima pêwîstiyê bi qedexeya ramanê dibînin? Di
jiyana komelayetî û civakî de kîjan babet bi hêsanî îfade dibin, di
warê nivîsîn û pê xeberdana kîjan babetan de pirsgirêk û qedexe
hene? Divê li ser viya hûrehûr were rawestîn. Her wiha, ev jî girîng e
ku divê li ser bête rawestîn, bê hela di jiyana komelayetî û civakî
de çi bandoreke van qedexeyan heye? Heke
dewletek bi hêsanî dikare bi rabirdûya (pêþeroj; geçmiþ) xwe re rû
bi rû bibe, di vî warî de tu fikara xwe nîn be û ne xwediyê kiryareke
þermezariyê ya di rabirdûya xwe de be, hingê di sîstema xwe ya siyasî
de pêwîstiyê bi qedexeyan nabîne. Çunke, erka qedexeya ramanê ev e, ew
tawanên ku li rabirdû pêk hatine û hê jî berdewam in, wan biveþêre,
serê wan binuxumîne û rê nede ku ew bêne zanîn, bêne dahurandin. Di
pirsgirêkên wek pirsgirêka kurd û pirsgirêka ermenan û wek a elewîtiyê
de Tirkiye naxwaze bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe, ji viya direve. Bi
awayeke hûrehûr qedexeyan dimeþîne da ku ev mijar di zêhna mirovan de
þiyar nebin. Roleke van qedexeyan jî ev e, rê nadin ku li ser van pirsgirêkan
were hizirîn û nivîsîn, her wiha pê were axiftin û li ser wan lêkolîn
çêbibin. Qedexeya
ramanê, têgehek wisan e ku bi sazûmana îdeolojiya fermî re têkildar e.
Di jiyana komelayetî û civakî de divê kîjan babet bêne fikirîn û bi
kîjan têgehan bêne fikirîn, divê mirov xwe têkelî kîjan babetan
neke, ev îdeolojiya fermî norm û menzûmeyeke qedexeyan a wisan e ku vana
tesbît dike û di vî warî de ligel þîyaneke cezaî (îcrakirina cezayê)
têye karanîn. Îcar ev îdeolojiya fermî, girîngtirîn sazûmana sîstema
siyasî ya tirk e. Ew dewleta ku di sîstema xwe ya siyasî de cih dabe îdeolojiya
fermî, pêwîstiya xwe bi sazûmana îdeolojiya fermî hebe, îdeolojiya
fermî kiribe wek saziyekê, ew ne dewleteke demokratîk e. Ew
saziya ku li Tirkiyê çarçove û îstîqameta jiyana ramanê, jiyana
zanyariyê, jiyana hunerî û edebî diyar dike, îdeolojiya fermî bi xwe
ye. Ev îdeolojiya fermî, ne îdeolojiyek ji îdeolojiyan e. Þiyana/hêza
dewletê ya îdarî û cezaî berevaniya vê îdeolojiyê dike, hingê ew
dibe wekî kevir. Ji
bo unîversîteyê hîç ne xem e, ne pirsgirêk e ku bide dû azadiya ramanê,
hewldaneke wê ya ku xwe bigihîne azadiya ramanê jî nîn e. Li Tirkiyê
unîversîte di nav wan saziyên pêþî de cihê xwe digre ku bi îdeolojiya
fermî re bi hêsanî û gelek baþ li hev dikin, li gorî îdeolojiya fermî
rawestîna xwe, helwesta xwe saz dikin. Îdeolojiya fermî îdeolojiyeke mîlîter
e. Ev îdeolojî ji aliyê Sazûmana Ewlehiya Neteweyî (Milli Güvenlik
Kurumu), ji aliyê wan saziyên ku bi giþtî leþker tê de fermanrewane ve
têye hilberandin. Bi demê re unîversîte jî bûye hilberînera îdeolojiya
fermî, bûye weþanger û propagandîsta wê. Hîç pirsgirêkeke unîversîteyê
ya wek pirsgirêka azadiya ramanê nîn e. Medya,
çapemenî-weþangerî jî di warê belavbûna îdeolojiya fermî de, di warê
pejirandina wê ya ji aliyê gel ve xwediyê roleke mezin e. Çapemeniya
tirk, di hin babetan de, bi taybet di mijara pirsgirêka kurd de wek þaxeke/þûbeyeke
muxaberata tirk (Milli Istihbarat Teþkilati) tevdigere. Ev serê du-sê
salan e ku medya di kesayetiya nivîskarên wek Orhan Pamuk, Elif Þafak û
Hrant Dink de reftariyeke wisan dide nîþan, her wekî ku berevaniya
azadiya ramanê dike. Saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî piþt didine vê
helwestê, di vî warî de medyayê teþwîq dikin. Ez bawer im ku em vê
yekê ji berevaniya azadiya ramanê zêdetir wek berevaniya çend kesan, wek
berevaniya çend nivîskaran bibînin, hê rasttir e. Çunke, zagonên ku pêþî
li azadiya ramanê digrin, di plana yekem de ji bo ku pêþî li pirsgirêka
kurd bête girtin têne danîn. Ger em werin ser dadgehkirinên derbarê
doza kurd de, medya û çapemenî ji binî ve qala wan nake. Ji aliyê
dadgehan ve birrîna cezayê tew nake nûçe jî. Xwe li nezaniyê datîne,
çav û guhên xwe jê re digre. Carînan
li çapemeniyê hindek dîtin, hindek gotar belav dibin ku dibêjin, “Divê
em pirsgirêkên li Tirkiyê ji nû ve bigrin dest”, an jî “Divê
em bi awayekî nû xwe bi nêzîkî pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê
bikin” belam ev lêgerîn û dîtinên ku wek “nû”
têne nîþandan, ji ber ku di çarçoveya îdeolojiya resmî de ne û bi têgehên
îdeolojiya resmî têne þirovekirin, lewma jî tu tiþtekî naguhere. Ev pêwistiyeke
girîng e ku divê ramana azad û zanist îdeolojiyan, bi taybet jî îdeolojiya
resmî rexne bike. Di
navbera zanistiyê û îdeolojiyan de cihêtiyên gelek mezin hene. Ger em
werin ser cihêtiya di navbera îdeolojiya resmî û zanistiyê de, ev cihêtî
bi qasî ku nayê pîvandin mezin e. Ew krîtera bingehîn ku vê cihêtiye
radixîne pêþ çavan jî, rexne bi xwe ye. Pêþnûmayên zanistiyê her
dem ji rexneyê re vekirî ne. Di zanistiyê de têgehek bi navê rastiya
mutleq, rastiya dawin (nîhaî) nîn e. Belam pêþnûmayên îdeolojiya
resmî ji rexneyê re ne vekirî ne, bi îcrayên îdarî û cezaî pêþî
li rexneyê têye girtin. Azadiya
ramanê, þertê bingehîn ê însaniyetê û hilberîna zanistiyê ye. Pêwîstiya
zanistiyê bi kê hebe ew dê hilberîna wê bike. Pêwistiya kê bi azadiya
ramanê hebe, ji bo têkoþîna wê jî divê ew di serî de bin. Têkoþîna
di riya azadiya ramanê de helbet têkoþîneke gerdûnî ye. Lêbelê ev tiþtekî
mecbûrî ye ku di vê têkoþînê de divê ewên ku ramana wan di bin
tehakumê de ne, ewên ku di bin fiþarê de ne, ew di serî de bin. Beriya
sala 1915 di nav sînorên Împaratoriya Osmanî de çend ermen hebûn?
Serjimareya (nufûs) ermenan çiqas bû? Ev hejmar çiqas dibe bila be,
pirseke wisan derdikeve pêþiya me ku gelo çi bi serê mal û milkê
ermenan de hat? Çi hat bi serê xanî û dikan û atelye û zevî û
mandira û zeytûnlix û aþ û fabrîqe û karxane û hwd. ên wan de? Ew lêkolînerên
tirk ên ekonomîst, rewþenbîrên tirk dema ku li ser burjuvaziya tirk lêkolînan
dikin gelo difikirin ku di bingeha çêbûna burjuvaziya tirk de talankirina
milkê ermenan, wek xenîmet bidestxistina mal û milkê ermenan heye yan
na? Gelo ew hay jê hene ku di xurtbûna burjuvaziya tirk de wek xenîmet
talankirina mal û milkê ermenan hêmaneke bingehîn e? Ev yek pirseke
wisan e ku bes dikare di nav azadiyê de bi têgihaþtina fenomenan re, bi
nirxandina fenomenan, bi pêwendiyên azad ên di navbera fenomenan de were
vekolîn. Pirsek-du
pirsên din: Gelo kurdên ku nikarin baþebaþ bi kurdî biaxifin, kurdên
ku di warê weþana kurdî de, di warê perwerdeya bi zimanê kurdî de ewçend
bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ne, çima her tim radibin îllahîm dibêjin,
“em ne millîyetçî ne, em bira
ne, em dibin bira, em enternasyonalîst in…”? Elewiyên ku tu þertên
Îslamiyetê naynin cî, gelo çima her tim radibin îllahîm dibêjin, “em
musluman in, baþtirîn musluman em in…”? Ev pirsên ha jî bes
dikarin bi ramaneke azad, bi metodeke zanistî bêne vekolîn. Helbet divê
ku em zanîna xwe ya derbarê pirsa kurdan û pirsa ermenan û pirsa elewîtiyê
de bipêþ xînin, divê em li ser van meseleyan agahiyên xwe zêdetir
bikin. Lêbelê ev pirsgirêk bes ne ya kêmbûn an zêdebûna agahdariyê
ye. Ev yek, di heman demê de pirsa rawestineke ciddî ye jî. Heke hûn ne
xwediyê rawestîneke tendurust bin, karê we tune ku hûn zanîna xwe,
agahiyên xwe zêdetir bikin, ne mumkûn e ku hûn encameke tendurust bi
dest xînin. Divê mirov bi zanînê re rawestîna xwe hêzdar bike, qewîtir
bike. Têgeha
azadiya ramanê bi têgeha medenîyeta hemdem re pêwendiyeke xwe ya gelek nêzîk
heye. Ew dewleta ku pêwîstiyê bi qedexekirina ramanê dibîne, pêwîstiyê
bi sazûmana îdeolojiya resmî dibîne, van kirinên xwe dike wek dezgeyekê,
kes nikare bibêje ku dewleteke wisan pêwendiya xwe bi medeniyeta hemdem re
heye. Çunke roleke qedexekirina ramanê ev e ku, ew kiryarên þermezariyê,
ew tawanên ku li rabirdûyê pêk hatine, ku hê jî berdewam in, wan diveþêre.
Bi van eyb û þerman re, bi qedexeya ramanê re, bi zordariyê re kes nagihê
sewîyeya mdeniyeta hemdem. Têkoþîna ku di riya azadiya ramanê de têye
dayîn helbet têkoþîneke gerdûnî ye.
Weregerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org