|
Barzanî
– Talebanî Îsmail
Beþikçi Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn
Li
Kurdistana Baþûr, di têkoþîna kurdan de xaleke gelek girîng ev e ku,
ew bi teroreke dewletê ya gelek sext û sîtematîk re rû bi rû man. Ev dîmen
hemîþe hatin dîtin ku, gund dihatin þewitandin û wêrankirin, komelên
gel bi gazên jehrê û bi çekên bîyolojîk dihatin qirkirin, girseyên
mezin ên gel bi darê zorê ji þûn û warên xwe dihatin koçberkirin. Dîsa
ev jî her proseseke sîyasî û civakî bû ku, mal û milkê girseyên ku
bi darê zorê dihatine koçberkirinê talan dibû, dest datanîn ser xanî
û mal û her tiþtên wan ên giran ku li dû wan diman. Her wiha, bi darê
zorê ji mal derxistin, wêrankirin û þewitandina xanîyan, texrîbkirina
çavkanîyên jîngehê, bo numûne, bi betonê xitimandina bîran û jehrîkirina
avê jî dîmenên bi vî awayî ne… Ev
prosesên bi vî awayî ku hertim çêdibin, di nav derûnîya jin û
zarokan de, û bi awayekî giþtî di hemî ferdên malbatê de travmayê
çêdikin. Dema ku bi darê zorê di bin qundaxên tifingan de ji ber tirsê
meriv terka xanî û mala xwe, cih û warê xwe bikin, bi birçîbûn û
nexweþî û muþkileyên giran re rû bi rû dimînin. Zivistanan ji ber
serma û seqemê, havînan ji ber germê, ji ber toz û tobarê jîyan ji bo
komelên civatê gelek dijwar dibe. Jin, zarok, kal û pîr di nav zehmetîyên
gelek mezin, di nav mexdûrîyetên giran de dimînin. Gelek eþkera ye ku,
ev tiþtên wisa malbatan û civatê ji taqet de dixînin, civat û malbatê
tînin radeya stûdanînê. Rêvebirîya Îraqê, bo numûne, rêvebirîya
Sedamî ji bo ku encameke wisa çêbibe, ev kirinên bi vî awayî pêkdianîn.
Ev yek jî gelek eþkera ye ku, dihate hesabkirin ku kurd di encama kirinên
bi vî awayî de dê berteref bibin, teslîm bibin û bêne pelixandin. Digel
ewçend operasyonên ku hemîþe bi ser wan de hatine, digel ewçend
komelkujî û jenosîdan, gelo kurd çawan li ser piyan mane? Gelo kurd çawan
hê jî dikarin daxwazên xwe yên polîtîk û sosyalî biparêzin, wana pêþ
ve bibin? Ev jî ji alîyê taybetmendîyên sosyolojîk û refleksên
neteweyî ve pirseke ciddî ye ku divêt li ser bête rawestîn. Derbarê
van mijaran de li kitêba Hiner Saleem a bi navê Tifinga
Bavê Min qisetkirinên balkêþ hene (Saleem, Hiner, Babamýn
Tüfeði, Avesta Yay. Çev. Heval Bucak, Îstanbul 2005). Dema
ku Sedam Husên di sala 1968 de bi derbeyê têye ser hukim, Hiner Saleem
heftsalî ye. Li dibistanekê ku perwerdeya wê bi zimanê kurdî ye, dest
bi xwendinê dike. Belam operasyonên têkbirin û pelixandin û tunekirinê
her zêdetir dibin. Li bajarê ku malbata Hiner Saleem têde niþtecih e,
ango li Aqreyê jî ev operasyon çêdibin. Komelkujî serê xwe girtîye û
diçe. Di van operasyonan de heft kes ji vê malbatê jiyana xwe ji dest
didin. Li ber çavê zarokan û jinan bav û mêr têne kuþtin. Li Aqreyê
malbatên din, taxên din jî her bi vê rewþê re rû bi rû ne. Di encama
zêdebûna zilm û zorê de kurd mecbûr dimînin, terka bajarê xwe dikin.
Jin û zarok û kal û pîr, di destê wan de boxçikeke piçûk a ku çend
kîlo hûr û mûr têde ye, dikevin ser rê û dirban ku, qet firsendê
nadin da ew bikaribin pez û dewarên xwe, qaf û qirên xwe ligel xwe
bibin. Ew
zarokê heft-heþt salî, ango Hiner Saleem hewl dide xwe da qala kuþtina
xizm û kes û karên xwe bike, qala zilm û zorê, qala terkkirina cih û
war û mala xwe, her wiha agir pêxistina bi xanîyê wan, qala dê û xwiþk
û bira û mamê xwe, qala bavê xwe yê ku hem wek teknîsyenekî kar dike
û hem jî pêþmerge ye, dike. Malbat ligel tevayî aqreyîyan êdî li
devera ku bêhtir di bin kontrola pêþmergeyan de ye, ango li Bileyê dimîne.
Jiyaneke gelek dijwar zal e. Birçîbûn heye. Ev jiyana sext du salan
diajo. Di dawîya vê demê de di navbera Partî Demokratî Kurdistan û îdareya
Îraqê, ango rêvebirîya Sedam Husênî, yanî rêvebirîya Baas de pevçûn
piçek kêm dibe. Mela Mistefa Barzanî û Sedam Husên di 11ê adara 1971
de peymana otonomîyê îmza kirine. Li ser vê peymanê malbat cardin ji
Bileyê vedigere Aqreyê, diçin mala xwe. Belam mal hatîye þewitandin.
Bax û baxçe hatine wêrankirin. Her der bûye xan û xirabe. Zar û zêç
dest pêdikin bo xwe xanî lêdikin. Bavê pêþmerege bitaybet dixwaze ku
bila dîwarên xênî stûr bin. Hiner
Saleem jî êdî ketîye nav sîstema perwerdeya erebî. Sîstemeke
perwerdeyê ku dixwaze wê hizra ku “Neteweya Mezin a Ereb” dirust dike
arasteyî civatê bike. Ji xwendekaran dixwazin ku ew jî li gorî vê sîstema
perwerdeyê di nav reftarî û tevgerê de bin. Di navîna salên 1970an de
dawî li vê prosesa aþtîyê (!) jî tê. Zilm û zor û fiþar cardin
dest pêdikin. Malbat û jin û zarok bêgav dimînin ku dubare mala xwe,
cih û warê xwe terk bikin. Vê carê koçberî bi derverên dûr ve ye,
ber bi Îranê ve diçin. Jîyana li wira hê zortir û sexttir e. Di dawîya
salên 1970yî de nûçeya ku dibêje “Li Îraqê efu derketîye” xwe
digihêne ta bi penaberan jî. Îhtîmala derew bûyîna vê nûçeyê di
nav kurdan de jî têye texmînkirin lê digel viya jî cardin hindek malbat
ji Îranê vegerîyan gund û navçe û bajar û malên xwe. Malabata Hiner
Saleem jî vegerîya. Dema ku vegerîyan bajarê xwe, hatin mala xwe lê
bala xwe dan ku malbateke ereb a Baasî wa dest danîye ser mala wan. Mala
wan hatîye dagîrkirin, qaf û qirên wan hatine talankirin. Ji bo ku vê
malbata ereb a Baasî ji mala xwe derxînin, ji bo ku xwedî li xanîyê
xwe, li keda xwe derkevin gelek li ber xwe didin. Di encama vê têkoþînê
de cardin bûne xwedîyê mala xwe ku bi hezar ked û zehmet lêkiribûn û
komek pare lê xerc kiribûn. Ev
serborîya hanê bi serê hemî kurdan de, hema bibêjin ku bi serê tevayî
malbatên kurd de hatîye; kurd hemî di demên cihê de ligel van tiþtan rû
bi rû mane. Operasyon û tada û zilm û zor her ku çûye girantir û
dijwartir bûne. Di dawîya salên 1980yî de êdî ev fiþar giha bilindtirîn
radeyê. Di 16ê adara 1988 de di çarçoveya hereketa Enfalê de li Helebçeyê
komelkujî pêkhat. Jenosîda ku di çarçoveya hereketa Enfalê de çêdibû,
heta bi dawîya sala 1988 berdewam bû, ku ev jî bi þanî me dide ku bê
hela fiþar û zilm û zor, û di encama wan de tirs û wêrankarî û hilweþîn
gihaye kîjan radeyê. Her wiha, gelek dîyar e ku bê hela vê yekê di
merivan de, di malbat û zarok û jinan de têkçûna derûnî û travmayê
çawan ligel xwe anîye. Digel ewçend tehdîtan jî divêt meriv gelek li
ser prosesa vê dîyardeyê jî bisekine ku bê hela kurd çawan li pîya
mane, wan çawan pencên xwe qewî avêtine singê jîyanê? Di
jîyana kurdan de alîyekî dînamîk heye. Di jiyana kurdan de taybetmendîyeke
sereke xwe dide der ku, kurd gelek bi jîyanê ve girêdayî ne, li hemberî
zilm û zora dewletê, li hemberî her tewir zehmetîyên xwezayê xweþ li
ber xwe didin. Di nav kurdan de ev yek jî reftarîyeke civakî û edetî ye
ku, ew gelek bi jîyan û xwezayê ve girêdayî ne. Û her wekî hemî gelên
ku li hemberî zehmetîyan li ber xwe didin, di haletê mexdûrîyetê de jî
serî natewînin, ev xasîyet di jiyana kurdan de jî cihekî sereke digre.
Heta ku ev reftarîya hanê di kurdan de hê zêdetir e. Mînakeke
balkêþ ji vê prosesê ku têye zanîn, hatina dinyayê ya Mesûd Barzanî
ye. Salên 1945 – 1946, demek wisan e ku Kurdistan ser û binî hev dibû.
Di wê demê de jî êrîþên dijwar bi ser kurdan de dihatin kirin. Mesûd
Barzanî di demeke wisa de hatîye dinyayê. Li Îranê ji dîya xwe re bûye.
Mela Mistefa Barzanî dikarîbû piþtî 13 salan kurê xwe, Mesûd Barzanî
jî bavê xwe bibîne, ango piþtî ku di sala 1958 de ji Yekîtîya
Sovyetan vegerîyai hê hevûdî dibînin. Her wiha, birayên wî Nîhad û
Dilþad û Seîd… jî piþtî salên 1960 cardin di rewþên wiha de
hatine dinyayê. Û cardin têye zanîn ku birayê wî yê mezin Îdrîs
Barzanî jî di salên 1940î de di nav fezaya þer de hatiye dinyayê. Ev
prosesa hanê ne tenê rewþa Barzanîyan e. Her wiha, ya hemî peþmergeyên
ku ligel Barzanî berê xwe dabûn Yekîtîya Sovyetan, di giþan de ev rewþ
hemin wisa ye. Serborîyeke bi vî rengî ya Îbrahîm Ehmed jî heye. Ev mînakên
vê yekê ne ku, bê hela ew çendî bi jîyanê ve girêdayî ne, li hemberî
zehmetî û astengîyên jîyanê çiqasî berxwedêr in. Di
wê kitêba wî ya ku li vê gotarê min qala wê kiriye de, Hiner Saleem jî
qala wan dawetên ku di rojên xela û birçîbûnê de çêbûne, qala
zarokên ku hatine dinyayê dike. Kekê wî yê peþmerge di koçberîyeke
wisa de zewicîye, her wiha, xwiþka wî jî di demeke wisa de dane mêr.
Hiner Saleem qala zarokên ku ji diya xwe re dibûn, qala welidandinên li
çol û çiyayan, bêyî pîrik û îlac û dermanan dike. Di þertên ewçend
miheyrîyê de, di nav birçîbûnê de, ligel serma û seqemê û germê, bê
xanî û stareyekê, bê îlac û dermanan… dîsan jî têye dîtin ku
zarokên çeleng têne xwedîkirin û her mezin dibin. Piþtî
sala 1991 çi bû? Bi
awayekî giþtî têye zanîn ku piþtî sala 1991 çi bûye. Pêkhatina Hêza
Çakuç, ji hêzên esmanî re qedexekirina herêma kurdan, pêþîlêgirtina
mudaxeleya Sedam Husên a bo van herêman di jîyana kurdan de îstîqrarê
pêkanî. Kurd di vê demê de derbasî jîyana akincîtîyê bûn, ji nuh
ve gund û bajarên xwe ava kirin. Ligel mudaxeleya DYA ya bo Îraqê di
adara 2003 de pêþî li kurdan baþtir vebû. Hilweþîna rêvebirîya
Sedam Husênî, dawîlêanîna rêvebirîya Baas, ji holê rabûna tehdîda
çekên komelkujîyê, þikênandina bandora Partî Baas û dezgayên wek
el-Muxaberatê, ev bûn dîyardeyên proseseke wisa ku qezencên polîtîk
û civakî yên kurdan ligel xwe garantî kirin. Bi ereban qebulkirina hizra
Îraqeke federal, li gorî viya nivîsandin û amadekirina qanûna bingehîn
a Îraqê, her wiha, di rêya vana de dayîna têkoþîneke sext, û di
encamê de herêma otonom ya kurdan; destpêkirina muteþekil bûyîna
Dewleta Federal a Kurd. Êdî qezencên kurdan ên polîtîk, civakî û
ekonomîkî tam hatin pêþxistin. Azadîyê dest bi geþbûnê kir. Di vê
pvajoyê de kurd dewlemend bûn, ta radeyekê xwe gihandin firehî û refahê,
ketin nav aramîyeke civakî û derûnî. Berîya her tiþtî êdî kurd bûn
akincî. Ji civaka kurdan gelek malbat êdî bûne xwedîyê xanî û seyare
û sarinc û makîneya cilþûþtinê û firin û her wekî vana. Ev jî
gelek vekirî ye ku ev destketîyên hanê giþ di pêvajoya azadîyê de,
ji viya jî girîngtir kurdan di encama hevgirtin û yekîtîyê de bi dest
xwe ve anîne. Her wiha, têye dîtin ku li Herêma Azad a Kurd geþedanên
gelek grîng ên civakî, sîyasî, ekonomîkî û kulturî çêdibin. Têye
famkirin ku ev rewþ mayînde ye. Pêwendîya
vê prosesê ligel DYA jî divêt rast were helsengandin. Kes û grûbên ku
neyartîyê bi kurdan re dikin, hêzên polîtîk ên dijberî kurdan dibêjin
ku, ev hemî bi destê DYA hatine kirin. Didin zanînê ku ev tiþt di
encama polîtîkaya ku ji alîyê DYA ve di sûdbexþîya kurdan de têye meþandin
de pêkhatine. Belam rewþ qet jî ne wisa ye. Li gorî qenaeta min rastî
ev e: Ev hemî tiþt, ji ber ku kurdan ji can û dil xwestine, ji ber ku
kurd bi can û dil ji bo vana xebitîne pêkhatine, ji vê çendê DYA jî vê
rewþê qebul kirîye. Helbet rola DYA di dawîlêanîna rejîma Sedam Husên
de, di tunekirina çekên komelkujîyê de, di belavkirina artêþê de, di
belavkirina Partî Baas û el-Muxaberatê de û her wiha, di þikênandina
bandora wan de gelek mezin e, rola DYA dîyarker û sereke ye. Dîyar e ku
kurdan jê sûd wergirtîye. Bo numûne, ji bo destpêkirina prosesa Îraqeke
fedaral, çawan ku kurd ligel ereban ketin nav munaqeþeyên dûr û dirêj
û sext, her wisa jî ligel DYA ketin nav munaqeþeyên dûr û dirêj ên
sext. Di encama vê pêvajoya têkoþîna kurdan a sext de DYA mecbur ma ku
li Îraqê federalîyê qebul bike. Ev
destketîyên kurdan ji alîyê dewletên der û dorê ve di nav metirsî û
endîþeyê de têne þopandin. Ev der û dor ji bo ku pêþî li van
destketîyan bigrin, ji bo ku nehêlin ev destketî mayende bibin, ji bo ku
ev destketî lawaz bibin û birizin, çi ji destê wan tê qet texsîr
nakin. Dibêjin “PKK”, dibêjin “Kerkûk” û kurdan tehdît dikin.
Gelo ev tehdît dikarin hê pêþdetir herin û bigihên radeya serketinê?
Ev qisetkirina li jorê bi awayekî vekirî bersiva vê pirsê dide. Kurdan
di wê dema ku bi zorê terka mal û milkê xwe kiribûn û di destê wan de
tenê çend kîlo xwarina di boxçikan û kîsikan de hebû, ku ketibûn ser
rê û dirban jî, dîsa çawan ku firsendê bi dest xwe ve anîn, vegerîyan
ser cih û warê xwe yê wêranbûyî. Xanîyên xwe yên þewitandî cardin
ava kirin, cardin têkoþîyan da zevî û milkê xwe ji destê dagîrkeran
bigrin; kurd her tim xwedî li welatê xwe derketin. Di roja îroyîn de êdî
gelek destketîyên kurdan hene. Mal û milkê wan heye. Bi kurtahî, êdî
kurd jî xwedîyê gelek tiþtî ne. Berîya her tiþtî azadîya wan heye,
ew bi xwe hakimê xwe ne. Ev jî gelek eþkera ye, ji bo ku kurd van destketîyan
ji destê xwe bernedin, ji bo ku van destketîyên xwe biparêzin dê di nav
têkoþîneke sext de bin. Her wiha, dê piçûk û mezin tev di vê rêyê
de li ber xwe bidin. Di vê pêvajoyê de dîplomasî jî helbet gelek girîng
e. Di
vê prosesê de tiþtê ku kurdan zêdetir hêzdar bike, geþkirina fehma
netewayetîyê ye; geþkirina têgihaþtina mîllî, têgihaþtina civakî
û yekîtî û bihevrebûnê ye. Di vê çarçoveyê de ji bo ku polîtîkayeke
xurt çêbibibe, tiþtê girîng ev e ku, divêt hatina darayîya netewî di
nav civakê de bi awayekî dadmendane û bi tendurustî û bi muwazeneyeke
adil were parvekirin. Her wiha, divêt qet nebe bêedaletî di warê
parvekirina hatina darayî ya millî de di kêmtirîn radeyê de be; divêt
pêþî li dizî û bêrayîya ekonomîk bête girtin, divêt tebeqeya jêrîn
a civakê neyête îhmalkirin, polîtîkayên sosyal ên ku xwedîtîyê li
jar û belengazên civakê derdikeve her bêne pêþxistin; divêt meþandina
polîtîkayeke bi vî awayî ji karên bingehîn ên Hukûmeta Herêma Kurd
be. Di vê navberê de, ev jî gelek girîng e ku, divêt mafên tirkman û
asûrî-suryanî-kildanî û êzidîyan jî her bêne parastin. “Monoment
bo Mistefa Barzanî” ?... Di
vê navberê de heke em bala xwe bidin ser mijareke din jî dê gelek baþ
be. Di hejmarên 5-11 avrêl 2007 ên rojnameya Milliyetê
de hevpeyvînek hate weþandin. Ev hevpeyvîna ku ji alîyê Serpil Yýlmaz
û Kenan Durukan ve hatiye amadekirin sernavê wê “Tirk Bakûrê Îraqê
Ava Dikin” bû. Di wê hevpeyvînê de dihate gotin ku, li Herêma Otonom
a Kurdan razemenîya darayî ya sereke ji alîyê þîrketên (company) tirk
ve hatîye kirin, mohra tirk li ser geþedanên girîng ên ekonomîkî
heye. Di
roja dawîn a hevpeyvînê de beþek bi sernavê “Monoment
bo Mistefa Barzanî” hebû. Ez dixwazim derbarê vê xeberê de bîr
û boçûnên xwe, hizrên xwe beyan bikim ku li gorî qenaeta min gorra
(mezel) Mela Mistefa Barzanî divêt wekî xwe yê îroyîn her bimîne. Di
doza têkoþîna kurdayetîyê de, ev gorr (mezel) sembola pêwendîya
Barzanî ya ligel peþmerge û gelê kurd e. Divêt ev avahîya mutewazî û
xwezayî neyête xirakirin. Dibe ku ji bo kesên ji dûr têne cihê bêhnvedanê,
ji bo zarokan cihê lîstikê, lêkirina avahîyên wek aþxane (met’em)
û tesîsên her wekî vana bête hizirîn lê divêt ev jî gelek li dûrî
þûna gorra wî bin. Divêt meriv ji dûr ve peyatî bimeþin biçin ser
gorrê. Ev dê hîç dîmenekî xweþ nebe ku kesek an jî zîyaretvanek bi
seyareya xwe were ta ber derîyê gorrê. Mela Mistefa Barzanî bi xwe di
dilê însanan de monoment e. Ger têye hizirîn ku ji bo Barzanî monoment
bête çêkirin, ew dê wî monomentê ku di dilê kurdan de ye hêzdartir
neke, berevajî, dê lawaztir bike. ______________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn Çavkanî:http://www.peyamaazadi.com/modules.php?name=PvlNews&file=article&sid=2179
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org